20
N ûçeya baş a bultena saet 20î France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên tendirustîyê tesîreke xirab dikin li ser welatê şeşgoşe yê di nîvê şewba cîhanî de ye, şaredarîya Parîsê dide zanîn ku ew ê axirî bi navgîna 906 dermanxaneyên li paytext dest bi belavkirina mas- keyên belaş bike. Lê belê pêşkêşvan Anne-Sophie Lapix vê hişyarîyê dike: Bi wî şertî ku Parîsî «xwe li ser înternetê qeyd bikin» dû re jî kûponekê ji înternetê daxin, prînt bikin an jî li dermanxaneyê raste- rast wê li ser ekranê nîşan bidin û bi vî awayî bibin xwedîyê amûra ku lixwekirina wê mecbûrî ye di wesaîtên veguhestinê yên girseyî de. Tiştê bi leza hespê bezê bi pêş dik- et berîya şewba Covid-19, niha êdî bi leza bayê bezê difire û bi xwe re jî her kesekî dibe nava cîhaneke nû, cîhana ku her tişt înternet e. Testeke ji bo tevahîya jîyanê ya cîhaneke bêtemas. Doh mafên bêkarîyê, bidestxistina karta nas- nameyî, belgeyeke niştecihîyê an jî belgeyên ji bo erebeyê; îro mafên bidestxistina amûrên tendirustîyê yên bingehîn, lê belê herweha kar, tendirustî, mijûlahîyên dema ser- best, perwerde û malbat. Ji 17 heta 31ê adara 2020î, li gorî Médiamétrîyê, demajoya lêgerîna dîjîtal ya fransîyan rojane gihîşt 2 saet û 50 deqîqeyan, ango nîsbet bi adara 2019an ji sedî 36 zêde bûye, (4 saet û 41 deqîqe ji bo televizyonê ji 17ê adarê heta 26ê nîsanê, ango zêdebûneke li raserî sêyan yekê li gorî sala borî). Çi mamosteyên ji dûr ve perwerdeyê didin, çi doktorên çerxa xwe ve- guherandine, bixwazin nexwazin, muayenexaneyên ji dûr ve, çi jî kadroyên mest dibin -an jî na- li nav şimikên xwe yên xebata ji dûr ve an jî rêveberên zanîngehan ên cara pêşî xwendekarên xwe dixin nava pergala venêrîna ji dûr ve ya ezmûnên li malê, (1) demateralî- zasyon gihîşt asteke wisa berfireh di jîyana rojane ya fransîyan de ku xwedîbûna amûreke dikaribe bi înternetê ve bê girêdan ji hemû demên berê zêdetir bû pêwistîyeke jîyanî. Bêînternet, ne dikarî mas- keyekê peyde bikî, ne dikarî xwe bidî muayenekirin, ne dikarî ji dûr ve bixebitî (ev ji çara yekê nifûsa aktîf a fransîyan di pêvajoya xwe li mal ragirtinê de eleqedar dike), ne jî dikarî xwe bigihînî dosyaya sîgortaya xwe ya civakî, meaşê xanenişînî û heta hesabê xwe yê bankayê. Piştî karantînayê cihveqetandina di trênê de? Bêînternet ne mimkin e. 7ê gulanê, Şirketa Rêyên Hesinî yên Neteweyî û herêma Haute de France radigihandin ku ew per- galeke kûponan dixin dewrê. Li gorî vê pergala nû, «kî pêşî were, berî herkesî ji xizmetê sûdê werdi- gire» ji bo siwarbûna li trênên ber bi herêma Lille ve diçin ji 11ê gu- lanê û pêve. Kûpon li garê peyde nabe û tenê bi rêya înternetê dik- are were bidestxistin. Betalkirina bi qasî 5 hezar karan (gîşevan, kar- mendên agahdarkirinê...) li Fran- sayê di deh salan de (hezar kes jê tenê di 2019an de) (2) ji bo ew kar ji alîyê otomatan ve werin kirin û aplîkasyonên dijîtal hatibûn ama- dekirin. Bi xêr hatî nava civaka bê temas ! Kar, malbat, Wi-Fi Julıen Brygo * _________ Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê re'' R. 14-15 Hezîran 2020 - Hejmar 52 www.diplo-kurdi.com [email protected] 20 Rûpel R. 5-6 R. 7-8 R. 8-9 R. 12 R. 16-18 Philip S. Golub Bi carekê re kêmkirina leza aborîya cîhanî ya ji ber sedema Şewba koronayê (Covid-19) hêzên mezin mecbûr kir ku ji nû ve li ser stratejîyên xwe yên sanayî û bazirganîyê bifikirin. Thomas Frank Ev dem, demeke herî xirab a dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Şewba ku bêyomên şapatê bi deh salan behsê dikirin, di serdemeke me ya herî bê amade de bi ser me de girt. Philippe Baqué Li nîvê meha gulanê, nîvê mirinên ji ber Covid-19 li Fransayê jêdera wan stargehên ji bo kalûpîrên hewcedar (Ehpad) bûn.. Nebûna testan, maske- yan. Şerpezetîya di birêvebirina krîzê de. Julien Mercille Ji qederê sedsalekê ve, Îrlanda ji alîyê du partîyên navendê yên rastgir tê birêvebirin; Finna Fáil (FF) û Fine Gael (FG). Bernameyên sîyasî yên herdu- yan wekî cêwîyên hev in. Sala 2007an FG û FFyê bi hevre % 68.9ê deng wergirtibûn Pierre Puchot Li Fasê çi diqewime? Tu kes nikare bersiva vê pirsê bide. Melik Mihemedê 6em bi awayekî fermî dabû zanîn ku modela rejîma bavê wî Hesenê 2yê, yê ku di sala 1999an de jê re mîras ma, gihîştîye sînorên xwe. R. 3-5 Hûtên dijîtal belkî nikaribûn xeyal jî bikirana ku dîtina wan a civatî dê rojekê bi sedema tendirustîyê û bi testeke mezin a xwezayî bihata piştrastkirin. Tevî vê jî, bidirêjîya çend hefteyan, hilberîner û berxwer mecbûr man ku hemî karên xwe bi ekraneke di navbera xwe de hal bikin. Heta bigihê bi dibistan, şahî û tendirustîyê. diplomatique diplomatique MONDE LE kurdî Firotina Audîyan li Bîrmanyayê Serge Halimi ______________ lezandin. Hin şirketên tendirustîyê dê bikişin parzemîna kevn, wekî din yê çawa bikin. Lê birêz Hogan me agahdar dike û dibêje ku “ev biryar îstîsnayek e” (1) û li hemberî yên behsa rizînê, kurtedewreyê (court-circuit) dikin weha bersiv da: “di sala 2040î de % 50 yê nufûsa cîhanê dê herî kêm pênc saetan li Bîrmanyayê bijîn. Loma, eşkere ye da ku şirketên ewropayî naxwazin xwe ji firsendeke weha mehrûm bikin, xwe mehrûmkirin helbet dê bibe bêaqilî.” Di heyvên pêşîya me de, yê çawa tevbigere behsa wê dike: “divê em peymanên xwe yên bazirganîya serbest ên mayînde xurt bikin -niha 70 welatên me hene- û em hewl didin ku bi yên din re jî peymanan çêbikin.” Nuha rewşenbîrên ku wekî makîneya derewan tevdigerin, li ser Webê di mijara “paşeroja cîhanê” de pir çalak in. Ew xwe wekî mirovên poetîk, pir dengî, xêrxwaz, tevlihev, destekker û hwd didin nîşan; lê digel vê yekê, heya ku êrişê mîmarîya Yekitîya Ewropayê ya ku ketîye halê “globalîzebûna mînyatûrî” dê wekî mirovên nekêrhatî bên zanîn. (2) Xeyalkirina xweferzkirina standartên bazirganîyê yên ji bo mezinbûna bazara wan, dibe li pêş çavên wan parçe parçe bibe jî; û ew dê bi rûmeta rêzikên wan ên demode û nebaş ve bizeliqe. Ji ber ku firotina Audîyan a ji bo Bîrmanyayê, îdeala wan a yekta ye û herweha ev proje, yekane projeya wan a ku -bi navên wan ve têkildar e- ku şaristanîya wan dê temsîl bike. ____________ (1) “Divê derîyê Yekîtîya Ewropayê ji cîhanê re vekirî bimîne.’’ Le Monde, 8 gulan 2020. (2) Binêre. Henry Farrell, “Yekîtîya herî bi tenê’’, Sîyaseta derveyî, Waşîngton DC, 3 nîsan 2020, https://foreignpolicy.com Wergera ji fransî: Sedat Ulugana H eya afirandina civata komir û polayê ya Ewropayê ya di sala 1950î de , heya sazkirina Yekitîya Ewropayê (YE) û derbasbûna bazara hevkar a ku bi peymana Romayê pêk hatibû, avazanên Ewropayê li dijî dijminan polîtîkayeke parêzkar û deshilatdar dişopandin. Ji ber vê yekê , di dema qeyrana aborî ya navneteweyî û ligel zêdebûna bêkarîyê de jî firehbûna YE bi tevlêbûna endamên nû (Albanya, Makedonyaya Bakur) û çêkirina peymanên baziganîya azad yên nû (bi Meksîka û Vîetnamê re) divê we metilmayî nehêle. Îngilistanê derî girt? Baş e. Lêbelê Balkan tê. Û sibehê jî Ûkraynayê dê teşrîf bike. Kes nikare yekî bihêz qanî bike da ku ew li dijî xwezaya xwe tevbigere. Belê obsesyona Ewropayê ya sazîkirina bazareke mezin heye. Bê sînor, bê gumrik û bê hîbe û sûbvansîyon. Lêbelê bêtir serbestîya bazirganîyê nebûya, Ewropa dê biketa erdê. Ji vê re jî dibêjin “teorîya bîsîkletê”: yan ji bo armancên nû bêhtir pedal zivirandin yan jî qelibîn. Cîhana ku Brûksel xeyal dike mîna goleke nerm a petrolê ye da ku keştîyên bazirganîyê li ser wekî dengê beyta dilşayîyê (the hymn of joy) dişiqitin. Mînak, ka em komîserê bazirganîyê yê Ewropayê yê vê demê birêz Phil Hogan guhdar bikin. Di nav qeyrana koronavîrûsê de, ku piranîya şênîyên yekîtîyê hê di îzolasyonê de bûn, herweha gengeşîya di navbera Amerîka û Çînê de heyî hingî çû zêde bû û Waşîngtonê piranîya qaîdeyên ku ji bo Amerîkayê jî alûde bûn, binpê kir û li hêvîyê ma da ku ev binpêkirin dê li ser globalîzasyonê bandoreke çawa çêbike. Baş e, em dikarin weha xulase bikin: tu tişt nayê guhertin, tenê dikarin bên Osman Nasrawt: Kevok difirin, Boyaxa rûnî li ser text, 36 x 48 cm

Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

  • Upload
    others

  • View
    4

  • Download
    0

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Nûçeya baş a bultena saet 20î France 2, 6ê gulana 2020î.

Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên tendirustîyê tesîreke xirab dikin li ser welatê şeşgoşe yê di nîvê şewba cîhanî de ye, şaredarîya Parîsê dide zanîn ku ew ê axirî bi navgîna 906 dermanxaneyên li paytext dest bi belavkirina mas-keyên belaş bike. Lê belê pêşkêşvan Anne-Sophie Lapix vê hişyarîyê dike: Bi wî şertî ku Parîsî «xwe li ser înternetê qeyd bikin» dû re jî kûponekê ji înternetê daxin, prînt bikin an jî li dermanxaneyê raste-rast wê li ser ekranê nîşan bidin û bi vî awayî bibin xwedîyê amûra ku lixwekirina wê mecbûrî ye di wesaîtên veguhestinê yên girseyî de.

Tiştê bi leza hespê bezê bi pêş dik-et berîya şewba Covid-19, niha êdî bi leza bayê bezê difire û bi xwe re jî her kesekî dibe nava cîhaneke nû, cîhana ku her tişt înternet e. Testeke ji bo tevahîya jîyanê ya cîhaneke bêtemas. Doh mafên bêkarîyê, bidestxistina karta nas-nameyî, belgeyeke niştecihîyê an jî belgeyên ji bo erebeyê; îro mafên bidestxistina amûrên tendirustîyê yên bingehîn, lê belê herweha kar, tendirustî, mijûlahîyên dema ser-best, perwerde û malbat.

Ji 17 heta 31ê adara 2020î, li gorî Médiamétrîyê, demajoya lêgerîna dîjîtal ya fransîyan rojane gihîşt 2 saet û 50 deqîqeyan, ango nîsbet bi adara 2019an ji sedî 36 zêde bûye, (4 saet û 41 deqîqe ji bo televizyonê ji 17ê adarê heta 26ê nîsanê, ango zêdebûneke li raserî sêyan yekê li gorî sala borî). Çi mamosteyên ji dûr ve perwerdeyê

didin, çi doktorên çerxa xwe ve-guherandine, bixwazin nexwazin, muayenexaneyên ji dûr ve, çi jî kadroyên mest dibin -an jî na- li nav şimikên xwe yên xebata ji dûr ve an jî rêveberên zanîngehan ên cara pêşî xwendekarên xwe dixin nava pergala venêrîna ji dûr ve ya ezmûnên li malê, (1) demateralî-zasyon gihîşt asteke wisa berfireh di jîyana rojane ya fransîyan de ku xwedîbûna amûreke dikaribe bi înternetê ve bê girêdan ji hemû demên berê zêdetir bû pêwistîyeke jîyanî. Bêînternet, ne dikarî mas-keyekê peyde bikî, ne dikarî xwe bidî muayenekirin, ne dikarî ji dûr ve bixebitî (ev ji çara yekê nifûsa aktîf a fransîyan di pêvajoya xwe li mal ragirtinê de eleqedar dike), ne jî dikarî xwe bigihînî dosyaya sîgortaya xwe ya civakî, meaşê xanenişînî û heta hesabê xwe yê bankayê.

Piştî karantînayê cihveqetandina di trênê de? Bêînternet ne mimkin e. 7ê gulanê, Şirketa Rêyên Hesinî yên Neteweyî û herêma Haute de France radigihandin ku ew per-galeke kûponan dixin dewrê. Li gorî vê pergala nû, «kî pêşî were, berî herkesî ji xizmetê sûdê werdi-gire» ji bo siwarbûna li trênên ber bi herêma Lille ve diçin ji 11ê gu-lanê û pêve. Kûpon li garê peyde nabe û tenê bi rêya înternetê dik-are were bidestxistin. Betalkirina bi qasî 5 hezar karan (gîşevan, kar-mendên agahdarkirinê...) li Fran-sayê di deh salan de (hezar kes jê tenê di 2019an de) (2) ji bo ew kar ji alîyê otomatan ve werin kirin û aplîkasyonên dijîtal hatibûn ama-dekirin.

Bi xêr hatî nava civaka bê temas !

Kar, malbat, Wi-FiJulıen Brygo*

_________

Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê re'' R. 14-15

Hezîran 2020 - Hejmar 52 www.diplo-kurdi.com • [email protected] 20 Rûpel

R. 5-6 R. 7-8 R. 8-9 R. 12 R. 16-18

Philip S. GolubBi carekê re kêmkirina leza aborîya cîhanî ya ji ber sedema Şewba koronayê (Covid-19) hêzên mezin mecbûr kir ku ji nû ve li ser stratejîyên xwe yên sanayî û bazirganîyê bifikirin.

Thomas FrankEv dem, demeke herî xirab a dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Şewba ku bêyomên şapatê bi deh salan behsê dikirin, di serdemeke me ya herî bê amade de bi ser me de girt.

Philippe BaquéLi nîvê meha gulanê, nîvê mirinên ji ber Covid-19 li Fransayê jêdera wan stargehên ji bo kalûpîrên hewcedar (Ehpad) bûn.. Nebûna testan, maske-yan. Şerpezetîya di birêvebirina krîzê de.

Julien MercilleJi qederê sedsalekê ve, Îrlanda ji alîyê du partîyên navendê yên rastgir tê birêvebirin; Finna Fáil (FF) û Fine Gael (FG). Bernameyên sîyasî yên herdu-yan wekî cêwîyên hev in. Sala 2007an FG û FFyê bi hevre % 68.9ê deng wergirtibûn

Pierre PuchotLi Fasê çi diqewime? Tu kes nikare bersiva vê pirsê bide. Melik Mihemedê 6em bi awayekî fermî dabû zanîn ku modela rejîma bavê wî Hesenê 2yê, yê ku di sala 1999an de jê re mîras ma, gihîştîye sînorên xwe.

R. 3-5

Hûtên dijîtal belkî nikaribûn xeyal jî bikirana ku dîtina wan a civatî dê rojekê bi sedema tendirustîyê û bi

testeke mezin a xwezayî bihata piştrastkirin. Tevî vê jî, bidirêjîya çend hefteyan, hilberîner û berxwer mecbûr

man ku hemî karên xwe bi ekraneke di navbera xwe de hal bikin. Heta bigihê bi dibistan, şahî û tendirustîyê.

diplomatiquediplomatiqueMONDELE

kurdî

Firotina Audîyan li Bîrmanyayê

Serge Halimi______________

lezandin. Hin şirketên tendirustîyê dê bikişin parzemîna kevn, wekî din yê çawa bikin. Lê birêz Hogan me agahdar dike û dibêje ku “ev biryar îstîsnayek e” (1) û li hemberî yên behsa rizînê, kurtedewreyê (court-circuit) dikin weha bersiv da: “di sala 2040î de % 50 yê nufûsa cîhanê dê herî kêm pênc saetan li Bîrmanyayê bijîn. Loma, eşkere ye da ku şirketên ewropayî naxwazin xwe ji firsendeke weha mehrûm bikin, xwe mehrûmkirin helbet dê bibe bêaqilî.” Di heyvên pêşîya me de, yê çawa tevbigere behsa wê dike: “divê em peymanên xwe yên bazirganîya serbest ên mayînde xurt bikin -niha 70 welatên me hene- û em hewl didin ku bi yên din re jî peymanan çêbikin.”Nuha rewşenbîrên ku wekî makîneya derewan tevdigerin, li ser Webê di mijara “paşeroja cîhanê” de pir çalak in. Ew xwe wekî mirovên poetîk, pir dengî, xêrxwaz, tevlihev, destekker û hwd didin nîşan; lê digel vê yekê, heya ku êrişê mîmarîya Yekitîya Ewropayê ya ku ketîye halê “globalîzebûna mînyatûrî” dê wekî mirovên nekêrhatî bên zanîn. (2) Xeyalkirina xweferzkirina standartên bazirganîyê yên ji bo mezinbûna bazara wan, dibe li pêş çavên wan parçe parçe bibe jî; û ew dê bi rûmeta rêzikên wan ên demode û nebaş ve bizeliqe. Ji ber ku firotina Audîyan a ji bo Bîrmanyayê, îdeala wan a yekta ye û herweha ev proje, yekane projeya wan a ku -bi navên wan ve têkildar e- ku şaristanîya wan dê temsîl bike.____________(1) “Divê derîyê Yekîtîya Ewropayê ji cîhanê re vekirî bimîne.’’ Le Monde, 8 gulan 2020.

(2) Binêre. Henry Farrell, “Yekîtîya herî bi tenê’’, Sîyaseta derveyî, Waşîngton DC, 3 nîsan 2020, https://foreignpolicy.com

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

Heya afirandina civata komir û polayê ya Ewropayê ya

di sala 1950î de , heya sazkirina Yekitîya Ewropayê (YE) û derbasbûna bazara hevkar a ku bi peymana Romayê pêk hatibû, avazanên Ewropayê li dijî dijminan polîtîkayeke parêzkar û deshilatdar dişopandin. Ji ber vê yekê , di dema qeyrana aborî ya navneteweyî û ligel zêdebûna bêkarîyê de jî firehbûna YE bi tevlêbûna endamên nû (Albanya, Makedonyaya Bakur) û çêkirina peymanên baziganîya azad yên nû (bi Meksîka û Vîetnamê re) divê we metilmayî nehêle. Îngilistanê derî girt? Baş e. Lêbelê Balkan tê. Û sibehê jî Ûkraynayê dê teşrîf bike.Kes nikare yekî bihêz qanî bike da ku ew li dijî xwezaya xwe tevbigere. Belê obsesyona Ewropayê ya sazîkirina bazareke mezin heye. Bê sînor, bê gumrik û bê hîbe û sûbvansîyon. Lêbelê bêtir serbestîya bazirganîyê nebûya, Ewropa dê biketa erdê. Ji vê re jî dibêjin “teorîya bîsîkletê”: yan ji bo armancên nû bêhtir pedal zivirandin yan jî qelibîn. Cîhana ku Brûksel xeyal dike mîna goleke nerm a petrolê ye da ku keştîyên bazirganîyê li ser wekî dengê beyta dilşayîyê (the hymn of joy) dişiqitin.Mînak, ka em komîserê bazirganîyê yê Ewropayê yê vê demê birêz Phil Hogan guhdar bikin. Di nav qeyrana koronavîrûsê de, ku piranîya şênîyên yekîtîyê hê di îzolasyonê de bûn, herweha gengeşîya di navbera Amerîka û Çînê de heyî hingî çû zêde bû û Waşîngtonê piranîya qaîdeyên ku ji bo Amerîkayê jî alûde bûn, binpê kir û li hêvîyê ma da ku ev binpêkirin dê li ser globalîzasyonê bandoreke çawa çêbike. Baş e, em dikarin weha xulase bikin: tu tişt nayê guhertin, tenê dikarin bên

Osman Nasrawt: Kevok difirin, Boyaxa rûnî li ser text, 36 x 48 cm

Page 2: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Le Monde diplomatique kurdîJi alîyê

Rûpel Multimedia GmbHve tê weşandin

Birêveberê GiştîMurat Satik

Koordînatorê Weşanê Yado Ciwan

RedaksîyonMahmûd Lewendî

Nedîm Baran

Revîzyona Wergeran Luqman Guldivê

Feryal Guladawîya

Berpirsê Hunerî yên WêneyanHasan Hüseyin Deveci

DîzaynerFabio Biasio

Recep Maraşlı

Alîkarên vê hejmarê Semra PolatPerwer Yaş

Faruk Muhsinoğlu

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi

diplo_kurdi

Web: www.diplo-kurdi.com E-Mail: [email protected]

Rûpel Multimedia GmbHErnst-Gnoss-Straße 1

40219 Düsseldorf, Deutschland

Hesabê BankayêDeutsche Bank

DE27 3007 0024 0999 4542 00BIC:DEUTDEDD

Le Monde diplomatique

DamezrînerHubert Beuve-Méry

Birêveberê giştîSerge Halimi

Cîgirên SernivîskarîVincent Caron

Bruno LombardPierre Rimbert

RedaksîyonBenoît BrévilleMartine BulardRenaud Lamber

Berpirsa çapên navneteweyîAnne-Cécile Robert

SekreterAnne Callait-Chavanel

Berpirsa çapêMona Chollet

Birêveberê hunerîMaria Ierardi

Boris Séméniako

DokumentasyonOlivier Pironet

Navnîşan1, Avenue Stephen Pichon

F-75013 Paris

2 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ

Li Sûrîyeyê kurdan îsyana girtîyên DAÎŞê têkbirLi Bakurrojhilatê Sûrîyeyê hêzên kurd dawî li îsyana girtîyên milîsên terorîst ên Dewlata Îslamî DAİŞê anîn. Hêzên Demokratîk ên Sûrîyeyê (SDF) ku ji alîyê kurdan ve tê birevebirin, dîyar kiribûn, girtîyan bi darê zorê tevahîya avahîya girtîgehê xistine destê xwe. Lêbelê piştre îsyan di encama mudaxeleya hêzên taybet de û hevdîtinên bi girtîyan re dawî lê hat. Di dawîya meha adarê de jî hêzên kurdî serîrakirineke din a girtîyên DAÎŞê têkbiribûn. Li Bakurê Sûrîyeyê herêmeke berfireh di bin kontrola SDFê de ye, ku ev dever ji DAÎŞê hatibûn wergertin.

5ê gulanê, Neue Zürcher Zeitung (Swîsre)

Hevdîtinên kurd û fransîyan wê tirkan aciz bikinDi salên dawî de dubendîyên di sîyesata herêmê de, nevbera Tirkîyê û Fransayê nexweş kiribû. Hevdîtinên şandeya fransî ku ji yekşema borî ve li Surîyeyê bi partîyên kurdan re pêk tîne, wê di navbera Enqere û Parîsê de bibe sedema alozîyeke nû. Mebesta van hevdîtinan misogerkirina mafên kurdên Sûrîyeyê ye û tê xwestin çareserîyeke sîyasî bê peydakirin. Şandeya fransî bi ENKSê re rûnişt û tê plankirin ku îro bi PYDê re jî hevdîtinek pêk were. Şandeyek ji kurdên Sûrîyeyê di destpêka salê de, li Parîsê hatibûn pêşwazîkirin û bi vî awayî pêvajoya hevdîtinan dest pê kiribû.Berpirsê Navenda Çavderîya Têkilîyên Rûs-Fransî Igor Dellanoe dîyar dike ku ev serdana şanda fransî ya li Sûrîyê wê gengeşîya di navbera Parîs û Enqereyê de sortir bike. Dellanoe di şiroveya xwe de ku ji bo Arab Newsê kir, weha dibêje; “Fransa di sîyaseta herêmê de carekî dî daket qadê û hunera xwe nîşan da. Ger Fransa di vê hewldanê de bi ser keve û kurdên Sûrîyeyê bike yek, ev ê ji bo wê bibe pûaneke baş. Armanca sereke ya Fransayê ewlekarî ye. Gelek cihadîstên radîkal yên fransî di girtingehên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk de ne, fermandarîya vê hêzê jî YPG dike.6ê gulanê, Arab News (Erebistana Suîdî)

Mustafa Kemal Paşa kî ye?Mustafa Kemal Paşa (1881-1938) serokê yekemîn ê Komara Tirkîyeyê ye. Ew ji sala 1923an heta ku bimire serok bû. Berî wî Tirkîye di nava Împeratorîya Osmanî de cih digirt ku siltan li ser text bûn û bi monarşî dihate birêvebirin. Împeratorîya Osmanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li cem “Dewletên Îttifaq” cih girt. “Dewletên Îttifaq” di şer de bi ser neketin û Mustafa Kemal Paşa bi vî awayî derket holê ku piştre ew ê mîna Ataturk (Bavê netew) bihata binavkirin.Ataturk leşker û dîktatorek bû. Li gorî Hîtler û Mussolonî dîktatorîya wî maqûl dihat dîtin. Wî gelek reformên sîyasî, aborî û civakî da destpêkirin. Di sala 1922an de siltanî rakir û sala 1923an jî komar ava kir. Berê Tirkîyeyê jî da Rojava û xwest sîyaseta modern xurt bike. Lêbelê desthilatdarîya wî mijara nîqaşê ye. Wî di sala 1930yî de bêrehm (bi awayekî hovane) serhildaneke kurdan çewisand.6ê gulanê, Free Press Journal (Hindistan)

DAÎŞ Covid-19ê ji bo êrişan bi kar tîneAlîgirên cuda yên şerê li Sûrîyeyê dîyar dikin ku DAÎŞ, ji bo careke din xwe bi rêxistin bike û dest bi êrîşan bike, Covid-19ê mîna fersendekî dinirxîne. Li Sûrîyeyê di meha nîsanê de, 35 kes di encama êrîşên bombeyî de jîyana xwe ji dest dan, balkêş e ev hejmar meha adarê tenê 7 bû. Piranîya êrişan li herêmên ku dikeve bakurê Sûrîyeyê pêk hatin. Ev herêm di bin kontrola hêzên tirk û Hêzên Surîyeya Demokratîk a ku ji alîyê DYAyê ve tên destekkirin de ye.Tê gotin ku hinek êriş jî li herêmên ku bi destûra şexsî ya Donald Trump kete destê Tirkîyeyê, ji alîyê kurdan ve hatine li dar xistin. Trump hejmara leşkerên xwe yê li Bakurê Sûrîyeyê ji 2 hezarî daxist 600î, yên mayîn jî dev ji parastina kurdan berdan û li derdora xaka ku lê neft heyî hatin bicihkirin. DAÎŞ bi taybetî li herêmên rojhilat û başûrê rojhilat aktîf e, ev dever Dêra Zorê jî dixe nava xwe ku çekdarên wê li vir darbeyeke mezin xwaribûn. Hejmara şervanên kurd têra kontrolkirina Dêra Zorê ku ji çolekî bê ser û ber pêk tê, nake.

11ê gulanê, Gulf Today (Mîrtîyên Erebî yên Yekbûyî)

Keçika êzidî piştî salên dûr û dirêj ên esîrîya bindestê DAÎŞê vegerîya IraqêYek ji keçên êzidî yên ji alîyê DAÎŞê ve hatibûn revandin, da ku bigihêje malbata xwe yekşema borî vegerîya Iraqê. Ev keç ji ber tedbîrên koronavirûsê ev demek bû nekarîbû ji Sûrîyeyê derkeve. Leyla Eido ya 17 salî mîna gelek keç û jinên êzidî di 2014an de li herêma Sincarê hatibû revandin. DAÎŞê dest avêtibû van keç û jinan û ew kiribûn koleyên xwe, ji ber vê jî, ji bo Eido peyva “Xelîfetî” tê wateya kabûsê.Piştî ew ji destê DAÎŞê rizgar bû, li kampa Al-Holê ku di bin kontrola kurdan de ye, hate bicihkirin. Li vê kampê jin û zarokên Daîşîyan jî hene. Berî demekê ew bi malbata xwe ya li Iraqê re kete nava pêwendîyê. Wê dixwest biçe cem malbata xwe. Lêbelê ji ber pandemîya Covid-19ê sînorê Iraq-Sûrîyeyê hatibû girtin. Aktîvîsteke êzidî dîyar dike, Leyla dema hatibû revandin hê 11 salî bû û li gel salên dirêj ên îşkence û tecawizê jî wê karî tendirustîya xwe biparêze.12ê gulanê, The Borneo Post (Malezya)

Biryardarîya tirkan ya Idlibê: Di neyartîya li dijî kurdan de bûyereke nû ye?Pirs ev e; Gelo çima Tirkîye ewçend bi Idlibê re eleqeder dibe? Piştî Dewletên Yekbûyî yê Amerikayê (DYA) û Rusyayê ji bo ketina Tirkîyeyê ya Cerablusê lampeya kesk pêxistibûn, lê belê dagirkerî bi vê heremê re sînorkirî nema. Piştre tirk ketin Efrînê û herî dawî jî li Bakurê Surîyê, heremên ku di destê kurdan de bûn, dagir kirin. Tirkîye di vê navberê de ji bo avakirina 12 cihên çavderîyê ango qerekolên piçûk ên li Idlibê, karî Rusyayê qanî bike.Piştî ku kurd li Bakurê Sûrîyeyê (Rojava) ji komên cîhadistên radikal ên mîna Dewleta Îslamî paqij kir û ji deshilatarîya Sûrîyeyê territoryûmek rizgar kir, wateya Idlibê ji bo hikûmeta tirkan zêdetir bû. Ji bilî bidestxistina Idlibê, tu rê li pêşîya hikûmeta Erdogan nema. Herweha ger Erdogan û hikûmeta wî negihîjin armancên xwe yên “Neo Osmanî” û nikaribin birayên xwe yên cîhadîst biparêzin, wê ev yek zîyanê bide asoya Tirkîyeyê. Ev yek sedema bingehîn a ketina Tirkîyeyê ya Idlibê ye.17ê gulanê, The Jerusalem Post (Îsraîl)

Têkoşîna jineke kurd a ji bo mafê dîyarkirina çarenûsêMe heta niha gelek hindik çîrokên jinên kurd bihistin, ku ew di dîroka gelê kurd de gelek xurt in. Niha nivaskara kurd Ava Homa di pirtûka xwe ya yekem de, bi zimanî îngilîzî çîrokên balkêş vedibêje.Li cîhanê bi texminî 30 heta 40 milyon kurd dijîn, hejmara wan qasî niştecihên Kanadayê ye, ew di tevahîya cîhanê de gelê herî mezin ê bêdewlet in. Sedsal berê welatê wan Kurdistan ji alîyê Îran, Sûrîye, Iraq û Tirkîyeyê ve hate parçekirin, ew ketin bin zexta rejîman û rastî asîmilasyon û qirkirinan hatin.Dema kurd bi têkoşîna xwe li dijî DAÎŞê nav û deng dan, gelek mêrên kurd jî ji ber xebatên xwe yên sîyasî bûn zindanî û jinên kurd jî bi rêbaza xwe şewitandinê dawî li jîyana xwe anîn. Li tevahîya cîhanê hejmara xwekuştinên bi rêya xwe şewitandinê di nava jinên kurd de zêde ye. Leyla Saman a ku di cîhaneke wisa da çavê xwe li jîyanê vedike lehenga sereke ya pîrtûka “Daughters of Smoke and Fire” (Keça Agir û Dûmanê) ya Ava Homa ye.23ê gulanê, Toronta Star (Kanada)

13 Daîşîyên bazdayîDi nava 7 mehan de nêzî 20 jinên fransî ku li Sûrîyeyê girtî bûn, bazdane. Ji van 13 kes hê wenda ne û li ser profîla hineka ji wan, tu kes ne xwedîyê agahîyekê ye. Ew ji Fransayê tevlî DAÎŞê bûbûn û di van salên dawî de, dema dîl ketin destê hêzên kurd, temenê wan di navbera 19 û 41ê de bû. Di derbarê Aber Yamna, Charlotte, Sarah, Nathalie, Hayat û Selma ku çend kesên ku ji ber rewşa bêaramîya Kurdistana Sûrîyeyê revîyane, tu agahî tune.

31ê gulanê, Le Parisien (Fransa) Berhevkar: Perwer Yaş

Page 3: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Her çi kesê ji smartfonekê bêpar, bi înternetê re ne aşîna an jî dudil tevdigere ji ber tirsa hertim her-kes dikare xwe bigihînê û bê şopandin, li nava dilê civakeke ku tê de hema hema wê ji her tiştî were bêparhiştin, wê adeta bibe zindanî.Li gel vê yekê jî ev tiştekî adetî ye û aşîna ye ji bo rayedaran: Kesên têkilî bi wan re qut bûne pir in li Fransayê. Li gorî «barometreya dîjîtal a 2019an», rêjeya nifûsa

fransayê a «ne rihet» bi înternetê re hingê digihîşt ji sedî 23yê nifûsa bi temenê xwe li raserî 18 salî, ango sêzdeh milyon. Bi têgeha ku cahilîya dijîtalê îfade dike, ev rewş tam «îllektronîzm» e. (3) Ji bo % 15yê kesên 15 salî û mezintir ku di sala 2019an de înternet bi kar neanîne an jî ji sedî 38ê kesên bi kar anîne didin zanîn ku herî hindik ew ji qabîlîyeteke bingehîn a înfromatîkê bêpar in, ev cîhan êdî dike ku derîyê xwe bigire.

«Ji bo pizîşkîya pașerojê testeke mezin a xwezayî»30yê meha adara 2020î, hikûme-ta fransî, hê jî girêdayî wezîfeya xwe ya ji sedî 100 xwe gihandina servîsên gelemperî yên dematerîy-alîzekirî heta 2020î, (li gorî Komî-teya Action publique 2022), ji bo fransîyên baş nizanin înternetê bikar bînin pêşnîyar dikir biçin Solîdarîte-numerique.fr, malpera nû ya ji alîyê kooperatîfeke navbeynkar La Mednum ve hatîye avakirin, baş e ku hejmareke tele-fonê jî li ser heye. Ev jî gelo dibe tawîza dawî ya berîya terkkirina bi temamî ji tevahîya beşên civakê? Çend hefte berê, M. Cédric O, sekreterê dewletê yê bi karûbarên dijîtalê re têkildar, dîyar dikir ku ew ê butçeya ji bo «Pass Numé-riques» (çekên perwerdeyê) sê qat zêde bikin ji bo bigihîje sî milyon ewroyî, ango du ewro ji bo her kesê têkilî jê qutbûyî. Ev mîqtara kenê mirov tîne, di navbera dewletê û meqamên xwecihî de bi armanca ji holêrakirina şikestineke dijîtal a her diçe kûrtir dibe, hatîye parve-kirin.

Berîya hê destpêka karantînaya xweragirtina li malê, xeyaleta her tişt Înternet jixwe jîyana rojane bû ji bo doktor Thibaud Zanînotto li Parîsê. Dawîya 2019an, ev stajî-yerê kevin hê «li enîyê» bû, li gorî peyvên ku ew bikar tîne, li servîsa lezgîn a nexweşxaneyeke mezin a Parîsê. Tiştê ku wî dît, ew «bi temamî tengezar kir». «Nexweşên 70 salî yên 48 saet an jî 72 saet bi ser halê xwe de hiştî li ser sedyeke li korîdorekê, mucîzeyek diqewime gava qedehek ava ku xwestine ji wan re tê, an jî gava materyaleke ku demode bûye êdî, didin wan... Ji bilî xerckirina demeke ecêb dirêj ji bo peydekirina nivînên musaît û ji bo dijîtalîzekirina her liv û tevger-ekê divîyabû me rojê bi qasî deh saetan li pêşîya ekranekê derbas bikira». Di kanûna pêşî ya 2019an de, ev doktorê sî salî biryar da ji servîsa lezgîn veqete ji bo biçe pizîşkîya bajêr.Piştî çar mehên din, cîhan hilweşîya ser serê doktor Zanînotto, ê ji alîyê ekranan û vîrusê ve hat zeftkirin. Wî ji me re derdê xwe weha dianî ziman, destpêka nîsana 2020î di hevpeyvîneke xwe ya vîdeoyê de, bi rûyekî hê jî vemirî yê ji ber du hefteyên kêferata xwe ya bi nexweşîyê re: «Ez bi şewba Covid-19 ketim». Doktor çawa radibe ser pîyan, ji nû ve cihguheztinên hemkarekî xwe yê arondîsmana XVIIIemîn a Parîsê bicih anî. Û di dawîya du hefteyên karantîna malê de, ji sedî 60 heta 70yê muayeneyên wî bi kamerayê pêk hatin, bi navgîna malpereke taybet Doctolîb, ku lîdera fransî ya rezervasyon û muayeneyên li ser xetê ye. «Ez tu caran nedifikirîm vê yekê bikim. Ji van muayeneyan germahî û temasa klînîkê kêm in, lê belê di encamê de zêde jî ne xirab e çunku li kabîneyê [ku wî bi

gelek hemkaran re parve dikir], ne mimkin bû bi temamî xwe biparêze ji vegirtina mîkrobê, ji ber şîfreyên dijîtal, destikên derîyan...»Tevî vê yekê jî detayekê pir bala doktor Zanînotto kişand gava wî xwe ji nişka ve li nava rûtîna muayeneyên bi vîdeo dît : «Piştî çend rojan, min ji xwe pirsî ka bi ku ve çûn nexweşên temenên wan li raserî pêncî salî. Ew êdî ne li vir in. Ez wan li ser ekrana xwe nabînim. Temenê navînî yên nexweşan, niha li derdora 25-30yî ne: mirovên ku pir baş zanin aplîkasyon û per-gala vîdeoê bi kar bînin». Ev pro-fesyonelê tendirustîyê bê dudilî behsa «bijartina civakî» dike û di serê xwe de eleqeyekê saz dike li navbera serketina Doctolîb û «dûvên dorê yên dawîlênayê» yên li pêşîya kabîneyên li taxa wî hê jî xizmeta muayeneyê bê randewû dikin.Tesbîtkirina efeksîyoneke guh, tes-bîtkirina ragirtina cihekî bedenê, dermankirina zekemê... Xwe bi ser ekrana xwe de xwar dike û gotinên xwe weha didomîne: «Çawa hûn dixwazin li ser ekranekê rengê rastîn yê binê nava qirikê an jî yê guhekî ragirtî bibînin? Ekran rengên guherî nîşan didin. Ez hewl didim zêde pirsan bikim û bi wî awayî teşxîsê bikim. Mirov wê bie-limin, wisa bawer dikim. Ev testeke paşerojê ya ji bo tevahîya jîyanê ye, çunku, vê gavê tu rêyeke din li ber me tune». Piştî van gotinan, Doktor Zaninotto careke din xwe ser ekrana xwe ve xwar dike wekî ku li tiştekî binêre û li xwe mikur tê ku «ev bi awayekî teknîk baştir dimeşe, bi her halê ji muayeneyên bi materyalên rizîyayî yên li nexweşxaneyên dewletê yên Parîsê tên bikaranîn, pir baştir dimeşe».Doctolib bi rastî jî pir kêm alîyên wê yên hevpar hene li gel jihevketi-na birêkûpêk a nexweşxaneyên

dewletê ku tiştê nemayî tînin serê pratîsyenan. Li gorî daneyên sîgortaya nexweşîyê, li Fransayê hejmara muayeneyên ji dûr ve di pêvajoya hefteya dawî ya meha adara 2020î de gihîşt nêzî nîv mil-yonî, beramberî 60 hezar kesî ji bo tevahîya sala 2019an. Û Doctolib, ev destpêk xwe dispêre desteka dewleta fransî û Incubater Ago-ranov, dê hilkişîya rêza «licorne» gava nirxa wê ji milyarek ewro derbas bû, di pêvajoya karantîna-ya malê de jî hejmara muayeneyên bi vîdeoyê hatin kirin gihîşt 2,5 mil-yonî. Doctolîb ku ji alîyê doktorên emdam ve tê fînanseki-rin, (mehê 129 ewro ji bo her doktorekî pratîsyen), di dawîya 2017an de dîyar dikir ku wan bi 30 hezar profesyonelên tendirustîyê 1 milyon muayene pêk anîne. Piştî du salan, di gulana 2019an de 80 hezar profesyonelên tendirustîyê li ser malper û aplîkasyona xwe ya telefonê 30 mîlyon muayene pêk dianîn.Destpêka nîsana 2020î, hejmara muayeneyên ji dûr ve rojane ji he-zarî derbasî 100 hezarî bû (servî-sek di kanûna paşî ya 2019an de hat vekirin û berdêla muayeneyê 79 ewro bû, bi destpêkirina krîza tendirustîyê re hat rakirin). «Û ew

êdî saet bi saet zêde dibe», li gorî şahidîya M. Stanislas Niox-Châte-au, hevavakar û serokê Doktolîbê, ku texmîn dike ku «piştî derbasbû-na koronavîrusê, ji sedî 15 heta 20ê muayeneyên dermanî li Fransayê wê dîsa ji dûr ve bên kirin…» (4)Tu guman tune ku Doctolib di dawîyê de wê bibe parçeyeke çare-serîya pirsgirêka çolistanên tibî. Bi îhtîmaleke pir mezin di dawîya vê pêvajoyê de wê hesabê bankayê jî, yê vî rêveberê ciwan biwerime: di 2019an de, ev şampîyonê berê yê tenîsê yê «zêde muhtac» (5) li gorî kovara Challanges, di nava kesên herî dewlemend ên Fransayê de, di rêza 269an de cih girt.Çi ji alîyê daneyên bankayê ve, çi jî ji alîyê yên şexsî yan jî tibî ve, ev xetere pir mezin e ji bo sîgortavan, reklamvan, hêzên ewlekarîyê an jî ji bo malperên bazirganîyê. Bi milyonan fransîyên ku niha êdî bi navgîna Doctolîbê dişêwirin adeta veguherîne kaneke zêran: Agahîyên bi detay der barê tendi-rustîya wan de (kronolojîya muay-eneyên wan lê herweha hejmarên wan ên telefonê an jî navnîşanên wan ên mailê). 21ê nîsana 2020î, hikûmetê bi biryarnameyekê erk

da Weqfa Neteweyî ya Sîgortaya Nexweşîyê û Health Data Hub –platformeke nû ya tendirustîyê ku bi zekaya çêkirî kar dike û ji alîyê serok Emmanuel Macron ve piştî rapora Villanî hat destpêkirin– hejmareke mezin agahîyên bikar-hêneran di dema şewbê de ber-hev bikin. Armanc jî weha hatîye ravekirin: «Tenê ji bo hêsankirina bikaranîna daneyên tendirustîyê ji bo pêdivîyên rêveberîya lezgîn a tendirustîyê û zêdekirina zanînên derbarê Covid-19 de». (6)Detayeke biçûk: ev platform ku dosyayên sîgortaya nexweşîyê, faturayên nexweşxaneyê, sedemên tibî yên mirinan, daneyên medîko-sosyal ên kesên astengdar û herweha eşantîyoneke fatûrayên dabînkirî yên rêxistinên pêwendî-dar li ber destên wê ne, bû xwedî cih li ser «cloud» [«ewran», qada depokirina daneyên înformatîk] a Microsoftê, şirketa amerîkî ya xwedî belgeya «hilgira daneyan» li Fransayê, di dawîya 2018an de. Li gorî qanûna Cloud Act, («qanûna li ser ewran»), hêzên ewlekarîyê an jî rêxistinên îstîxbaratî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê karibin xwe bigihînin agahîyên li ser serverê. (7)

Zimanekî fermî yê ku divîya bi awayekî sehekî bi-hata têgihîştin

Komîsyona neteweyî ya îfor-matîkê û azadîyan (CNIL) 23ê nî-sanê bi daxuyanîyekê bi awayekî cidî fikarên xwe dîyar kirin, lê belê hikûmet ne di nêrîna wê de ye. Niha baştir tê fêmkirin ka çima patronên fransî û bîyanî yên teknolojîya bilind her sal li qesra Versailles, li merasîma zîrweya «Choose France» («Choisissez la France»: Fransayê hilbijêrin), ya ji alîyê Elysée ve tê organîzekirin, bejnûbala xwe nîşan didin.

Xizmetên gelemperî, tendirustî, kêfûşahî... Pir kêm sektor di pêva-joya şewba Covîd-19 de neketin nava cîhana dijîtal, di perwerdê de, ji bo ceribandinên tam ên civa-ka bê temas, xwe ragirtina li malê firsendeke zêrîn e. Mamosteyên Fransayê divê ji mêj ve bang li sin-ifê bikin bi navgîna «qadeke dijî-tal a kar» (ENT), a ji alîyê weza-reta perwerda neteweyî ve wekî «paketa model a dikare fireh bibe ji bo xizmetên entegre û xebata bi hev re» hatîye tarîfkirin. Ev gelek

sal in, dêûbavên xwendekaran di-karin li ser înternetê bultenên not û şiroveyên têkildarî zarokên xwe û karneyên derbarê pirtûkên wan de bibînin. Lê belê bi vîrusê re, as-tengîyên ku jixwe têra xwe hebûn, deh car zêdetir bûn. Bi korteja wê ya peyvên nû re, zimanekî nû yê Orwelî wekî ku divê herkes jê fêm bike bi pêş dikeve.«Di adara 2020î de, û weha lê zêde dike Mme Yasmina B., mamosteya li dibistaneke mîmarîya fransî, ku naxwaze navê xwe bide, rêveberî-ya dezgeha min adeta bi bayê bezê noteke têkildarî amûrên nû yên teknîkê ku qet jê nayê fêmkirin li me belav kir. Hin peyv hene wekî pédagothèque, nermalavên nû wekî Moodle, mirov dikare xwe bigihî-ne wan ji BigBlueButtonê, servîsa Renater. Ji bo konferansên komên biçûk, ji me tê xwestin em ekranên xwe parve bikin, vîdeoyên xwe derxetê ji weşanê rakin, ji xwen-dekaran re bi rêya PDFê belgeyan bişînin... Dû re jî bi van gotinên

3HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Kar, malbat, Wi-Fi / Julien BRygo (Dewama R. 1)

Osman Nasrawt: Awaza tavê, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 28 x 22 cm

Osman Nasrawt: Hêlkarî, Li ser kaxezê qelema reş, 24 x 24 cm

Page 4: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

îronîk dewam dike… Mirov nikare vê bixwîne. Sirf ji bo em karibin belgeyên ku ji me re dişînin têbigi-hin, divê em bên perwerdekirin».Ji bilî girêdana bi kalîte ya amûrên înformatîk ên şexsî yên perwer-dekaran, perwerdeya ji dûr ve pir tevlîhev û bêserûber e. Ew dersên xwe vediguherîna rêzefîlmên ku xwendekar kengê bixwaze dikare rawestîne û ji nû ve çawa lê rast were bidomîne. «Teknolojîya ultra nahêle em li tiştên esasî bifikirin, ango li naverokên dersan û xwen-dekaran, ev perwerdekara ku êdî êşê dikşîne difikire kirasê xwe yê mamostetîyê derxe û bavêje aplî-kasyonên xwe yên dijîtal jî. Em ji niha û şûn ve neçar in gav bavêjin nav vê jîyana li ber ekrana compî-tura xwe. Ev rewşeke felaket e. Mêjîyê min xetimîye adeta. Wekî ku li pêşberî me “kesên bi dijîtalî hatine dinê”, yên “bi hezaran sal” bûne serwerê aletan hebin û niha jî tiştê ji me tê xwest in ew e ku em xwe bigihînin!»Li seranserî cîhanê, dibistan bi înternetê neyeksanîyên di warê perwerdê de zêdetir dike. Unes-coyê di daxuyanîyeke xwe ya 21ê nîsana 2020î de ev hişyar kir: «Bi qasî 826 milyon xwendekarên di-bistanên seretayî, navîn û zanîn-gehê, ango nîvê hejmara bi tevahî ya xwendekaran ên ji ber şewba cîhanî ya Covid-19 dûrî dibistanên xwe mane, li malê komputerên wan tune ne û ji sedî 43yê wan jî (706 milyon) li malê înterneta wan tune, li demeke ku perwerdeya dijîtal a ji dûr ve tê bikaranîn ji bo pêkanîna berdewamîya perwerdê li piranîya welatan». Li gorî Inseeyê ji sedî 19,2yê fransîyên di navbera 15 û 29 salî de herî hindik ji qabîlîye-tekê bêpar in li qada informasyon, ragihandin, nermalav an jî di ça-reserkirina pirsgirêkekê de. Her mamosteyek bi îhtîmaleke mezin wê bîranîneke xwe ya vêbêje hebe: xwendekarên ku «naveroka emai-

lekê di nava kirtika “Obje” de dişî-nin», yên din ên ku «xeteke nû ya guftgoyê vedikin ji bo her bersiveke» ku didin mamosteyê xwe û divê neyên jibîrkirin ev kesên pir jêhatî di mijara «like» («diecibînim») û şiroveyên din ên li ser Facebookê de, lê belê hê jî nizanin «belgeyekê wekî pêvek bi emaîlê bişînin». Mme B. tenê ji tiştekî hêmin û piştrast e: «Ev karekî pir zêde ye û jîyana me ya takekesî pir zehmet dike».

«Berdewamîyeke pedagojîk a mijara gotûbêjê»Xwedî qezencê herî mezin ên vê ceribandina kirasê giştî: Destpê-ker û dêwên dijîtalê yên bejnûba-la xwe li Versaillesê nîşan didin. «Nermalavên ku bi navgîna wan ji me tê xwestin em bixebitin li cihekî navbera minitel û Windows 95 in», bi gotinên îronîk ên M. Florian Petit, mamosteyê felsefeyê li lîse-yeke Senslîsê (Oise). Ew vê rewşê jî weha rave dike: «Ji me tê xwestin em qadên dîjîtal ên kar û aplîkas-yonên wekî Iprof [qada qutbûyî ya navbera personel û rêveberîyê] bi-kar bînin, lê belê ji rojên destpêkê yên xweragirtina li malê, tu tişt nedimeşîya, her tişt tije bûbû. Ji ber vê yekê min jî wekî gelek perwerde-

karan kir, min ji xwendekarên xwe xwest derbasî ser aplîkasyona Slack [platformeke amerîkî ya «ragihan-dina bi hevkarî», ku bikaranîna wê hilpekîya heta ji sedî 350 di navbera sibat û adara 2020î de] bibin. Herçî komkirina daneyan e, ev karekî pir ne xweş e, çunku em li ser vê mijarê tu tiştî nizanin. Lê belê tu rêyeke din li ber me nemaye, ji ber ku li ser navê berdewamîya perwerdeyî ya pir jî pêdivî bi guftûgokirina wê heye, ji me dixwazin em bi têkilîye-ke dijîtalî rojane bi xwendekarên xwe re di nava danûstandinê de bin. Ders bi Google Formê dibin pirsna-meyên pir tercîhî, xwendekar neçar in bibin xwedî hesabekî Googleê. Tu

tişt nameşe». Eger her tişt, înternet pir li ber çavên herkesî bû li dema karantînayê, her tişt di rê de bû, vê jî qonaxa krîzê veguherand ceri-bandineke xwe germkirinê.

Bi vî awayî, sektora bankayan ket nava lîberalîzasyoneke hêjayî salên 1980yî.Dawîya 2019an, li Dunkerque (Ba-kur), M. Hugo Bricout, mîmarê mîkrokarsazîyê (otokarsazê berê), neçar ma biçe hevdîtina banka-vanê xwe. Du meh berê, vê ban-kayê ji karsazê ciwan ê 28 salî re ev hişyarî bi emailê şandibû: «Di çar-çoveya talîmata ewropî ya têkildarî xizmetên peredayînê de [DSP2], asta ewlekarîyê ya derbasbûna nav qada we ya mişterî wê were bihêz-kirin. Ji bo vê yekê, dema hûn ketin nava vê qada mişterî, ji bo piştrast-kirina vê operasyonê ji bîr nekin smartfona xwe bînin». M. Bricout tenê yek ji sedî yê 23yê fransîyan e ku di 2019an de hê jî ne xwedî «telefona bi aqil» bûn. (8) Ji ber vê yekê wî aplîkasyon danexist û ne-karî nasnameya xwe piştrast bike û ji ber vê yekê neçar ma li axaf-tineke şîretan a dûrûdirêj guhdarî bike.Roja gazî wî kirin, bankavanê wî dengê xwe bi ser de bilind kir. Gotê, bêyî vê objeya ji dûrve tê şopandin û nexasim jî bê aplîkasyon, ew ê nema karibe bikeve hesabê xwe, heta bi navgîna înternetê jî. «Jixwe, li ajansa CIC ku ez lê hatim vexwen-din, tenê mirov vê dibîne: cameka-neke bi smartfonên firotinê. Kama min a derûnî ya vemayînê ji min re dibêje vî tiştî nekire». M. Bricout li xwe mikur tê ku şeş meh bi şûn de jî û tevî rewşa karantînayê, ew hê jî derbasî qonaxa telefona bi aqil nebû. Ew vê gavê razî ye bi peya-mên postê lê belê ji ber piştrastne-kirina nasnameya xwe, ew êdî ne dikare pereyan transfer bike ne jî li ser înternetê tiştekî bikire.Ew herweha nikare bitamije ji zewqa dijîtalê ya rojê bi dehan car nivîsandina şîfreya xwe ya ji bo derbasbûna nav tevnê, wekî din ji pîvandina asta stresa xwe bi navgî-na baterîyê jî bêpar dimîne. Bi rastî

jî, li gorî lêkolîneke dibistana bazir-ganîyê ya bi navê Cass Business Sc-hool a girêdayî Zanîngeha Bajêr a Londonê, têgihîştina ji derdora me dimîne li ser tijebûna ji sedî 5 an jî ji sedî 95 a baterîya telefona me ya destan. M. Bricout li ser rewşa xwe wekî din van agahîyan dide: (9) «Ez ne kesekî pir girêdayî telefonê me. Jixwe bi karkirin, mijûlbûn û şandina emailan bi komputera xwe, ez gelek wext xerc dikim... Ev jî dibe sedem ku pişta min pir biêşe. Min navê ku di berîka min de jî hertim înternet hebe. Ez jê nefret dikim. Ez ecêbmayî dibim ku êdî xwedîbûna smartfonekê bibe pîvan ji bo ku mi-rov karibe perê xwe bikar bîne!»Bicihanîna fermana peredayînê, DSP2, a di îlona 2019an de bi awa-yekî fermî ket merîyetê, ji bo bazir-ganên li ser xetê, çi yên biçûk çi jî yên mezin, û mişterîyên wan ên ji smartfonan mehrûm, diltengîyeke wisa bû ku aplîkasyona «bi awayê zexim piştrastkirina nasnameyê», li gel potansîyela zarûrîyeta mutleq ku wê herkes bibe xwedî smartfo-nekê, ji alîyê otorîteya bankavanîya ewropî ve heta dawîya sala 2020î hat paşxistin. Lê belê dîroka ser-lêdanê salek hatibe paşxistin jî, aso wekî xwe dimîne: her tişt divê bi smartfonê were çêkirin –heta ku banka ji bo pergaleke alternatîf a piştrastkirina zexim a nasnameyê biryareke din nedin–, ku jixwe tiş-tekî wisa jî vê gavê jixwe ne mijara gotinê ye jî.Li çiftlika xwe ya malbatî ya Brouc-kerque (Bakur), M. Bricout yek ji sedî yê 18ê fransîyan e ku li «de-vereke nifûsa wê firk, ne qelebalix» li dawîya xeta telefonê, li cihekî ku derfeta xwedîbûna înterneta bi leza bilind tune dijî -ango 22 500 komunên gundewarî û ji sedî 63yê herêmê-. (10) Yekane çareserî: ji bo «kodika 4G (Box 4G)», ya tev-na mobîlê ya li ser bandê derbasî komputera we dike divê hûn her meh sî ewro bidin. Li hêla din a eywanê çiflikeke ku tê de dêûbavên wan Jacky û Annie yên jîngeha xwe veguherandina çiflikeke perwer-deyê, dijîn. «Ji bo wan rewş hê xi-rabtir e, li gorî M. Bricout. Ji ber ku li wan bi temamî hatîye qedexekirin ku bikevin hesabê xwe yê bankayê».Rewşa xwe ragirtina li malê ye, em bi telefonê li wan digerin. Du ke-sên şêst salî dest bi sala nû kirine jî, êdî çare tune: ew êdî nikarin bike-vin hesabê xwe yê bankayê yê Cre-dit Mutuel a Çiftlika keran, ku ev komeleya perwerdeya li ser hawîr-dor e. Wekî kurikê xwe, ne telefona wan a bi aqil heye ne jî «aplîkas-yona» ji bo «piştrastkirina xurt a nasnameyê». Bi karmendekî û hin livûtevgerên birêkûpêk ên diravî, ev astengî wan ceza dike. M. Bri-cout ê bav bi taybetî destnîşan dike ku li herêmê «seferberîya xêratan a ji bo koçberên temenê wan gihîştîye 18yî karibin kirêya xwe bidin hê jî

didome».Kesekî ku bi qasî deh kîlometre li nêzî Crédit Mutuel de Bourbourg dimîne, dibêje bersiveke weha danê: “Hûn dikarin tenê bi rêya sazîya xwe bibin xwedî smartfo-nekê”. Dû re dibêje: “Baş e ku şan-dina agahîyan bi rêya postê hê jî dewam dike. Yekane çareserî ji bo mirov karibe bikeve nava danûs-tandineke mirovî, naskirina kodên trafîkê ye li dezgeha ku şewirmendê me lê dixebite û danûstandina pê re ye. Em vegerîyan rewşa berî çil sa-lan: her tişt li ajansê bi mirovan re dihat kirin”. Lê belê gîşeya Crédit Mutuel ya Bourbourgê jî, wekî ge-lek ajansên li Fransayê, wê îsal were girtin. Karmendê bankayê berîya karantînayê jê re digot: «Sûdê wer-gire ji vê rewşê, berîya ku hatina vir a bêrandevû were rakirin». Roj-nameya Le Figaro (15 adar 2019) Dide zanîn ku di navbera 2009 û 2016an de, ji sedî 14,9ê şaxên ban-kayan li Fransayê ji holê rabûn, Şaxa CIC ku M. Bricout xwe lê da vexwendin ji sala borî ve êdî bêgîşe ye û mişterîyên bêrandevû nikarin bikevin hundir. Ev qonaxa dawî ya berîya girtina wê ya bi temamî ye gelo?«Ev tişt giş ên bi awayekî otorîterî, tibîyeya ji dûr ve, daxuyanîyên bacê yên bi înernetê, perwerdeya ji dûr ve, atestasyonên bi koda QR, [pîk-togrameke dikare were skaynkirin]. Ev giş rê didin rayedaran her tiştê derbarê me de zanibin: kar, ha-tinî, alîkarîya civakî, hesabê ban-kayê, cihê em lê ne... Ji niha û şûn ve bêyî smartfonê em nikarin xwe bigihînin tu tiştî. Ev bi rastî jî ber-geheke dojehî ye». Piştî van gotinên ku xwe pê rihet dike, M. Bricout ê bav li ser kontrola tendirustîyê ya sazîya sîgortayê di 2019an de jê re pêşnîyar kirîye jî weha diaxive: «Ji bo mirov karibe jê sûdê wergire, divê xwe li Doctolîbê qeyd bike, xiz-metên gelemperî ji bo teserûfkirina ji lêçûnên sekreterîyayê û ji bo her tiştê karibin bikin, van aplîkasyo-nan bi kar tînin». Ew kêlîyekê bêh-na xwe vedide, dûre dîsa didomî-ne: «Em ji lîstikan derbasî kelep-çeya bûn. Nifşê me wê ji tiştên baş ên înternetê (fîlm, blog, parvekirina zanînan) sûd wergirtibe, lê belê wê reşwa nifşê bê çawa be?» Piştî vê pirsê, geh gotinê dibe ser perga-la kontrolê ya jeolokalîzasyonê ya Îsralê di dema karantînayê de xist dewrê, geh jî balê dikşîne ser per-gala nuqteyan a Çînê ku êdî ketîye merîyetê. (11)Eger DSP2 «ji alîyê cîhana xizmetên diravî ve bi çavekî pir baş nehatibe pêşwazîkirin jî», ew dibe «gava yekemîn ji bo vekirina daneyên li bankayê», wekî ku tîne ziman li ser bloga xwe M. Julien Maldonato, pisporê kabîneya venêrîna diravî Deloitte, ku xwe çakbîn dibîne ji bo bankayan. (12)

«Berê ewlehîya parametrîk ango guherînkarîyê»Wekî erebeyan, kamyonan an jî robotên tozkêş, banka jî neçar in bibin «xweser». DSP2, a li ser navê têkoşîna li dijî qorsanî û sexte-karîya di warê înformatîkê de tê meşandin, wê lezê bide dijîtalîzas-yonê û bihêle ku xezîneya rastîn a şer veguhere malê bazirganîyê: daneyên li bankayê. Li gel vê ser-bestbûnê ku di 2015an de bi deng-danê hat qebûlkirin û di 2018an de ket merîyetê, gelek destpêkerên bi navên «agrégateurs» (Linxo, Ban-kin…) bi bahaneya ku şîretên se-rerastkirinê li wan bikin, wê bibin xwedîyê mafê ketina nava hesabên bankayê yên mişterîyan.

Ev «sîgortaya parametrîk» e bi jargona bankavanîyê, çawa ku M. Maldonato ji me re îzah dike: «Fi-lankes alvêra xwe ya xwarinên bê-kalîte (tije madeyên genetîka wan veguhertî) bi karta xwe ya kredîyê li dikana taxê dike. Agregateur wê jê re pêşnîyar bike ku zêdetir biçe marketên hevpar ên ku xwarinên bîo peyde dikin. Bêvankes dibîne ku fatûreya wê ya benzînê hertim bi-lind dibe? Destpêker wê lê pêşnîyar bike ku biçe erebeyeke ekonomîktir bikire». Û ev herwisa didome. «Ev daneyên bankayê dihêle ku mirov karibe firsendên firotinên îlawe des-tnîşan bike. Bo nimûne şirketa sî-gortayê», piştî vê pêşnîyarê, pispor

4 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Osman Nasrawt: Dayîk, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 36 x 48 cm

Osman Nasrawt: Du hesp, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 36 x 48 cm

Page 5: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

balê dikşîne ser du nimûneyên din ên berbiçav: «Paul şofêrê erebeyê ye û mehê sê caran de-poya xwe tije dike. Ev dihêle ku sîgortavan wî wekî “şofêrê rojane” bihesibîne. Û jê re coa-chingeke oto-pêşîlêgir pêşnîyar dike da ku karibe ajovanîye-ke bêqeza û bela bike». Xelas nebû: «Laure, ku amadekarîya çûna Taylandê dike. Ji ber vê yekê wê bileteke balafirê kirîye û bi rêya înternetê perê lojma-na lê bimîne jî daye. Ev dihêle ku sîgortevan wê wekî “geştîya-reke paşerojê” pênase bike û lê pêşnîyar bike ku sîgortaya xwe ya têkildarî gerûgeşta derve ve nû bike û sîgortaya xwe li gorî gerûgeşta xwe eyar bike».Ev pisporê fînansê bibîr dixe ku «zêdetirî milyonek fransî ji niha ve benda sîgortaya parametrîk derbas kirîye, berî razîbûna ji bo peredayînê», beşa sêyem a DSP2, ku dibe beşa serbilin-dîya GAFAM (Google, Apple, Facebook, Amazon, Micro-soft). Ev «self driving finance» (« fînansa xweser») e ya ku wê rê veke ji van dêwên înternetê re da ku karibin bikevin nava

qada hevaxaftinên me yên bi navgîna ob-jeyên girêdayî înternetê (ku bi mîkrofonan û cîhazên dengvenasînê hatîye xemilandin: Siri ji bo Apple, Alexa ji bo Amazon an jî Google Home). Û herweha karibin di şûna me de pereyan bişînin –piştî destûra bi rêya SMSê–. «Amazon, Google û Apple ji niha ve bûne xwedî lîsansa DSP2, lê belê hê bi kar naynin», li gorî M. Maldonato. Pêşnîşana li cîhaneke ku hertim pere wê di nava livûtev-gerê de be. Û li wê derê wê hertim makîne bibe pêşbîna dilbijîyên me (û tiştên em biki-rin). Bi şertê ku înterneta me hebe.Ev ceribandina kirasê giştî ji bo civakeke ultra girêdayî bi înternetê ve, her çendî bi milyonan kesî bi ser halê wan de dihêle, dîsa jî wisa xuya ye patronê berê yê Googleê M. Eric Schmidt ji kêfa mest bûye. Di 10ê vê gulanê de, di kanala televîzyona CBC Newsê de ew wisa li xwe mikur dihat: «Ev mehên çi-lexanê ango karantînayê hiştin ku em bi qasî deh salan hilpekin. Înternet di nava rojekê de bû tiştekî jîyanî. Ji bo karûbar, birêxistinkiri-na jîyanên me û bicihanîna wan tiştekî esasî ye».

* Rojnamevan.

_____________

(1) Cf. Nina Valette, «Rennes: Xwendekar di dema ezmûnên dawîya salê de wê ji dûr ve bên çavdêrîkirin», France Bleu, 5 gulan 2020,

(2) Cf. Pauline Damour, «Gîşe, tarîf : Rêwîyên Rêyên Hesinî yên Neteweyî yên Fransayê li ber îsyankirinê ne», Challenges, Paris, 6 tîrmeh 2019.(3) Nivîsa Julien Brygo bixwînin, «Gelo mirov dikare bê înternet bijî?», Le Monde diplomatique, tebax 2019.(4) «Muayeneya tibî ya ji dûr ve bi lezeke mezin bi pêş dikeve», Reuters, 27 adar 2020.(5) Cf. Fabien Trécourt, «Stanislas Niox-Château: ji tenîsa asta bilind ber bi Doctolibê», Capital, Paris, 10 tîrmeh 2018,(6) Cf. Jérôme Hourdeaux, «Desteya Neteweyî ya Înformatîkê û Azadîyan CNIL fikaran dike ku daneyên têkildarî tendirustîya me ji Dewletên Yekbûyî re bên şandin», Mediapart, Paris, 8 gulan 2020,(7) Binêrin. Alice Vitard, «Tevî endîşeyan jî, Health Data Hub bi awayekî fermî dest pê kir», Fabrîkaya dîjîtal, Antony, 02-12- 2019.(8) «Barometreya dijîtala 2019», Navenda lêgerînê ji bo xebat û çavdêrîya şertên jîyanê (Credoc), Paris.(9) Benjamin Ferran, «Tengezarîya ji ber baterîya qels», Le Figaro, Paris, 6 cotmeh 2019.(10) «Vegirtina mintiqeyên nifûsa wan firk», Erka sererastkirina ragihandinên elektronîk û posteyan (Arcep), 21 nîsan 2020.(11) Félix Tréguer, «Beşa lezgîn a tendirustîyê, bersiva ewlekarîyê», Le Monde diplomatique, gulan 2020.(12) Julien Maldonato, Marine Bauchre, Elsa Mallein-Gerin û ChloŽ Dreher, Eşkerekirina daneyan: nûçeyeke baş ji bo banka, şirketên sîgortayê û mişterîyên wan! Blog Deloitte, 24 gulan 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

«Krizeke israrker ezmûnek e, yên bihêz dê bi ser kevin, yên lawaz dê di bin de bimînin. Navend ji ber her derbê naheje. Berevajî wê... Îro, serê çend salan e, em krîzeke cîhanî dijîn ku bihêz û berdewam xuya dike. Heke New York di vê ezmûnê de bi ser nekeve ango têk biçe –ez qet ji vê yekê bawer nakim–, cîhan divê navendeke din peyda bike yan jî îcad bike; heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di ber xwe bidin (...), dikarin ji vê ezmûnê bihêztir derkevin, ji ber ku di vê pêvajoya neyarane de aborîyên din ji ya wan bêtir di bin xeterê de ne ku dikarin zerareke mezintir bibînin». Ev e, tiștê ku dîroknivîs Fernand Braudel, di 1977an de, (1) di ponijîneke li ser tevgerên hêdî yên nenavendîkirinê û ji nû ve navendîkirinê yên ji sedsala XIVan ve di aborîya cîhana ewropî, pașê jî di sedsala XIX û XXî de di aborîya kapîtalîsta a cîhanî de dinivîse. Her du jî ji ber “krîza demdirêj a aborî ya giștî” pêk hatin. Ji wê demê de darizandina wê nehate înkarkirin. Dema krîza darayî ya cîhanî di 2008an de pêk hat, her çendî ku otorîteya navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber șerên di salen 2000î de dest pê kiribûn lawaz bû jî, navend qet jî nehejîya.Gelo divê em bawer bikin ku, vê carê, dê DYA ji ber șewba koronayê (Covid-19) ji hêz bikevin û Çîn bi dewleta xwe ya bihêz a pêșdikeve ve, zanibe ji vê krîza nedîtî îstifade bike? Hin çavdêr vê yekê tevî zerareke gelekî mezin dana Atlantîkê ya birêveberî, herweha jî sîstemeke aborî û civatî ya biserneketî pișt rast dikin. Krîz dikare ji nû ve balanskirina Rojhilat û Rojava, fenomena avasazîyî bileztir bike, lê kapasîte û kêmasîyên DYA û Çînê jî rê nadin tu guherînkarîyê. Bêtir meriv dikare bibe șahidê jinûveavakirina sîstema kapîtalîst a globalbûyî ku di berjewendîya parvekirineke hîn bihêztir û rikeberîyeke hîn tûjtir de ye.

Pêla șokê ya du alî Şewb dibe sedema șokeke sîstemî ya aborî û civatî ew hinde tûjtir ku bi demê rê lê teng dibe. Têperîna cîhanî ya cotșoka pêșkêșî û daxwazê sert û çirûpir bû ji ber ku jê derxistina xelekên zincîrên hilberînê yên ku aborîya kapîtalîst ji dawîya salên 1980yî vir de

ava dikin, pașê jî ketina ango kêmbûna daxwaza cîhanî ji ber vê sancîyê, aborî bi awayekî berfireh rawestîyan (ji 4 milyarî bêtir kes, her yek bi awayekî li malê heps bûne). Buhrana cîhanî ya li pêșîya me, xuya ye ku wê kûr û dûvdirêj be.

Girêdayîhevbûna aborîyan a di

asteke pir bilind de karaterê giștî yê șokê rave dike. Zincîrên hilberînê û yên nirxên global pareke navneteweyî ya merheleyên cihê yên hilberînê –lêkolîn û pêşxistin, dîzayn, derkirina madeyên xam, hilberîna parçeyan, pevxistin, firotin– di xelekên sanayî û erdnîgarîyê de li gor avantajên xwe

yên hemberîhevkirî pisporbûne pêk tînin. Apple, fenomena pragmatîk, tedarika xwe li cem du sed tașaron ango serkarên serekî dike, ku piranîya wan bieslê xwe asyayî ne –Çîn (ji % 39), Taywan û Asyaya Bașûrêrojhilat (ji % 23), Japonya (ji % 16)–, li 24 welatan bicih bûye. Serkar bixwe jî, tedarika xwe ya madeyên xam û parçeyan li nav bazara cîhanî dikin. Ev șema, li gel çend guherînkarîyan, ji bo hemû șîrketên beșê elektronîk, elektrîk, tirimbêl û cilûbergan derbas dibe. Wekî mînak, NIKE, fabrîkayên serkarîyê li çil welatan seferber dike, tedarika xwe ya madeyên xam li yazdeh cihê, li ser rûyê hemû parzemînan lê bikombûneke pir li Çînê, li Vîyetnam û Endonezyayê dike. Zincîrên parzemînan herweha bazara cîhanî ya dermanên dermansazîyan jî ava dike. Heta beșên stratejîk wekî yên berhemên hewayî, yên bi sîstemên hilberînê di wextê xwe de li erdnîgarîyeke hindik belavbûyî, ku îro têra xwe par ve bûne. Airbus ne bitenê serî li gelek serkaran dide ku karxaneyên wê yên amabalajê niha li Çînê (Tianjin) û li DYAyê (Mobile, Alabama) hene. Şîrketa Boeingê ji di heman rewșê de ye, ew jî ji bo xwe li serkaran digere û daxwaza wê ya di vî warî de bêrawestan mezin dibe: di nîveka salên 1960î de, balafira wê ya 727ê çi bigre bitevayî li ser xaka amerîkî çêdibû; piștî pêncî salî, ji % 70yê xebata pêkanîn û derhênana Boeing 787ê dewrî pișkdarên derveyî bûye.Çîn bûye navenda zincîrên herêmî û cîhanî tevde. Di salên 1990î de bû qada montaja berhemên fîrmayên bîyanî yên ji bo bazara cîhanî, ji dawîya salên 2000î de jî ew bûye “navenda tedarikirinê ya berhemên nirxzêdekirî”, Rêxistina Cîhanî ya Bazirganîyê (RCB) rave dike.(2) Bi vî awayî, bi carekê re girtina karxaneyên pêkhateyên navberkar û pevxistinîyê yên berhemên dawîn tevayîya zincîrên tedarikirinê di asta herêmî (Asyaya Rojhilatî) û cîhanî de tevlîhev kirin.

5HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Bi carekê re kêmkirina leza aborîya cîhanî ya ji ber sedema Şewba koronayê (Covid-19) hêzên mezin mecbûr kir ku ji nû ve li ser stratejîyên xwe yên sanayî û bazirganîyê bifikirin. Gelek welat, ku Dewletên

Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî yek ji wan e, dê handanên xwe yên kêmtir girêdayî Çînê bûnê bidomînin. Ji nû ve avakirinên ku tên ragîhandin dê ji ber tansîyonên jeopolitik, ên ku Waşîngton û Pekînê

tînin hemberî hev qet jî nefilitin.

Piștî șewbê ji nû ve avakirina cîhanî

Sê hîpotezên jeopolîtîkPhilip S. Golub*

__________

Osman Nasrawt: Hawarek, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 24 x 30 cm

Su Z

he:

«G

olde

n T

imes

» (S

erde

ma

Zêr

în),

201

9

Page 6: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

6 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Rewș, bi taybetî jî ji bo wîlayeta Hubei weha ye, ku yek ji sêlikên dizîvire ya piranîya envestîzman ango razandinên yekser ên li derve (RYD) ye û 167 ji 500 teșebusên herî mezin ê amerîkî lê kar dikin.

Di gava duyê de, ji bo ji nû ve destpêkirina aborîyê û îxracatê ji ber ku rîya îtxalata ji Çînê bisedema sîyaseta hepsa li malê ya tendirustê hate girtin, pêla șokê bi du alîyan de diçe. Nûvebûneke daxwaza cîhanî ya ji bo berhemên li Çînê yan li cihekî din hatine çêkirin, di demeke nêzîk an navendî de ne mimkin e.

Li herêmên herî dewlemend ên dinyayê, ji ber metirsîya nexweșîya bi mîkrob xeyaleta çînguhestina civatî ya serberjêr û hejarî jî zêde dibe. Qet șik tune ye ku ev yek li Çînê jî weha ye, ku statistîkên nû yên fermî yên bêkarîya li bajaran (ji % 6,2yê nifûsa aktîf a bajarîyên jimara wan 440 milyon) e, ku ne herêmên çolterî, ne jî girseya bêserûber a koçberên naxweyî tê de ye. Li gor hin pêșbînîyan, jimara bêkaran di rastîyê de li dor 205 milyonî ye, (3) ku çaryeka nifûsa aktif a giștî dike –rêjeyeke wekî ya yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye–, ku di dawîya nîsanê de ji % 22 bû.

Êdî meriv nikare xwe ji bikurayî jinûveavakirineke zincîrên nirxan rizgar bike. Şîrket û dewlet dê zorê bidin xwe ku duçarbûna xwe ya șok û tevlîhevîyên derveyî, bi dewrên teng ên herêmî yên pir bi hêsanî tên kontrolkirin kêm bikin û divê ew ji ber sedemên acîl ên ewleyîyê (aborî, xurekî, tendirustî) bêtir bên tercîhkirin. Midaxeleyên sîyasî yên van pêșketinan dê girîng bin. Bi gotina ku divê em “ji dema tê re dibuhurin dersê bigrin”, Birêz Emmanuel Macron pêșbînî dike ku “sipartina xurekên me, ewleyîya me, karebûna dermankirina derdên me, çarçoveya jîyana me, bitevayî ji hinekên din re hiștin dînîtî ye. Divê em kontrola vê yekê ji nû ve bigrin destê xwe.” Ji bo welatên herî dewlemend, krîzê bi rastî jî ronahîyeke xurt da ser nakokîyên di navbera stratejîyên navneteweyîkirina fîrmayên wan û ewleyîya wan. Û herweha jî ronî kir ku ji bo tedarikirina xwe bitenê girêdayî Çînê bûn xeter e. Senatorekî amerîkî ku wekî birêz Marco Rubio alîgirê bazara serbest e, weha dibêje: “Welatê me berî niha bi sîh salî biryar da ku alîkarîya sermayeyê ya herî bi bandor dê neherêmîkirina hilberîna me ber bi derve de bibe. Li Çînê erzantir bû, lê netenê li Çînê. Wê gavê, zeafa ji ber vê tercîhê ji bo me eșkere xuya dibe (...) Carinan, alîkarîya sermayeyê ya herî berhemdar li dijî berjewendîya me ya neteweyî ye”. (4)

Fikarên li ser girêdayîbûna derve, herweha jî yên li ser nifûza Çînê ya di warên teknolojîyên hesas de, digihên berîya krîza ku niha em dijîn. Di 2019an de, Komîsyona Ewropî raporek belav kir û tê de piștrast dike dibêje; “Çîn hem hevalkareke hevkarîyê ye ku armancên YEyê pê re ji nêzîk ve li hev dikin, hem hevalkareke gotûbêjê ye ku YE divê pê re dengeyeke berjewendîyan pêk bîne, hem rikebereke aborîyî ya di

warê lêgerîna serkêșîya teknolojîyê de û hem jî reqîbeke sîstemî ya ku alternatîfên birêveberîyê teșwîq dike ye”. (5) Tevî vê jî, di van waran û gelek warên din de, Ewropa dudilîyê dike: wekî mînak, diwanzdeh welatên Ewropa bendergehên xwe bitevayî yan jî qismî xwemalî kirin an jî

bi șîrketên dewletê yên Çînî re peymanên îmtîyazan îmze kirin.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku bihêzbûna Çînê, ji destpêka salên 2000î de bû sedema mezinbûnê, birêveberîya Trump xwe da ku Çînê ji aborîya amerîkanî û cîhanî, hîn gelekî berî șewbê veqetîne. Armanca dîplomasîya wî ya aborî ya zorker (“șerê bazirganî”yê) ew bû, ku zincîrên rê didan çînîyan xwe bighînin teknolojîyên pêșketî biqetîne û zextê bixe ser fîrmayên navneteweyî da ku wan ji nû ve herêmî bike. (6) Pir bi baldarî, Japonya û Taywan jî zextê li fîrmayên xwe dikin ku tesîsên xwe yên hilberînê derxin derveyî Çînê: Dewleta japonî plan kir, ku di bernameya vê hemleya xwe ya nû de, ji bo derxistina derveyî Çînê ya fîrmayên Japonî, heta 2,2 milyar dolar destekê bide.

Şewbê sîyaseta Wașîngtonê negu-

hert. Berevajî wê, li gel qanûnên tên amadekirin ku fîrmayên der-mansazîyê naçar bikin li Amerî-kayê hilberînê bikin û tedarika xwe bikin, herweha jî rêzetedbîrên sînordarkirina îxracata pêkha-teyên teknolojîyî yên ber bi Çînê tên standin. Vegotina birêveberîyê bi taybetî jî êrișkar e, Wezîrê Karê

Derve Mike Pompeo û gelek hil-bijartîyên her du meclîsên Kong-reyê, Pekînê eșkere bi veșartina jêderên șewbê tawanbar dikin. Yan jî bi zanebûn rê daye ku berfireh bibe da ku Çîn bi tenê nebe qur-bana ekonomîk. Hin kesên wekî senatorê komarî Lindsey Graham, serekê Komîsyona Darizînê ya Se-natoyê, daxwaza betalkirina deynê Çînê yê li amerîkîyan, bicihkirina “tarîfeke șewbê” li malên çînîyan û ferzkirina cezayan li ser kar-mendên çînî ji ber “îhmalkarîya mezin û xapandina bizanebûn” di birêveberîya wê ya șewbê de dikin. Bersiva dîplomatîk a çînî jî ne kêm êrişkar bû, tehdîda pelixandina aborîyî dikir, bi taybetî jî berê xwe dida welatên girêdayî bazara çînî yên wekî Awistralya ku daye ser șopa Wașîngtonê di vî warî de. Ku em bên ser birêz Pompeo, Pekîn ew wekî “dijminê giștî yê meriva-yetîyê” îlan kirîye.

Nêzîkî ji sisîyan duduyê amerîkîyan

di derheqê çînê de xwedî fikrên neyînî ne, ku dike ji % 20 zêdetir ji yên destpêka serekayetîya birêz Trump, kampanyaya serekayetîya amerîkî dê du kampan bîne hemberî hev, her yek dê ya din bi pir șikayetkirina Pekînê tawanbar bike. Di 29ê nîsana çûyî de, serekê DYAyê îdîa kir ku “Çîn dê her tiștê ji destê wê tê bike ku ez hilbijartinê wenda bikim”. Piștî vê bi du rojan, yek ji sîmayên ku derdikeve pêș Partîya Demokrat, namzetê kevn ê hilbijartinên nav partîya xwe, bersiva wî dide: “Berevajî vê: Trump, tam namzetê ku Çînê ew xeyal dikir e û ew dixwaze ku çar salên din bibe mixatabê wê. Di dema serekayetîya xwe ya pêșîn de, Trump nikaribû Çînê daxe ser çongan, wî ew hîn bihêztir kir”. (7)

Tevlîhevîya hevkarî û rikeberîyê

Hîn bi hêztir? Dewleta çînî xwedî kapasîteyên midaxeleyê ye, lê divê zeafên wê jî ji ber çavan nerevin. Xwe gîhandina berdewam a bazarên dinyayê ji bo Çînê, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ku aborîya wê hîn kêmtir navneteweyî bûye bêtir mijareke serekîtir e (rêjeya bazirganîyê ya di warê berhemên navxweyî de brut li hemberî ji % 38ê ji bo Çînê, ji % 28 jî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye). Di warê enerjîyê û kiștûkalîyê de girêdayîbûna wê ya derve di van deh salên dawîyê de bi îstikrar zêde bûye. Ewlekarîya wê ya xurekîyê, pirseke girêdayî pirsên hawirnasîyî ye, ku zahmetîyeke mezin pêk tîne: li Çînê ji sedî 20ê axa çandinîyê ji ber kiștûkalîyeke bênavber ji alî hawîrnasîyî ve têk çûye. (8) Heke para îxracatê di Hatinîya Nesafî ya Navxweyî (HNN) de kêm bûbe –bi nîvekîya ji % 28,4 di navbera 2000 û 2009an de daketibe ji % 20,9ê di navbera 2010 û 2018an de-, ew dîsa jî bi rêya fîrmayên bîyanî yên li Çînê amade ne wekî jêdereke girîng a mezinbûnê û gihîștina teknolojîyê bimîne. Tevî bilindbûna wê bi awayekî giștî jî, Çîn hîn jî wekî gelek warên din, di warê teknolojîya hewayî de jî negihîștîye sînorê teknolojîyê. (9) Ji bo vê jî xuya ye ku dawîya dinya vekirî nikaribûye pozîsyonên çînê xurttir bike. Ew Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî qet bihêztir nake. Her çend ku di gelek waran de, bi taybetî jî di warê teknolojîk û leșkerî de bêtir

xweser be jî, di warê aborî de pir lawaz bûye.

Di nedîyarîya vê demê de, em bitenê dikarin li ser guherînkarîyên cîhanî hîpotezan belav bikin. Wekî mînak polîtîkayên cîhanî yên bibandor di warê tendirustî, jîngeh, xurekî û kêmkirina hejarîyê de ya hevkarîyeke hîn bihêztir bi rêya sazîyên navneteweyî yên ji temînkirina malên giștî yên navneteweyî berpirsîyar in. Li hemberî vê, em dê bibin șahidê rewșeke nenavendîkirina radîkal a bi reqabeteke çir karakterîzekirî ku dewlet dê di lîstikeke encamsifir û karker-wendaker de, li mezintirkirina hêza xwe û biçûktirkirina ewlenebûna xwe bigerin. Bi vî awayî em dê vegerin mentiqê rikeberîyê yê herkes ji bo xwe yê dawîya sedsala XIXan û destpêka ya XXî, yê demeke din a têkçûnê.

Di encamê de, guherînkarîyeke dualî ya ku têde hevkarî û rikeberî di gelek warên politîkaya navneteweyî de tevlîhev bibe dikare derkeve holê. Ji van her sê hîpotezan ya ku dikare bê qebûlkirin ev e. Dînamîkên niha yên li kar rê nadin ya yekê. Her çend karibe bê fêmkirin û heke ku ew hin fikran vekirî zindî bike jî, vegereke anarșîya navneteweyî bi formeke kîmyayî ya saf pir nemimkin xuya ye. Di hîpoteza sisîyê de, em dê xwe di cîhaneke nêzîkî ya ku me piștî 1947an nas kir, lê bêtir parvekirî, ji otorîteyên naskirî bêpar û nenavedîkirî de bibînin.

*Profesorê Zanîngeha Amerîkî ya Parîsê (AUP).

_________

(1)-Fernand Braudel, La dynamique du capitalisme / Dînamîka Kapîtalîzmê, Arthaud, Paris, 1985.

(2)“Global value chain development report 2019. Technological innovation, supply chain trade, and workers in a globalized world”, Rêxistina cîhanî ya bazirganîyê, Genève, 2019.

(3) Cf. Frank Tang, “Coronavirus: China’s unemployment crisis mounts, but nobody knows true number of jobless”, South China Morning Post, 3ê yê nîsana 2020î.

(4) Fox News, 17ê adara 2020î.

(5) “Communication conjointe au parlement européen, au conseil européen et au conseil sur les relations UE-Chine – Une vision stratégique / Ragihandina hevbeș a li Parlamentoya Ewropî û konseya têkilîyên YE-Çînê – Nêrîneke stratejîk”, Commission européenne et Haute représentante de l’Union pour les affaires étrangères et la politique de sécurité / Komîsyona ewropî û Nûnerê bilind ê Yekîtîyê yê karên derve û sîyaseta ewlekarîyê, 12ê adara 2019an.

(6) Gotara bi navê “Entre les États-Unis et la Chine, une guerre moins commerciale que géopolitique / Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Çînê de, șerekî ji yê bazirganîyê bêtir jeopolitik», Le Monde diplomatique, çirîya pêșî ya 2019an.

(7) Pete Buttigieg, “China wants four more years of Trump”, The Washington Post, 1ê gulana 2020î.

(8) Cf. Marie-Hélène Schwoob, “Progrès et contraintes de l’écologie: l’exemple des chemins de dépendance de l’agriculture chinoise / Pêșketin û astengên ekolojîyê: mînaka rîyên girêdayîbûna kiștûkalîya Çînî”, Monde chinois, n° 56, Paris, 2018.

(9) Cf. Jean-Paul Maréchal, “Le C919, un A300 chinois ? / C919, A300eke Çînî?”, Choiseul magazine, n° 9, Paris, kanûna pașî ya nîsana 2020î.

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr

Osman Nasrawt: Karesata Şengalê, eskîza dijîtal

Osman Nasrawt: Gundê Xas, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 60 x 120 cm6 cm

Page 7: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Ev dem, demeke herî xirab a dîroka Dewletên Yekbûyî yên

Amerîkayê ye. Şewba ku bêyomên şapatê bi deh salan behsê dikirin, di serdemeke me ya herî bê amade de bi ser me de girt. Di wextên asayî de, hikûmeta me ya gebgebe ya ku ji bo tepisandina refleksa herî piçûk a tirsê -taybetî gava ku mijar berjewendîyên rastgirîya radîkal be- pir lez dikir, li hemberî vê qeyrana dîrokî bêfesal ma. Serokkomarê me -stêrka şowa medyayê yê berê- Donald Trump ne tenê bêkêrîya xwe eşkere kir, herweha bi daxûyanîyên xwe yên ehmeqî, yên ku hema hema her roj ji bo malên amerîkayîyan tên servîskirin, tendirustîya raya giştî jî avête xeterîyê. Dema min ev hevok dinivîsandin, hema bibêje tevahîya welêt di bin îzolasyonê de dijîya. Newyork a ku ji vîrusê herî zêde zirar dîtîye, çend hefte berê di gorên komî yên ji alîyê bûldozeran ve hatine vekirî de term û cendek çahl dikirin.Hildana bin karantînayê ya tevahî-ya welêt, pêwîst dikir ku jîyana aborî ya ku heya çend meh berê jî bi lez û bez dimeşîya, bê rawes-tan. Li Amerîkayê mekanîzmayek tune ye ku bandorên xitimandi-neke bi vî rengî hêsan bike, mirov tenê karên xwe wenda dikin yan jî kargehên xwe digrin, hemû ev e. Heta çavmiçobelokirinê (bi qasî ku mirov çavê xwe bigire û veke), bi girtina kargehên piçûk û mezin û bi rêze-topavêtinên şirketan, me hemî qonaxên navîn derbas kirin û herweha ji aborîyeke bilez a pêş-ketî ya li cîhanê me bazda Qeyrana Mezin a nû.Li vir, li welatê şahê bi tena serê xwe (individual king) -ku ferd bi rastî jî êdî fatisîye- şexs ji alîyê ce-reyanên nexweşîyên gelêrî û bêîs-tikrarîya aborî ve hatîye destxistin. Xizm di koşeyekî nexweşxaneyê de bi tena serê xwe dimirin û xwa-ringehên ku duh pir qelebalix bûn, îro girtî ne, aşpêjên wan yên ciwan û azwer wekî hevalên xwe yên ku hejmara wan bi milyonan e, for-mên bêkarûbarîyê dadigrin.Herweha ev hemû tişt di rewşeke meteorolojîk a awarte de pêk ha-tin. Li vir, li quncikê piçûk ê min ê li Amerîkayê (Bethesda, li Waşîng-tonê berbajarek (suburb), em ji behara herî xweşik -a ku heya niha yekem car e em dibînin- tehmê derdixin. Şewb, ji bo pastî [yaxe] spî yên halxweş ên havirdora min, di bergeheke wekî te digot qey ji hêla Fragonard ve hatîye çêkirin de derket holê: Di dema tirsên serî de nêrgiz geş bûn, paşê şilêran, magnelîyan û darê gêlazan kulîlk vekirin, paşê dor hatibû açelye-yan (azalea) û dargwînan. Vê gavê jî dema ku em li ser peyarêyan û di kolanên vala û bêdeng yên Bet-hesdayê de dimeşin, guhûşkên bi-kulîlk û nesrîn li ser serê me wekî kevaneyekê xwe dirêj dikin. Ban-dora vê dijberîya îronîk, hun li ku dibin bila bibin, tê xuyan.Li Dewletên Yekbûyî kesê ku xwe-dî dengekî olandar e, di van rojan de vî dengî ji bo pirozkirina erê-kirina bawerîyên xwe yên berî şewbê bikar tîne. Ji bo hin alîyên medyayê ev vîrûs îspata ecemîtî û dînitîya Trump e ku ev yek sala-ne ye tê gotin. Ji bo kevneparêzan ev vîrûs, encama xwesteka veki-rina derîyên sînor a ji bo herkesî

ya çepgirên romantik e. Ji bo van hemû alîyan, şewb karnavala hin-cetan e.Lêbelê cîhê ku bawerîyên cindî yên konsensusa Amerîkî bên xurt-kirin, ev serdem wan bawerîyan tune dike. Bi dehan salan e ku ev welat kapasîteya xwe ya hilberîyê ji çavkanîyên derve temîn dike û herweha vê yekê jî wekî bedela derbasbûyîna qonaxa zanistî ya gelemperî dibîne. Em neteweya pastî [yaxe] sipîyan ên dikarin tiş-tên nûjen, wekî çêkirina derma-nan û pirtûkên dadgerîyê, biafirî-nin da ku ev tişt di hişê mirovan de pir cih digirin lê bi giranîya xwe jî hinde jî sivik in. Belê em liv ir in û mexdûrên xelaya maskeyan, testan û herweha jelên bialkol ên ji bo destpaqijîyan in û serekên me yên bijare nikarin şirîkên me yên bazirganîyê yên berê di mijara dûzbûna cîhanê de û pêwîstîya me ya di gel van amûrên hewcebûyî de qanî bikin.Li Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê, pergala tendirustîya raya giştî ya taybet, bi têkarîya dilgeş a her du partîyên sîyasî yên desthi-latdar di warê bersivdayina pande-mîyê de bi awayekî nevaze (têkûz, bêqisûr) nekafîtîya xwe eşkere kir. Ji ber sedemeke hêsan: ev pergal tu carî ji bo tendirustîya raya giştî

nehatîye sazkirin. Di temamîya jî-yana min de, peyamên ku ji alîyê wan ve ji bo bikarhêneran hati-ne şandin, herdem tenê ji wan re perspektîfa serfirazîya kesane û cî-yawazîya elît pêşkêş dike. Ev, per-galeke merîtokratîk e û qasî dayî-na xelatên ji boyî hekîmên gewre û endezyarên piçûk ên endustrîya dermanan ew nojdarîya me dabeş dikin. Nexweşên xizan yan bê sî-gorte yan jî sîgorteyên wan bêehlî-yet in. Loma kesê kuhewl dide hes-tîyên xwe yên şikestî an jî lebatên xwe yên merezdarî qenc bikin, ge-lamperî bi fatûrayên astronomik re rû bi rû dimînîn. Fikra rawes-tandina rijandina xwîna van miro-van û peydakirina testên Kovîd-19 a ji bo van kesan ewqas dijî nêrîna muşterek a polîtîkaya tendirustîya vî welatî ye, pir dijwar e ku mirov bikaribe bibêje gelo kengê û çawa ev biryara pêwîst dê bê dayîn.Epîdemîyê herî kêm encameke bikêr, guhertina têgihiştina me ya di derbarê cîhana sosyal de, dê derxe holê. Ne pir zêde, heya de-meke nêzîk jî karekî ku hewcebû-na wê bi destûrnameyeke ji alîyê Zanîngehên Amerîkayê ve hatibe dayîn nebûya, wekî karekî bêqedir dihat dîtin. (1) Tiştekî zehmet, gi-ran bêtahm û qirêj, hin caran jî ji alîyê mirovên ku denge xwe dane

Trump ve pêk tê, herweha ji ber vê yekê jî jîyana wan mehf bûye û ji ber ku vê yekê jî heq dikin. Belê, tenê çend sal berê mîlyarderê de-mokrat Michael Bloomberg xwen-devanên Oxfordê bi teorîyên xwe yên betran yên li ser elîtên ku di-zanin li hemberî keneho cehaleta karker û cotkaran “çawa bifikirin û tehlîl bikin” mest dikir.Belê, ev karker û cotkar ji bo ku me li hemberî vê abîsê (abyss) bi-parêzin her tiştî dikin. Aniha ge-lek ji wan li derve, di nav vîrûsê de, jîyana xwe diavêjin xeterîyê. Yên din jî bi muqabîlê mûçeyên nehêja -ji jîyana xwe qet endîşe nekirin- neçar man ku vegerin ser karên xwe. Ew di firoşgehên zimhêr û mezrîngehên şixulên goşt de nexweş dikevin, lê yên ku emir kirine ku ew bixebitin -pastî sipîyên meşhûr yên qonaxa zanis-tê- di malên xwe yên ewle de li ser qenepeyan rûdinên û dilê xwe bi nîsbetên borsayê yên derasayî şa dikin (Spas kongre, spas rezer-va federal). Karên wan, bi rîya e-posteyan û vîdeo-konferansan bi awayekî pir baş li gor jîyana wan a biewle ye.Ger hûn texmîn dikin ku xebat-kar ji ber vê rewşê damîş nabin, teqez hûn ne şaş in. Her çiqas di vê mijarê de agahî kêm bin jî -ji

ber ku li vî welatî rojnamegerîya sosyal ber bi tunebûnê ye- işaret hene ku êdî li kargehan çalakîyên sendîkayan zêde bûne. Lobîpe-restê herî bi bandor yê li dijî sen-dîkayan Rick Berman, di demeke nêz de muşterîyên xwe li hemberî xeterîya “raperîna karberdana qis-mî” hişyar kir.(2) Herweha, di hef-teyên dawî de di çar terefê welêt de grevên spontane rû dan. (3)Her bûyer, heman hindav û tere-fekê destnîşan dikin: têbînîya ci-hana bi konfor a ku ji alîyê serekên Amerîkî ve di salên 1970, 1980 û 1990î de hatibû pejirandin û ji bo tevahîya cîhanê hatibû ferzkirin ji nişka ve bi dawî dibe, di vê rewşê de gelek derfet û gengeşî hene.. her tişt dikare pêk were.Herweha vê gavê em rastî ti-nazwerîya (îronî) lîberalîzma amerîkî ya dilgivêş û patolojîk ha-tin. Ji bo guherandina şêwaza hûr-nêrîna ramanên me yên berê, sazî-ya ku pêwîst e ji me re bibe alîkar Partîya Demokrat e. Bi rastî jî, îro sazîya ku dikare vê wezîfeyê bi cih bîne tenê ew e. Lêbele, tenê çend hefte berê belavbûna koronavîrûsê ya li Amerîkayê, di şahîyeke gel de heman Partîya Demokrat, di demeke kurt de, hêvîyên digel ve-guhartina polîtîkaya amerîkî tune kir. Wisa tê xuyan ku pêşeng di warê xerckirina qeyranan de bir-yardar in.Çend daxûyanî; Ev çend mehên dawî ne di navbera namzetên de-mokrat yên ji bo hilbijartina se-rokatîyê de çend car e bênavber gengeşî diqewimin. Çend tenorên ku rewşa zîhna çepê Amerîkayê jî rapêjî berçavan dikin, di serî de û bi awayekî eşkere, wisa didan nî-şan ku di navbera wan û peykên partîye yên kevin de dilsarî heye. Lê belê piştî ku favorîyê sazû-manîyê alîkarê serokkomar yê berê Joe Biden di dawîya meha sibatê de hilbijartinên Karolîna Başûr qezenc kir, piranîya namze-dên din piştgirîya xwe ya ji bo wî îlan kirin û li gor vê rewşê helwest girtin. Herweha yê ku serî dane-anî û xebatên xwe berdewam di-kir senatorê Vermontê, reformîstê serdema me yê resenî û çalakvanê xortanîyê yê ku pir dihat eciban-din Bernie Sanders bû û wî jî de-mek şûn de, li hemberî pêvajoya bilindbûna Biden, serî danî.Mirovê ku ji vê alozîyê derket, birêz Biden bû û herweha yê ku herî hindiktirîn sozên kiryarîyan dabû jî ew bû. Niha partîya wî, li hemberî birêz Trumpê ku gel jê nefret dike, di nav amadekarîya hilbijartinê de ye da ku em diza-nin ev hilbijartin di heman demê de dê bibe referandûm jî. Li vir em di nav rewşeke paradoksî ya sîyasî de ne, piranîya dengdêrên amerîkî dixwazin veguherîna esasî ya ku jê re hatîye pêşnîyarkirin hilbijêrin. Lê partîya ku ev pêşnîyar berbi-çav kirîye, dîsa nahêle ku ev pêş-nîyar were qebûlkirin. Belê, ji ber vê yekê em ê neçar bimînin da ku di navbera van herdu mirovên sipî de -kal, kevneperest, ku bi rastîyê re têkilîyên wan ên elastîk hene, bi bûyerên destdirêjîyê (tacîz kirin) tên tawanbarkirin û xerîbê hêvîya reformên demokratîk- qerarekê bidin û ji wan yekî hilbijêrin. Yanî, pergala berê dîsa careke din dê were restorekirin.

7HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

JI JOSEPH BIDENÊ DEMOKRAT, MADÊ ÇEPÊ AMERÎKÎ LI HEV DIKEVE

Li Dewletên Yekgirtî, “tiștek jî dê ji bingeha xwe de

neyê guhertin”Thomas Frank*____________

Ji xeynî Dewletên Yekgirtî li tu welatî ew çend cangorîyên koronayê (Covid-19) -di 21ê gulanê de nêzîkî sed hezarî bûn- tunene. Û nebûna toreke parastina tibî û ewlehîya civatî, di sedsala me de, dibe sedema krîzeke heta niha nehatîye dîtin. Di saleke ku hilbijartin hebûna de, rewşeke weha dikaribû bibûna sedema erdhêjeke

sîyasî. Tevî vê jî, ji nû ve hilbijartina serekê niha ne li derveyî îhtimalê ye. Û rikeberê wî tenê dixwaze vegere salên Obama.

Osman Nasrawt: Bekodyan, navçeya Bradost, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 36 x 48 cm

Page 8: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

8 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Ez careke din dubare dikim: Li Amerîkayê nêrîna gelemperî ew e

ku divê bi hilbijar-tineke baş a pêşen-gekî, dibe ku pir tiştên awarte pêk werin. Lê dewsa wê, texeyûla me bi qazîyê zimanxweş ê Waşîngtonê birêz Biden, yê ku di nav piranîya felaketên ku di van sî salên dawî de qewimî-ye de cih girtîye hatîye sînorkirin: li dijî xebatka-ran lihevkirinên bazirganî, Şerê Îraqê, mewzûatên bêrehm ên di der-barê topavêtina aborî de, hepski-rinênkomî, li ser navê welatparêzîyê êrîşa bêhempa ya li dijî azadîyên kesane… heta, di

destpêka karîyera xwe ya polîtîk de ji

ber ku cihêkarên nîjadê çêtir dîtî-

ye pesnê xwe jî dide.Helbet şansê wî yê qazanckirinê heye. Birêz Biden digel rabirdûya (mazîya) xwe, sîyasetmedarekî naskirî yê kevneşopa klasik e û tê pesnandin, heçku birêz Trump di nav narsîzma xwe ya patolojik de wenda dibe, hingî diçe kîna wî diçizire û her dem rêyekê dibîne ku xwe piçûk dixe. Digel vê yekê, pir dijwar e ku mirov bibêje, yekî ku ji nû ve bibe serokdewlet dê wekî serokdewletê niha, bi awayekî hinde xelet qeyrana tendirustîyê û ya aborîyê bi rê ve bibe, helbet hilbijêr jî careke din vê performansê dubare nakin.Lê, ger ku birêz Biden bibe serokdewlet dê tu tişt bi awayekî bingehîn neguhere. Ji bo serdemeke weha, dirûşmeyeke mukemel e! Belê, dilê hevalên min ên çepgir teng dibe. Lehengê wan Bernie Sanders yê ku di meha çileya paşîyê de wekî nebez dihat xuyan, di dawîyê de têk çû. Wan, xwe di malên xwe de îzole kirine û navên çûkan -yên bikarhênêrên

înternetê di twitterê de alegor dikin- ji ber xwe ve dubare dikin. Ez rewşa wan a derûnî ya xerab bi we re parve dikim. Lê gengazî bi temamî di xwezayeke cuda de ne. Piştî vê karesatê, mimkinîya jîyaneke bêtevger têra bextreşîya me dike. Bes, çapemenî her roj dide zanîn ku, hingî diçe pergala berê ji nû ve geş dibe. Bê navber, hin şemayên nû nîşan dikin ku di kaseyên şirketan de dirav pir in û herweha armanca wan ew e ku bi awayekî lezgîn hêza newala Silîkon têxin bin desten xwe. Vê gavê walîyê New Yorkê yê Demokrat birêz Andrew Cuomo, derfet bi dest xist ku Bill Gates û milyarderên din “ên teknolojîyê” ji bo geşkirina herêma xwe vexwîne. Û ji bo ku em bikaribin wan bi lezgînî bidin sekinandin, tu derfet nîne.Demokrasîya ku di tunebûna me de xwe ji nû ve teşedan dike, ji nû ve şiklekê dide xwe, tirsa ku di pêwendîya epîdemîyê de bûye bela serê me û me diêşîne bixwe ye. Pergalê em xapandin, ji ber ku

ew ji bo vê yekê hatîye sêwirandin, herweha, her çend em ji tabloyê derkevin jî hinek hê jî pêşeroja me dişêwînin. Gava em qedehek alkol vedixwin û li televîzyonê temaşe dikin, ew jî di heman demê de peymana me ya civakî ji nû ve dinivisînin.

*Rojnameger û dîrokzan, nivîskarê pirtûka The People, No: A Brief History of Anti-Populism (di meha tîrmehê de dê ji weşanên Metropolitan Book de derbikeve, New York)

_________

(1) Lizzie O’Shea, «Karên bi kalîte tune ne», Le Monde diplomatique, gulan 2020.

«Operasyona dijberî sendîkayan, aktîvîz-ma dîrokî ya kedê ber bi bilindahîyê ve dibe». The Intercept, New York, 1 gulan 2020, https://theintercept.com«Xerîteya înteraktîv ya pêla greva Co-vid-19», Payday report, Chattanooga, https://paydayreport.com

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

Osman Nasrawt: Keç û kûzê avê, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 24 x 36 cm

«Doh, ez çûm serdana servîseke ku têde pêncî û şeş kes dimînin û tenê çar hemşîre lê hene, li gorî şahidîya Mme Tatiana Dubuk. Êdî taqet di wan de nemabû û çavên wan ji girî ziwa bûbûn, ji ber ku dîsa xebera du mirinan gihîştibû wan, piştî mirinên hema rojek berê yên sê kesên din..» Sekretera giştî ya sendîkayan CGT (Konfederas-yona giştî ya kar) lihevgihandina stargehên pîrên hewcedar (Ehpad) yên Havre Les Escale, ku yek ji yên herî girîng ên Fransayê ye, şahidî-ya xwe ya li rewşa 11ê nîsanê weha tîne ziman: «Di vê dezgehê de, sê niştecih testên wan ên Covid-19 pozîtîf derketin û bi qasê pêncî kesên din jî wekî gumanbar hatin destnîşankirin, bêyî ku di testê re bên derbaskirin. Nexweşnêr jî hê bêpar bûn ji amûrên xweparastinê û ew jî nehatibûn testkirin. Dîsa jî wan karên xwe dewam dikir lê li gel tirsa bi şewbê xistina nişte-cihên din û herweha malbatên xwe». Tevî ku 6ê nîsanê, wezîrê piştgirî û tendirustîyê, M. Olivier Veran, «operasyoneke testkirinê» ya mezin ragihandibû û destnîşan kiribû ku wekî prensîb divê «niş-tecihên dezgehê û personel giş, bi derketina holê ya nexweşê pêşî re, bên testkirin». (1) Hefteyek piş-tî vê daxuyanîyê, Mme Dubuc ev tesbît dikir: «Ji bo me, tu tişt ne-guherî».Xemsarîya hikûmetê ya di warê birêvebirina krîza tendirustîyê de bi awayekî dilsotîner adeta konê xwe veda li van dezgehên ku de-meke dirêj ji derfetan bêpar hatin hiştin û ji ber bêîmkanîyan niş-tecihên van stargehan bi ser halê xwe de hatin hiştin (2) û heta dest-pêka gulanê ji serdanên xizmên xwe jî hatin mehrûmkirin. Xedarî-ya berbelavbûna şewbê û hejmara mirinên li nava van stargehan pir bi derengî bûn mijarên rojevê.Hê ji destpêka xweragirtina li malê ve, di nîvê meha adarê de, wezareta tendirustîyê li Ehpadan çawa ku sê nexweşên pêşî derke-tin holê, test bi sînor kirin. Gava encam pozîtîf bûn, niştecihekî din ê semptom pê re jî hebûn, divê

rasterast wekî pozîtîf bihata he-sibandin. Serokê Komeleya Ne-teweyî ya Pizîşkên Koordînator û Sazîya Medîko-Sosyal (MCOOR) M. Gaël vê rewşê weha îfade dike: «Birêvebirina testnekirinê adeta stargehên Ehpadê hilweşandin. Li piranîya herêman, pizîşkên koordînator divê hawara xwe bi-

gihînin servîsên testê yên naven-dên nexweşxaneyên zanîngehan (CHU), ku gelek caran wan jî nexwestin ekîbên xwe veguhezî-nin. Ji ber ku lazim bû wan pêşî ser-vîsên nexweşên giran û yên rewşa lezgîn birêve bibirana. Dora ‘Eh-pad’an piştî van servîsan bû. Wekî din, ji ber ku nexweşên me ji mafê

wergirtina xizmeta tedawîyên tay-bet an jî eksperîmantal (ezmûnî) bêpar bûn, ji me re dihat gotin ku tu feyda testkirina wan tune. Eger ne rewşeke giran bûya, ji me re di-gotin dermanê paracetamol bidin wan; û eger rewşeke giran mijara gotinê bûya, ji me re digotin te-dawîya palyatîf bikin…» Di eslê

xwe de giştînameyeke di 7ê nîsanê de ji alîyê dîrektorê giştî yê tendi-rustîyê Jerome Saloman ve hat îm-zekirin, hinek gotinên berî rojekê yên wezîr betal dikirin: prensîba testkirina «tenê sê nexweşên pêşî» li dezgehan li gel herî hindik yek rewşa piştrastkirî hat destekkirin. (3)

Pêşbînîyeke pir xirabHêrêma Oksîtanî, hê jî yek ji herêmên herî kêm vegirtî ya Fran-sayê ye gava ku, destpêka adarê, Ehpada Mauguio, a li kêleka Montpellier, tûşî rewşên pêşî yên Covid-19 hat û bîst niştecihên xwe winda kirin. Ji 20ê adarê û pê ve, navendên lêkolînên têkildarî ixtîyarîyê yên CHU yên Toulouse û Montpellier, ku ji alîyê ajansa herêmî ya tendirustîyê (ARS) ya Oksîtanî ve tê destekkirin, bir-yar dan nema guh bidin doktrîna neteweyî û yekîneyên mobîl ên testkirinê bixin dewrê çawa ku yekemîn semptom bi kesekî re derkeve holê. «Ehpad ku derdore-ke parastî ye, vîrus jî ancax dikare ji derve bigihîjê, li gorî Profesor Hubert Blain, şefê navenda wê ya Monptpellier. An jî dibe ku ji alîyê nexweşnêrên bêsemptom ve hatibe anîn. Ji ber vê yekê ya girîng ew e bi lezgînî were tes-bîtkirin ji bo îzolekirina şewbgir û demek ji ya din zûtir qutkirina zîncîra berbelavbûna vîrusê.Piştî nexweşnêran, niştecihên strargehan jî dema dor hate wan, giş hatin testkirin, lewre di ge-lekan de sendromên atîpîk ên nexweşîyên gerîatrîk ên wekî navêş, bêhuzûrî û jixwevçûn xuya bûn. Nexweşnêr û niştecihên tes-ta wan erênî derket, li nexweşxa-neyê hatin razandin eger pêwîst bû li karantînayê jî hatin bicihki-rin. Ji ber ku test jî bi temamî ne

cihê bawerîyê ye, kesekî negatîf jî dibe ku hilgirê vîrusa koronayê be û şewbê bigihîne kesên din. Ji ber vê yekê pêwîst e tedbîrên pir zexim ên pêşîgir bên wergirtin. Navenda lêkolînên têkildarî ixtî-yarîyê ya Montpellier bû yek ji yên pêşî ya ku bikaranîna maskeyan,

Dezgehên taybet lı derveyî qada bergeha hıkûmetî

Kalûpîrên hewcedar û gorîkirîPhılıppe Baqué*

__________Li nîvê meha gulanê, nîvê mirinên ji ber Covid-19 li Fransayê jêdera wan star-

gehên ji bo kalûpîrên hewcedar (Ehpad) bûn.. Nebûna testan, maskeyan. Şerpe-zetîya di birêvebirina krîzê de. Dîsa jî ev komkujî dikaribû bihata texmînkirin. Bi mehan e, xebatkarên van dezgehan ji nebûna derfetan û xirabûna şertên xebatê

gilî û gazin dikirin.

Osm

an N

asra

wt:

Baj

arê

Rew

andû

zê, B

oyax

a rû

nî li

ser t

ûwal

ê, 2

4 x

24 c

m

Page 9: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

şûştina destan, pîvandina tayê bi awayekî rêkûpêk ferz kirin. Profe-sor Blain şahidîya xwe weha tîne ziman: «Gelek hemkar û berpirs-yarên sîyasî difikirîn ku pratîka min hejmareke zêde ya testan ferz dikir. Ew tênedigihîştin ku armanc vemirandina hê ji destpêkê ve ya êgir bû. Eger hûn dest wernedin şewatê, êdî testkirin jî nema dibe mijara gotinê, ya dimîne were ki-rin êdî tenê îmzekirina belgena-meyên mirinan e.Kêmbûna testan bi pêşbînîyeke pir xirab re têkildar e. Destpêka meha nîsanê, raporeke Sendîkaya Ciwanên Bîyologên Pizîşkî rewşê weha tesbît dike: «Stratejîya me ya testkirinê li gorî derfetan hatî-ye eyarkirin û ne berevajî: Koreya Başûr testên girseyî dike û li de-verên destnîşankirî xweragirtina li malê ferz dike, Fransa bi girseyî xweragirtina li malê ferz dike û testkirineke noqteyî pêk tîne». (4) Piştî du hefteyan, derket holê ku Fransayê tenê 100 hezar test çêki-ribûn, li hemberî 1,7 milyon testan li Almanyayê, ku hejmara mirinan jî li gorî rêjeya nifûsê 5 car kêmtir bû, kesên temenê wan li raserî 80 salî jî di nava şewbgiran de rêjeya wan tenê ji sedî 10 bû. (5)Bi qasî kêmbûna testan, kêmbûna maske û amûrên din ên xweparas-tinê jî bû zemîn ji bo felaketê. De-meke dirêj, livûtevgerên bingehîn ên pêşîlêgir jî hatin paşguhkirin. Nexweşnêr û berpirsîyara beşa tendirustîyê ya CGTê, Mme Mali-ka Belarbî wê rewşê bi van gotinan bibîr dixe: «Gava xwe ragirtina li malê dest pê kir, hingê êdî hê nû ji nexweşnêran hat xwestin destên xwe bişon. Maske jixwe ne mijara gotinê jî bû. Hin nexweşnêrên ku hewl dan di dema kar de bi kar bî-nin, heta ji alîyê rêveberên xwe ve bi cezayê dîsîplînê hatin tehdîtki-rin. Pêwîst bû li bendê were mayîn heta ku çend nexweşnêr bi şewbê bikevin ji bo ku bikaranîna mas-keyê bihata ferzkirin». Kêmasîya cidî ya lojîstîk a dewleta fransî di warê ferzkirin û belavkirina mas-keyan de bi berfirehî hat şerme-zarkirin. (6) Hilberîna neteweyî li ser ferşên qurbanîkirinê yên bazara navneteweyî hat fedakirin, rêxistina gelemperî ya pisporbûyî (dezgeha amadekarî û pêşwazîki-rina rewşên lezgîn, Eprus) serdes-tîya xwe ya birêvebirina rezervên stratejîk winda kir û hêzên ge-lemperî nekarîn tu tiştî bikin gava ku fabrîkaya bingehîn a fransî di

2018an de, li Paintel (Côtes-d’Ar-mor) ji hev hat xistin.Di destpêka krîzê de, tiştê lez-gîn ji bo hikûmetê ew bû ku, bi daxwazkirina malzemeyên li se-ranserê welêt, li nexweşxaneyan û herêmên herî zêde ji Covîd-19 û mexdûr bûbûn lê xwedîderketin bû. Piştî tevlîhevîyeke zêde, xe-batkarên stargehên Ehpadê karîn maskeyên cerahî peyde bikin. Lê belê ev rola van maskeyan jî bi tenê ew bû ku kesên wan bi kar tînin nexweşîyê negihînin kesên din. Ev maske her yek ji wan ji bo rojekê dihat bikaranîn, tevî ku tesîra wan a herî zêde ji bo çar saetan e, ew jî bi şertê ku baş bên bikaranîn. Maskeyên FFP2, yên hem bikar-hêner diparêzin hem jî nahêlin ji bikarhêner nexweşî derbasî kesên din bibe, ango yên yekane ku divê li kêleka kesên pozîtîf bên bika-ranîn, ew jî di demeke pir kurt de hema hema li pîyaseyê neman û peydakirina wan zêde zehmet bû. Mafê stargehên Ehpadan tunebû wan bi dest bixin. «Stratejîya birê-vebirin û birkaranîna maskeyan» ku wezîrê tendirustîyê 24ê adarê anî rojevê, tenê ew bû ku dema «semptom bi niştecihan re xuya bikin, divê sektoreke bi nexweşên Covid-19 re eleqeder bibe, bihata destnîşankirin». Ev herweha di-hate wateya nezanîna sînorên van maskeyan û herweha xetereya ku newxweşnêrên asemptomatîk di-karin niştecihên li derveyî sektorê bi nexweşîyê bixin.Ji bo pêşîgirtina li zêde girankiri-na karûbarên servîsên nexweşxa-neyan, rêveberîyên Ehpadê nişte-cihên xwe yên şewbgirtî li odeyên wan ragirtin û yekîneyên «Covid plus» û yekîneyên «Covid mînus» di nava servîsên xwe de saz kirin. Alîkarê serokê MCOOR M. Step-han Meyer hêrsa xwe weha tîne ziman: «Me xwe di heman rewşê de didît li gel servîsên nexweşxa-neyan ên pizîşkî yên xwe dabûn xizmeta nexweşên Covîd-19 û bi FFP2yan, şarlot, serkirask, ber-çavk rêzikên[qaîdeyên] pir sert û komplîke yên lixwekirinê li wan hatine ferzkirin … Tenê ferqeq hebû, ew jî li stargehên Ehpadan, nexweşnêr bêpar bûn ji FFP2yan jî, ji serkiraskan jî.... Îca pir eşkere bû ku wê personel bi şewbê bike-tana». Çawa ku Akademîya Pizîş-kî jî destnîşan kirîye, «dema tes-tên birêkûpêk li nava personelên tendirustîyê li herêmên herî şewb lê belavbûyî pêk nayên, jihevgir-

tinên vîrusê jî dimînin wekî nuq-teyeke kor a şewbê». (7)Tevî rewşa wê ya lezgîn jî, test-kirineke bi vî awayî, ku ji alîyê herkesî ve dihat destnîşankirin û gelek caran jî ji alîyê rayedaran ve dihat ragihandin, heta biryara «dawîanîna xweragirtina li malê» ya 11ê gulanê, hema hema qet ne-hat pêkanîn. Wekî din, Ehpad ji salan ve ye, bi cih veguhestineke pir mezin a personelê xwe re rû bi rû dimîne. Ew her diçe êdî vedigu-here dezgeheke karmendên ji rêzê yên nexweşxaneyê (ASH) yên bê perwerdeya tibî ku wezîfeya wan bi awayekî giştî paqijî, nexweşnêrî û amadekirina xwarinê ye. Bi krîza tendirustîyê re, zêdebûna karûbar a hinek jî ji ber nebûna xebatkarên pêwîst, herweha bi şewbê ketina gelek xebatkaran derfet nehiştin ku êdî kadroyên tendirustîyê di demeke kurt de personelên sazîyê li gorî rêzik û pêwîstîyan perwerde bikin. M. Meyer dibêje: «Ji bo per-gala birêvebirinê ya Ehpadan ku bîst sal in di merîyetê de ye, em pe-reyan xerc dikin. Ji me hat xwestin

her û her zêdetir kesên hewcedar, ên xwedî nexweşîyên giran û bi persone-lekî her diçe kêm-tir perwerdebûyî pêşwazî bikin».Li dawîya meha adarê, Konseya Neteweyî ya Pro-fesyonel a Gerîatrî (CNPG) pir bi fi-kar bû ji aqûbeta kesên li malên xwe dibûn mexdûrên formên herî xedar ên Covîd-19. Jîya-na wan di xeterê de bû û Ehpadan jî nikaribû li wan xwedî derkevin. (8) Konseyê pêşnîyar dikir ku xizmeta

tedawîyeke gav bi gav pêk were û ev yek rê veke ji bo xwegihan-dina tevnên sektora gerîatrîk ên nexweşxaneyan û herweha yekî-neyên tedawîyê yên Covîd-19 yên li gel servîsên SAMU peymana wan heye. M. Meyer mijarê weha rave dike: «Di nava Ehpadan de, em dikarin niştecihên nexweşîya wan herî sivik û yên rewşa wan herî giran ragirin û ji bo wan em dikarin tedawîyên palyatîf pêk bî-nin, lê belê ji bo yên din derfetên me yên tedawîyeke maqûl tune ne da ku karibin asta nexweşîya xwe derbas bikin. Li stargehên Ehpa-dan nexweşnêrên şevê û amûrên oksîjenê tune ne. Li gelekan pizîş-kên koordînator jî tune ne. Li piranîya herêman, ev nexweşên navberê nikarin ji şaxên spesîfîk ên nexweşxaneyan sûdê wergirin. Li vir ne reanîmasyon, lê servîsên pizîşkî mijara gotinê ne, ji ber ku ev xizmetên tibî li nexweşxaneyên derdorê û li navendên tendirus-tîyê yên taybet jî dikarin bên kirin. Dirêjahîya bi hefteyan, me bere-dayî ji hikûmetê daxwaza avaki-rina van demûdezgehên geriatrîk ên xweser kirin. Ew dawîya dawî hatin avakirin, lê belê li gorî herê-man bi awayên cihêreng».Nebûna van sektoran dikare bibe sedemê zêdebûneke tedawîyên palyatîf ên ne hercar maqûl. Dok-torekî gerîatrîya li başûr-rojhi-latê Fransayê şahidîya xwe weha vedibêje: «Kalûpîrên hewcedar venêrînê yên nexweşên nerode-jeneratîf nikarin rehet nefesê bis-tînin, nikarin ji bo reanîmasyonê werin entubekirin. Gelek caran tu şansê xilasbûnê ji wan re nayê nasîn. Mirov dikare fermanên bir-yarî yên weha bibîne: “Nexweşê Covîd û 85 salî yê pêdivî bi oksî-jenê heye” li gel tîra ber bi “bi te-dawîyên palyatîf ”. Gelo em dika-rin pirsa ka kî hêja ye jîyana xwe bidomîne ji xwe bipirsin?» Di pêş-nîyaznameyekê de ku serê adarê hat weşandin, Komeleya fransî ya

hevalbendî û venêrînê palyatîf bi-bîr dixist ku nêrîna yekîneyeke pir profesyonel û pir dîsîplîner zerûrî ye ji bo wergirtina biryara sakîn-kirinê û bicihanîna venêrîna pal-

yatîf.

Dadgerî rêveberîyê di-parêze

Serokê Gerontpola herêma Welatê Loire, M. Gilles Berrut balê dikşî-ne ser tesbîteke acizker:«Li malê ragirtina civakê ji bo ke-sên pîr nehatibû fikirîn û rakirina vê tedbîrê jî herwisa! Rewşa Ehpa-dan, cihê li malê yê ixtîyaran, ber-dewamîya tedawîkirina nexweşên kronîk ku ev nexweş bi piranî ixtîyar in, dîsa mayîndebûna alî-karîyê, bi kurtî tevahîya sektora geriatrîyê li derveyê qada vê ber-gehê tê hiştin. (...) Di pratîkê de, divê em bi mehan bi vê nexweşîyê re bijîn, kesên ixtîyar û kesên bi wan re mijûl dibin û alîkarîyê di-kin, wê li ber devê vê tofanê bin. (…) Bila êdî em biwêrin daxwaz bikin ku aqûbeta kesên bêparastin neyê jibîrkirin». (9)Di vê navberê de, dadgerîya îdarî hertim rêveberîyan diparêze. Yekî-neya taybetkirî ya Yekîtîya Ne-teweyî ya Sendîkayan FO (Hêza Kedê) û gelek sendîkayên CGTê bi lezgînî ji Konseya Dewletê xwes-tin talîmatê bide hikûmetê ji bo ku di nava stargehên Ehpadan de, testên birêkûpêk ên niştecihan û xebatkaran werin çêkirin, bika-ranîna maskeyan û lixwekirina kincûbergên din ên parastinê bi awayekî giştî werin ferzkirin û herweha amûrên bi kêrî oksijen-dayîna nexweşan tên ji wan re bên tedarîkkirin. 15ê nîsanê, Konseya dewletê ev daxwaz red kir, bi îdîa-ya ku, «dema amûrên ku dewlet bi kar tîne û tedbîrên hatine wer-girtin li ber çavan tên girtin», ew «tu valahîyeke ku bibe sedemê zi-rareke giran û rewşeke der-qanûnî ya li hemberî azadîyên bingehîn nabîne». Gava tarîx bû 14ê gulanê, êdî 13798 niştecihên demûdez-gehên civakî û medîkoyên civakî yên Fransayê ji ber Covid-19 jîya-na xwe ji dest dabûn. (10)* Rojnamevan.__________1) «Venûkirina rewşê» ya 6ê nîsana 2020î, malpera Wezareta Piştgirî û Tendirustîyê, https://solidarites-sante.gouv.fr2) «Îxtîyarîya bêhnlêçikandî ya li Ehpa-dan», Le Monde diplomatique, adar 2019.3) Circulaire Minsante/Coruss n° 67, 7 nîsan 2020.4) Sendîkayên ciwanên bîyolojîstên pizîş-kî, «Li pey pêkhatina stratejîya têkoşîna li dijî şewba Covîd-19», bersivên ji bo komîsyona karûbarên civakî yên Sena-toyê, 3 nîsan 2020.5) Çavkanî : Enstîtuya Robert-Koch û Tendirustîya Civakî ya Fransayê.6) Aurélien Rouquet, «Coronavirus : “Kêmbûna maskeyan, şerpezetîya lojîstîkî ya dewleta fransî”», Le Monde, 24 adar 2020.7) Daxuyanîya 14ê nîsana 2020î.8) «Nameya vekirî ji bo Wezîrê Piştgirîyê û Tendirustîyê, Olivier Véran», malpera Komeleya Fransî ya Geriatrî û Gerontolo-jîyê, 26 adar 2020.9) Gilles Berrut, «Andemîya şikestinê», li nava «Nameya agahdarîyê ya gerontopola taybet Covid-19 », n° 3, 10 nîsan 2020.10) Çavkanî: Tendirustîya Gelemperî ya Fransayê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

9HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Osman Nasrawt: Hawara êvara enfalkirîyekê, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 36 x 60 cm

Osman Nasrawt: Ramanên tîrêjên serê sibê, Boyaxa rûnî li ser tûwalê, 30 x 40 cm

Page 10: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

10 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Gava di nîveka hezîrana 1947an de, Mela Mistefa Barzanî, tevî pêşmergeyên xwe

sînorê çemê Erezê derbas kir û kete nav xaka Sovyeta Sosyalîst, ajans û radyoyên sereke yên dinyayê, di dengûbas û xeberên xwe de bi awayekî flaş û yekser cih dan vê bûyerê:

“London, 17 hezîran 1947… Di navbera Artêşa Îranê û kurdan de, li nêzîkî sînorê Rûsyayê şerekî mezin derket… Lîderê kurdan Mela Mistefa Barzanî, tevî du hezar pêşmergeyên xwe, sînorê rûsan derbas kir…”

“London, 19 hezîran 1947… Li Bexdayê 4 sûbay hatin îdamkirin… Lê Mela Mistefa bi awayekî mûcîzeyî rizgar bû û bi awayekî serkeftî derbasî alîyê Rûsyayê bû…”

***

Komara Mehabadê têk çûbû û Mela

Mistefa cara dawî di 16.11.1946an de, bi Qazî Mihemed re hevdîtinek kiribû. Di wê hevdîtinê de, Mela Mistefa nîyeta dilê xwe ji Qazî Mihemed re gotibû. Li gorî vê hevdîtin û nîyetê, wê heta biharê li ser axa Îranê bimana û heger hikûmeta Îraqê bo wan efûyeke giştî dernexista, wê derbasî xaka Sovyeta Sosyalîst bibûna…

Mela Mistefa ji Qazî Mihemed re dibêje ku ew ê ne teslîmê artêşa Îranê, ne jî teslîmê artêşa Îraqê bibe. Paşê ji Qazî dixwaze ku ew jî tevî pêşmergeyan were û ji bo parastina wî çi pêwîst be ew amade ye bike. Lê Qazî Mihemedê serokê komara temenkurt li Mehabadê dimîne.

***

Mela Mistefa Barzanî biryara xwe ya tarîxî di 06.05.1947an de dide. Hêzên pêşmergeyan li gundê Ergoşê kom dike û biryara çûyîna Sovyetê radigihîne wan.

Di dema rêwîtîya ber bi Sovyetê de, hêzên pêşmergeyan bi zehmetîyên giran re rû bi rû dimînin. Gelek caran bi artêşên mezin re şer dikin.

Di şerekî giran de, pêşmergeyên kurd hêzên Îranê têk dibin û bi mêrxasîyeke mezin Pira Makoyê desteser dikin. Li gorî ragihandina fermî û agahdarîyên herêmî di şer de bi sedan leşkerên îranî têne kuştin û 271 leşkerên îranî ji hêla pêşmergeyan ve dîl têne girtin. Piştî şer êsîr hatin berdan. Çend tanq hatin rûxandin û balafireke şerî hate xistin. 50 qantir hatin desteserkirin ku barê wan cebilxaneyên leşkerî bû. Di şer de 4 pêşmerge jî jîyana xwe ji dest didin û gelek pêşmerge birîndar dibin. Pêşmergeyên birîndar paşê bi wan qantirên hatibûn desteserkirin, têne veguhestin.

***

Mela Mistefa Barzanî 6 sal paşê, di 1953an de, serokdewletê Sovyetê

Krûşçev dibîne û di vê hevdîtina xwe de behsa vê yekê dike:

“Em heta gihîştin Moskovayê, tevî hevalên xwe min bi 7 dewletan re şer kir: Amerîka, Îngilistan, Îraq, Tirkîye, Îran, Azerbaycan û Ozbekistan…”

Piştî ketina nav axa Sovyetê, Barzanî dibin devereke Naxçîwanê. Pêşmergeyan jê vediqetînin, li kampekê bi cih dikin û nobedaran datînin ser serê wan. Derketina wan a derveyî kampê tê qedexekirin. Di nîveka tîrmeha 1947an de, Barzanî tevî çend rayedarên Sovyetê serdana kampê dike. Rewşa kampê gelek xerab e. Wê rojê rayedarên pê re, ferman didin ku rewşa pêşmergeyên li kampê baştir bibe…

Mela Mistefa di rojnivîska xwe de behsa wê hevdîtinê jî dike:

“Gava rastî Bakirov hatim, min jê re got:

-Em miletekî mezlûm in, hed û hesabê zilma ku me dîtîye tuneye. Hêvîya me gelên Sovyetê ne.

RÛPELEK J I DÎROKÊ

Li Sovyetistanê 11 salênMela Mistefa Barzanî

Salıhê Kevırbırî*__________

Mela Mistefa Barzanî û hin birêveberên Komara Mehabadê. [Komara Kurdistan –Redaksiyon] Mehabad, 1946 (Eaglaton 66)

Sefera Moskovayê ji hêla sîyasî ve

destkeftîyên mezin dide kurdan. Gelek

serkirdeyên Sovyetê, di wê demê de bi Mela

Mistefa Barzanî re hevdîtinan dikin û rewşa Kurdistanê nîqaş dikin

Prof. Dr Nadir Nadirov, Wêne: Metin Dag

Page 11: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 11

Hewcedarîya me bi zanyarîyê û teknîkên leşkerî heye. Em dixwazin hûn alîkarî û piştgirîya me bikin û kêşeya gelê Kurdistanê bînin rojevê. Ez li ser navê gelê kurd vê daxwazê ji we dikim. Hêvîya min ew e ku hûn vê daxwazê ragihînin rêbertîya bilind a Moskovayê …”

Adara 1949an, generalekî Sovyetê tê Taşkentê û jê re dibêje ku ew ê wî bibe Moskovayê. Barzanî tevî du rêhevalên xwe Seîd Mele Evdila û Zîyab Dêrî diçe balafirgehê. Lê berê balafirê ne li Moskovayê ye. Sovyetê ferman daye ku wan bibin kêleka Gola Aralê…

Çend roj paşê ji çend pêşmergeyên din re gotin ku ew ê wan bibin cem Mela Mistefa Barzanî. Lê ew jî ber bi Semerkantê ve têne sirgunkirin. Bi vî awayî pêşmerge li gelek deverên Sovyetistanê ji hev hatibûn belavkirin. Bi gotineke din pêşmerge ji hev hatibûn îzolekirin…

***

Helbet sefera Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyan ber bi Sovyetistanê, bi taybetî jî ber bi Asyaya Navîn dike ku bandoreke mezin li niştecihên kurdên sirgunê bibe. Ev 70 sal in ku civat û dîwanên wan bi serpêhatî û bîranînên wan salan dagirtî ne.

Ez bixwe jî di van 7-8 salên dawî de gelek caran li gelek welatên Sovyeta berê qesidîm. Li gelek gund û bajarên Qazaxistan, Qirgizistan, Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê ji her qedemeyan bûm mêvanên kurdên me. Bêguman di piranîya van civat û hevdîtinan de bi serbilindî û serfirazî behsa serdana Mela Mistefa Barzanî û pêşmergeyên wî dihatin kirin. Helbet ez xwe gelekî bi şans dibînim ku di van hevdîtinan de rastî gelek xanim û camêran hatim ku bi çavên serê xwe Barzanî dîtibûn û bi kêfxweşîyeke mezin behsa wî û wan rojan dikirin.

Akademîsyen û profesorê navdar, “mareşalê petrol û gazê” Nadir Nadirov û Serokê Kurdên Qazaxistanê, akademîsyen û profesor Kinyazê Îbrahîm ji van navan tenê du kes in.

Serpêhatîya hevnasîya Nadir Nadirov bi Mela Mistefa Barzanî re gelekî balkêş e:

“Sala 1956an li Moskowê ji bo teza xwe ya xwendina bilind ketim zanîngehê. Wekî kesekî mêrxas, bextewar, kurd, Moskow û teza doktoraya bilind! Min dest pê kir gerîyam, ka li Moskowê kurd hene an tunene. Kitêbxaneyeke bi navê Lenîn heye. Ez çûm wir. Gelekî mezin e. Li Sovyetê kesê ku bixwaze tiştekî hîn bibe, her cûre kitêban bixwîne, tê wê derê. Ez çûm min li wir beşê kitêbên kurdî dît. Zêde tunebûn. 10-15 kitêbên kurdî yên li ser kurdan hebûn. Kitêbên kurdên Sovyetê bûn. Kitêba Hecîyê Cindî hebû, kitêba Qanatê Kurdo hebû, kitêba Casimê Celîl hebû. Min dêhna xwe dayê jineke rûs li wir rûniştîye.

Min jê pirsî: -Kurd hene ku têne vê derê?

Got: -Carcaran hinek kurd hene, ji Ermenistan û Gurcistanê tên vê derê.

Min dîsa jê pirsî: -Kesên ku li Moskowê dijîn hene?

Got: -Li Moskowê bi tenê kurdek heye, carcaran tê.

Min got: -Kî ye?

Got: -Navê wî Kolosê Şero ye.

Lê jinik jî nizane kurdê ku derê ye. Tenê dizane li Moskowê dimîne, carcaran tê kitêbxanê rûdine kitêban dixwîne.

Min got: -Tu adrês û telefona wî dizanî?

Got: -Na, nizanim!

Min got: -Gava hat tu dikarî telefona wî ji bo min jê bistînî?

Got: -Baş e, serçavan. 10-15 roj paşê were, ew ê were vir!

Min bi ya jinikê kir. 10-15 roj paşê hatim kitêbxaneyê. Hatibû û jinikê telefona wî li ba xwe nivîsandibû.

Telefona malê bû. Min ji Kolosê Şero re telefon vekir. Min bi rûsî silav dayê, kêf û halê wî pirsî. Ji min re got: ‘Tu Kurd î?’

Min got: -Belê, ez Kurd im û ji Qazakistanê hatime, li Moskovayê dixwînim.

Got: -Tu bi kurdî dizanî an nizanî?

Min got: -Dizanim!

Got: -Madem wisa ye, bi kurdî

biaxive, bila dengê kurdî vizevizê ji telefonên Moskovayê bîne!

Hevaltîya me berdewam kir. Kolos kurdê Gurcistanê bû, parêzerî dikir, ne şaş bim demekê jî di Wezareta Karên Derve de kar kirîye. Bi emir jî, ji min mezintir bû. Rojekê ji min re got:

-Kurdekî din jî li vir heye, lê ew ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye. Navê wî jî Mistefa Barzanî ye!

Sal 1957 e. Min ji Kolos re got: -Ez dixwazim wî bibînim û pê re xeber bidim.

Kolos got: -Baş e.

Wê gavê min nav û dengê Mistefa Barzanî nebihîstibû. Rojekê em li cihekî rûniştin, Me du-sê şûşe jî araq vexwar. Telefonek hat. Kesê li ser telefonê Mistefa Barzanî bû. Ji xeberdanên wî û Kolos ez pê hesîyam ku mirovekî mezin e. Ji ber ku Kolos di telefonê de bi hurmeteke mezin pê re xeber dida. Paşê telefon da min hal û wextê min pirsî, min got:

-Baş im mala te ava.

Piştî me telefon danî, Kolos got: -Rabe em ê herin cem wî.

Min got: -Kolos me hinek vexwarîye, şerm e. Em îro neçin.

Min telefona wî ji Kolos stand. Çend roj paşê, min bi xwe jê re telefon vekir û got:

-Dixwazim werim cem te.

Got: -Kerem ke were.

Di apartmanekê de dima. Çûm cem wî. Pirs û pirsîyara min kir. Min yek bi yek rewşa xwe jê re got. Ji ku hatime, kurdê ku derê me, niha çi dikim. Min bi kurtasî behsa jîyana xwe jê re kir. Wî jî behsa xwe ji min re kir. Got:

-Em ji bo rizgarîya kurdan kar dikin. Em kurdên Îraqê ne. Di sala 1946an de em hatine. Pêşî em çûne Taşkenta Ozbekistanê. Niha qismek ji me li Moskovayê dijîn û li vir dixwînin.

Me têra xwe bi hev re sohbet kir. Paşê min destûra xwe jê stand, rabûm çûm.

Divê li Moskovayê ez çend carên din biçûma serdana Barzanî. Ez gelekî li ber xwe diketim ku mixabin min careke din Mela Mistefa Barzanî nedît…”

***

Piştî ku rewşa pêşmergeyên sirgunkirî ji hêla rêveberîya Sovyeta Sosyalîst ve tê sererastkirin, rêya Mela Mistefa bo Moskovayê vedibe. Sefera Moskovayê ji hêla sîyasî ve destkeftîyên mezin dide kurdan. Gelek serkirdeyên Sovyetê, di wê demê de bi Mela Mistefa Barzanî re hevdîtinan dikin û rewşa Kurdistanê nîqaş dikin.

Şoreşa 1958an û hatina Evdilkerîm Qasim bo serkirdeyatîya Îraqê, rêya Mela Mistefa bo Îraqê û Kurdistanê vedike. Piştî lihevkirina ligel payebilindên Sovyetê, sefera ku di 1947an de dest pê kiribû, 11 sal paşê di 1958an de bi balafira ku diçe Kahîreyê bidawî dibe…

*Nivîskar û rojnamevan.

“Em heta gihîştin Moskovayê, tevî hevalên xwe min bi 7 dewletan re şer kir:

Amerîka, Îngilistan, Îraq, Tirkîye, Îran, Azerbaycan û Ozbekistan…”

Di dema rêwîtîya ber bi Sovyetê de, hêzên pêşmergeyan bi zehmetîyên giran re rû bi rû dimînin. Gelek caran bi artêşên mezin re şer dikin.

Mela Mistefa Barzanî û hin birêveberên Komara Mehabadê. [Komara Kurdistan –Redaksiyon] Mehabad, 1946

Page 12: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

12 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Hema dotira rojê, piştî krîza 2008an, rêveberên ewropî

li ser daxwaza –carinan bi darê zorê– ya Komîsyona Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) sîyaseta jixwekêmkirinê tercîh kir. Vê tercîhê zûzûka bi xwe re pêleke protestoyên gel anî, li pey wê jî kesayet û rêxistinên li dijî ortodoksîya budceyî derketin holê, ji Podemos a li Spanyayê heta bi Syriza ya li Yûnanistanê, tevî Jeremy Corbyn li Meliktîya Yekbûyî, Jean-Luc Mélenchan li Fransayê, yan jî bloka çepgir li Portugalê.Îrlanda li kevîya tevgerê ma. Wekî modela li pêş û tercîhkirî ya Brukselê, wê xwe ji yên din cihê kir bi wê qabîlîyeta xwegirtina li ber dermanekî jixwekêmkirinê bigire û gava ev kir jî xwe hîç tevneda. (1) Heta bi hilbijartinên meclîsê yên sibata 2020î: Bi 24.5ê dengan di hilbijartinan de Sinn Féin (SF) hingê bû partîya yekê. Cara yekê bû ku ev diqewimî û wê her kes matmayî hişt, nexasim jî rêveberên partîya neteweparêz a çepgir.Ji qederê sedsalekê ve, Îrlanda ji alîyê du partîyên navendê yên rastgir tê birêvebirin; Finna Fáil (FF) û Fine Gael (FG). Bernameyên sîyasî yên herduyan wekî cêwîyên hev in. Sala 2007an FG û FFyê bi hevre % 68.9ê dengan wergirtibû. Wan hêdî hêdî ev xurtîya xwe ji dest da: sala 2011an % 53.6ê dengan, sala 2016an, % 49.8ê dengan û paşê di 2020î de % 43.1ê dengan wergirtin. Li hemberî wan di van hilbijartinên dawîyê yên 2020î de tevahîya partîyên çepê û yên navendê yên çepgir bi hev re % 41.9ê dengan wergirt.Ev guherîna hanê dîrokî ye û nîşana redeke xelkê ya statukoya neolîberal e, ya ku krîza 2008an ferz kiribû. Li şûna li bibinketina sîyaseta xwe ya piştî krîzê ya xirakirina nîzama parastina civakî û darayîkirinê agahdar bibin, rêveberên îrlandî jixwekêmkirin tercîh kir: di navbera 2008 û 2014an de kêmkirina budceyî ya qederê 30 mîlyar euroyî hatibû ragihandin. Ev jî qederê % 20î Hilberîna Navxweyî ya Nesafî (HNN) bû. Vê civak tarûmar kir: rêjeya bêkarîyê sê caran li berê zêde bû û sala 2012an bû % 15.5. Û rêjeya bêparmana materîyel ji 13.7ê (2008) bihurî û bû 30.5 (2013). Ji bo Komîsyona Ewropî bêparmana materyel îşaret dike bi “nebûna kapasîteya dabînkirina hin mal/xizmetên ku piranîya ferdan wan wekî dilkirî yan jî lazim dibînin ji bo asteke wan a jîyanê ya dikare bê qebûlkirin, hebe.” (2)Tevî ku sala 2016an FG (desthilat e) lihevkirineke “piştgirîya bêyî beşdarbûna hikûmetê” bi FFyê re mohr kiribû, hilbijêran êdî fêm kir ku ne mimkin e mirov sîyaseta yekê ji wan red bike û dengê xwe bide ya din a ku timî hevalpişkê ya pêşî bû. Nexwe, divîya berê xwe bidin partîyeke din. SF wekî namzeda îdeal xwe da der. Hin endamên wê bûn xwedîyê wê serfirazîyê ku berê partîyê bidin mijarên civakî. Ev mijarên civakî ji pirsa neteweyî bêhtir nêzîkî derd û mijûlîyên xelkê ne. Wan bi mijarên stara di malekê de (lojman) û tendirustîyê dest pê kir.

Di sîstema lêmiqatebûna siheta mirovan a bi du lezên cihê ya welêt de % 45ê xelkê ku sîgortayeke wan a taybet heye, dibe ku neçin û nekevin dorên dirêj. Yên mayî divê bi sebr û semax bin: di erefeya hilbijartinan de lîsteya kesên li benda qewlekî ji bo dîyarkirina civanekê li cem bijîşkekî pispor 556 770 kes bû. Ji van 107 040 kes ji bêhtirî hijdeh mehan li benda randevûyekê bûn, ev jî di nava serjimareke welêt a bi giştî ya 4.9 milyon de. Li ser lîsteya ji bo dermankirineke li nexweşxaneyê 67 303 kes hebûn. Strukturên ku derbên kêmkirina budceyî xwarin, ne xwedîyê derfetan in: di sibata 2010î de 110 hezar nexweş li ser sedyeyan hatin bicihkirin, ji ber ku cih kêm bûn. Hîna Covid-19ê jî derba xwe lê nexistibû.Herçî stara li xanîyekî ye, Dublîn di nav wan paytextên ewropî yên li wan mîqdara kirê herî zêde de li serî ye. Bi awayekî nîvekî, ji 2012an ve jî % 70 kirê zêde bû. Di navbera 2015 û 2018an de hejmara kesên mezin ê bê stargeh hema hema du qat zêde bû (% 95 zêde bû) û hejmara zarokên bê stargeh bêhtirî ji sê caran li berê zêde bû (% 228 zêde bû). Li welêt êdî bêhtirî 10 500 kesên bê stargeheke sabit (BSS) hebûn; berê hîç hejmara wan nebûbû evqas. (3) Tevî ku budceya nûkirin û avakirina stargehên [lojmanên] civakî di 2008an de 1.4 milyar euro bû, ev mîqdar sala 2014an kêm bû û bû 167 milyon. Encam: Avakirina stargehên civakî xwe xar berdaye jêr. Di 2009an de 5300 lojman hebûn û sala 2012an ev kêm bû, bû 1000; û sala 2015an bi tenê 476 man. Hejmara malbatên li ser lîsteyên ku li benda stargeheke civakî ne, sala 2005an 43 hezar bû û ev hejmar di 2017an de bilind bûbû û bûbû 86 hezar. (4) Li şûna ku lojmanên nû ava bike, hikûmetê tercîh kir ku alîkarîyê bide kirêdarên arizî: yanî wê krîz girantir kir bi wê yekê ku wê taleb zêde kir bêyî ku hewl bide derpêşîyê teşwîq bike.Wekî li welatên din ên Ewropayê, li Îrlandayê jî xeyrî menqûl li îştaha veberhênerên sazûmankirî yên li pey randimana karîner bûn hat vekirin; ev jî di nava aborîyekê de ku jixwe wekî din jî tu tişta pêşkêş bike hema hema nebû. (5) Hikûmeta îrlandî sala 2013an awantajên bacê cihbicih kirin ji bo yedîemînên firotina mal û milkan (YFMM) tevdîrek e ku armanca wê teşwîqkirina çêkirina wan fonan e da ku sermayeya xwe li

xeyrî menqûlan razînin. Hikûmeta îrlandî bi vê jî derfet da “fonên kerxuran” ji nû ve nirxên menqûl û deynên jehrî [toksînî] bikirin. (6) Awayekî xebitîna van fonan ew e ku milkên xeyrî menqûl desteser bikin; ji bo van xeyrî menqûlan jî wan ew mafê fermî bi dest anîye ku wan bi pêş ve bibin, nû bikin û wekî lojmanên luks yan jî xeyrî menqûlên ji bo ticaretê bixin bazarê. Yên din parselên erdan

(carinan ev erdên dewletê ne ku bi erzanî didin wan) berhev dikin û wan vala dihêlin da ku derpêşî kêm be û nirxên wan jî hilkişin jor. Di erefeya hilbijartinên sibatê de tabloya giştî ewqasî xirab bû ku patronên ku Dublînê ew gelekî gewî kiribûn jî hatibûne ber hawarê: “Lojmanên buha, mesafeyên zêde dirêj ên ji bo çûna kar, sîstemên tendirustî û perwerdeyê yên tenê hestû mayî: ev hemû cazibîya Îrlandayê wekî cihê lê manê, lê karkirinê û lê veberhênanê kêm dikin.” (7)Di çapemenîya navneteweyî de encamên hilbijartinên sibata 2020î bi piranî wekî encameke Brexitê hatin nirxandin; ev encam jî bi ya wan çûna ber bi yekbûnê ya girava Zimrûdî bi lez dike. Lê belê anketên piştî derketina ji lokalên dengdanê, bi vê vegotinê re nakok in. Du mijarên esasî yên fikaran, ji bo % 58ê xelkê, civakî bûn. Bi tenê %1ê hilbijêran behsa Brexitê kir. (8) Gelo pirsa civakî li welatê neolîberalîzma bêlixav û bêdizgîn vedigere? Ev e ya ku analîzeke aqilane ya encamên van hilbijartinên xwe disipêrin prensîpa “Yek dengê dikare bê dewrkirin” pêşnîyaz dike.Îrlanda li 39 herêmên hilbijartinê hatîye dabeşkirin. Her yek ji

wan 3 ta 5 parlamenteran dişîne Meclîsa Neteweyî. Bi giştî sed û şêst endamên meclîsê hene. Her herêma hilbijartinê pûsûla wê ya deng heye. Li ser vê pûsûlayê navê tevahîya namzetên ketine hilbijartinê hene, bi giştî duwanzdeh in. Hilbijêr li ber navê namzetê li ber dilê wan, hejmara “1” dinivîsin; piştre yên mayî li gorî rêza tercîha xwe bi hejmaran îşaret dikin. Li her herêma hilbijartinê

hejmara dengên ji bo namzetek bê hilbijartin lazim in, tên hesabkirin. Gava ku namzetek gihişt wê şêmûga ew dengê ji bo hilbijartina wî pêwîst, dengên ji wê zêdetir yên hilbijêran dane vê/vî namzetê/î bi awayekî mekanîk li namzetên tercîha diduyê ku bi hejmara “2” nîşankirî ne, tên parvekirin. Di dema van hilbijartinên dawî de namzetên Sinn Féinê beşeke mezin a dengên tercîha yekê wergirtin û bi awayekî rehet gihiştin kotaya dîyarkirî. Bi wî awayî ku girîngîya hilbijartinê herweha elaqedarî derketina holê ya rezerveke mezin a dengên zêde ye jî. Beşeke van a mezin ji namzetekî din ê çepgir re yan jî çepgirîya tundrew re çû û vê jî hişt ku gelek ji wan

bên hilbijartin. (9) Ji bo nimûne, li herêma hilbijartinê ya başûrrojavaya Dublînê namzetê hevgirtina çepgiran a bi navê Piştgirî Xelk berîya qezencê, Paul Murphy, piştî serketina namzetê SFyê SeánCrowe, li ser esasê vî awayê dewrkirina dengan, hat hilbijartin. Ew bi mezinahîya xwe mirovan ecêbmayî jî bihêle, guhertina dengan a sibata 2020î hema welê ji tune peyda nebû: ev encam gelek salên seferberîya xelkê ya bi ruh û karakterekî têkoşerane her mezin dibe, tacîdar dike. Pêla mezin a xwepêşandanên li dijî bidawîbûna belaşbûna avê (10) welat salên 2014 û 2015an hejandin. Vê milîtan û SF jî di navê de partîyên çepgir heyranî xwe hiştin. Vê jî tovên berxwendanê li dijî sîyasetên hikûmetê çandin. Sala 2015an referandûmeke neteweyî zewaca di nava du kesên ji heman cinsî de erê kir û ev yek hat qanûnîkirin (% 62ê dengan ji bo wê bûn). Ev jî di peywendîyeke bawerînemana bi dêra katolîk a ketî nav skandalên dengvedayî yên tacîza cinsî de pêk hat. Sala 2018an referandûmeke din a neteweyî betalkirina cezakirina jiberxwebirina zarokan (kurtaj) qebûl kir. Ev serketineke dîrokî bû ku bi kampanyayeke berfireh a ku çalakger û beşeke

mezin a xelkê anî cem hev, hat bidestxistin. Ji bo hinan ji xelkê, ev cara yekê bû ku gav diavêtin nav erdê sîyasetê.Li gorî gelek partîyên din ên beyreqdarên têkoşîna li dijî jixwekêmkirinê li Ewropayê, SF partîyeke bêhtir rastgir e. Wê jî xwe da ser pişta hêrsa ji ber krîza 2008an bi qulibandineke ber bi çepê ve. Hin endamên wê yên wekî Eoin Ó Broin ji demeke dirêj ve ye ku mijarên lojman û mirovên bê stargeh, kirine mijarên xwe yên li pêş, bi vê jî ew gilî û gazinên beşeke mezin a xelkê radgihîne. Ó Broin berîya bi hilbijartinan bi çend mehan kitêbek jî weşand. (11)Partîyê herweha ji nebûna rikberîyeke cidî ya çepgir sûd wergirt. Partîya Karker bi FGyê koalîsyonek çêkir û kir ku êdî bawerî pê neyê; FGyê di navbera 2011 û 2016an de bi hişkî sîyaseteke jixwekêmkirinê ya dijwar ferz kiribû. Herçî partîya piçûk a Keskan e, ew li gorî bipêşketina bîrewerbûna global ya li ser guhertina avhewayê xurt dibe, lê belê ew jî gelekî nerm û girêdayî çînên întelektuel, ên zêde xwende yên bajaran dimîne û ew bi kêrî seferberkirina girseyan nayên. Hevgirtina troçkîst Piştgirî, ji % 3ê dengan jî nebihurî.Krîza civakî, SF danî ser dikê û di rêza pêş de bi cih kir –ew dîrokî girêdayî Artêşa Komarxwaz a Îrlandî (IRA) ye–; ew partîyeke neteweparêz e ya ku hewl dide tevgereke xelkê ava bike bi armanca ji nû ve yekkirina Îrlandayê. Tevî ku ev ji bo xelkê wê derê, ne mijareke li pêş e jî, ev fikr ji referandûma brîtanî ya li ser Brexitê ya 2016an û vir ve xurt dibe. Ji % 52ê Îngilistanê ji bo ku Îngilistan ji Yekîtîya Ewropayê derkeve, dengê xwe da, lê belê % 56ê hilbijêrên Bakurê Îrlandayê dengê xwe ji bo mana di Yekîtîya Ewropayê de bi kar anî, ev jî tam wê rewa bike yekbûna welatê Îrlandayê. Ji hingê ve anket nîşan didin ku desteka ji projeya yekbûnê re her diçe mezin dibe: li Komara Îrlandayê piranîyeke hinekî bêhtir bûyî dixwaze referandûmek li ser meseleyê çêbe û li gorî hin anketan, li Îrlanda Bakur ewên ku pişta yekbûnê digirin di pratîkê de biqasî yên ku li dijî yekbûnê ne. (12)Herçî ew e, ka gelo di dema kurt yan jî navîn de mirov dikare xwe bigihîne vê armancê, ev meseleyeke din e. Helbet lihevkirina Îna Pîroz a ku dawîya şidetê li Bakurê Îrlandayê nîşan dike ya 10ê nîsana 1998an hat mohrkirin, derîyekî vedike li yekbûneke muhtemel, bi şertê ku xelkê her du alîyên sînor ve bê qebûlkirin. Li gorî metna lihevkirinê ji erkên Îngilistanê ye ku referandumekê organîze bike û rêzê ji encamên wê re bigire “heger xuya bibe ku mimkin e” ku piranîyeke hilbijêran meyildar bin ku dengê ji bo yekîtîyê bidin. Li alîyê din ev îfade mijara şiroveyan e. Ew eşkere çêl li wê yekê dike ku mirov dikare hesabê hêmanên wekî anketên li ser fikra raya giştî yan jî piranîya neteweparêz a encama hilbijartinan, bike.Di dawîya adarê de, herçî hikûmet e, avakirina koalîsyoneke FF-FG

Li Îrlandayê hilbijartinên parlamentoyê

Julien Mercille *___________

Osman Nasrawt: Firîna kevokan, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 18 x 24 cm

Page 13: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Dibe ku em ne mecbûr bin bawer bikin, wekî ku kovarek bê dudilî dibêje ku John

Ronald Reuel Tolkien (1892-1973) nivîskarê «berhema herî dewlemend û herî kompleks a sedsala XXemîn e», (1) lê belê li ber çavan e ku trîolojîya Mîrê Gustîlkan (2) 150 milyon nusxe firotin û bi adaptasyonên ji bo sînemayê yên Peter Jackson gihîşt asteke hê bilindtir: 3 milyar dollar (2,65 milyar ewro) ji salonên sînemayê bi dest xist, hevdeh Oskar wergirtin û di vê navberê de Amazonê jî ji ber rêze-weşanên wê, 250 milyon dollar (220 milyon ewro) berdêla mafê weşanê da. Tolkien, zêdetir mutewazî be jî, têra xwe balê dikşîne, ji ber ku ew yekane nivîskarê bîyanî ye ku bû xwedî şerefa pêşandaneke li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Fransayê (ji 22.10. 2019an heta 16.02.2020î) û Sîteya Aubusson a navneteweyî ya xalîçeyan ji nexşên berhemên wî sêzdeh xalîçe û xalîyekê çêdike. Dîyar e ku Tolkien yek ji stêrkên demê ye. Lê belê em baş zanin ku tu tişt li ser xeyala serdemekê bi qasî xeyala hunerî ya wî silav dike, ne ronîkertir e.Dîsa jî Tolkien dişibe qalibekî demode. Ew ê du şerên cîhanê nas bike, lê belê di esasê xwe de jîyana wî wekî ku ji bo perwerdeyê û berhema wî hatibe terxankirin. Li Oxfordê wekî mamoste, pisporê fîlolojî û wêjeya îngilizîya kevin, ew gotîkî (zimanê mirî yê berê Gotîyan) dipeyivî, noruwayî (zimanê skandînavî yê çaxê navîn), fînî bikar tîne û heyranê destanên bakurî Edda û Kalevalayê ye … Alimekî wisa ye ku xwe berdaye nava wêjeya ji bo zarokan bi Bilbo Hobbit (1937), dû re nêzî bîst salan wê trîolojîya xwe amade bike (1954-1955). Tu tiştê ecêb, di vê rewşê de nîne. Çawa be, Charles Lutwidge Dodgson, yê zêdetir bi navê Lewis Carroll tê nasîn, ew jî mamoste bû li Oxfordê (mamosteyê matematîkê) û wî jî xwe dabû çîrokên zarokan. Dîsa jî derbarê Tolkien de divê ev agahî were destnîşankirin: ew katolîk e û ev oleke kêmar e (minority) li Îngilistanê û ew pir girêdayî vê olê ye.

Gîyan ji madeyê bi hêztir e

Zanîngeh û bawermend bi awayekî mayînde ketine bin tesîra tiştê ku wekî «Tevgera

Oxfordê» hat binavkirin. Ev tevger li derdora oldarê anglîkan John Henry Newman (1801-

1890), ku wê paşî bi dengevaneke mezin veguhere katolîkîyê, pêk hat. Hizirînên wî yên li ser dîyarîya ji bo xwe, rola xweber-zanîna di bawerîyê de wê bibin zemîna rapirsînên gelek xiristîyanan bi taybetî jî yên brîtanî. Ew ji alîyê Léon XIII ve wekî kardînal tê tayînkirin. Léon XIII ku nameya wî Rerum Novarum (1891) ya ji alîyê Pîyus XI (1922-1939) ve wextê wê tê dirêjkirin, helwesta Dêra Katolîk a derbarê kar de jî pênase dike: desteka ji bo sendîkavanîyê lê belê dijberîya sosyalîzmê, pêşnîyara yekîneya malbatî wekî modela rêxistinkirina civakê. Ev têgihiştin wê teorîya aborî, dîstrîbutîzmê bi gewde bike: alîgir ji bo malûmilkê taybet lê ji yên aîdê şexsan bêhtir, yên li ser navê koman qeydkirî û têkildarî erd û amûran jî vegera li loncayan diparêze û bankayan red dike (eger ne mutualîst bin), civata cotyaran û zeneetkaran, li gel malbata wekî yekîneya civakî ya esasî dertîne pêş li ser bingeha redkirina her cure sîyaseta tundrew.

Tolkien wê hesas be ji bo ramana vê tevgera girêdayî bi bawerîya ku gîyan ji madeyê bihêztir e û herweha hişkehişk girêdayî fikrê dijdewletîyê ye. Lê belê ew herweha kete bin tesîra gerdûna mezin a William Morris (1834-1896) (3), resam û romannivîs, îlhamgirê ji Serdemeke Navîna îdeal, wergêrê sagayên [destan] îzlandî, çalakgerê vegera zeneetkarîya ku xweşikîyê pêşkêşî herkesî dike. Morris, hevsazkarê Lîga Sosyalîst li gel Eleanor Marx, pêşengê venûkirina hunerên pêkhatî, di heman demê de nivîskarê yek ji romanên pêşî yên wekî «fantazî» wê bihata binavkirin, Çavkanîya li Dawîya Cîhanê… Hizirînên olî û hesasîyeta ji bo hêmanên mîtolojîk, li Serdemeke Navîn a efsaneyî, li vir e tiştê dişibe komeke dostan, Inklingên ku ji salên 1930 heta 1940î, ji bo tiştên nivîsandine ji hev re bixwînin û guftûgo bikin wê li kafeyeke li Oxfordê werin cem hev. Di nava wan de Tolkien, Clive Staples Lewis û Charles Williams jî hene. Profesorê li Oxfordê, Lewis anglîkan e û beşa berhema wî ya têkildarî lêborînxwazîya xiristîyanî hê jî li Qralîyeta Yekbûyî navdar e. Lê belê ew bi taybetî bi rêzenivîsên Narnia (1950-1956), pirtûkên ji bo zarokan bi navûdeng e. Jîyana sewalan, sihêrbazî û hwd ji bo şerekî mezin ê Başî û

Xirabîyê mijarên van pirtûkan in.Endamê ji bo demeke kin ê Xaça-Pembe, ê anglîkan ew jî, Williams pêşengîya mezhebeke xiristîyan dike. Ev mezheba wekî «hevalên hevmîrateyê» tê binavkirin (bi awayekî nepayî, li nava rêzefîlma brîtanî Rapirsînên Morsê li Oxfordê derbas dibe). Ew bi taybetî romaneke fantastîk, Şerê Graal (Qada şîlo, 1990) dinivîse. Roman bi naveroka xwe ya têkildarî pêşengîya sipîyan li dijî sihêrbazên reş berhemeke serkevtî ye…Inklîng hejmarek bawermend, alim, kesên bi coş in û hemû hewl didin qeydîya «muhteşem» bijînin, tam li gorî hestîyarkirina beramberî raz û siran û lutûfê. Ji bo ragihandina peyameke xiristîyanî li cîhaneke ji xiristîyanîyê dûrketî.Ev mijarên bi coş, ev bawerî û ev guftugo ne, yên Mîrê Gustîlkan zindî dikin. Trîolojî, çênedibû ku tenê ji yek rûyê van tezan pêk bihata. Lê belê ew dibe neynika estetîk û komeke nirxên ku bergeheke cîhana sîyasî û rûhî pêşkêş dikin. Bi awayekî pir wêneyî em çîrokê bibîr bixin: Mîrê Tarîtîyan gustîlka yekane, amûra desthilatîya mutleq, ku ew ê pê hertiştî daxe rewşa koletîyê, afirand. Lê belê ew êdî bêgustîlk e. Hobbîtek, kesê gustîl lê hatîye spartin, mîsyona wî ew e ku ji bo rûxandinê gustîlê bavêje devera ku lê hatibû çêkirin. Li gel hevalbendên cihêreng, Biratîya Gustîlkê, ew ê bikeve nava lêgerîna xwegihandina armanca xwe, li nava xetereyên bêhejmar, ku yek tenê jî ji wan ne cazîbeya Gustîlkê ye. Armanc pêk tê û qralekî bi cazîbe wê ji nû ve bigihîje qralîyeta xwe…

Gerdûna vegera-gundewarîya xwetêrker

Şerê li dijî gîyana Xirabîyê û çîroka destpêkî ya lêgerîneke gîyanî, êşên wijdanî û

rêzgirîya ji bo serhişkîya hêza evîna ku dikare berjewendîya ezezî ya li cem fanîyan têk bibe (eynî çawa ew xwezayê bênavber zindî dike), «Mîrê Gustîlkan, wekî ku Tolkien ji dostekî xwe yê jesuît [cîzvît: terîqateke xiristiyanîyê] re dinivîse, bêguman berhemeke di bingeha xwe de olî û katolîk e. Bi awayekî bêhişmendî di destpêkê de, dû re jî bi hişmendî gava ku ji nû ve ez li ser xebitîm».Lê belê, bi hêzeke afirîner, bi kêf, ku derfetê didê ku xwe ji alegorîyeke rasterast dûr bixe, Tolkien di heman demê de tiştê wekî bîrbirineke îdeal a cîhana xwe, pêk tîne. Ew tişt ê xelkê lîderê li pey lêgerînê, li pey Hobbîtan «mirovên biçûk» an jî nîv-mirovan e, rastîyeke mirovî ya mutewazî, bi coş, a ji her hikûmetekê bêpar, hurmetgir tenê bi awayekî xweber ji bo rêzikên berê yên neguherî, xwe wekî cewhera hêzên nîzamê, eger ne yên sînoran bin jî, dibîne. Personajên [karakterên] ku wê kêm zêde paşê bi fantazîyê çav li wan were kirin û bên kopîkirin. Ev cîhan, a pir «veguherîye çavê navîn», sêhrê qebûl dike, lê belê haya wê ji pêşketina ramanê, teknolojîyê û hesta dîrokê tune. Li dûrtirî «kanên tarî yên hesin» ên Împeratorîya Xirabîyê karakterîze dikin, zeneetkar û gundî bextîyar dijîn, ji bo çêkirina xwarinên xweş û çîrokên xweş pir jêhatî ne, «van» ên ku «hertim bi hejmartin û pîvandinê re» mijûl in red dikin. Jixwe, lehengê birra yê çîrokê jî baxçevanek e...Ev modela civakê ya xweparastî, pîvandî, raberdayî nav hişê xwe û cîhana niştimanî, feodal lê bêyî şaşî, xemxurê tenê hinek zewqên jîyanê, lê belê baldar ji bo her tiştê hêşîn dibe û fêkîyan digire, hate silavkirin ji alîyê protestovanên salên 1960î ve û dijberî tevgera civakî ya îtalîyan (MSI) ya neofaşîst, ku di navbera 1977 û 1981ê de «kampên hobbits» saz dikirin. Trîolojî îro pir hêja ye li ber dilê gelek xwendevanên xwedî hestîyarîya hawîrparêz. Ev bêrîkirina ji bo gerdûneke vegera-gundewarîya xwetêrker, nebawer ji teknolojîyê, windakirina danûstandina bi rastîyên xwezayê re, muhtemelen ne amade ye vemire, piştî krîza tendirust a niha. Wê baş bûya ku bihata bîra mirov ku Biratîya Gustîlkê, di têkoşîna xwe ya bêhempa ya li dijî hêzên mirinê de, qiralek ji nû ve bi serûber kir.____________(1) Le Point Pop, hejmara-taybet «Mîrê Gustîlkan», Paris, 2018.

(2) Sê cildên wê dikarin bên peydakirin, li weşanên Christian Bourgois.

(3) Nivîsa Marion Leclair, «Estetê şoreşger» bixwîne, Le Monde diplomatique, kanûna paşî, 2017.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

13HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

bêhtir muhtemel xuya dikir, ji ber ku di navê de SF jî, partîyên navendê yên çepgir dîyar bû ku ji bo ku karibin koalîsyonekê ava bikin têra xwe parlamenterên wan nînin. Koalîsyoneke bi vî rengî hingê wê zelal eşkere bike ku her du partîyên domînant hema hema yek in. Û heger ew bersivê nedin daxwazên milet ên sîstemeke civakîtir û demokratîk, hingê SF wê bibe serketîyê mezin ê hilbijartinên bê.

* Lêkolîner (Li Geary Institute for Public Policy û School of Geography ya Zanîngeha College Dublin).

_______(1) Renaud Lambert, “Les quatre vies du modèle irlandais (Çar ruhên modela îrlandî)”, Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2010î.(2) Julien Mercille û Enda Murphy, Deepening Neoliberalism, Austerity, and Crisis: Europe’s Treasure Ireland (Kûrkirina neolîberalîzm, jixwekêmkirin û krîzê: Îrlanda wekî Xizneya Ewropayê), Palgrave Macmillan, London, 2015 û Emma Heffernan, John McHale û Niamh Moore-Cherry (bi birêveberîya wan), Debating Austerity in Ireland: Crisis, Experience and Recovery (Minaqeşekirina Jixwekêmkirinê li Îrlandayê: Krîz, Tecrûbe û Biserxwevehatin), Royal Irish Academy, Dublîn, 2017.(3) “The Daft.ie rental price report. An analysis of recent trends in the Irish rental market 2018 Q1 (Rapora buhayên kirêkirinê ya Daft.ie. Analîzeke meylên vê dawîyê di bazara kirêkirinê ya Îrlandayê de)”, Daft.ie, 2018.(4) Surya Deva û Leilani Farha, “Mandates of the Working group on the issue of human rights and transnational corporations and other business enterprises and the special rapporteur on adequate housing as a component of the right to an adequate standard of living, and on the right to non-discrimination in this context  (Erkên koma xebatê li ser mijara mafê mirovan û şirketên transneteweyî û şirketên din ên ticarî û raportorên taybet li ser stara guncaw wekî pêkhateyeke mafê standarteke guncaw a jîyanê û li ser mafê di vê peywendê de cudahînekirin)”, Komîserîya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, 22yê adara 2019an.(5) Marion Deniau, “Irlande, des bulles dans le béton (Îrlanda, peqpeqokên di betonê de)”, Le Monde diplomatique, nîsana 2018an(6) Michael Byrne, From Puerto Rico to the Dublin Docklands. Vulture Funds and Debt in Ireland and the Global South (Ji Puerto Rico heta bi Dublîn Docklandsê. Fonên Kerxur[Sîsalk] û Deyn li Îrlanda û Başûrê Global), Debt and Development Coalition Ireland (DDCI), 2017.(7) David Chance, “Start acting like a rich country: Ibec and EU call for infrastructure (‘Xwedanîna li stêrkbûnê wekî dewleteke zengîn’: Ibec û YE ji bo binesazîyê bang dikin)”, The Irish Independent, 27ê sibata 2020î.(8) Stephen Collins, “Detailed election 2020 exit poll results: How voters answered 15 questions (Encamên kite bi kite yên li ser sindoqên hilbijartina 2020î: Hilbijêran çawa bersiva 15 pirsan dan)”, The Irish Times, 9ê sibata 2020î.(9) Mary Regan, “How the Sinn Féin surplus will shape the next Dáil (Lixwezêdekirina Sinn Féinê wê çawa dirûvekê bide meclîsa bê)”, RTÉ, 11ê sibata 2020î.(10) Renaud Lambert, “La goutte d’eau irlandaise (Dilopa ava îrlandî)”, Le Monde diplomatique, gulana 2015an.(11) Eoin Ó Broin, Home. Why Public Housing is the Answer (Mal. Ji bo çi xanîyên dewletê bersiva pirsgirêkê ye), Irish Academic Press, Dublîn, 2019.(12) Simon Carswell, Brian Hutton û Freya McClements, “More than half of voters want Border polls north and south (Bêhtirî nîvê hilbijêran doza referandûma ji bo yekbûna Bakur û Başûrê [Îrlandayê] dikin)”, The Irish Times, 9ê sibata 2020î.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

Ji Katolîkîyê Heta William Morris, Bandorên J. R. R. Tolkien

Xewn û xeyala HobbîtanEvelyne Pieiller

______________

«Mîrê Gustîlkan» ku 150 milyon nusxeyên wê hatin firotin, berhemek e, ku bi dirêjahîya dehan salan, hîç demode nebû, berevajî, her çû ji alîyê

derdoreke firehtir ve hat pêşwazîkirin. Wisa xuya dike, ku rastî xeyalsazîyeke kollektîf a hertim zêdetir parvekirî hatîye û heta, ew xwedî kirîye. Lê belê pergala nirxan û têgihîştina civaka welatê Konte xwe dispêre sincekî sîyasî

yê cazîbeya wî ya arkaîk ne zelal e.

ALEXANDRA ALEXANDROVNA EXTER. – Senaryoya ji bo “Don Juanê di dojehê de”, 1929

Page 14: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Di nava çend salan de tevgera kurdî ya neteweyî li bin

guhê du şikestên mezin ket. Di çirîya pêşî a 2017an de Yekîneyên Seferberîya Gel (El-Heşd El-Şa’bî) yên ku Îranê ew perwerde kirine û efserên Îranî wan bi rê ve dibin ketin % 51ê erdên Herêma Kurdan (HK) ya ku kurd doza wê dikin. Armanca hikûmeta Heyder El-Ebadî ew bû ku referandûma îlona 2017an revîze bike; di referandûmê de % 93ê kesên çûn ser sindoqan ji bo serxwebûna HKyê dengê xwe dabûn. Berîya wê hikûmeta Bexdadê hin tedbîr girtin bi armanca ku bike kurd çong li ber wê daynin erdê. Wekî tê zanîn di nava van tedbîran de blokaja rêyên hewayî ji û ber bi balefirgehên kurdan li Hewlêr û Silêmnîyê ve; girtina derîyên sînor ên bi Tirkîye û Îranê re jî hebûn. Bi rengekî ku bi van tedbîran re li hev bike, Tirkîye û Îranê ambargoyek danî ser HKyê. Jixwe têkilîyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de di krîzeke kûr de bûn. El-Malikî lihevkirina li ser dana budceya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê (KRG) betal kir. Bicihkirina artêşekê, ya Fermandarîya Hêzên Dîcle (Qîdayet Quwat Dîcle) ya nûdamezrandî di navbera 2012 û 2014an de ji bo zextkirina li kurdan bû da ku ew dev ji doza xwe ya bicihanîna xala 140î ya Destûra Bingehîn a Iraqê berdin û herweha ji bo ku nehêlin kurd nefta xwe di ser lûleyên petrolê yên Tirk re îxrac bikin. Şikestina HKyê dîlemayên jeopolîtîk û lawazîyên strukturel ên hêzên sîyasî yên kurd ên Iraqî û şaşhesabkirina wan a bi tehlûke ya beramberî aktorên herêmî û navneteweyî nexasim jî ya hikûmeta DYAyê ku wekî hevgirên kurdan qebûl dibûn, eşkere nîşan da.Şikesta duyem Herêma Rojava xwar ya ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û hevgirên wê, ew wekî herêmeke xweser ragihandîye. Ev herêm di peywend û sedemîtîyeke dîyar û hişk a bi Bihara Erebî de bû piştî destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyeyê ji dawîya sala 2011an û pê ve. Bi rengekî ku neşibe rewşa li HKyê, ji bo kurdan û hevgirên wan ên ji nav refên kom û şênîyên Rojava yên etnîk û dînî yên ereb, xirîstîyan û yên din dihatin, aktorekî tenê hebû ku bêbawerî û bi neyarî bûyerên li herêmên kurd li wan dimînin, dişopand; ew aktor jî Tirkîye bû. Ya ber dilê Tirkîyeyê ew bû ku DAIŞa ku ji 2014an ve êrişî herêmên di bin tesîra Rojava de dike, karibûya zora hêzên eskerî yên Kurd YPGê (Yekîneyên Parastina Gel) bibira û nîzama sîyasî ya bi rêveberîya PYDê ava bûbû, bi dawî bihata. Tirkîyeyê çi heq û çi neheq bi rik û israr propagandaya wê yekê dikir ku PYD, YPG û rêxistinên nêzî wê di bin teftîş û çavdêrîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ne. Tirkîyeyê dixwest bi vî awayî bi awira xwe bûyera terorîzmê heta bigihîne PYD û YPGê û berfireh bike. Ji ber ku PKK ji ber tawana terorîzmê li dinya rojava qedexekirî ye, Tirkîyeyê dixwest bike ku rêxistinên li Rojava çalak û di warê îdeolojîk de nêzî PKKê jî wekî komên terorîst bên dîtin. Çawa tê zanîn DYA û endamên rojavayî yên Koalîsyona li dijî DAIŞê, êdî dest pê kir yekser yan jî ne yekser destekê bidin YPGê;

nexasim jî piştî şerê lehengî yê li Kobanî yê YPGê li dijî cîhadîyên DAIŞê.Tirkîyeyê bi awayekî birêkûpêk û israr wekî armanc dabû ber xwe ku bi dagirkerîyê dawîyê li Herêma Rojava bîne. Wan destpêka 2019an herêma Efrînê dagir kir û piştre bi kirineke ne şefaf a tirk-amerîkî herêma Rojava ya ji Til Ebyedê heta bi Serêkanîyê dagir kirin. Armanc ew bû ku ji deverên dagirkirî YPGê bikin der û cîhadîyên ereb û sûrîyeyî li wan deran bi cih bikin. Ev bi temamî dijberê wê armanca Obama û Trump ragihandî ya lawazkirina DAIŞê û cîhadîyên din ên tundraw bû û hîna jî wisa ye. Recep Tayyip Erdogan tu carî armanca xwe ya avakirina herêmeke parastinê ya li ser sînor û berdana bi dest cîhadîyan a wê herêmê xef nekir, veneşart. Çirîya pêşîn a 2019an plan heta bi

astekê çû serî. YPGê yekîneyên xwe ji sêgoşeya di navbera Hesekê, Qamişlo û sînorê Iraqê û ji başûr heta bi Feratê vekişandin.Ya ku zêde balê dibe ser xwe ew e ku DYAyê di her du çirîyên pêşî yên reş ên kurdan de di sala 2017 û 2019an de hîç xwedî li kurdan derneket. Para wan jî têde hebû ku stratejîyeke Roll-Back [şikandina dijber a eskerî] a hêzên herêmî, nexasim jî ya Îran û Tirkîyeyê, bi wan re jî hêzên hevgirên wan ên dînî û cîhadî ve dest pê bike û biçe serî.Ji bilî şaşîyên taktîk û nirxandinên şaş ên rêveberîyên kurd di her du rewşan de, hevgirîya bi DYAyê re bê alternatîf bû. Li Kurdistana Iraqê, hêza ku piştî şerê yekê yê Kendavê wekî hêza sîyasî û eskerî herêma ewle kêm û zêde biîstîqrar girt, DYA bû. Wê zor kir li Kurdên şerê hev di salên „birakujîyê“ de ji

1994an heta 1997an kirin, da ku aştîyê bikin. Rayedarên payebilind ên amerîkî û li pêşîya hemûyan jî Madeline Albright navbeynkarî kir da ku her du partîyên mezin ên Kurd PDK û YNK ber bi lihevkirinê ve daf bidin. Kurdan jî di vê hevgirtina nefermî ya bi DYAyê re ya ketî ser milê xwe bi cih anî. Kurd di nava mixalefeta iraqî de hêzeke girîng a sîyasî û eskerî bûn. Sala 2003an kurdan hevgirîya DYAyê kir, lê endama NATOyê Tirkîyeyê li eskerên DYAyê qedexe kir ku di şerê li dijî rejîma Sedam Huseyin de erda Tirkîyeyê bi kar bînin. Di çarçoveya stratejîya Avakirina Netewe ya DYAyê dayî destpêkirin de kurdan ji ya ku wan hêvî dikir kêmtir tişt bi dest anîn. Erê, destûra bingehîn a 2005an parêzgehên kurdan Hewlêr, Silêmanî û Dihok wekî herêmeke federe nas kir;

lê belê rewşa kurdên li derveyî HKyê nehat zelalkirin. Di xala 140î ya destûra bingehîn a Iraqê de bicihanîna qaydeyekê heta sala 2007an hatibû pêşdîtin, lê belê sîyasetvanên şîî yên ku dewlet bi rê ve dibirin (yên wekî Ibrahîm El-Caferî û El-Malikî û paşê El- Ebadî), ti pêdivîya bicihanîna vê xala 140î nedidîtin. Wan pişka xwe diavêt ser faktora demê, da ku pirsgirêkê bê çareserî biawiqînin. DYAyê wekî hêza hikimran li Iraqê tiştek nekir ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Di vê de roleke girîng a sê faktoran hebû.A- Pirsgirêka terorîzma cîhadîyên sunî gelek enerjî û angajmana DYAyê li xwe serf dikir. Bi ser de jî Muqteda El-Sadr û artêşa wî ya Mehdî ya şîî hatin û rewşa li Iraqê her çû bêhtir bêîstîqrar kirin. B- DYAyê bêhtir Iraqeke navendî ya xurt dixwest. Fikra federalîzmê ilehî ne daxwaza wan bû. Ew, berdêla didan kurdan bû ji bo ew di nava dewleta Iraqê de bimînin. C- DYAyê bawer dikir ku beramberî helwêsta dijminane ya dewletên cîran li dijî doza azadîyê ya kurdan, ji bilî dewamkirina hevgirtina bi DYAyê re tu rê û hilbijartineke din li ber kurdan nîne.Lê belê bi demê re pirsgirêkên kurdan bi Bexdadê û deshilatdarên şîî re mezintir bûn. Bi vî awayî sala 2010î DYAyê zexteke mezin kir li kurdan da ku ew destekê bidin Nûrî El-Malikî ji bo ku dewreke din wekî serokwezîr karibe bê hilbijartin. DYAyê demeke dirêj bawer dikir ku Iraqeke biîstîqrar divê armanca wê ya sereke be, da ku karibe eskerên xwe ji welêt vekişîne. Gava ku Obama di 2009an de bû serokê DYAyê, wî vekişîna eskeran ji Iraqê bi leztir kir. Berdêla vê jî zêdebûna bandora Îranê û pê re jî ya wan sîyasetvanên şîî bû ku hevgirê Îranê bûn. Nûrî El-Malikî ne ku tenê rêveberekî otorîter bû yê ku eşkere federalîzm red dikir, lê belê ew zilamê xurt ê Îranê û bavê manewî yê gendelîyê jî bû. DYAyê ji bo ku dewleta sala 2003an ji hev de ket ji nû ve ava bike, hema hema tu tişt nekir, lê wan desthilateke berê wê gelekî xurt bi mezheban hatibû dîyarkirin, ava kir. Ew rastîya ku cîhadîyên DAIŞê karîn di nava çend rojan de ji sê beşan yekê erda Iraqê tevî bajarê mezin Mûsilê havîna 2014an zeft bikin, lawazîya Iraqa nû nîşan da. Du mehan kurd û pêşmerge bûn armanca êrişên cîhadîyan. DYAyê, artêşa Iraqê bi sîlehên modern bigurçûpêç kir, lê pêşmergeyan ji hevgirê xwe yê qaşo DYAyê sîleh wernegirtin. Bi sîlehên sivik divîyabû pêşmerge bajarên Kurdan li dijî wan cîhadîyan biparêzin, yên ku bi sîlehên ji artêşa Iraqê hatibûn bidestxistin, berê xwe dabûn Kurdistanê û ber pê ve dihatin. Sala 2014an, piştî ku cîhadîyên DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kir, û sîstema bergirîyê ya Iraqê ya bi sîlehên modern gurçûpêçkirî lê moralê wê kêm ji hev de ket, serokê HKyê hizirî ku wext e mirov referandûmekê ji bo serxwebûna Kurdistanê bike. Barzanî mafdar bû gava wî dîyar kir ku dewleta Iraqê ya hema hema 100 salan

14 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Osm

an N

asra

wt:

Kev

ok û

hey

v,

Boya

xa rû

nî li

ser t

ûwal

ê, 3

6 x

60 c

m

AMERÎKA, BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê re

Prof. Ferhad Seyder*

__________

Osman Nasrawt: Gundek, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 24 x 30 cm

Page 15: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

piştî damezrandina xwe ya bi destê brîtanîyan hîna dewleteke qels e û êdî wext e ku kurd ji vê projeya bibinketî xwe qut bikin. Rêveberîya DYAyê di şexsê John Kerry de ji nû ve zext li kurdan kir da ku vê gava xwe bipaşve bixin. Lê gava ku sala 2017an DAIŞ hat şikandin, pirsa referandûmê di nava raya giştî ya kurd de ji nû ve hat minaqeşekirin. Di tebaxa 2017an de serokê HKyê Mesûd Barzanî ragihand ku ew ê tedbîrên hiqûqî û yên sazûmanî bigire da ku referandûma li ser siberoja HKyê organîze bike. DYAyê ev fikr red kir. Gava ku dema referandûmê (26 Îlon 2017) nêzîk bû, dîplomatên li Iraqê çalak, nexasim sefîr Douglas Silliman û “Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê ji bo Koalîsyona Global a li dijî DAIŞê” Brett McGurk çalakbûneke wan a darîçav ji bo ku referandûmê asteng bikin, xwe da der. Li pişta vê yekê mulaheza û mitaleyên têgehî û taktîk hebûn. Silliman wisa difikirî ku Heyder El-Ebadî ne ilehî li pey xurtkirina bandora Îranê li Iraqê ye. Le belê ev jî bi tenê qebûleke zelûl bû. Di dema desthilata El-Ebadî de Seferberîya Gel a alîgirê Îranê çêbûn. El-Ebadî yê ku pişta karîgerbûna walîyên Îranê û xasma ya Qasim Suleymanî girt û jixwe wî ev mimkin jî kir. Wekî din ew ne sirek bû ku pir bi dilê El-Ebadî bû ku statuya taybet a HKyê bi dawî bike. Têkilîyên Silliman yên xurt û samîmî yên bi serekê milîsên Bedr, Hadî El-Emîrî re wekî rûnê ser kezebê bûn ji bo helwêsta wî ya alîgirê şîîyan û ne ilehî dijîranî. Ev têkilîya samîmî bi rêya sefîrê Brîtanyayê Baker pêk hatin. Wî bi awayekî zelal roleke xurt a Îranê li Iraqê wekî faktoreke îsqîrarê didît. Paşê serokê DYAyê Trump, El-Emîrî wekî terorîst ragihand. McGurk bi rola dijberê bi israr û hişk ê referandûmê rabû. Muhtemel e ku li pişt nameya nefermî ya wezîrê karê derve yê DYAyê Rex Tillerson ji serokê HKyê Mesûd Barzanî re jî ew hebû. Di vê nivîsê de ew rica dike referandûm ji bo çend salan bê bipaşvexistin. Heger têkilîyên Bexda û Hewlêrê hingê jî ber bi başbûnê ve neçin, hingê kurd wê karibin referandûmê dîsa li dar bixin. Hingê, dema serokê Kurd ji dîplomatên Amerîkî pirsî, ka gelo hingê DYA wê piştgirîya encama referandûmê bike yan na, wan nexwest vî şertê ji bo bipaşvexistina referandûmê erê bikin. Gava cîhadîyên şîî yên Seferberîya Gel tevî tankên Abraham ên Emerîkî bi fermana efserên pasdarên Îranê bi ser herêmên kurd de girtin, Silliman, Tillerson û serokê wan Donald Trump hema welê hîç reaksîyon nîşan neda. Ya xuya ew bû ku DYAyê dixwest yekane hevgirê xwe li Iraqê yanî kurdan bîne ser rê û disîplîne bike ji bo ku serokwezîr El-Ebadî xurt bike. Kurdan bêhtirê nîvê erda xwe ji dest da. Faktora kurd li Iraqê hat lawazkirin. DYA li pey wê xeyal û îlûzyona xwe çûn, ya ku li gorî wê El-Ebadî, hevalekî Suleymanîyê paşê wê bihata kuştin, wê bandora Îranê kêm bike. Piştî hilbijartinên Iraqê yên 2018an, Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo ji “hevgirên”

kurd re wekî ku maqûl be pêşnîyaz kir ku ew destekê bidin namzetîya ji bo erka serokwezîrtîyê ya El-Ebadî. Prosedureke dûrî aqilan, Yê ku şer li dijî HKyê ragihand El-Ebadî bû, dîsa ew bû yê ku li şûna peyva Kurdistanê peyva ku kurd red dikin, Bakurê Iraqê danî.Çirîya pêşî ya duyem ya reş (ya 2019an) encama lîstikeke sîyasî ya neşefaf bû ya ku serokê amerîkî Donald Trump jî beşdarî wê bû. Ji destpêka fermî ya têkilîya DYAyê bi YPGya kurd û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) re mesele

hevkarîya di şerê li dijî DAIŞê de bû. DYAyê nedixwest bi destpêka çalakîya eskerî ya Koalîsyona Global di sala 2014an de eskerên xwe li Surîyeyê li ser zemîn wezîfedar bike. Heger wan tenê êrişên hewayî bikira, muhtemel e ku îro jî DAIŞ li Surîyê hebûya, û li paytexta xwe Reqayê hazir û desthilat bûya.Ji ber wê yekê DYAyê erênî pêşwazî kir gava ku YPGê û paşê hêzên eskerî yên QSDê rola pîyadeyên Koalîsyona Global a li dijî DAIŞê girte ser xwe. QSD eskerî bi lez bi pêş ket û jê hat sala 2017an Reqayê ji DAIŞê paqij kir. Û piştre heta bi Dêra Zorê jî bi pêş ket. DAIŞ di pratîkê de di şer de têkçûbû. Pirsgirêka sereke ya di hevkarîya QSD û DYAyê de tirsa dewleta Tirk bû ku her û her gazin dikirin ji wê yekê ku YPG, QSD û yên din rêxistinên terorîst in. Ji ber vê yekê tu carî hevgirîyeke sîyasî di navbera QSD û DYAyê de çênebû. Çi kêm û çi zêde, ya heyî hevgirtineke li meydana şer bû li

dijî DAIŞê. Rayedarekî fermî yê DYAyê xebero ev girêdana hanê weha terîf kiribû:“Em YPGê wekî hevgirekî DYAyê nabînin. Hevgirê me Tirkîye ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji destpêkê ve zelal nîşan dan ku operasyonên me yên eskerî yên bi YPGê re demkî ne û armanca wan şerê li dijî Dewleta Îslamî ye.“ (1)Ev têkilî ne hevgirtineke sîyasî bûn û ev dîyar û zelal bû gava ku Tirkîyeyê destpêka 2018an herêma kurd Efrîn dagir kir. DYAyê hema bi lez û kurtî got, Efrîn li derveyî

hevkarîya bi QSDê re ye. Tesbîteke zelal bû ji bo wê yekê ku DYA naxwaze QSD bêhtir bi pêş keve û desthilata xwe ya de facto li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê berfireh bike. Helbet ev daxuyanî di warê exlaqî de ne aqilane ye. DYA bi QSDê û di pratîkê de bi kurdan re gelekî bi awayekî oportunîst miamele kir. Niha ew pirs li meydanê ye, çima DYAyê li dijî Erdogan ya xwe bikin yan jî nexwestin bikin. Ji destpêka têkilîdanînê û vir ve DYAyê hewl da bikaranîna qubale ya binavkirina terorîzmê ya Tirkîyeyê di miameleya bi YPGê re red bike. DYAyê hizra xwe wisa îfade dikir ku PYD û YPG rêxistinên cihê ne. Vê argumentasyona hanê ya qels nekarî Tirkîyeyê qaneh bike. Herçî DYAyê wê li alîyê xwe nedixwest bi Tirkîyeyê re bikeve îxtîlafeke sîyasî. Loma Tirkîyeyê ti carî nekarî piştrast bike ku QSDê yan jî YPGê careke tenê jî çalakîyên eskerî li dijî Tirkîyê kiribin. Herçî ew e ku Tirkîye dixwaze îdîayên xwe bisipêre xala 151an ya Peymana Neteweyên Yekbûyî, li

ser hîmekî ne saxlem hatîye danîn. Tu êrişkarîya QSDê li dijî Komara Tirkîyeyê çênebûye. Ew kulta şexs a ku PYD û YPG li dora Rêberê PKKê ava dikin, nikare wekî êrişkarîyê bê dîtin. Ji dagirkirina Efrînê û vir ve, Erdogan li pey hev gelek caran û tim û daîm zelal nîşan da ku armanca wî ew e herêma sînor li alîyê Sûrîyê, yanî herêma ku xelkê kurd lê dimîne, dagir bike. Dawîya 2019an Erdogan zext li DYAyê kir da ku vê plana Tirkîyeyê erê bike. Loma qederê 5000 eskerên

DYAyê li vê herêma behsa wê tê kirin, hebûn û ew gelekî ji nêz ve bi hêzên eskerî yên QSDê re dixebitîn. DYA ji 2015an ve pêşî YPG û paşê QSD çekdar kir. Serok Trump pêşî hişk reaksîyon nîşan da û gef li Tirkîyeyê xwarin bi wê yekê ku ew dikare zirarên gelekî mezin bide aborîya Tirkîyeyê, heger ew herêma QSDê dagir bike. Lê gelek neket neqebê, ew çû ser fikra kirina dewrîyeyên hevpar ên bi eskerên Tirk re li wê herêmê. Tişta qewimî ew bû ku Trump hêzên eskerî yên QSDê di şerê li dijî cîhadîyên îslamî yên Tirkîyeyê ji bo vê armancê perwerde kiribûn, tenê hiştin. Hinek endamên Senatoya Emerîkayê xîyaneta Trump protesto kir. Herweha çapemenîyê jî xeta çeprast a ecêb a Donald Trump ê ku xîyanet kirîye, li hevgirekî di şerê li dijî DAIŞê de bi awayekî hişk rexne kir.Ya rastî, tu plana DYAyê nebû ji bo dema piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê. Ji ber ku têkilî eskerî bû, çawa ku piştî “serketina” li dijî

DAIŞê Trump da zanîn, tu sedem yan jî bingeha ji bo têkilîya DYAyê bi QSDê re nema. DYAyê bi du aktorên kurd re têkilî danîn ku wan yan ji ber sedemên sîyasî xwestin bi rengekî silbûyî dewam bikin (HK), yan jî ji ber sedemên oportunîst bi carekê xwestin wê têkilîyê bi dawî bikin (Rojava/QSD). Helbet, ev çerxkirina hanê dikare wekî xîyanetê bê nirxandin, (2) lê belê ew ji xisleta peywendîyên taybet ên bi aktorên di hiqûqa navneteweyî de nayên naskirin e. Ji ber vê yekê tu carî sîyaseteke ji bo kurdan a Amerîkayê ya ku xwedîyê xetên xwe yên strukturel û sazîyên xwe be, çawa ku di navbera dewletên hikimran de hene, çênebûye. Tevî ku nûnerîyeke DYAyê li Hewlêrê heye, ew beşek ji nûnerîya dîplomatîk a emerîkî ye li Komara Iraqê.Têkilîyeke di navbera entîteyekê û zirhêzekê de têkilîyeke welê ye ku zirhêz kengî bixwaze wê têkilîyê dikare bi dawî bike. Têkilîya DYAyê bi HKyê re qismî xwe disipêre pêdivîya her du alîyan ku bibin hevgirên hev ên sîyasî. Kurdên Iraqê gelek dehsalan hêzeke sîyasî ya girîng bûn li Iraqê. Lê belê kurdên Sûrîyeyê ne xwedîyê nirxekî bi vî rengî yê sîyasî bûn. Gava ku PYDê de facto desthilat kontrol kir, ew hêzeke kevîyê ma, ya ku girêdayî rêxistina sereke bû. Ji ber ku DYAyê PKK wekî Foreign Terrorist Fighters (Şervanên Terorîst ên Bîyanî-FTF) didît, wê nexwest sîyasî bibe hevgirê PYDê, nexasim ji ber ku PYD xwe wekî partîyeke Ocalanî dibîne. Vê rewşê têkilîya DYAyê bi hêza de facto ya li Kurdistana Sûrîyê re zehmet kir. Rewş li HKyê guhertî bû û hîna jî guhertî ye. Tevî krîzan jî DYA têkilîyên sîyasî bi HKyê û partîyên wê re datîne.*Kursîya Mustafa Barzanî ya Lêkolînên Kurdî, Zanîngeha Erfurtê.__________

(1) Phillipps, David L.: The Great Betrayal. How America Abandoned the Kurds and Lost the Middle East (Xîyaneta mezin. Çawa Amerîkayê kurd terikandin û Rojhilata Navîn ji dest da). London: T.B.Tauris 2019, rûpel 151.

(2) Phillipps, David L.: The Great Betrayal. How America Abandoned the Kurds and Lost the Middle East (Xîyaneta mezin. Çawa Amerîkayê kurd terikandin û Rojhilata Navîn ji dest da). London: T.B.Tauris 2019, herweha Bernard-Henry Levy: The Empire and the Five Kings: America‘s Abdication and the Fate oft the World (Împaretorî û pênc melik: Vekişîna ji textê desthilatê ya Amerîkayê û çarenûsa dinyayê). New York: Henry Holt & Company 2019.

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê

HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 15

Osm

an N

asra

wt:

Keç

eke

kurd

li se

r kan

îyê,

Oil

and

Acr

ylic

on

Can

vas,

24 x

30

cm.

Page 16: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

16 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Li Fasê çi diqewime? Tu kes nikare bersiva vê pirsê bide. Melik Mihemedê 6em jî nikare bersiva

wê bide. Melik bi awayekî fermî dabû zanîn ku modela rejîma bavê wî Hesenê 2yê, yê ku di sala 1999an de jê re mîras ma, gihîştîye sînorên xwe.(1) Di erefa cejna tac û text de, di tîrmeha 2019an de, Mihemedê 6em ya dilê xwe careke din îfade kir: “heger lazim e mirov objektîf bifikire, divê mirov rapora erênî derbarê bipêşketin û bidestxistinên rejîmê de bi çavên rexnegir binirxîne, ji ber ku van bipêşketinan hîna têra xwe tesîr li ser tevahîya civakê nekirîye”. (2)Ev modela em behsa wê dikin ya monarşîyeke gelekî bi hêz e ku bipêşketina aborîyeke ultralîberal misoger dike. Ji bo vê jî projeyên mezin yên li ser navê rêxistinên giştî yên dewletê tên meşandin, pêk tîne: wekî xeta trena bi lez (LGV) ya di navbera bajarên Casablanca û Tanger de, yan wekî herêma bazirganî û pîşesazîyê ya Lîmana Tanger Med, projeyên wekî Teatra Mihemedê 6em li Casablancayê, yan jî projeyên çêkirina otobanên nû... Rast e ku projeyên bi vî şiklî li alîyekî, navneteweyî gelekî hatin ecibandin û wan hişt ku Mihemedê 6em 20 salan meliktîyê bike bêyî ku medya, medayayên fransî jî tê de, bi xirabî behsa wî bikin. Ji Parîsê heta nava bajarê Rabatê, herkes bi sempatî gavên vî melikî (bê petrol) yên têkilîyên baş bi rêveberên bazirganîya Afrîkayê re danîye, dişopîne. Ew teyrek e ku ji destê wî hat bêyî zehmetî di nava meydana navneteweyî û nirxên wê de întegre bibe. Wekî nimûne, mirov dikare bîne ziman ku yek ji hilberînêrên sereke yên pîşesazîya erebeçêkirinê û balefirçêkirinê welatê wî bû. (3) Lê belê li welatê Fasê, xeyal wekî avê diherike bin erdê û winda dibe. Av ji bo pêdivîyên tûrîzma girseyî û çandinîya zêdeyî hed tê bikaranîn û tê xilaskirin. Di minaqeşeyên li derdora melik de tên kirin, xuya ye ku rexnekirina newekhev belavbûna dewlemendîyên welêt, şûna teorîya Trickle Down a lîberalîzmê girtîye [li gorî wê, dewlemendîya kesên herî zengîn bi şiklekî dîsa vedigere nava aborîya giştî, yan bi veberhênanê, yan jî bi rêya xerckirina pereyan; têbînîya wergêr]. Di raporên xwe yên dawî de, Dadgeha Muhasebatê, Bankaya Navendî û Konseya Aborî Civakî û Hawîrdorî (CESE) hemûyan bal bire ser pirsgirêkên bingehîn ên welêt. Wisa xuya ye ku her tişt baş diçe: wekî ku hatî plankirin mezinbûna salane ya Nirxa Hilbêrinê ya Brut (NHB) ku ji bo sala 2020î wekî % 3.5 tê texmînkirin (4), buhayên ji bo metayên serfkarî û berxurîyê baş hatine kontrolkirin (% +0.6), hejmara bêkaran kêm bû û bû % 9.2 (di sala 2018an de % 9.8 bû). (5) Di dawîya çirîya pêşî ya 2020î de serokwezîr Saadeddine El-Othmani li ber pasteyekê harîqulade ku hejmara “53” li ser e disekinî û bi bişirînekê poz dida kamerayan. Li hemberî wî nûnerên navneteweyî (ji Almanya, Swîsre, ji Bankeya Dinyayê û yên din) hene. Ev hejmar rêza Fasê ya 2020î ye di nava rêza welatan de ku li gorî

kapasîteya wan a “doing Business” –yan jî “jêhatîbûna welatan ya ticaretkirina bi hêsanî”– bi destê Bankeya Dinyayê her sal tê çêkirin. Meliktîyeta Fasê di rêzê 7 derece bi pêş ve çûye. (6)Lê belê tenê hindikahîyeke piçûk xwedîyê wê derfetê ye ku parçeyekî ji vê pasteyê bixwe. Wexta mirov behsa reqemên muhim bike, wekî faktorên rewşa civakekê dipîvin yan jî wekî asta bipêşketina insanî, rengê Melikîyeta Mihemedê 6em diguhere: nîşanên Bipêşketina Însanî (NBI) ya di çarçoveya Bernameya Neteweyên Yekbûyî ji bo Bipêşketinê (BNYB) bi awayekî eşkere nîşan didin ku: di sala 2019an (7) de, di nava kategorîya “Bipêşketina insanî ya navîn” de, welat di rêza 121ê de ye. Yanî gelekî piştî herdu welatên cîran Cezaîr (ku di rêza 82an de ye) û Tûnis (ku di rêza 97an de ye) tê; ev herdu welatên din di nava welatên kategorîya “Bipêşketina insanî ya bilind” de cih digirin. Ev yek jî elîta fasî ku timî pesnê melikîyeta xwe dide û di heman demê de gazinan ji rewşên arîşeyî yên cîranên xwe dike, têra xwe aciz dike.

Welat di warê perwerdeyê de dereng dimîne

Ev rêza 121ê rastîyeke gelekî berbiçav nîşan dide. Pisporê bipêşketina herêmî yê ku bi hikûmeta heyî re kar dike, hikûmeta ku Partîya Edelet û Bipêşketinê (PEB ku îslamîst e) wê bi rê ve dibe, Taïeb Aisse rewşê weha rave dike: “% 10ê welatîyan di rewşa xizanîya zêde yan jî mutleq de ne. Yanî tu tişta van insanên ez behsa wan dikim, nîne, tu hatinîyeke wan nîne. Ev rewşeke gelekî xeter e!” Ji xeynî vê xizanîya mutleq, çîna navîn jî mexdûrê vê ferqa zêde mezin a di navbera wê tişta li Fasê mirov jê re dibêjin “vîtrîn” û rastîya welêt de ye.

Gava mirov li bakurê welêt digere, ev vîtrîna hanê baş darîçav e. Gara Casa Voyageurs bi qasî ya Rabat û Tangerê rohnî ye. Lê belê, ji pencereyên TGVyê –a ku sê par ji çaran dagirtî ye– ya ku di ber behrê re saetê 314 kîlometreyan dilezîne, ji deqîqeyên pêşî û pê ve em erdên fireh ên qûmî dibînin ku qismî deverên bi xanîkên ji teneke, birîket yan jî ji betonê şên li ser in. Rayedaran kevîyên bajaran ên

ji kolîtan ên êdî bûbûn sembol, vala kirin, wekî Sidi Moumen, ew quncika feqîrîyê li kevîya Casablancayê ya ku terorîstên êrişên sala 2003yan dihewandin. Pêre pêre şênîyên wê li deverên din hatin bicihkirin; di nava sîteyên bi dehan avahîyên wekî hev ên herî zêde pêncqatî de. Li wir ne binesazî hebû û ne jî derfetên veguheztinê. Ev bajarên bi lez hatî avakirin, tercîhên Fransayê di nîvê salên 1950-1960î de tîne bîra mirovan, hingê banlîyoyên wê hew careke din hatin ser hemdê xwe. Li vir mirov feqîrîyê tune nake: cihê feqîrîyê tê guhertin, ew ji navenda bajaran û ji mêvanên bîyanî tên dûrkirin.

Xeteke TGV / trêna bilez ya ku bûbû problem

Rêya ji bo gera peyayan a Tangerê par temam bû, ew di ber plajê re dirêj dibe. Wê meyxaneyên kevin dan alî, bera wan temaşekerên serxweş û tacirên gelek cureyên narkotîkê û hişbiran da. Bi şev, sûrên rohnîkirî yên bi navenda bajêr ve derfeta nihêrîneke yekane ya li tengava Cebelî Tariqê didin mirovî. Lê derdê xelkê li deverên din e. Mamosteyeke dibistaneke

navîn a dewletê, li bajêr Samira T. ya 30 salî bi ofînekê dibêje, “Fas, hêsan e: Tiştekî mirov bike nîne, zehmetî li her derî ye, heta, ji bo ku mirov kaxezên herî kêm ên îdarî bistîne jî. Miameleya kêzikan bi mirovî re dikin.” Tecrûbeya wê ya şexsî paşvemayîna welêt a di yekê ji warên ku BNYB ji bo sinifandina xwe hesabê wê dike, nîşan dide: perwerde.

“Min çar salan li hawîrdoreke zehmet ders da, li Fnideqê, bajarekî gelekî muhafezekar e, gelek mêr ji vî bajarî çûn tevlî nav refên Rêxistina Dewleta Îslamî bibin. Gava ku ez li Tangerê wezîfedar bûm, min got qey wê jîyana min a rojane rehettir bibe. Lê nexêr, berevajîyê wê bû: ev bû destpêka bi rastî ya dojehê.” Jina ciwan bi anksîyolîtîkan hijdeh mehan ji ber depresyonekê hatîye dermankirin û hîna ew bi zor nû hatîye ser hemdê xwe. “Dîsa jî tax wilo zêde ne xizan bû. Hema hema tabletên hemû xwendekaran hene. Lê şertûmercên dersdayînê, ne yên ku mirov xwe li wan ragire bûn,” rave dike, ew jina wê roja hanê xwe hazir dikir dersa fransî bide sinifeke bi 49 xwendekaran! Û vê jî, ew ji bo 520 euroyan mûçeyê mehane dike. “Ez li gundekî wenda mezin bûm, gundekî ji her tiştî bêpar. Lê belê qet nebe li wê derê dibistana dewletê hebû, şansekî me hebû em jê derkevin. Îro roj, ast pir li jêr e.”Malbatên ji wan tê, berê xwe didin dibistanên taybet, lê belê ew jî bi asta xwe bi qasî yên dewletê newekhev in. Gelek raporên hem ji nava Fasê û hem jî navneteweyî îşaret bi vê rewşa bi tehlûke kirine. Qenaeta encama lêkolîneke Revue internationale d’éducation de Sèvres (Kovara navneteweyî ya perwerdeyê ya Sevrê) ev e: “ji bo sîstema perwerdeyê ya fasî bi pêş keve û mîsyona xwe bi cih bîne, reformeke radîkal heyatî ye.” (8) Di çileya pêşî ya 2017an de gava ku serokê hikûmetê hîna nû hatibû destnîşankirin, El-Othmani behsa tevdîreke şokê kir: Dawîanîna li belaşbûna perwerdeya li zanîngehê. Tercîheke ku CESEyê erê nekir. Serokê wê Ahmed Réda Chami, kadroyê berê yê Microsoftê, kevnewezîrê pîşesazîyê ji 2007an heta 2012an, vê şiroveyê dike: “em dikin ku mirov du caran pereyan bidin: pêşî bi bacan, piştre jî em wan ber bi wê yekê ve daf didin ku biçin dibistanên taybet.” Lê serokwezîr vê tercîhê û encama wê ya dawîyê diparêze. Ew dibêje, “Me hejmara xwendekaran serê sinifekê gelekî kêm kir. Êdî em bêhtir, li dora 40î ne. Çil û neh xwendekar, ev êdî îstîsna ye. Bi awayekî giştî me ji 2004an ve xizanî nîvî bi nîvî kêm kir. Fas bi pêş dikeve!” Herçî Samira T. Xan e, êdî tenê xeyaleke wê heye, ew jî derketina ji welêt e. Ew hêvî dike, ji niha heta bi du salan, ew êdî li Kanadayê bi cih bibe, li devera ku ew “rûmeta [xwe] ji nû ve peyda bike”.Pîvana duyem jî di sinifandina NBI de hatîye hesibandin: tendirustî. Othmane Boumaalif weha gazinên xwe dike, “Li Fasê mesele hêsan e: mirov divê tevahîya sîstemeke tendirustîyê ava bike.” Ev bijîşkê pratîsyen ê malê, ji nifşê milîtanên tevgera jê re “ya 20ê sibatê” dibêjin

Di navbera tûrîzm û projeyên mezin de, kuçeyên kor ên modêleke pêșketinê

Li Fasê, "wekî kêzikekê bi te re miamele dikin"

Pierre Puchot*__________

Osman Nasrawt: Xwezaya Kurdistanê, Boyaxa akrîlîk li ser tûwalê, 24 x 36 cm

Karbidestên Fasê yên ku tê gihîştin modêla aboriyê ya pêşketina wêlatî, bi taybetî jî di warê pêkanîna îmkanên kar de, negîhaştiye

armancên xwe, li stratejiyeke nû difikirin. Fikirîneke kur di çarçoveya pirbûna newekheviyan, derengmayînên wekî yên di warê tendirustiyê de ketibûn ser hev û domkirina protestoyên

populer ên ji alî “hirak”a Rifê ve pêk dihatin mohra xwe lê dabûn dest pê kiribû.

Page 17: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

e; ev tevger sala 2011an li ser şopa serîrakirinên li Tûnis û Misrê derket holê. Ew serokê Anfass (“henase” bi erebî) a demokratîk e. Ev komeleyek e ku bi awayekî bi rêkûpêk agahîyan têbînîyan çêdike. “Pirsgirêk di avahîyê de ye, strukturel e: rêza me ya yekê ya bijîşkên malê ku muayene bikin û piştre berê nexweşan li gorî nexweşîya wan bidin alîyê lazim, nîne. Li Fasê, nexweş yan diçe cem bijîşkî, heger berîya şeş mehan qewlekî dayne, yan diçe navenda nexweşxaneyê ya zanîngehê [NNZ] heger hebe, yan jî diçe dîspanserê. Bi temamî kaos e û mirov gelek caran berê xwe didin xwedermankirinê.” Ka ew ji bo wan nexweşxaneyên nipûnû yên bi hevkarîya Dewletên Kendavê hatin avakirin, çi difikire? “Radibin çend nexweşxaneyên vîtrîn ava dikin, gelekî baş gurçûpêçkirî ne. Lê ji tu kesî nayê ku heqê wan bide! Li kêleka wê, li Fasê çoleke xalî ya dêwane mezin a tibî heye, ji ber ku gelek bijîşkên me yên

pratîsyen koçî Almanyayê dikin, loma êdî dîplomayên wan li wir qebûl dibin.”Mirov çawa vê neqeba di navbera daneyên makroaborî yên ku bêhtir ên pesndayînê ne, binesazîyên bi fors û difre û kêmasîyên ecêb mezin ên di xizmetên sereke yên dewletê de rave bike? Aborîzan Najib Akesbi yê ku hîna nû ji Dibistana Agronomîyê ya Rabatê teqawid bû, weha rave dike: “divê mirov peywendîya sîstema sîyasî û pirsgirêkên aborîyê bi hev re dayne. Gava ku sîstema sîyasî biryarê bide bernameyeke çêkirina otobanê li pêş bigire, tevî ku rêyên gundewaran, pîstên ku gundekî bi gundê din ve girê didin li her derî ji hev de dikevin, ev ne ew tercîh in ku dikarin bên dewamkirin. Beşa Fes-Oujda [bi pere] ya gelekî buha, tenê bi % 10ê kapasîteya xwe dixebite. Elaqeya tercîhên veberhênanê bi pêdivîyên xelkê re nîne.”Nexwe, nebûna çavkanîyan

sedema yekê ya bêtewazûnîya aborî pêk naîne. Aborîzan weha dewam dike: “rêjeyeke me ya baş a veberhênanê heye (% 32), lê belê ew hem têra xwe mezinbûna aborî ava nake û hem jî têra xwe îstîxdamê çênake. Çima? Berîya bi deh salan, puaneke mezinbûna aborîyê teqabulî 35 000 cihên îstîxdamê dikir. Îro roj, ev kêmtir ji 10  000î ye. Karên mezin, mirovan tenê ji bo demeke sînordarkirî dixin kar. Wekî din, % 70yê veberhênanê jî ji fonên dewletê pêk tê. Ev binketina yekê ya ‘modela bipêşketinê ya fasî’ ye.”Di nava pêncî salan de yek ji biryarên rejîmê yên stratejîk ew bû ku di vê qumarê de her tiştî li ser aborîya bazarê û sektora taybet razîne ku dewlet bi berfirehî destekê didîyê; fikra li pey vê jî ew bû ku ev sektora taybet wê xwe xweber bike û bibe veberhênerê sereke. Ev tercîh binketineke patentkirî ye. Ji bilî ku kêm veberhênanê dike, sektora taybet tenê %10ê serjimara çalak dide xebitandin (ev jî 1.2 milyon kes in ji 12 milyonan, ji bo serjimareke bi temamî ya 36.6 milyon). Fenomeneke din a hêja ye em lê binihêrin: fenomena karkerên xeyalî ye. Di nava van 12 milyon kesên çalak de 2 milyon kesên qeydkirî hene ku mûçe wernagirin. Di nava vê kategorîyê de nexasim karkerên çandinîyê, karkerên li şirketên piçûk ên malbatê yan jî karkerên ciwan ên sinhetkar û dikandar hene.Chami li alîyê xwe rave dike, “Me nekarî wê rêjeya mezinbûna aborîyê ya 6 ta 7 ji sedî bi dest bixin. Êdî ji me re mezinbûneke aborî ya bêhtir dewam bike ya ku zêdetir ji mirovan sûdê wergire, lazim e. Me zêde pere li ‘hardware’ [binesazîyê] razandin û me têra xwe pere li software [li vir bi maneya nirxêlêzêdekirî] ranezandin.” Ev metafora ku bi awira pêşî mirovan cezb dike, gava ku mirov dizane piranîya xizmetan li Başûr nînin, zû li sînorên xwe diqelibe. Li şûna ku tevî ku xetek di navbera Casablanca û Tangerê

de heye mirov rabe ji bo TGVyekê xwe deyndar bike, ma ne çêtir e ku mirov [rêya hesinî ya] trênekê ji bo Agadîr çêke ku yek ji navendên sereke yên ji bo betlaneya ber perê behrê ye li welêt û cihêkî gihandinahev a girîng e ber bi herêmên li başûrtir ve ye.Pirs serokwezîr şaşwazî dike, ew bi xwe kesekî ji Soussê ye, herêmeke li başûrrojavayê Fasê. Ew meseleyê weha rave dike: “gava ku ez hatim meqamê serokatîya hikûmetê, biryar ji mêj ve hatibû dayîn. Yanî ev ne karê min bû. Ez bi xwe dibêjim, ‘Bila TGV bimîne û em hewl bidin trênê ji bo Agadir ava bikin’”. Gelek ji hevwelatîyên wî wekî wî nafikirin. Ji bo Akesbi, “TGV ji bo welêt felaketek e”. Aborîzan bi bîr dixe ku di destpêkê de ji bo ku xeta leza zêde ya trênê LGVê kar bîne, buhayê bilêtan divê di navbera 80 ta 120 euroyî de be; ji bo çîna navîn a fasî ev gelekî zêde ye. Ji ber wê, dewlet bi awayekî sûnî buha kêm dike û buhayê sefereke di navbera Casablanca-Tangerê de 25 euro ye. Akesbi weha rave dike: “Ofîsa Neteweyî ya rêyên hesinî [ONRH] ferqa di navê de dide û bi vî awayî bîlançoya xwe ya negatîf xirabtir dike, bi wî rengî ku yên ku bacê didin wê neçar xwe bidin bin milê wê. Mesrefa ku gava em bilêtê dikirin em perê wê nadin, em ê bi bacên xwe bidin”.Li meydana Jemaa-el-Fnaa, (9) ya ku bûyî îbadetgeha tûrîzmê ya sembolîk li Marakeşê, afîşeke pir mezin pesnê melik dide: “bîst salan avakirin” û “bipêşketina aborî”. Lê kêmtirî sêsed kîlometreyan dûrî wir peyarêyên jihevdeketî yên Agadirê (bi 400 000 şênî) bi bîr dixin ku her kesî sûd ji vê “bipêşketinê” wernegirtîye. Dîwarên ku dilopan dikin û zerbûyî yên termînala otobosan beramberî îhtîşama gara trênan a Marakeşê, dike ku mirov tercîhên aborî yên rejîmê bixe ber lêpirsînê. Avahîyên reng li wan nemayî yên li pey hev tên, navenda bajêr a bûyî xirbe. Wekî nîşana îhtîşama rojên bihurî li bajêr herî kêm sê qesrên

melik hene; lê melik ê ku bakurê welêt û derveyî welêt tercîh dike, pir kêm caran bi serdanekê şerefê dide wan. (10)

Aborîya demanê û monopolên cihê

Agadir, mexdûra tercîhên newekhev ên desthilatê, êdî cezakirî ye, mehkûmê paşvemayîna aborîyê ye. Herçî hecma kirarîyên vî birêveberê mekanên reklamê yê 37 salî ye yê ku di nava mişterîyên wî de McDonald’s jî heye, di navbera 2012 û 2019an de ji 100 000 euroyî daket 40 000 euroyî. “Em çawa bikin ku şirket bên heger êdî ji bazara reklamê % 4 temsîl bike beramberî % 12yê Marekeşê?” Mamosteyê teqawidbûyî yê dibistana destpêkê Mohammed Jaouhair, ew bi xwe dema xwe parve dike di navbera Agadir û Sidi Ifni de, rêyeke saetek û nîvê ya li ser xeta bakur. Ew rismê dûpişkekî reş ku wî bi telefona xwe girtî, nîşanî me dide û dibêje, “Wê roja hanê, li ‘gundewarî’, dûpişkekî bi min veda.” Vî endamê tevna Akal (bi zimanê berber “erd”) ya ku ji bo naskirina civaka Amazîx li başûrê welêt têdikoşe, rewş weha rave kir: “ji ber ku NNZ li wir nînin û ji ber ku min nekarî hêvi bikira qewlekî daynim li cem bijîşkekî, ez çûm dîspanserê. Wan got, ji bo min tu tişt bi wan re nîne! Ez bîst û çar saetan, di nava tirsê de dirêjkirî mam, li hêvîya ku ev bibihure”.

Destpêka çirîya paşî, Mihemedê 6em dîsa jî banga “hizirîneke cidî” li ser avakirina xeteke rêya hesinî di navbera Marakeş û Agadir de kir. (11) Lê belê sedema pirsgirêkên Fasê ne tenê tercîhên cihê nîqaşê yên qesrê ne; ew herweha ji avahîyê ne, yanî strukturel in, ji aborîya rantê û yekdestdarîyên cihê yên ku hîna di serdema mêhtingerîya fransî de hebûn û monarşîyê jî ew dewam kirin. Akeshbi weha şirove dike:

17HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

R. 18

Baxçeyê nepenî yê Hassan 2Ecritures de la survie en milieu carcéral [Nivîsên saxfilitînê li (wê) hawîrdora hepsê] (1) lêkolîneke hûr û kûr pêdaketî ya behsên saxfilitîyên ku ew tecrûbeya tecrîdkirina nexweş a “salên giran” yên serdema Hassan 2yê Fasê tecrûbe kirin, pêşnîyaz dike. Behsên derengmayî, di serdema melîk bi xwe de ne mimkin bûn, hingê sîstema sîyasî li ser çavtirsandinê û tunekirina her awayê liberrabûnê bi pircarîkirina terorê, ava bûbû; ev behs herweha delîl in ji wê yekê re ku Fransa jî di navê de berpirsîyarîya aktorên meydana navneteweyî di fetisandina rastîya hepsan de heye.

Metnên otobîyografîk bi destê çar endamên malbata Oufkir, didu ji sê birayên Bourequat, Ali û Midhat-René û şeş eskeran hatine nivîsandin. Sedemên hepskirina wan cihê ne: bûna ji malbata kadroyekê mehkûmbûyî, berberî, “tesadufa kujer a di dema şaş de hazirbûn”, angajmana di nava mixalefetê de. Mîqdara vegotina şideta li wan bûyî, behsa wan “amûrên” ku destûr da wan li ber xwe bidin, dutew û ducar dike.

Beşa pêşî ji malbata Oufkir re hatîye veqetandin, ew dîtira roja bidarvekirina generalî ya 16ê tebaxa 1972yan hatin girtin. Ji bo dayikê û şeş zarokên temenê wan ji 3 ta

18 salan, hingê tenêtîyeke qederê bîst salan dest pê dike; tenêtîyeke ku digihîje tecrîdkirineke ferdî ya mutleq a di hucreyên tarî de ku “armanca wan mirina ji birçîbûnê û nexweşîyê bû”: mirin divê hêdî be û hêvîneman divê ber bi dînbûnê ve bibe. Ji bo Malika Oufkir, êş û azar ji rêûresma kevin a cezakirinên bi destê qesrê ne.

Erê, dîn û ayîn û daxwaza parastina zarokên wê ji dayikê re dibin pişt, lê belê di dema hepsîbûna xwe de ji bo Raoufê 14 salî yan jî ji bo nuxurîya malê Malikayê, mîzeh, çand û xeyal “amûrên” ji bo saxfilitînê bûn. Û ev lazim bû ji wan re, ji bo berhemberbûna înfazkirina kuştineke sexte û hewldana xwekuştinê ya birayê piçûk ê heft salî.

Beşa diduyê ji bo birayên Bourequat hatîye veqetandin, herdu welatîyên Fransayê ne, ji mala xwe ya li Rabatê sala 1973yan hatin revandin “di nava xemsarîyeke mutleq a Fransayê de” li hepsên veşartî bîst salan hatin ragirtin, dehsalek jî li Tazmamartê bihurandin ya ku mexdûrên wê, wê wekî xirabîya mutleq dibînin, “awayê modernkirî yê zindanên serdema navîn”. Erê, ew jî behsa îşkence û şert û mercên girtîbûnê dikin yên ku zirarên vegera ji wan nîne, lê Ali Bourequat herweha portreyekî nexemilandî yê hikimranekî xedar xêz dike, yê ku “bûye bar li ser jîyana taybet” û dîsa jî welatên rojavayî hez jê dikirin, heman welatên rojavayî ji ber kontrolkirina tundrewîyê jî minetdarên wî bûn.

Ev lêkolîn bi dawî dibe bi gotinên eskerên li Tazmamartê ji 1973yan heta 1991ê girtî; hin jê piştî darbeya eskerî ya Sxîrat a sala 1971ê hatibûn girtin û yên din jî piştî meseleya Boeingê ya sala 1972yan hatibûn girtin; pê

re jî ew bi bîr dixe ku berpirsîyarîya her kesî ye “da ku piçûkxistinên bi vî rengî bi biryardarî bên eşkerekirin û ji holê bên rakirin”.

Darîçavkirineke din a vê xweberdana dojehê, vegotineke otofîksîyonê ye, navê wê A qui le tour (Dora kê ye)? (2); ev berhema nivîskar û rexnegirê fasî Abdelkader Chaoui ye. Mamoste û milîtanê koma marksîst a 23yê adarê, ji 1974an û pê ve 15 salan di wê tirsnakîya wê hepsê de ma ku Hassan 2 ew wekî “baxçeyê xwe yê nepenî” didît. Wî tercîh kir ku li şûna otobîyografîyê otofîksîyonê dayne, ya ku destûreke bêhtir a metaforkirinê dide û ev herweha destûrê dide wî ku êşa mexdûran bêhtir binivîse, bêyî ku di heman demê de memûrên înfazê biperçiqîne û ew vê hemûyî jî dike tevî xwerexnekirina ji ber peywendîyên xwe yên bi îdealîzma çepgir re.

Abdelkader Chaoui gava ku li ser cihê xwe yê li nexweşxaneyê li benda emelîyateke bi tehlûkeya mirinê ye, çîroka Abdelkader Chaoui jî dibêje. Karektera wî jî di navê de gelek karekter behsa wî dikin, pirdengîyek hizirînekê çêdike li ser angajmana wî û hêvîsarîyên insanî û sîyasî, hevaltî, evîn, jîyanê ...

(1) Jeanne Fouet-Fauvernier, Ecritures de la survie en milieu carcéral, Autobiographies de prisonniers marocains des années de plomb (Nivîsên saxfilitînê li (wê) hawîrdora hepsê, otobîyografîyên hepsîyên fasî di salên giran de), L’Harmattan, Parîs, 2019, 294 r., 31 euro.

(2) Abdelkader Chaoui, A qui le tour  (Dora kê ye)?, Presses Universitaires de Lyon, Lyon, 2019, 91 r., 10 euro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

ÇÎROK

Osm

an N

asra

wt:

Bêz

arî,

Boya

xa rû

nî li

ser t

ûwal

ê, 2

4 x

30 c

m

Page 18: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

18 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

“ev alîyê din ê binketinê ye gava ku mirov her tiştî li aborîya bazarê razîne. Rant, yanî peredayîneke bê kar û bê nirxekî lêzêdekirî, çalakîya aborîyê lareşî (kangren) dike. Em berê xwe bidin veguhestina mirovan: hûn dixwazin şirketekê di vê sektorê de vekin? Hûn ê nexwazin. Ji bo vê destûrek lazim e, yanî destûrdayîneke sîyasî. Mirov vê dide we, ne ku projeya we dikare bê pêkanîn, lê belê ji ber ku qesr hez ji we dike. Çavkanîyên xwezayî jî dikevin ber rantê. Di nava îndustrîyê de % 40ê şirketan radigihînin ew olîgopolîstîk [kêm firoşker ji bo gelek mişterîyan; têbînîya wergêr] yan jî duolîstîk [du firoşker ji bo gelek mişterîyan; têbînîya wergêr] in”. Ava di şûşeyan de, daristan, kanên qûmê, mîneral, lê belê herweha banka, sotemenî... Îro roj tu sektor ji ber vê qanûna destûrê nafilite.Melikê ketî nava gelek çalakîyên aborî –di navê de sektorê gelekî kar tîne ya bankeyan jî heye– hem endîşe dike ji bo xuyang (dîmen) xira nebe, hem tesîra xwe ya li ser aborîyê dewam dike (12); ew êdî fikra “modeleke nû ya bipêşketinê” derdixe pêş. Serokwezîr ji me re rave dike ku proje berîya her tiştî “ji nîzama fîlozofîk” e. Lê ma çîyê din? Xetên wê îro hîna baş nehatine dîyarkirin, tevî ku çileya pêşî ya 2019an Mihemedê 6em sîh û pênc kesên endamê komîsyoneke berpirsîyar ji amadekirina raporeke heta hezîrana bê, destnîşan jî kirin. Ev hizirîn, gelo wê bike ku pêşnûmaqanûn derkevin holê? Serokwezîr xwe ji ber vê pirsê bi bersiva “helbet” dide alî. Ji bo veberhênanên di kîjan sektorê de? Ev raz û sireke temam dimîne. Chami li alîyê xwe hêvî dike ku “xizmetên giştî yên dewletê” bin.Lê belê, dîsa jî divê mirov karibe wan fînanse bike. Pakêta ji bo ewlekarîyê erêkirî têra xwe mezin e: 77 milyar dîrhem (7.32 milyar euro). Ev hema hinekî kêmtir e ji beşa yekê ya qanûna malî ya 2020î, ev xizmeta deyn e ku bû 96.5 milyar dîrhem (9.17 milyar euro). (13) Wekî din, li gorî encamên xwe disipêrin bacên hatî wergirtin di gulana 2019an de, Fas gêj bûye

di nava sîstemeke bacê “ya neheq û bêkêr” de. Heta niha, meliktîyê timî red kir ku di vî warî de reformekê bike.

Atmosfera nexweş û zexta li ser “hirak”ê

Hikmê ku Boumaalif gihiştîyê ev e: “mirov bêyî reformên hikûmetê behsa bipêşketinên nû bike, ev berbakirina demê ye. Divê em berê xwe bidin peymaneke nû ya civakî, monarşîyeke parlamenter. Karê hikûmetê karê miletê Fasê ye.” Qesr xwe li vê minaqeşeyê ker dike. Da ku karibe xwe li ber vê zaboqa sêcarî –sîyasî, aborî û civakî – bigire, wisa xuya ye ku ew bêhtir meyldarê çareserîyeke wekî ya Cezaîrê ye, yanî têkelhevkirina bijartin û tepisandinê. Meseleya girtina rojnamevan Hajar Raissouni ya ku ji ber “jiberxwekirina zarokê ya neqanûnî” û “têkilîya cinsî ya derveyî zewacê” hat girtin, cezayê salek hepsê lê hat birîn û piştre melik lê hat rehmê ew efû kir, di asta navneteweyî de gelekî deng veda. Vê yekê hewaya kujer a li meliktîyê zelal nîşan da ya ku serê

herî pêşî xwe berdaye ser mîlîtanên Hîrakê (“tevgera gel”) a Rifê. (14) Ji destpêka xwepêşandanan a sala 2017an ve bi sedan xwepêşandêr hatin mehkûmkirin, li hinan jê heta bi bîst salan cezayê hepsê hat birîn. Dawîya 2019an 55 jê hîna jî girtî bûn. Destpêka sibatê gelekan ji wan dest bi greveke birçîbûnê kir ji bo ku şert û mercên girtîbûnê protesto bikin.

Koordînatora alîkarîya bi malbatên girtîyên Hîrakê, Amina Khalid bi ofînekê dibêje, “Ji bo çi? Ji ber ku wan doza avê, elektrîkê, xizmetên giştî yên dewletê kir, wan ev bê şidet kir!” Ev jina ciwan, milîtana Yekîtîya Sosyalîst a Hêzên Gel (YSHG) weha poşmanîyê îfade dike, “Ev yek, salên Hesenê duyem tînin bîra min. Tepisandin ji nû ve bû sîyasetek li dewleta Fasê.” Wekî nîşana bêsebirîya her ku diçe mezin dibe ya xelkê, bi hezaran kes 23yê sibata 2020î li nav rêyên Casablancayê kêmbûna hêza kiryarîyê, mezinbûna bertîlxurîyê û xirabbûna rewşa mafê mirovan protesto kir. Amina Khalid dîsa bi ofînê dibêje, “Ew qasî derb

li fasîyan ketîye, ku ew êdî ji tu tiştî bawer nakin. Êdî hêvîya me nemaye; em li bendê disekinin. Belkî mînaka Hîraka Libnanê îlhamê bide me.”Fas di ambîyansekê de li xwe digere ku herweha salên dawî yên rejîma Zin El-Abidin Ben Ali tînin bîra mirovî, hingê Tûnis di bin destê darbeya Trabelsi ya xezûranê serokdewlet de bû. Gelo dawîya serdemekê nêzîk dibe? Hal û hereketên melik bi xwe dikin ku mirov li vê bipirse. Ew di îlona 2019an de di veşartina cenazeyê Jacques Chirac de, ne amade bû, di çirîya pêşîyê de jî li Soçîyê ji bo civîna bilind a Rûsya-Afrîkayê jî hazir nebû, wî serokê hikûmeta xwe ji bo vê civînê wezîfedar kiribû. Ji bilî tesîrên ragihandinê, ew li çi difikire di nava vê kabîneya meliktîyê ya ku endamên wê bibin 2000 kes? Veşartîbûna wê gelo nîşana guhertinên mezin ên siberojê ne? Rojnamevan Omar Radi temaşekerekî bi dîqet ê Faseke siberoja wê her diçe nedîyartir dibe, îdîa dike ku “Kesên ku hîna dibêjin, melik çimentoya welêt e,

hemû ew kes in ku hîna tiştên wan di nava sîstema heyî de hene ku dikarin ji dest bidin.” *Rojnamevan______________

(1) Bixwîne, Kader Abderrahim û Zakya Daoud, “Le Maroc change-t-il vraiment?  (Gelo Fas bi rastî diguhere?)”, Le Monde diplomatique, sibata 2000î.

(2) „Fête du Trône: Discours intégral du roi Mohammed VI (Cejna tac text: tevahîya axaftina Melik Mihemed 6em)“, Atlas Info, 29ê tîrmeha 2019an, https://atlasinfo.fr

(3) Binihêre li, Jean-Pierre Séréni, “L’économie du Maroc. ‘Bien, mais doit (beaucoup) mieux faire’ (Aborîya Fasê. ‘Baş e, lê lazim e (gelekî) baştir be’)”, Orient XXI, 24ê sibata 2020î, https://orientxxi.info

(4) La Vie éco, Casablanca, 28.01.2020.

(5) Agenc Ecofin, Cenevre-Youndé, 22yê sibata 2020an.

(6) Doing Business, 24 çirîya pêşîya 2019an, https://francais.doingbusiness.org

(7) „Human Development Report 2019 (Rapora Bipşketina Insan ya 2019an)“, PNUD, kanûna 2019an, http://hdr.undp.org

(8) Rahma Bourqia, “Repenser et refonder l’école au Maroc: la Vision stratégique 2015-2030 (Jinûvehizir^n û jinûveavakirina dibistanê li Fasê: vîzyona stratejîk 2015-2030)”, Revue internationale d’éducation de Sèvres, hejmar 71, nîsan 2016.

(9) Bixwîne, Juan Goytisolo, “Jemaa-el-Fna, patrimoine oral de l’humanité (Jemaa-el-Fna, mîrateya devkî ya mirovahîyê)”, Le Monde diplomatique, hezîran 1997.

(10) Binihêre li, Ignacio Cembrero, “Mohammed VI, l’absentéisme déconcertant du roi du Maroc (Mihemedê 6em, hazirnebûna nîzamxiraker a melikê Fasê)”, Orient XXI, 23yê çirîya pêşî ya 2017an.

(11) “Mohammed VI annonce le projet d’une ligne ferroviaire Marrakech-Agadir (Mihemedê 6em projeyeke xeta rêyên hesinî di navbera Marakeş-Agadir de radigihîne)”, Bladi.net, 7ê çirîya paşî ya 2019an, www.bladi.net

(12) Bixwîne, Pierre Daum, “Le Maroc pétrifié par son roi (Fasa wekî kevirkirî ya melikê xwe)”, Le Monde diplomatique, çirîya pêşî ya 2016an.

(13) Mohammed Benmoussa, “Lecture socio-politique et économique de la loi de finances 2020 (Xwendina sosyo-polîtîk û ekonomîk a qanûna malî ya 2020î)”, Le Desk, 27ê çirîya pêşî ya 2019an, https://ledesk.ma

Wergera ji Fransî: Feryal Guladawîya

Audrey Hepburn wê were bîra we, di fîlmê May Fair Lady yê George Cukor de,

li ser israrên Rex Harrison ê zalim bi dengekî vemirî dubare dike, vê lîstika li ser dengên ne mimkin e li fransî bên wergerandin: «The rain in Spain stays mainly in the plain» (peyv bi peyv weha ye: Baran li Îspanyayê bi giştî li deştê dimîne). Ew li kolanê binefşan difiroşe û di ber xwe re jî bi devoka cockney a Londonê gazî kesên derbas dibin dike; ew zimanzan e û şert girtîye ku ew ê çawa pêwist be wisa wê fêrî axaftinê bike ji bo ku jê duşesekê biafirîne: ev destpêka çîrokeke xweş e û di dawîyê de ev jina ciwan a ji çîna proleter a lumpen tê û bi îşaretên perwerdeyê hatîye rizgarkirin, li nava burjûwazîyê asîmîle dibe. Ya ku hindiktir wê were bîra we, ev e ku dîyarkerîya civakî ya devokê fikrê cewherî yê Pygmalion e ku ev jî pîyeseke George Bernard Shaw (1856-1950) e û fîlm jî jê hatîye

wergirtin (fîlm di 1964an de derket, pîyes di 1912an de hatibû nivîsandin). Tiştekî din ê ku hê jî hindiktir tê bîra me ew e ku Shaw bû yek ji rûçikên mezin ên sosyalîzma îngilîz a pêşî ya sedsala 20em. Mirov dikaribû sibeheke gulana 1891ê, bi wesîleya Cejna Karkeran, ew bidîta, dema ku li gel William Morris û herweha li gel Friedrich Engels ê êdî kal,

rûnîştî sohbet dikir. Çend deh sal bi şûn de, di dema serdaneke Yekîtîya Sovyetan de, wî yê bi coş bi destê Joseph Stalîn bigirta û jê re pêşnîyar bikira ku bawerîyê bi îngilîzan neyne: Shaw îrlandî bû. (1)

Dublînîyê li Îrlandayeke hê ji alîyê aborî û sîyasî ve girêdayî Îngilistanê û ji alîyê çandî ve

jî nîsbet bi Londonê marjînal, Shaw nade ser rêya nasnameya îrlandî, ku hevçaxên wî bi awayek kêm an jî zêde hêrsbûyî, ji xwe re kirîye doz: William Butler Yeats bi zindîkirina çanda gelêrî ya keltî (ew ê du sal berîya Shaw, di 1923yan de xelata Nobelê wergire), James Joyce bi zimanekî mîzahî rexnekirina jîyana Dublînî. Shaw, bi xwe, dibe evê ku rexnegirê

wêjeyê Pascale Casanova wekî «nivîskarê asîmîlebûyî» bi nav dike, bi şopandina rêya bêhtir nas a entegrasyona ingilîz an jî bêhtir Londonî. (2) Li Londona ku di 1876an de bicih dibe, rojên xwe bi xwendina li British Museum derbas dike, eynî çawa Karl Marks jî berîya wî kiribû û hevaltîyên ku li wir dihone, di asta herî biryardar de enternasyonal in. Shaw, heta di mîzanseneke taybet a Mala pûpeyê ya Henrîk Îbsen de bersivekê dide Eleanor Marks û coşa xwe ya ji bo naturalîzma hilweşîner û lehengên jin ên nûjen ên dramaturjê norwejî parve dike, ewê destekê bide mafê dengdayînê yê jinan.

Heyranê muzîk û wêjeyê, Shaw pêşî dibe xwedî tecrubeya serneketinê (tenê Morris hinek nirx dide romanên wî yên pêşî, yên wekî rêzenivîs di medya mîlîtan de hatin weşandin) û meaşekî hindik berî ku bibe rexnegirê hunerê. Hingê radibe personajekî ku wî

ŞANO

Shaw an jî angajmana pêkenokî

Marion Leclair û Edward Lee-Six*_______________________

ALE

XA

ND

RA

ALE

XA

ND

RO

VN

A E

XT

ER: S

enar

yoya

ji b

o “D

on Ju

anê

di d

ojeh

ê de

”, 19

29

Page 19: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

navdar bike, diafirîne, eynî wekî Oscar Wilde (di heman demê de sosyalîst û îrlandî) li heman serdemê: pirtikê tûj ê rûpoşan dadixe, şahidê hîcvî yê bi awayê jîyana bûrjûwa re li hevkirî û nexasim jî, çêkerê paradoksan.

Bi taybetî jî li ser dikê, cihê ku komedîyên Shaw di salên 1890î de serketineke

her diçe mezintir bi dest dixin, wê hicivkarîya wî tevnên xwe girê bide. Ew dide ser şopa Îbsen, li gorî wî, «hunera erjeng a sekvanê bijarte li pêşberî temaşevanan» pêk tîne, nivîskarê şanoyeke wisa ye ku têde, «em nabin temaşevanên betal û demkuj bi şoxûşenga hostane û bi kêf: em mexluqatên sûcdar û beşdarên pîyeseke şanoyê ne». (3) Wî tiştê wekî «cewhera îbsenîzmê» danî ber xwe, kirasê îngilîzî û sîyasî lêkir: trajedîya îdealên sexte. Di çar lîstikên xwe yên bi coş de, ev e ya ku dibe komedîya îdealên sexte yên burjuwazîya vîktorîyen a xwe pê dixapîne: xiristîyanîzma civakî li nava Candida, ku Shaw wê li hemberî narsîsîk û newekhevîyê radixe pêş çavan (quretîya keşeyê nimûne, ku li jina xwe «neheqîyê dike»); mîlîtarîzm û nijadperestîya di Mirov û Çekan de. Sê Lîstikên madetirş, komedîya adetan û lîstoka evînî, hê rasterasttir îşaret bi pirsgirêkeke civakî dikin: Lîstika bi navê Malên Mêrebîyan bi vî awayî dertîne ser dikê. Têde doktorekî ciwan ê hîn dibe ku sermayeya dergistîya wî xwe dispêre bacên împeratoreke taxên xizanan ên Londonê. Orîjînalîteya Shaw jî di lîstikê de pala xwe dide radeya entegrasyona du astan, asta civakî û ya hestî. Perîşanîya civakî ne tenê li paş-zemînê dimîne, ew şertê îhtîmala komedîya evînî pêk tîne: bi sermayeya ji taxên xizanan tê zewac tê kirin, lê belê sosretîya vê îtarafê zewacê xira jî dike. Dû re ji nû ve dizewicin. Rûken an jî rûtirş, lîstikên wî bi piranî bi vegera li statukoyê bi dawî dibin. Shaw çîna navîn hem wekî temaşevan hem jî wekî mijar dibîne û ji vê çînê re bi qasî saetek an jî du saetî rastîyên tahl vedibêje, lê belê bi şêwe û li cihên ku giranîya rexneyê didin jibîrkirin an jî wê vediguherînin mijûlahîyeke bi kêf a gelêrî. Li gel vê yekê jî, çawa ku Bertolt Brecht wekî pisporekî vî warî destnîşan dike, «eger xebatên dramayê yên Shaw, yên nifşa xwe li bin sîya xwe hiştibin, ji ber ku herweha wan bêtirs bangî ferasetê dikir. Gerduna wî ji pevçûnên nêrînan bi gewde dibe. Ev jî çarenûsa personajên wî pêk tînin. Ji bo sazkirina lîstikekê, Shaw cureyek fenlîstikê diafirîne û pê derfetê dide personajên xwe da ku karibin nêrînên xwe baştir îfade bikin û li himberî yên me jî wan baştir biparêzin». (4) Lê dîsa jî di nava personajên wî de nebûna yên tune ne, balê dikşîne: kesên proleter. Ew tê de tenê wekî kesên li kevîyê mayî xuya dikin, bi motîfên komîk ên wekî xizmetkar an jî xeşîm.

Ev nebûna girîng dibe ku qismen bi kultê Shaw karibe were îzahkirin. Shaw ê ku li bin tesîra darwînîzma civakî ya fîlozof û civaknas Herbert Spencer (1820-1903), wekî ku bawerî bi sermirovan bi

gotineke din bi mirovên super tîne. Sermirov ango mirovê super. Ev heyranî bi taybetî di lîstikên wî yên dîrokî de xwe nîşan dide û têde geh bi motîfên Napolyon (Mirovê çarenûsê), geh karaktera Jeanne d’Arc an jî bi Don Juan ê vejînbûyî (Mirov an jî sermirov), mêrê super an jî «jina super» li nava çaxan û cilûbergan heman wateya pratîk a dij-romantîk, heman pêzanîna leşkerî, heman jêhatîbûna lîder pêşkêş dike. Ev fîgur herweha bi devê kesekî-fîktîf tê teorîzekirin, di lîstika Brevary ê şoreşger de, ku Shaw têde «demokrasîya proleter» wekî mehkûmbûyî îlan dike û bi xwezîyan bangî «demokrasîya mirovên super» dike. Bi kurtî, şanoya wî, tevî hêza wî ya azadîxwaz jî, bûye êsîrê nakokîyîyên wî: yeksanîparêzîyeke xwedî cezba gumanbar ji bo mirovê super, sosyalîzmeke ku tu paxavê bi proleteran nake û paşçav dike.

Ji ber ku sînorên şanoya wî herweha yên fabianîzmê ne, ev guhertoya brîtanî ya

sosyalîzma ku li nîveka salên 1880yî bi pêş dikeve û ji bo

Partîya Karker a derdikeve holê lîderên wê (yên bûrjûwa) û îdeolojîya wê ya (gradualîst) peyda dike. Gradualîzm jî ji bo anîna sosyalîzmê ji şoreşê bêhtir xwe dispêre hilbijartinan. Û ev tê xwestin: ew bi navê Komeleya Fabien qeydkirî ye (rêzgirîyeke ji bo generalê romen «demeyarker» Fabius Cunctator, ku tedbîrkarîya wî ya pratîk bûbû mafdarîyeke Hannîbalî) û pir zelal e li ser amblema wê, ku gurekî, xwe xistîye çermê berxekî.

Belavokên pêşî yên ji alîyê Komeleya Fabian ve piştî avabûna wê, di 1884an de, li gel vê yekê jî li ser hêzên hilberîna kapîtalîst, malûmilkê taybet ê navgînên hilberînê û hebûna zêde-nirxan analîzên marksîstî ne. Li sehayê, fabîyenî, di nava wan de ronakbîr û hunermend jî gelek in, dibin hevalbend li gel hêzên din ên sosyalîst ku ew jî li heman serdemê li ser bingeha buhrana aborî û livûtevgera karkeran derdikevin holê: Bi hev re destekê didin doza ji bo xebata rojane dakeve heşt saetan û di nava sazkirina tevgerê de jî cih digirin. Annie Besant, mîlîtana femînîst û fabiana xuyayî,

destekê dide greva karkerên kargeha niftikan Bryant & May a di 1888an de; Shaw, ku ji 1884an ve endamê Komeleya Fabian e, jêhatîbûna xwe ya qisekarîyê dixe xizmeta Lîga sosyalîst a Morris û li gel wî daxwaza jiholêrakirina malûmilkê taybet dike.

Lê belê keşfa teorîya aborî ya bi navê «feydeya marjînal» a ji alîyê aborîzan William Jevons û Philip Wichsteed ve li Îngilistanê hat bipêşxistin, (pala xwe dide fikrê ku dibêje nirxê tiştên berxwarinê bi feydên wan re digunce), herweha tecrubeya tahl a perçiqandina xwepêşandana 13.11.1887 (Yekşema bi xwîn) a li dijî betalîyê, bûn cot sedem ku Shaw ji marksîzmê qut bibe. Nirxê xebatê û sernirx ji bo xatirê têgeha nirxê ya xwe dispêre feydeyê ji holê tên rakirin. Di heman demê de, bêserûberîya kortejên karkeran di dema «yekşema bi xwîn» a meha 11an de Shaw îqna kir ku çîna karker nikare bibe hêzeke bireveber a guherîna civakî û bawer kir ku bi serhildanan ev kar nameşe. (5) Bi veguherîna Komeleya Fabian re ku têde bi roleke girîng radibe, ew êdî berê xwe ji sosyalîzma şoreşger û ji têkoşîna çînî dizîvirîne û dide ser rêya sosyalîzma bijarte ya ku desthilatîyê dispêre karmandên ronakbîr. Û bi vê yekê re, ew jî ket nava xetereya kaşbûna ser zemîna şemitok a eujenîzmê û bi taybetî di salên 1930yî de ji heyranîya ji bo Adolf Hîtler û Benîto Mussolînî jî bêrî nebû.

Tiştê ji wir û şûn ve ji bo fabianan girîng, ji kolektîvekirina navgînên

hilberînê bêhtir bidestxistin û belavkirina vehatinên çandinî û pîşesazîyî ne, helbet bi rêya bacên her û her tên zêdekirin. (6) Derbasbûna ber bi sosyalîzmê, bi vê berçavkê, bi awayî guhertineke ku ji jor ve pêk tê û ji vê yekê wê piranîyeke mezin a civakê haydar jî nebe, wekî ku Shaw berê jî di lîstika xwe ya Breviary ê şoreşger de digot. (7) Armanca nîhaî dimîne «sosyalîzma şaredarîyî», ya ku ji dema sazbûna dezgehên kapîtalîst û vir ve bêyî qutbûn hebûna xwe didomîne.

Ev sosyalîzm e ya ku îdeolojî û bernameya xwe dide Partîya Karker a li berbanga sedsala 20em bi lihevnêzîkbûna Komeleya Fabian û Partîya Serbixwe ya Karker diwelide. Û ew e ku serfirazîya xwe pîroz dike di 1945an de bi serketina Partîya Karker re û bi bicihanîna bernameya pir fabian a netewîkirinan re (enerjî, veguhestin, Bankaya Brîtanyayê, madenkarî) lê dîsa jî dawî li şirketên taybet nayne. Mirina Shaw di 1950yî de hema hema bi ya fabianizma çep re li hev rast tên: piştî salekê, Komeleya Fabian benên xwe yên dawî jî qutkirin ji sosyalîmza ku êdî

wekî demode dihat nirxandin û ji tekçûna di hilbijartinan de jî berpirsîyar dihat girtin. (8) Hîmên neo-karkerîyê jî ku M. Anthony Blair (fabianek) karî ferz bike li ser partîyê di salên 1990î de wisa hatin danîn. Di nîsana 2020î de, serokê Komeleya Fabian, M. Andrew Harrop, bi gilî û gazin digot Partîya Karker bi destwerdana M. Jeremy Corbyn ber bi çepê ve tê birin. Amblema fabianan wextekî dihat wateya bi dizî nizilîna nava burjuwazîyê. Di amblemê de ev pêwendî hê jî heye, lê belê wateya wê guherî: fabianîzm veguherî nizîlîna bi dizî ya burjûwazîyê ya nav sosyalîzmê. Lenîn ji bo Shaw digot “ew mirovekî dirust bû lê ji alîyê fabianan ve dihat şaş-alîkirin.” Bi rastî jî dramaturjê me di Vegera ber bi Mathusalem de ev yek piştrast kiribû: «Hûn tiştan dibînin û hûn dibêjin: çima? Ez, tiştên ku tu caran nebûne, xeyal dikim û dibêjim: çima na?»

* Mamoste û dersdar li Zanîngeha Artois û dersdar li l’École Normale Supérieure (dibistana normal a bilind), Paris.

_____________(1) Cf. Ivan Maïski. Journal 1932-1943 (texte établi et commenté par Gabriel Gorodetsky), (Rojnivîs, 1932-1943 tekst û şiroveya tekstê: Gabriel Gorodetsky ), Les Belles Lettres, Paris, 2017.

(2) Pascale Casanova, La République mondiale des lettres (Komara cîhanî ya wêjeyê), Seuil, Paris, 2008.

(3) George Bernard Shaw, The Quintessence of Ibsenism, in The Works of Bernard Shaw (Cewhera Îbsenîzmê, li nav The Works of Bernard Shaw), Constable, Londres, 1891.

(4) Bertolt Brecht, «Ovation pour Shaw (Pesn û çepik ji bo Shaw)», Nivîsên li ser şanoyê, cild 1, L’Arche, Paris, 1972.

(5) Cf. Edward Palmer Thompson, William Morris: Romantic to Revolutionary, (William Morris: Romantîkê Şoreşgerîyê), Lawrence & Wishart, London, 1955.

(6) Cf. George Bernard Shaw (dir.), Fabian Essays in Socialism (Ceribandinên Fabian di Sosyalîzmê de), London, 1889.

(7) George Bernard Shaw, Bréviaire du Révolutionnaire par John Tanner, membre de la classe riche oisive… Suivi de Maximes pour révolutionnaire, (Bréviaire ê şoreşger, ji alîyê John Tanner, endamê çîna zengîn a betal..., dû re ji Maximes ji bo şoreşgeran), Éditions des Cahiers libres, Paris, 1927.

(8) Cf. Tom Nairn, The Nature of the Labour Party – 2  (Xwezaya Partîya Karker, beş 2), New Left Review, London, 1ê çirîya paşîn, 1964.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 19

Bûrjûwazîya serdema Viktoria ji George Bernard Shaw re li çepikan dixist, tevî ku wî di ber kenandinê

re bela xwe li wan dida, hem jî di mijarên hinek «sosretîk» de. Veqetîna wî ya ji marksîzmê û

tercîha wî ya hevalbendîyê li gel tevgera ku wê paşî Partîya Karker ji navê bi gewd bibûya, bûn sedem ku eleqeya ji bo lîstikên wî yên pêşverû

û balkêş hê zêdetir bibe .

Osman Nasrawt: Bilindfirîn, boyaxa rûnî li ser tûwalê, 24 x 36 cm

Page 20: Prof. Ferhad Seyder: ''Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê ......France 2, 6ê gulana 2020î. Roja pêncan a xweragirtina li malê li Fransayê, dema ku hê kêmbûna amûrên

Web: www.diplo-kurdi.comE-Mail: [email protected]

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi diplo_kurdi

20 HEZÎRAN 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

n av e Ro kHEzÎRAN 2020

MONDELE

kurdîdiplomatiquediplomatique

Firotina Audîyan li BîrmanyayêSeRge Halimi

R. 1

Bi xêr hatî nava civaka bê temas! Kar, malbat, Wi-FiJulien BRygo R. 1,3-5

JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ R. 2

Piştî şewbê ji nû ve avakirina cîhanî Sê hîpotezên jeopolîtîkPHiliP S. goluB R. 5-6

Li Dewletên Yekgirtî, “tiştek jî dê ji bingeha xwe de neyê guhertin”THomaS FRank

R. 7-8

Dezgehên taybet li derveyî qada bergeha hikûmetî Kalûpîrên hewcedar û gorîkirîPHiliPPe Baqué R. 8-9

Li Sovyetistanê 11 salên Mela Mistefa BarzanîSaliHê keviRBiRî R. 10-11

Li Îrlandayê hilbijartinên parlamentoyêJulien meRcille R. 12

Ji katolîkîyê heta William Morris, bandorên J. R. R. Tolkien Xewn û xeyala Hobbîtanevelyne PieilleR R. 13

Amerîka, Başûr û Rojavayê Kurdistanê Hevgirîya bi tehlûke ya kurdan bi DYAyê reFeRHad SeydeR R. 14-15 Di navbera tûrîzm û projeyên mezin de, kuçeyên kor ên modêleke pêşketinêLi Fasê, "wekî kêzikekê bi te re miamele dikin"PieRRe PucHoT R. 16-18

ÇîRok: BaxÇeyê nePenî yê HaSSan 2R. 17

Shaw an jî angajmana pêkenokîmaRion leclaiR û edwaRd lee-Six R. 18-19

Hecîyê Cind, Hikyatêd Cimeata Kurda R. 20

Wênesazê vê hejmarê : Osman Nasrawt HaSan HüSeyin deveci

R. 20

Osman

NasrawtOsman Nasrawt, di sala 1966an de li herêma Silêmanîyê li Qeladizê hatîye dinê. Di sala 1987an de, dîsa li Silêmanîyê, ji Akamedîya Hunerên Bedew mezûn bûye. Ev 24 sal in li

bajarê Harrisonburg ya eyaleta Virginia ya Amerîkayê dijî.

Hunermend, di wêneyên xwe de bi giranî cih dide babeta kurd û Kurdistanê. Dema meriv li berhemên wî dinêre, dikare bêje ku şêwaz û kevneşopîya wî ku di wêneyên xwe de bi kar tîne, ji ekola wêne ya Rojhilata Navîn peyam girtîye. Divê meriv heqê şêwekar bidê ku di wêneyên xwe de xwedî

helwest û şêwazeke xweser e. Di xebatên xwe de teknîk û stîleke nûjen bi kar tîne û bi wî awayî diresimîne. Herweha, di van berheman de, hewleke ji xermana Rojhilat û Rojava pêkhatî jî bala meriv dikişîne.

Pêwendîya gihanî û fizîkî ya hunermend a bi Kurdistanê û deverên ku lê mezin bûye re, di wêneyên wî de tê dîtin. Vê yekê, di fîgur û objeyên ku bikartîne de meriv dikare bibîne. Her ku ewqas sal in li Amerîkayê dijî, mîrata xwe ya çandî ya xweser, bi rêya van berheman dide der. Helbet, ev yek ji bo çand û hunera kurdî xwedî wate û girîngîyeke mezin e.

Ji bo zêdetir agahî ya di der barê wênesaz de, hûn dikarin ji Facebook û Instagrama Osman Nasrawt sûd werbigirin.

Hasan Hüseyin DeveciWergera ji tirkî: Yado Ciwan

wêneSazê vê HeJmaRê

PIRTÛKHecîyê Cindî

Hikyatêd Cimeata KurdaLêkolîner û pispor û hostayê zargotina kurdî Hecîyê Cindî ji malbateke êzidîyên Qersê ye. Ew di 1908an de li gundê Emançayira ser bi qeza Dîgora Qersê ji dayik bûye. Ew hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de gelek çalak û aktîf e. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene.

“ Hikyatêd Cimaeta Kurda” ji wan berheman e ku salên sîyî hatine berhevki-rin û ji sala 1961an heta 90î peyderpey li dû hev wek 6 berg bi tîpên kirîlî li Erîwanê hatine çapkirin.

Weşanxaneya Rûpelê her mîna çapa orîjînal a kirîlî, ev berhema giranbiha ya Hecîyê Cindî li ser şeş bergan çap kir. Her şeş berg li ser hev nêzîkî 1800 rûpel in. Di her şeş bergan de nêzîkî 240 çîrok û serpêhatî hene, wekî: Mîrze Meheme, Keçelok, Gulbarî, Dawid Pêxember, Silqo, Silêman Pêxember, Şemo, Keçika Famdar, Çîroka Teyrê Sîmir, Çilkezî û gelekên din.

Ev çîrok û hikayetên ku Hecîyê Cindî teqrîben 70-80 sal berê ji nav xelkê berhev kirine, li gel xweşîya çîrokan, her weha fikr û ramana civata kurdan a wê demê jî derdixe holê û rewşa kurdî ya wê demê jî radixe ber çavan.