112
DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ AYHAN MERETOV

Dengbêj Husênê Farê

Embed Size (px)

Citation preview

Page 1: Dengbêj Husênê Farê

DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊDENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ

AYHAN MERETOV

Page 2: Dengbêj Husênê Farê

RÊZEYA BERHEMÊN SER WÊJEYA DEVKÎ YA KURDÎ

Pêşek:

Çax û hiyamên ku neteweya Kurd, hîna nivîsê bi kar nedianîn, wêjeya kevn a Kurdî, bi devkî dijiya. Vêca vê wêjeya kevn a Kurdî kengê, kîja sedsalê, çi hiyamê dest pê kiriye, zor e em bi zelalî diyar bikin. Jixwe di destê me de, çavkanî, zanîn û belgeyeke berbiçav jî nîn e. Nexwe em dikarin bawer bikin ku Mêjûya wêjeya Kurdî, nola dîroka gelê Kurd xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj e. Geşedana helbesta Kurdî, bênavber di devê tembûrvanên helbestbêj de, ku gel dibêje wan “Dengbêj”, ji sedsalan ve ye ser û ber; reh û kok; şax û gulî daye. Em helbesta Kurdî ya devkî, di rê û toreyên ku li ser olê diêne kirinê jî dibînin. Çawa ku hilberînên kevntirîn ên hunerî yên hemû gelên cîhanê, ji toreyên olî derketine, berhemên kevntirîn ên wêjeya devkî ya Kurdî jî, bi vî awayî derketine. Em bi zelalî vê yekê di jiyana olî ya neteweya Kurd de dibînin. Nivîsên Zend Avestayê, qewlên ola Êzîdîtiyê, qesîdeyên ola Îslamê û vê dawiyê jî kilamên ser Elewîtiyê, nîşana vê rastiyê ne.. Di teşegirtina helbesta kevn a Kurdî de, şopa çandî ya van olên hatin diyarkirinê, rasterast dixuye. Wan salên berê di civaka Êzîdiyan de digel lêdana elbaneyê, qewlê olî dihatine gotinê bi awayekî ahengiyane. Herweha di vî qernê me yê dawiyê de jî, dî sa derwêş hebûn. Elbaneya wan di binê çengê wan de bû, dever bi dever, gund bi gund digeriyan, derdiketin ciyekî bilind, qesîdeyên ser şêx, ewliya û pêxemberan digel lêdana elbaneya xwe digotin. Heta ziyaret jî digeriyan. Serê havînê, hefteya pêşî ya meha gulanê, gel pez û qurban dianîn ser goristana gundê xwe, li hev û du diciviyan, xwarin dixwarin, diketin pêşbaziyan, kêf dikirin. Peyre dawetên gel ên herêmên welêt jî, bûne qada pêkînana berhemên devkî. Digel derbasbûna ew çend dem û hiyaman helbesta kevn a devkî, ji aliyê pîvan, cureyê wêjeyî û mijarê ve, zêde neguheriye. Gelê Kurd, ji serdemên Berî Zayinê ve, li ser ax û ava xwe ya bi xêr û bêr şûnewar bûye. Ne diê zanînê ku ji kû hatiye vî welatî; ne jî, hatiye zelalkirinê ku ji kengê ve li ser vî welatî dest bi jiyanê kiriye. Dibe ku ji serdema Nuh pêxember ve, gelê Kurd xweciyê vê axê be. Digel şerên mezin ên navbera gelên Rojhilata Navîn, êrîşên hov ên qewmên barbar û herbên giran ên cîhanê jî, gelê Kurd, zû bi zû terka welatê xwe nekiriye. Hiyama ku ji vî gelî re xweş lê hatiye, hewl daye xwe ku, şaristaniya mirovahiyê jî bi xwe re, bi pêş bixe. Huner xurt kirine. Evîn bilind kiriye, derxistiye ser serê xwe. Hezkirin bûye çanda wan a neteweyî... Bi vê çanda mirovane ya hêjayî şanaziyê, berhem dane. Wêje, çê kirine. Çi hilberînên devkî, çi jî yên nivîskî, ciyê xwe li ser serê gelê Kurd dîtiye. Di dîrokê de Gelê Kurd, rastî çandên gelek neteweyên ku ji derve ve qesda Kurdistanê kirine hatiye. Bivê nevê tesîra xwe li çanda wan wan, li jiyana wan kiriye. Herweha ji çanda wan, ji teherê jiyana wan jî, tiştinan girtiye. Huner, raman û bi van ve girêdayî helebesta Neteweya Kurd, di dirêjahiya qernan de, teşe girtiye, şêwaz guhertiye û gihîştiye heta merheleya îro. Em vê yekê ji berhemên gelî derdixînin. Beşeke mezin a heyînê çanda gelan, bilî zimên, ahengiya hest ramanê ye ku, bi helbestan teşe girtiye. Jixwe ji ber ku, di jiyana Neteweya Kurd de, bi taybetî li bakurê welêt, di zaravayê Kurmancî de, zimanê nivîsê xurt nebûye, Wêjeye Devkî derketiye pêş. Bi vî awayî, hunera ahengiya zimên, bi devkî geş bûye. Heta dema serdestiya Îslamiyetê, ev awa pêş de çûye. Hiyama ola Îslamê, vê beşa hunerê qels kiriye. Digel vê çendê jî, motîfên ola Îslamî, ketine nava vê beşa hunera Kurdî. WÊJEYA GELÎ / WÊJEYA AŞIQIYÊ -------------------------------------------------

Page 3: Dengbêj Husênê Farê

Eve kevneşopiya “Dengbêjiyê”, nîşana vê rastiyê ye. Dengbêjan kilamên xwe, di odeyên Mîr û Begên Kurdan de, li serê civatan pêşkêş kirine. Bi vî awayî “Wêjeya Devkî” ya neteweya Kurd, li nava Wêjeya Cîhanê ciyê xwe girtiye. Lêbelê tiştê ku heye, tim û daîm, tûşî hêsîrî, evdalî, rebenî, pepûkî, belengazî, û dîlîtiyê bûye. Êş û azarên xedar kişandine. Gelê Kurd qêriyaye, naliyaye, hîqiyaye ji ber van derb û hovîtiyên koraneyî. Li ser kul, keser, keder, derd û xemên xwe gerandye. Lawij gotine. Pêşî, jinan peyv dane ser hev û du. Weke mûyê rêsane, kirine tevin; mîna hiriyê hûnandine, kirine ber. Jana dilê xwe yên ji derdan peritî û kezeba xwe ya ji kerban şewitî, bi sedan salan dane der. Peyre jî, ketine devê dengbêjan, bi sewt û awaza wan, olan dane li seraserê welêt. Dengbêj Huseynê Farê, hozanekî helbestvan e. Kilam, stran û destanên xwe digel dengê tembûrê distrê. Kurdiya Kurmancî, li hemberî Kurdiya Dimilî û Kurdiya Soranî, bi xêra van berhemên devkî gihîştiye roja me ya îro. Dengek e ji van olanan awaza Dengbêj Huseynê Farî. Nalîneke dûr û dirêj; zarîneke ji geliyine kûr... Gewriyeke mişt bi sebr û sebatê dagirtî. Erê, bi rastî bêhna vî dengbêjî ne mîna ye bêhna tew yek dengbêjekî Kurdistanê. Heta mirov bibêje bêhna Huseynê Farî fere ye. Peyvên xwe yeko yeko, hêdî hêdî û bihemd dibêje. Hem mirov dibe rojên berê hem jî, tehmeke xwe dide dil û hinavê mirovan. Wêjeya Kurdî ya Devkî, bi gotina gotinbêjên nola Yaşar Kemalî, zav zengîn e. Heyf û mixabiniyeke mezin e ku, têra xwe, nehatiye lêkolanê. A- JIYANA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ

WARÊ WÎ:

Dengbêjê me, ji bajarê Diyarbekirê ye. Bi eslê xwe, ji gundê Farê ye.

MALBAT Û HATINA WÎ YA DUNYAYÊ

NAVÊ WÎ:

ZAROKATIYA WÎ Û PERWERDEHIYA WÎ:

DESTPÊKA DENGBÊJIYA WÎ:

CIYÊ LÊ GERIYAYE:

DEM Û DEWRANA KU EW TÊ DE JIYAYE:

Page 4: Dengbêj Husênê Farê

MIRINA WÎ:

B- KESAYETÎ WÎ YA HUNERÎ Û NAVDARIYA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ Huseynê Farî, dengbêjekî navdar e. Nav û dengê wî, li çar aliyê welat belav bûye. Li bakurê welatî her gohdarê kilaman, bi dilkovanî dêhna xwe dayêye. Taybetiya balkêştirîn a vî dengbêjî, hêdî hêdî kilamstrêna wî ye. Zimanê wî, tama kilamên wî, pîr û şunûrkê wî, di nava dengbêjên dewra xwe de, cihêrengî ye. Her kesê ku bixwaze gohê xwe bide kilamên dewra wî, bi hêsahî nikare jê têbigihîje. Dengbêj Huseynê Farî, ev dijwarî hilaniye. Çi kesê ku ji kilamên dengbêjan fêm neke jî, gava li Huseynê Farî gohdarî bike, bêguman dê jê fêm bike. Wêjeya Devkî, di dem û hiyama wî de, pir lipêş bû. Gel bi dilcoşî li dengbêjan gohdarî dikir. Tehera ku dengbêjên navdar pê distran jî, zêde zêde rewan, bi lez û bez bû. Wê hingê kilamhezan bê pirsgirêk ji van dengbêjan fêm dikir. Mixabin îro ew şansê me tune ye ku em nifşên nû bi hêsahî ji dengbêjên wê hingê têbigihîjin. Ji ber ku gohê me ji peyv û biwêjên resen ên Kurdiya qedîm xerîv bûne, em nikarin wê tama ku pîr extiyar ji kilamê werdigrin bigrin. Dem û dewrana ku Wêjeya Kurdî ya Devkî, ji aliyê zimanî, şêwazî, teherî û mijarî ve, xwedî asoyeke fere bû, Dengbêj Huseynê Farê jî, daye ser rêya hunermendê mezin ê mîna Evdalê Zeynê. Hem berhemên xwe hunaye, hem gotiye û hem jî hilberînên dengbêjên bi nav û deng ên hevdemên xwe straye. Bi giranî jî ketiye binê bayê herêma Serhediyan. Dengbêjên me yên dema vî hunermendê me, helbestên xwe, ji aliyê nezmê ve “çarîn”; ji aliyê pîvanê ve “pîvana kîteyî”; ji aliyê kafiyeyê ve jî “kafiyeya zengîn, bikar anîne. Tiştê ku heye, em teşeyê nezmî “çarînê” yê berhemên devkî ku dengbêj Huseynê Farê distrê, tenê di stranan de dibînin. Pîvana rêzan jî, bi “kêşa kîteyî” hatiye ristinê. XWESERIYA VÎ DENGBÊJÎ

Heke em bi gîştî bala xwe bidine cîhana dengbêjên Kurmanc, di hêla strangotinê de, tavilê em dê bibînin ku, xweseriya hunerî ya hozanê gelî dengbêj Huseynê Farê, hejayî dahûrîneke wêjeyî ye. Wêjeya me ya Devkî, di kilamên vî dengbêjî de, bi motîfên olî rewişandiye. Berê motîfên çi olê hebûne di berhemên Wêjeya Bêjeyî ya Kurdî de em heta nuha baş nizanin. Wêjeya Gelî ya Kurd, bêtir nêzî ola îslamê ye. Motîfên ola îslamê heta mirov bivê ketine kilaman. Mînak: Di kilama “Têliyê” de ev malik dibuhurin: “Na na wele wez ê aşiq û sewdaliyêBejn û bala te bûmêMîna hêsîra pepûka evdala bi baba derwêşî

Page 5: Dengbêj Husênê Farê

Wez ê ji xwe re digerim li rûkê vê dunyayêŞamê Helebê Humûsê Hamûyê Kerkûkê KerbelayêMin ê xwe berda Meka mukerem Medîna minawer Kiriye tewafa kevirê Heceruleswed ciyê tobayêMin ê xwe avêtî girê Erefayê”

Digel vê yekê motîfên ku nîşana welatî ne jî xweş bala meriv dikşînin. Di kilama Hebîbayê de ev rêz vê yekê diyar dke: “Lê taximê sing û berê min keçikêJi te re mîna hunguvê ZeyaDimsa Sêrtê hinarê DêrikêPorteqalê Yafayê sêvê Meletiyê şirîn e”

Jixwe Xwedê hivza mêrikê misilman bike ji kevir kuç, hîm û xerxarên ku bi ser merivan de hêla dike. Gava keysa wî lê hatiye, hîmine wusa qerase bi ser çewtiyên civakê ve hêla kiriye ku bêhna xwe deraniye. Weke ku ricim kiribe dihêle. Em bala xwe bidine van malikan:

“ Ez ê qe nizanim sûda min û talih tune Ez ê ketime tora heram Şindo nemendî mêrê xerav Derdê wî nayê kişandinêNa na wele mîna roviyê beyara bûmê palaxa Kêzikê besta eyşatê rêxê gamêşê golgeniya Ji êvarê heta şeveqan belxemê diavêje Ji hal û demê xwe re dinale”

Di pey van malikan de, dîsa berê xwe dide gemariyên civakî û van rêzan dihûne di kilama xwe ya bi navê Nusredîn û Xatoyê de:

“Tu yê şevekê werî kêrekêLi ser dilê qebraxê bavê min bixeEw ê herin gilî bikinMuxtar û ezayê gundê meTemam bêne ser eEz ê perçekî rûnê helandîKerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber eMuxtarê vî zemanî elimandineEw ê ruşwet û bertîlên xweBigrin li oxira xwe here”

Dengbêjê me, vê keviravêtina xwe, di rêzên berdewamiya heman kilamê de tûj û tehltir dike. Diçe cem şêx û giliyê xwe weha bi awayekî gazinane vedibêje:

“Şêx Sebrî digo qîza min

Page 6: Dengbêj Husênê Farê

Tu were derdê xwe bibêjeDîsa sibe ye ji xwe reXwedê xêr bike

Erê şêxê minoEz bi ocaxê te kimDerdê dilê min evdala XwedêPur e ne hindik eEvî kawisê bavê minRojê min bi heft heva re bazar dike

Eger tu înan nakî Yek jê Hemoyê Pero yeWa ye rûniştiye liquncik eHustikê Silê yekî pîs î mûzerik eQumur Ûsuvê NûrêYekî gwurî yeSerê wî bi kevnik eÊ lê bedra şêxa heyeTewrî jê re dibêjinSewadiyê wî Belik eLi ser saetê li KaniyahenêRojê barê wî derw û vira dikeBerê xwe nede walîlixa SêrtêLi qeza Batmanê gilî dikeBi sonda qesemê pênc quruş pereDi cêva wî qebraxî de qe tune yeLê çavê wî lê yeBi fortan viran û derewanTaximê sing û berê min keçikêMîna mulkê KaniyahenêLi ser xwe mor û mezbet û tapo bike”

Dîsa di kilamên vî dengbêjî de, em rastî şopên jiyana gelê xwe; rastî kinc û bergên neteweyî dihên. Di kilama wî ya Têliyê de, ev rêzên hanan vê rastiyê raberî çavê me didin: “Na na wele min ê vê sibêXwe berda zozanê me yê jorîn eMin bala xwe dayê Sê kon vegirtî neMin ê ajotî pêşiya konê pêşîn eMin bala xwe dayê Di bin de sê zerî neÇavê wan reş eBrûyê wan leglegîn eDev û lêvê wan tenik eMîna kaxizê cixarê spî neBi kum û kolos û temezî ne

Page 7: Dengbêj Husênê Farê

Min ê bala xwe bidaTaximê sing û berê van karîxezalanSerê memeikê wan sor eQoratê memikê wan spî neMîna sêvê MeletiyêHinarê Dêrikê deqdeqî neMîna gazocaxiyê ceryanlî neLi ser mastê zêrî û zîvîn eZincîrê dorê xalis û muxlisîYadê zêrê zer î Reşadî neLo lo rebiyo qurbanoWez ê aşiq û sewdaliyêBejn û balaya ortê meZalima qîza zalima Navê wê Têlî yeHer duyên dina jê reBûne kole û xizmetçî neYek jê re qawê dikelîneA dinê destmal girtiyeHêdî hêdî yawaş yawaşBi ser de dikir baweşîn eMîna qaz û qulungê beriya jêrîn eSalê carekê serê xwe neLi zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne”

TEHERA PÊ DISTRÊ

Carekê kilama xwe ziwa nabêje. Peyvine ku li nava gel her çendî bêwate ne jî dîsa di navbera rêzan de bikar diêne. Bi gotina gel, kilama xwe li hev diêne. Çêjê dixeyê. Nêzî zewqa gohê gelî dike. Mînak : “ez ê vê sibê berê xwe bidim Deşta Diyarbekira şewitî Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Min ê bigotana ji bona Riza Xwedê û pêxember e Gava tu ê li serê civata rûdinê Kilama teskereçî Evdilcebar çawişê min Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî” Di va rêzan de peyvên jorê diyar dikin ku, gotin rasterast ên gel in. Jixwe tim kilamên xwe bi van peyvên ku li nava gel diêne bikranînê dixemilîne. Herweha nola jineke ku li ser miriyekî bi dengekî bi şewat bigerîne lawijên xwe dibêje. Dengê wî mîna dengê jineke mêrane yî pîr ku, li serê geliyekî kûr, ji lat û zinarên bêziman re, li ser bêkesiya xwe bigerîne distrê. Wer li hevudu hatî bi kafiye ne.

Page 8: Dengbêj Husênê Farê

ŞÊWAZA WÎ YA KILAMGOTINÊ

Huseynê Farê di nava dengbêjên welat de, şêwaza xwe, ne fena ya tew yek dengbêjekî ye. Peyvên xwe yeko yeko, hêdî hêdî weke hebên tizbiyê li pey hev rêz dike. Bi vê yekê dike ku her kes bikare lê bi kula dilê xwe gohdarî bike. Şêwaza wî ya kilaman, bi çi awayî gehîştiye tembûrê em nizanin. Ketiye binê bandora çi çandê an çi neteweyê em dîsa nizanin. Gelo berê xwe daye ser şopa hunermendên kîja gelê cîran, bi rastî bona me xem e. Bandora stranbêjên gelê Turk heye li serê an na, dîsa em meraq dikin. Tiştê ku heye, di nava strana xwe ya “ay dolabê dolabê” de, digel newaya stranê ya sirûştî, bi newayê kilamê jî dibêje. Di huner gelê Turk de, jê re dibêjin “uzun hewa”. Ji ber vê çendê em dikarin navê “aşiqiyê” li vî dengbêjê xwe daynin. Çawa ku derwêşan hiyamên berê elbaneya xwe dixistin binê çengê xwe û gund bi gund digeriyan û beyt û qesîdeyan li ser motîfên ola îslamê digel lêdana elbanê digotin, herwusa jî van dengbêjên me, li serê civat koman, rojên şahiyan û roşanan, xax û hunerên xwe yên çanda gelî, li ser motîfên bengîtiyê, egîtiyê û şîniyê nîşan didan. Ji sê bandên wî, me ev kilam, stran, lawij û destan derbasî nivîsê kirin.

C- BERHEMÊN WÎ:

Em nikarin kilamên hunermendî ji aliyê pîvana kîteyî û serbestî dabeş bikin. Jixwe gelek kilamên wî bi pîvana serbest hatine ristinê. Bilî wan stranên “dolabê, wer hine û qendîla min”, purê kilaman bi pîvana serbestî hatine gotinê. Pergala kafiyeyî ya helbestên vî Dengbêjî, lihevhatî ye. Cureyên wêjeyî yên berhemên Dengbêj Huseynê Farî, bi giştî lawij, destan, û dilok in, dûrik û kilam in. Tiştê ku heye mirov nikare bi navên resen teşeyên helbestên ku wî ew kirine kilam ji hevudu cihê bikin. Tenê berhemên lawijî, destanî û stranan dikarin bi navine zelalî biêne diyarkirinê. Giraniya helbestên dengbêjî, helbestên ku di pey mirina – bi zavî kuştin- egîtan de hatine gotinê ne. Helbestên ser merdîtî, rindî, mêranî- mêrxasî û qenciya lehengên kuştiyan e, ser girtiyên fermanlû ne. Weke helbestên ser Emînê Ehmed, Şêx Nûredînû Silhedînê Mala Ûsuvê Seydo, Salihê Dengbêj, Fersende Begê û Yadoyê Dimilî.

1. LAWIJA SER ESKERÊ TESKEREÇÎ Çeşnê vê kilamê ji aliyê wêjeyî ve lawij e. Pîvana rêzikan hema hema nêzî pîvana kîteyî ye, lêbelê serbest e. Dîsa qafiyeya xwe heye. Di dawiya pirê rêzikan de qafiyeya zengîn xuyaye. Em dikarin pergala helbestê ya kafiyeyî ji derî çavan bikin. Çîroka vê lawijê jî heye. Lawija ser xortekî ye ku, li eskeriyê tiştekî xerav diê serî. Li gorî ku ji jinikê re hatiye gotinê, qantireke leşkeriyê, li ber derê tewla xwe zîtik(refes) lê dixe û li ber girtina teskere ew dişînin xestesxana Erzincanê. Êdî ev lawij hatiye gerandinê. Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê di kilamê de dibûre, dibe ku kilam ji aliyê wî ve hatibe deranînê. Dere wî lo lo çawişo loEz ê bi virê kavilê KosêDiketim lo li vê meydanêHey lê dayê dêranê

Page 9: Dengbêj Husênê Farê

Min dî kaxizê teskereçiyê min girtin danêTeskereçiya bi êvar berê xwe daneTwewlê nava qantirê Bêxwedîka timarxanêHeyla li min porkurêTeskereçiya ji êvar deSaqo û şalwarê sivîliyêLi bejna xwe dabûn wî lê mîratêQantirê nazî dikir Zîtik cotê çifta pê re Wî lê lê li eniyê danî

Min dî Sultanê bi sê denga dikir gazîDigo lê lê Nîgarê xwekê nemayê Mala bavê te şewitiyêWezê pê hisiyame bi gotinê gotinbêja Dibêjin ereba cenazê çawişê teBerê wî dane xestexana bêxwedîka lê ErzincanêDe wî lo lo çawişo lo loDe wî lo lo hatiyo lo lo

Ez ê bi vira kavila Kosê ketime lo lo bidarkelêj êMin dî alahiya siwariya derketî munawirêQirana li ser qirana li vê hedefê lo lo vê atêşêSultanê bi sê denga dikir gazî lê Nîgarê Mala bavê te şewitiyê Wezê pê hisiyame bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî li ber derê xestexana Erzincanê Zalimê dixtor qalpaxê serê çawişê te davêje

Min dî digo welatê xerîv û xurbetêWê gavê ne xwing e ne dê yeNe bav e ne bra ye ne qewm e ne eşîr eKesekî xwedanê xêra û xêrxwaz li ber serê

Page 10: Dengbêj Husênê Farê

Teskereçiyê çawişê te rûnêHawar Xwedê wele Hurik hurik yawaş yawaş wesyeta xwe bibêje

wez ê vê sibê berê xwe bidim deşta diyarbekira şewitîHinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Siwarê cîbê siwar bûye hatiye cem minGidî cîba destê wî de Elemana ..........Lo lo Mihemed ez ê bextê Xwedê bextê te meTu yê derbekî bidî bejn û bala min kevokê min kihêlêMin zerkayê hawar XwedêMin kewa axakê nav herêmêGidî were lo axa sebra min bête nahê lo

2- LAWIJA SER ZAVAYÊ DEST BIHINE

Ev helbest, ji aliyê cureyê wêjeyî ve, bi mijara xwe, lawij e. Pîvana xwe azad e / sebest e. Herweha pergala kafiyeya xwe jî heye. Teşeyê ristina rêzan ango teşeyê nezmê xwe nîne. Hema heta li mijarê hatiye, rêz dane ser hevudu. Berhem ji devê jinê hatiye girtinê. Gotinên vê lawijê, ji devê jineke lawijbêj hatine girtinê. Mijara xwe, şer e. Şerê kor ê navdarî navxweyî ye. Du malbatên mezin pevdiçin û mêr dikujin ji hevudu. Şerê navbera Mala Hecî Mihê û Mala Bekir e. Di şer de zava diê kuştinê. Dibe ku ev her du malbatên mezin biraxweyê hev û du bin. Ji ber ku di kilamê de diê gotinê ku, “ Mala Evdilmecîd pismamê min/ derbekê berdane li bejn û bala birê min

De herê heyla dayê heyla dayêMaqulê digo lê lê EmînayêMalxerabê sibe ye roka gundê Hilate ji aliyê rohilatêŞewq û şemalêDaye qesr û qonaxêMala Hecî MihêMala Hecî Begê Senîta têWele sibe ye min bala xwe dayêZirav e dengê tivingê Mala Hecî Mihê Mala Hecî çarnekal tê

Page 11: Dengbêj Husênê Farê

Wele gran e dengê modaliyaDengê zava tê de ker û lal tê

Wele sibe ye Min bala xwe dayêMin dî qiflê qîzan û bûkanLi ber deriyêMala bavê min rebenê Li hev civiyaneDilê min bi rehma XwedêWê yekê şa dibû Minê digo qayiş hinarîkêNû dixemilînin wexta li civatêMinê nizanibû bila kula Xwedê Bi sê kulan be têkeve derê Mala Evdilmecîd pismamê minDerbekê berda li bejn û balaBirayê min rebenê

Ez ê vê sibê Berê xwe bidime kambaxa HezoXwe bavêjim bextê Muhemedê Şabo reîsê eşîratêMinê digo heyfa min nayêLi kuştina mêra Kuştin riya mêran eMirin emrê Xwedê Derdê min ew derd eHeyla li min porkurêDibê wî lo serê sê roja yeNa na wele muxtarê gundê me Her sê dorêÎro li cezayê brê min Derketine taqîbatê

De herê heyla dayê heyla dayêMaqulayê digo lê lê EmînayêMalxerabê sibe yemin dî roka gundê Hilate ji aliyê BabasiyêŞewq û şemalê daye bejna KanîsimêPozê kela vê SubhiyêWele sibe ye min bala xwe dayêGran e dengê tivingêMala Hecî MihêMala Bekir di nav de xweş têDengê mîrata vê modaliyêWele sibe ye

Page 12: Dengbêj Husênê Farê

Min bala xwe dayêQeflê bûkan û qîzan Li ber derê mala bavêMin rebenê civiyaneDilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibûMinê digo qêHusna kekê min Lê dikin cilê zavatiyêMin ê nizanibû Bila kula Xwedê Bi sê kulan bikeve Derê mala Evdilmecîd Pismamê me yê xayinDerbekê berda li bejnû balaBav û brayê min rebenê

Hema wezê serê vê sibeyêBerê xwe bidime kambaxa HezoXwe bavêjime bextêMuhemedê Şabo reîsê belediyêMinê digo malxeraboHeyfa min nayê li wê heyfê Li kuştina mêraKuştin riya mêra yeMirin emrê Xwedê yeDerdê mezin ew derd eWele divên bûka destbihineSerbixêlî keçika paşêÎro ma li zozan Li mala bavê li zeytiyê

3- DESTANA SER FERSENDE BEGÊ Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê. Me jî ev kilam bi her du awayên wê nivîsand. Mijara kilamê li ser Mala Silêmanê Ehmed e ku, binemala Fersende Begê, fedaiyê Partiya Xoybûnê ye. Dema eskerê Turkiyayê pê dikûte ser vê malbata di tayê malbata Mala Ûsuvê Seydo de, mecbûr dibin berê xwe didine Îranê û li wê derê jî, bi niçandina Kemêl îca şer di nava wan û Îraniyan de diqewime. Şer giran dibe hinek ji malbata Fersende Begê di vî şerî de diêne kuştinê. Dîsa jî çawa ku bi mêrxasî li hanberî eskerê Turkan li ber xwe dabûn wusa jî li hanber vê êrîşa eskerê Îranê jî li ber xwe didin. Helbest ji aliyê cureyê xwe wêjeyî ve lawij e. Lêbelê dîsa ji ber ku pesnê çêyî û egîdiya van xweşmêran daye, aliyê xwe yê epîkî jî heye. Dibe ku navê destanê jî lê bikin. Pîvaneke xwe yî diyar nîne. Hema çawa li hevudu hatiye werê gotiye. Dîsa em di hinek rêzan de rastî pîvana kîteyî dihên. Pergala xwe ya kafiyeyî, heye. Hema hema hemû cureyên qafiyeyî hene. Teşeyê dabeşkirina rêzan ne jimartî ye. Ango em nikarin navê teşeyeke nezmî, weke çarînê lê bikin. Gotinên kilamê bi awayekî balkêş hatine hunandinê. Hem jinê gotin gotine; hem jî zilêm. Nola ku li nava şerî ev her du li gel hev bin davêjin ser hev û du. Ev teher jî, şarezatiya hunera Devkî ya wêjeya Kurdî ye.

Page 13: Dengbêj Husênê Farê

Axawo li min li min li minXwedayê mim pê dizaneJi berê ve em mehkûm û firarêDestê Roma teres inXalisê dinê xwe ne Canfedayê mala şêx in

Axawo li min ax li min li min Lo lo mîro şerekî li me çê dibûLi hewşa serayêQalekî giran li me daketiyeMij û dumana şewitîDîsa li hember e (Di vê derê de neliheviyek heye. Di bandê wî yê dawî de ev awa jî heye.:)

Axawo li min ax li min li minHeyla lo mîro min goŞereka li me çê dibû li hewşa SarayêQalekî giran li me daketiyeLi kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dîsa li sersa vê kaniyêLê dayê rebenê min ê vê sibêBal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê EhmedKeremê qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv BegêXweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustemaDibû hwurmîn û nalîn û zarînê gulê topêJi êvar de xweş têSewta bêxwedîka vê borînê

Besnayê bi sê denga dikir gazîDigo de lo lo Fersende Te digo wezê Fersende me Ez berxê Mala Emer im Roja şer biqewime Ez siwarê Eznawir im Na na wele Çar hev papaxreşî Qecera Ji êvarî Xwedê da Devê mîratê wan malikan û gawursustemaKirine kozik û meterisê Silêmanê Ehmed

Page 14: Dengbêj Husênê Farê

Keremê Qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv BegêBi destê zorêBi devê mîratê gawursustema Ji milê van xweşmêra vekirineNîşan û rutbê Hamidiyê

Heyla mîrê minHey de hûn ê lê xinLe bavê bavê mino hûn ê lê xinRabin kekê mino hûn ê lê xinHûn ê destê xwe bavêjinQayişê mîratê gawursustemaQondaxê modalîka çartiliya li erdê xinMêra bikujin navê revê pêxin Mûma bitefînin şemdana vêxin Xwedayê min pê dizane Ji berê paş de Mezin û piçûkê meRabûne ranebûneEm ê mahkûm û firarê Roma teres inXalisê dînê xwe neCanfîdayê mala Şêx in

Axawo hey li min li min Sed carî li minHeyla lo mîro min digo Şereka li me çê dibû Li hewşa SarayêQalekî giran li me daketiye Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dayê dîsa li hember eNa na wele min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosaCebilxanan û gawursustemaJi êvar de mij û duman e vê sibêQelebalix e dîsa yeqîn şer e

Fersende bi sê denga dikir gazî Digo de lê lê BesnayêTe digo wez ê Besna me Ez qîza Eliyê Ecem imRoja şer biqewime Qîza heft bavê çê me

Page 15: Dengbêj Husênê Farê

Dergûşa ser destê te zarûkê kurîn eTu baz de şer giran e Tu yê vê sibê bigre Derkeve ji navê here

Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende Wele wez ê Besna me Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê meDergûşa ser destê min zarûkê kurîn e Îro dikim bi qurbanaNav û namûsê Mala Emer eEz ê çi bikim Bavê Kazim Keremê Qolaxa Sond xwariye bi sondê temamSondê telaqê jinberadanêHeta serê şahê Îranê jê neke Ji vî şerê hanêNayê tu cara venagere

Hey de hûnê lê xin Bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xinHûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxinMûma bitefînin şemdana pêxinXweadyê pê dizane Ji berê û pêş da Piçûk û mezinê meRabûne ranebûneEm ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe neCanfîdayê mala şêx in

Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê ( notê berhevkêr). Lêbelê mijara kilamê cihê dibe. Guman heye ku dengbêjê me, kilama Yadoyê Dimilî û Fersende li hev û du xistibe.

De na na wele wez ê dîsaWeyla axawo şerekî li me çê dibûLi girikê jêrîn û jorînWele li ser somerê Hafa her du ava

Page 16: Dengbêj Husênê Farê

Li xopana Qizilçubûxê me bidarebî neMin dî qiflekî suwarê mala XelîlWele vê sibê suwar ketine hatêJi xwe re ge dixarîne ge dilezîninBila kula Xwedê bi sê kulaTekeve derê Reşîdê lawê SerhedDerbekî bila li bejna bavê Silhedîn dabûWele ji êvar de Bi du guleyen birîndar e Halê wî tu nîneMin bala xwe dayêLi erefa meydanê sekiniyeYadoyê min Dimilî suwarê NîgarêKilê çavê TelîyêTevî şahê xortanTeyrê ecelê Sadûn e Lawo çavhêşîn e

4. KILAMA SER ŞERÊ NAVBERA MALA ELIYÊ ZAWO Û MALA EMERÊ SELÎM Ji aliyê cureyê wêjeyî ve helbest, bêtir nêzî lawijan e. Teşeyê nezma xwe jî, di dirûvê çarînana de ye. Lêbelê em rasterast nikarin bibêjin ku bi teherê çarînî dabeşî rêzan bûye. Herweha ji ber ku ev kilam jî berhemeke wêjeya Devkî ye, ji aliyê pîvana xwe ve, hema hema di qalivê pîvana kîteyî de ye. Di dawiya rêzên helbestê de em, bêtir qafiyeya zengîn dibînin. Mijara kilamê, şer û pevçûnên janane yên navbera malbatên mezin e. Çîroka kilamê diçe li Emînê Ehmed asê dibe. Serê pêşî, ev serekeşîr, hezkiriyekî gelê Kurd bû. Heta ku nebûbû hevalê eskerê Kemalî, di nava miletê de nola lehengekî dihate dîtinê. Ev kilam ji devê jinê hatiye girtinê. Em vê yekê, ji rêzikên kilamê derdixin..

Weyla Axawo Axawo AxawoWezê bi diyarê SilatêMala Mûso diketim bi çem û kanîMin dî Bavê Muhemed SelîmGula suwara lê girê da mihîn canîBila kula Xwedê bi sê kulaTêkeve derê Mala Eliyê Zawo Qela mêra li Mala Emerê Selîm Axa anîWeyla Axawo tu Axa yî

Şerê li me çê dibûLi diyarê Silopî Rezê Mala Mûso lo li vî banîMin dî Eminê Ehmed Gurê meha sibatêWa elmanîka xwe hîlanîEz ê vê sibêXwe bawêjîm bextê

Page 17: Dengbêj Husênê Farê

Namûsa te SekmanîTu yê guleyekê bernedîLi bejn û bala bavê Muhemed Selîm şahê xortaÇakêt li nava milê Vî xweşmêrî mekeBar giran e loWeyla Axawo tu Axa yî

5. KILAMA SER XORTEKÎ KU ŞANDINE ESKERIYÊ Cureyê vê helbestê, ji aliyê wêjeyî ve kilam e. Pîvana helbestê, herçendî li gorî pîvana kîteyî be jî, bi giranî mêla xwe daye ser pîvana serbestî. Dîsa ev kilam, ne tekûz be jî, weke çarînan dixuye. Herweha qafiyeya wê jî xweş li hev e. Cîcînan qafiyeya nîvco; cîcînan jî qafiyeyên dinê hatine. Kilam ji aliyê mijara xwe ve, êş û jana ku ji ber bêbextiyê ye ku, hevkarên eskeriyê bi keçekê dikin. Delalîkê ber dilê vê keçikê, bi devê muxtar û ezayê wan ku, giliyê wî kirine, dişînine eskeriyê. Bi vî awayî destê van herdu evîndaran ji hevdu hatiye qetandinê. Wan salên berê jî eskerîkirina ji hukûmata Turkiyayê re, zav dirêj bû. Bi hindikî pênc salan diajot. Hema hema kî biçûya eskeriyê, çûyîn ew çûyîn bû. Êdî dagera wan xweşmêran ne hêsa bû. Purê xortan xwe kitim dihiştin, heta şikayetek nehata kirinê, ew wusa veşartî diman ji boy ku ji çûna eskeriyê bifilitîna. Keçika reben ku bê delalîkê dilê xwe dimîne, vê kilama dilşewat davêje ser xwe, delalîkê ber dilê xwe û heyeta ezayan. De rê hay lê dîlê dîlêDîlê lê were dîlê Lê dayê dêranêXwedê hebîna hûn eMin kur bikin way lêMin kem bikin Hûn ê berê min bidin Sewqiyatxana DîyarbekirQatekî cilê eskeriya Qerenê zava way lê Reş li min bikinJi bona reza Xwedê û pêxemberLawikê min ê ecemî yeLi meydana ErzurûmêLi pêşîka delalîkê dilê min da Dersan û talimê bikimLê hay lê dîlê lê dîlê dûrê

De rê hay lê dîlê Hay lê dîlê lê were dîlêLê lê dayê nemayêSibe ye min dî tiranêJi stesyûna Diyarbekir

Page 18: Dengbêj Husênê Farê

Wa ye hereket kirWey lê li min porkurêLi erdê biniya mala me sekînîBi sê denga munawire kirWele min ê vê sibê rabûyaQatekî cilê derwêşan û casusanLi bejna xwe kirHawara Xwedê wez êLi temamê odê tranê digeriyamHevo hevo yoxilme kirJi bona reza XwedêWele derdê dilê min gelek eDelalîkê dilê min tê da bûKoranî bi çavê min de hatoWey lo min nas nekirLê hay lê dîlê lê dîlê durê

De rê hay lê dîlêHay lê dîlê lê were dîlêWey lê dayê min goBinîka mala me da Way lo bi zeviya ketimBila kula Xwedê têkeve Berê ezayê gundê meHer çar ezakê vê heyetêLe çewa destê min û Delalîkê dilê minJi hevdu qetandineBerê wî daneKambaxa Erzurûmê eskeriyêBêxwedîka way lê vê xurbetêLê hay lê dîlê lê dîlê durê

6. LAWIJA SER SEÎDÊ EHMED

Kilam ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve lawijî ye. Xwedî pergaleke qafiyeyî ye. Di dawiya rêzan de em, pêrgî qafiyeya zengîn dihên. Rêzên helbestê bi pîvana serbest hatine ristinê. Dabeşbûna rêzan ne bi jimareke diyar e. Ji devê jinê hatiye girtinê. Emînê Ehmed li Diyarbekirê di girtîxanê de ye, li aliyê mala wan şerek diqewime. Pismamên wan ên bi navê Emero û Mistiko, li gorî hin pîrên nuha ( weke dengbêj H.M.Xatoyê), çav berdidine jineke bi navê Wesîlayê.Maqûlekî bi navê Seîdê Ahmed ji Mala Emînê Ehmed dikujjin. Wesîleyê jî tê Diyarbekirê, diçe girtîxaneyê ku vê xebera hanê bibêjeyê.GELO Dê*******************???????????MUHEREM

Page 19: Dengbêj Husênê Farê

Gidî lo lo de lo lo de lo loMin dî Eyşo digo Qasimo lo braDilê min î dêşî dêşîWî de berxê bavê mino lawoSibe ye dilê min î dêşîLi dunyayê dîsa sed carî dêşîWele tu ê vê sibêRabe xwe girê bidî Bi xefyanî bi casûsîLo bra bi derwêşîTu ê lez bikîBilezînî bimeşînîBerê xwe bidîKambaxa welayeta Diyarbekirê

Tu ê pişta xwe bidî Dîwarê bêxwedîka vê edliyêBerê xwe bidî Mapûsxana şewitîQanata jorê Qawişa diduya nezareta pêşî

Tu ê rica bikî Ji mudurê mapûsxanêTu ê bibêjî lo muduro wezê Ketime bextê namusaTe û Xwedê vê edaletêWele tu ê qasekî Îzna min bidîDi hundirê mapûsxana şewitî deWezê bikevim nava Mehkuman û firaran van xuniyaEz ê qasekî rûnêm li kêleka Emînê Ehmed lawê Perîxanê

Min ê bigota De lo lo Emînê Ahmed Mala te xera beWele zalimê Emero û Mistiko Her du pismamê xayinDerbekê berdane Li bejn û bala Seîdê EhmedBavê Muhemedko siwarê xezalêDe îro mala mezinMaye bêsermiyan eWezê hatime tu êÎro ji min û mala me re

Page 20: Dengbêj Husênê Farê

Keko bra dîsa çi bibêjîGidî de lo lo de lo loWî de lo lo de lo loKul û kedera ber dilê min î De rabe Seîdo tu Axa yî

Eyşo digo lê lê Emîna lê xwingê Wesîla Hesîna lê lawoyê Gidî wele sibe ye Wezê bi diyarê riza Qîre Kozika Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko Ketime dayê bice yeÊ lê gran e dengê Tivingê Emero MistikoHer du pismamê xayinJi êvar de Bi ser de kirine şevereş eMij û duman û xelxele ye

De lo lo zalimê Emero Mistiko Her du pismamê xayinDerbekê berdane Li bejn û bala Seîdê EhmedMaqulê mala me yeHeyfa min nayê li kuştina mêra Heyfa min têyo li wê heyfê Giregirê Reşkotan û RemaDibên sebeba van xweşmêran Wesîle ye

Bi sonda qesemê Wesîle digo Haya min ê Ji vê bêbextiyê qe tune yeJi berê paşê de şeytanî û fesadî Karê mala Hecî Evdile yeEviya riyê çendik û çend sala yeEmero û Mistiko mahkum û firarê Li pişta mahpûsxana Diyarbekirê ye

Ê de rojê êdan û şahiyan Bazar û gorişmeyaMin ê berê xwe daPişta dîwarê edliya DiyarbekirMalxerabo qapiyê mahpusxanêXelqê ji min re digo Wesîla korê hûn ê Rabin herin malê

Page 21: Dengbêj Husênê Farê

Îro gorişme ji mala Emînê Ahmed reQe tune yeWere lo lo de lo lo de lo loSeîdo tu Axa yî

7. LAWIJA SER ÇAWIŞÊ TESKEREÇÎ

Ev helbest, ji aliyê mijarî ve dilovanî ye(lirik). Ji devê jinekê hatiye gotinê. Cureyê helbestê lawij e. Pîvan, qafiye û teşeyê dabeşbûna rêzan, di tayê rê û rêbazên berhemên Wêjeya Devkî ya gelî de ye. Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê tê de derbas dibe, guman heye ku wî ev lawij gerandibe. Heke ne hilberîneke wî bi xwe be jî, rasterast kiriye ser navê xwe.

Derê wî lo lo çawişo loEz ê bi vira Kavilê KosêDiketim lo li vê meydanêHeyla dayê dêranêMin dî kaxizê teskereçiyê Ebdulcebar çawişê min Lo girtin danê

Teskereçiya bi Evdilcebar çawişîBerê xwe danêTew lê nava qantir Û bêxwedîka wî lê timarxanêHeyla li min porkurê Teskereçiya Evdilcebar çawişê minSaqo û şalwarê sivîliyêLi bejna xwe dabû wî lêMîrata qantirê nazî dikirCotê çifta pê re li eniyê danî

Min dî Sultanê Bi sê denga dikir gazîDigo lê lê Nîgarê Xwekê korê nemayêMala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêjaDibêjin cenazê Evdilcebar çawişê te Berê wî dane xestexanaBêxwedîka lê ErzincanêDe wî lo lo çawişo loDe wî lo lo zatiyo lo lo

Page 22: Dengbêj Husênê Farê

Ez ê bi vira Kavila KosêKetime lo lo bidarkelêj eMin dî alaya siwariya Derketî munawirê Qirana li ser qirana Li hedefê wî lo lo li vê atêşê

Sultanê bi sê dikir gazî Digotî lê NîgarêMala bavê te şewitiyêWez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî Li ber derê xestexana ErzincanêZalimê dixtor qalpaxêSerê çawişê wî lê te davêje

Min ê digo welatê xerîv û xurbetêWê gavê ne xwing e ne dê yeNe ne bav e ne bra yeNe qewm e ne eşîr eKesekî xwedanê xêra û xêrxwaz tune Li ber serê teskereçiyê Evdilcebar çawişê te rûnêHawar Xwedê weleHurik hurik yawaş yawaşWesyetê xwe wî lo lo bibêje

Ez ê vê sibê berê xwe bidimDeşta welayeta Diyarbekira şewitîHinda Huseynê Farê lawikê dengbêj eMin ê bigotana ji bonaReza Xwedê û pêxember eGava tu ê li serê civata rûdinêKlama teskereçî Evdilcebar çawişê minTim û daîma wî lo lo tu bibêjîDe wî lo lo çawişo lo loDe wî lo lo zatiyo lo lo

( ev kilam bi du awayan hatiye gotinê ji devê dengbêjê me.)

Page 23: Dengbêj Husênê Farê

8. LAWIJA SER SALIH ŞAHÊ DENGBÊJA

Cureyê vê helbestê yê wêjeyî lawij e. Hêmanên xwe yên mîna pîvan, qafiye û nezmê hene. Nezma wê ne xwedî teşeyeke diyar e. Gelek dengbêjên din jî vê dibêjin. Nola Şakiro. Gotinên lawijê ji devê jinê hatine girtinê. Çîroka helbestê jî ev e: Di dawetekê de yekî bi navê Zekî, şeşagira manêre diteqîne, bêhemdî wî li Salihê dengbêj dikeve. Wan jî ev lawij li serê gerandiye.

Melul melul melulo siwaroBeyazê gotîLê lê Gulnazê korî nemayêSibe ye wez ê Bi wêrana Melazgîra şewitî Gundê bikevir kela Suphiyê diketimNaçime gund ez zûka bikereng eBira kula Xwedê bi sê kulan beTêkeve derê konê Zekiyê lawê Mîran BegêMin dî vê sibê Li refê siwara kirî gazîDigo gelî siwaranBûka me derxînin êvar hatRoka me çû dîsa li me dereng eMin dî mîrata şeşagira manêrêVê sibê di destê Zekiyê lawê Mîran Begê dabû deng eGuleka bi dest berdayêLi bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêjaGula xorta teyrê Ser milê qîzan û bûkaNema bû sîma reng eHeyfa min nayê Li kuştina egîtan û xweşmêraHeyfa minê têyo li wê heyfêÎro bêxwedî û sermiyan maneHer çar gundê dor heft reng e

Beyazê gotî Gulnazê korî nemayêSibe ye wez ê Bi wêrana Melazgîra ŞewitîGundê bi kevir Kala Suphiye diketimÎro naçim gund e Wa zû lê dîsa bi dawet e

Page 24: Dengbêj Husênê Farê

Minê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayêMin dî mîrata şeşagira manêrêLi destê lawanê Mîranî Begê Gidî lo lo dîsa gurîn ketêGuleka bi dest berdayê Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêjaGula xorta teyrê Ser milê qîzan û bûkaWêre felekê mala te xera be Wele şikestî per û qanatê Çok û çingê min hermetê

9. DESTANA SER BENGÎBÛNA NAZÊ YA LI HUSO

Teherê hûnandinî ya vê helbestê têra xwe seyr e. Em dikarin mînakênberhemên weha yên Wêjeya xwe ya Devkî, rûkarî berhemên Wejeya Cîhanê jî bikin. Ji ber ku gotinên helbestê ji du aliyan ve hatine rêzkirinê. Cureyê wêjeyî yê helbestê lawij e. Pîvan û qafiyeya xwe heye. teşeyê xwe yê nezmî jî, li gorî mijara rêzan ji hev û du hatiye dabeşkirinê. Ev ji devê gelek dengbêjan ve diê gotinê. Ji hêla mijarî ve hem dilînî ye hem jî destanî ye. Li ser evîna navdar a Nazê ya ser Heso ye.

Dewran e dewran e demê dewran eNazê digo Heso pismamoSibe ye wez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketimDilê min bi deman eXwazgînçiyê min rebenê hatine Ji êvara Xwedê de Di mala bavê min de Li hev civiyaneLo lo min bi heyranoBi gotinê gotinbêja Dibêjin şîranîka min xwarineDê bi rebeno nîvê qelenê xwe daneNa na wele wezê vê sibê hatimeXatir ji pismamê dilê xwe bixwazimEz qe nizanim Hal û dem û birînê teçawa ne siwaro

Dewran e dewran e demê dewran e

Page 25: Dengbêj Husênê Farê

Huso digo lê lê lê Nazê malxerabê Na na wele ji bextê min û te reDîsa bi ser me de Li esmana agir dibareLe dilê min evdalê Xwedê Ji hêlîna hêlîna teyrê nar eBila hêlîna xwe çê nekirana Li Geliyê Zîla Li serê Çemê Hesen EvdalêDê bi rebenê li reşik û tarîNa na wele tu êJi oxur û feleka xwe nemîneHere ji xwe re Bi meqsed û muradê dilê xwe şa bibeEw ê rebê alemê Aniye serê pismamê teNeanî serê wî Eyûbê kurmaxwarî

Nazê heyla Nazê NazêTe çavreşê bejinbilindêGerdengazê bermuradêWele tu yê gava Xatir ji min dixwazîHinekî giyayê buharêDi binê min raxîneWele Huso brîndar e Halê wî tunîneBila qasekî serê xwe dêne Hay lê ji xwe re razê

Derê dewran e dewran eDewran e dewran e demê dewran eNazê digo Huso pismamo sibe yeWez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Dîsa wa li hersek eDi seriya min û te re deşt û zozan eMalxerabo di biniya me deHêlîna teyrê basbelek eBi sonda qesemê xwazgîniyê min êDi mala bavê min deJi êvara Xwedê de rûniştineDibên şîranîka xwe xwarine Maye dawa çek eHêviya min heye Ji rebê alemê mîrê mîraDi pey pismamê min de Tu carî qedera min êLi eniya lawê bava neke

Page 26: Dengbêj Husênê Farê

Lo lo malxerabo weleTu yê were vê sibê Qase kî serê xwene Li ser çoka dotmama xwe dêneEw derdê ku Di canê pismamê min de ye Belkî rebê alemê Bigre canê min giş suwaro

Dewran e dewran e demê dewran eSibe ye wezê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketimTê re ne zinar e bilind çiyaBejna Nazê zirav e takê rihana Li serê heft newala dozde riyaŞevekê ji şevê payizêHeta nimêja serê sibê Nazê bi stûxwarî Li ber serî rûniştiye Serê wî ji ser çoka xwe danî Hêdî hêdî yawaş yawaşBi ser de digiriya Bi emrê rebê alemê qasidê qolfelekêLi ser singê wan peya dibûGirtî ruhê wan her duyaNa na wele Bi gotinê gotinbêja divên mekanê Huso û NazêLi nava Çemê Hesen EvdalêBûye ziyareta tawiyan û bawiyan

Hey lê Nazê Nazê Te çavreşê bejinbilindê gerdengazê bermuradêLê lê malxerabê gava tu yê xatir ji min dixwazîHinekî gihayê buharê Di binê min de raxîneWele Huso brîndar e Halê wî tuneBila qasekî ji xwe re razê

10. EREBA MIN

Page 27: Dengbêj Husênê Farê

Cureyê helbestê, kilam e. Ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeyê û teşeyê nezma xwe ve, di dirûvê berhemên wêjeya Devkî de ye. Herweha mijara xwe jî, li ser evînê ye. Kevneşopiya Aşiqiyê diêne ber me. Ev awayê hunerê xwedî rabirdûyeke kûr, dûr hur e. Di qada wêjeya gelên cîran de jî ev awayê hunera helbestî bala meriv dikşîne. Bi taybetî edetekî wêjeya Devkî ya Turkan e û gelek mînakên xwe hene. Kilam ji aliyê mijarî ve evînî ye .Yê ku klamê derxistiye dengbêj Huseynê Farê ye. Ciyê kilamê Diyarbekir e.

Ereba de lê lê lê Karîxezala dilê min malxerabêDeşt û zozan nemane Ez li karîxezala xwe temam lê geriyamDîsa kor poşman hêdî hedî yawaş yawaşBerê da sûra diyarbekira şewitîMin ê digo ciyê şêxan û ewliyaEm ê gava ketibûn sûra bedena DiyarbekiraSerê Mêrgahmedê çarşiya şewitîNava elbikçiyê van Elîpariya Min ê digo çiqa cîkî fere yeSerê ewilî qasekî ji xwe reDi nav de digeriyam Min bal û xiyala xweni didaBejn û temtêla qîzan û bûkanYadê van zeriya Na na wele min ê Xwe pê da pê daBerdaye pişta Mala Elîşêr eMin bala xwe dayêGovenda qîzan û bûkanBi sêpiya bi sê qefla digeriyaDilê Huseynê Farê lawikê dengbêjDilkî qure bûDi nar temamê qîz û bûka deJi xwe re ketibû sisiyaMinê digo ewa mezinJi min re bikêr nayêEzê bînim ji bona Şivan û gavanê gundiyaA diduya ji min re nabeEz ê bînim ji bona Kutlik û şanborekê Teresê van MardînliyaA sisiya kinik î orte bû Li çax û benda min Lawikê xelkê reMin anî bû ji bona Henek û laqirdiya

Page 28: Dengbêj Husênê Farê

Şevekê ji şevê payizê serê kanûnaMin ê gava destê xwe Avêtibû gurmitikê piyaMin ê dimêt di devêTaximê singan û bera Hinarikê rûyaNa na wele Çiqas necar û merengozLi Diyarbekira şewitî heneEz ê li temama Li giştika digeriyamMin ê cotekî nalîn û qafqafkê kirîDu bohist û çar tiliyaEw a kinika ortê bûJi çax û benda min Lawikê xelkê reŞevekê ji şevê payizê serê kanûnaMin ê gava destê xwe Avêtibû serê gurmitikê piyaMîna kevanekî ji kevanê destê teresuliyaBi ser de diaşuyaJi hal û demê xwe re dîsa ditewiyaMin ê devê birî Taximê singan û beraDev û lêvê cotilmiya Hinarî rûyaSinga vê teresbavê hişk bûMîna helawa EntabêBi çakûç û tevşoyê destê Necar û merengoza nedişkiyaMîna hingivê Sêrtê dimsê Pisyanê Wî tiriyê çiyayê ŞengalêBi ser dev û lêvêMin lawikê xelkê de diheliyaJi kerba ramûsanê vê teresbavê Sî û sê dranê min Bi hev de diweşiyaEreba min hay lê lê axKarîxezala delala dilê minDe rabe hay lê lê

Ereba min de lê lê lêMalxerabê min ê digo sibe ye Sed carî sibe yeKarîxezala dilê min Min ê digo sibe ye Sed carî sibe yeStêrkê rûesmana Çima winî qube ye

Page 29: Dengbêj Husênê Farê

Min dî karîxezala li xîmêBinê beriyê digeriyaLi tûmê kelemoka Gele bi gele ye Bi sonda qesemê ew malekaQîz û bûk lê tune yeMîna aşekî ji êvar de xerabe ye Bêqiraş e bêdore ye Mîna xanekî ji xana binî toz e Binî bizibil û zibare yeEw malika qîz û bûk tê de heyeDixwazî bila mala Şivan û gavanê gundiya beEynelyeqîn e werre yeTiştekî derew xalifDi vê galegal û gotinê de tune yeLê mala wî şivanî û wî gavanîÇima qîz û bûk tê de heyeBi şiklê konê bavê Evdilhemîd ava ye Lixêmê binê beriyê biçît e biperde yeBimisîn e bigumgum e biqawe yeSedema çavê qîzaTim û daîm şêwr û mişêwrêHezar hev dengbêjê mîna Huseynê Farê lê heyeEreba min hay lê lê lêKarîxezala dilê min hay lê lê

11. KILAMA KEÇIKA BENGÎ YA SER DELALÎKÊ BER DILÊ WÊ

Helbesta me, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, di hêla wêjeya Devkî de, bi navê ‘kilamê’ diê binavkirinê. Jixwe aliyên xwe yên pîvanî, qafiyeyî û teşeyê nezmî jî vê rastiyê diselmîne. Ev helbest, rastî, durustî û xalisiya evîna kevnar a bav û kalên me dide nîşandanê.

Page 30: Dengbêj Husênê Farê

Kilam ji aliyê mijarê ve li ser evînê ye. Keça ku dil berdaye xortekî , di hiş xeyalê xwe de dixwaze ku, cilê delalîkê dilê xwe bibe bişo. Navê keçikê Gulê ye. Radibe kincan hildigre, dibe ser ava Feratê, li wê derê, avê, zelal nabîne , dilê wê qerar nade ku bişo. Ji wirê diçe ser ava çemê Cizîra Botanê. Li wê derê jî avê, li gorî dilê xwe paqij nabîne. Dawiya dawî diçe ber ava kaniyên çiyê ku cilê delalîkê dilê xwe bişo. Dîsa gotin ji devê jinan hatiye girtinê.

Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê gulêHay lê lê Gulê Hay lê lê GulêHay lê lê Gulê Min ê go bejna Karîxezala dilê min zirav eTakî rihana li binê çiyakê Bêxwedîka vê Musûlê Sebra min de hê lê lê

Min dî Gulê vê sibê Bi sê dengan dikir gazîDigo lo lo lawiko mehrûmoMin ê vê sibê Cilê delalîkê dilê xwe Hildaye daye li hev pêça yeErê hey lê dayê Min ê berê xwe dayeSer ava çemê DiyarbekirWez ê gava diçûm Ser ava Feratê DiyarbekirWele min ê bala xwe dayê Şopa qatirciyê Sêrtiya bû Guherê miya bûMexelê boşî deva bûWî devê min digo Dilê min ê Ji devê min re qerar nedidaMin ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûştî li avê nedidaHeywax li min porkurê hay lê lê

Na na wele min ê vê sibê Car dinê cilê delalîkê dilê dilê xweTev dabû tev pêçabûMin ê berê xwe daSer ava çemê Cizîra Bota bû

Page 31: Dengbêj Husênê Farê

Min ê bala xwe dayêDi ser me re selexaneLi serê av û arava spiya bûHûr û pizûrê miya bûDevê min digo Dilê min ji devê min re qerar nedaMin ê cilê delalîkê dilê xweNeşûşt li avê neda Hey wax li min porkurê hê lê lê

Erê hey lê dayê Li min porkurêMin bala xwe dayê Ji min wê de çem nemayeBi ser min re dax û gelî û çiya yeMin ê berê xwe dida wî çiyayîBelekê berfê lê xuya yeWez ê gava diçûm Belekê berfê wî çiyayîMin bala xwe didayêBi sê ciya ji serê çem û kanîAva zelal jê kişiyayîLi wî çiyayî li belekê berfê tetişê avaLi çol û yabana XwedêMin ê kuçikê xwe çê kirSê hev kevirê xwe danîSîtila xwe li ser danîTeşta xwe li ber danîSerê buhara ewil bûPaşiya payizê dewamiya neh mehaLi çol û çepera Pêjna delalîka dilê minLi min dayîWele li wî çiyayîTakî êzing qe nemayîSabûna min keçikê Barê heft deva bûQediyayî kirtikkî jê nemayîTeşta min qul bûyî Sîtila min şikiyayîTilî û pêçiyê min î zeriyê karîxezalêDi ber av û arava Delalîkê dilê min de giş mihiyayî

Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê lêErê bejna karîxezala dilê min zirav eTakî rihana li serê çiyakêBêxwedîka vê Musûlê Sebra min de hê lê lê

Page 32: Dengbêj Husênê Farê

12. EVÎNA QÎZMETÊ YA SER “LAWXALO”

Cureyê vê helbesta Dengbêj Husynê Farî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, ‘kilam’ e. Ne bi giştî be jî, dîsa helbest, ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeya dawiya rêzan û teşeyê dabeşbûna helbestî ya nezmî bi awayê berhemên wêjeya Devkî ne. Kilam li ser evîndariyê ye.Gotinên vê klamê ji devê jinê ye. Keça ku ev kilam avêtiye ser lawê xalê xwe, bengî bû ye. Lêbelê, negihîştine hev û du û keçikê bêdil dane yekî ne baş. Keçik gazin û lomeyên xwe dike.

Erê lawxalo bejna min zirav e Wa rihana zer eErê kurxalo bejna min zirav e Wa roka zer eTaximê sing û berê min Keçikê ji te reMîna textê Sultan Evdilhemîd Bixwendin e bihesab û Wa bizêr û bizeber eCotê memikê min ji te reMalxerabo mîna kewê li qefesêBi bask û per eSî û sê dranê devêMin keçikê spî neMîna ne birincê Şêxanê QerecdaxêSalik û dozde mehê Xwedê Wa li raser eMalxerabo te yê kirî Terka bejna min a zirav Sî û sê şêbiskê belekê çavaEz ê ketim tora kotî heramJindo nemerdiyê xerabDerdê wî nayê kişandinêŞevê nîvê şevê Li ser taximê Sing û berê min keçikêJi xwe re dike Herba û ceng û şer eLawxalo wez qîzmeta te meLawxalo wez qîzmeta te meWî kurxalo wez qîzmeta ye me

De herê lawxalo sibe yeWez û lawxalê xwe ne

Page 33: Dengbêj Husênê Farê

Li erdê binya malêLi ser kaniyê li hev rûniştinEz û kurxalê xweLi erdê biniya malaSer kaniyê li hev rûniştinHestirên çavê min û lawxalê minMîna tofana Nuh pêxemberKevirê zinara Qûmê derkê çeman tev dişûştin Malik xerabo ji ber griyê min û teMin dî mriyê mezela Di hundirê qebra xwe de rabûneKefenê xwe ne bi devê girtineDigotin ha ho medet û rûniştnMalxerabo min û teGilî û gazinê xwe kirineLome me ji pa re hiştinLo kula Şamê HelebêDi mala bavê te bikeveTe ê kirî terka bejna min a ziravŞûsê sê biskê belek çavaEz ê tora kotî heramJindo nemendiyê mêrê xerabWele derdê zewaca bêdil nayê kişandinêRoyê carek te ez dikuştimLawxalo wez qîzmeta te meErê lawxalo wez qîzmeta te me

Ez ê ji bejn û bala xwe veBêşik û bêşubhe meTu yê meke xem û mereqa heft salaHere li welatê Xerîv û xurbetê bigereGava tu vegeriyayî hatîDîsa wez marîna lawxalê xwe meLawxalo wez qîzmeta te me

(têbinî: dengbêj, di qaseteke xwe ye din de van malikên han jî li vê kilamê zêde dike.)

Lo lo lawxalo heyra min goXatûnîka kurxalê qerîşan eEz ê vê sibê rabibim Berê xwe bidim kambaxaWelayeta Diyarbekira şewitî Ba nalbenda bazinê Destê xwe derximJê ra têkim lo çarhezar eEz ê xizêma pozê xweGoharê gohê xwe derxînim

Page 34: Dengbêj Husênê Farê

Jê ra têkim hûrik hûr bizmar eEz ê sî û sêbiskê xwe jêkim Jê ra têkim ser kelê Wêris Begê Lo dor hevsar eWê rojê êdan û şahiyan Wê bê lawxalê min Lingê xwe têke rikêbê Destê xwe bavê dizgînê Berê xwe bide xêrîviyê Binê beriyê welatê xerîv xurbetê Nava heval û hogira da Bera xelk nebêje qebraxoDost û yara wî tu nîne Çi siwarekî bêçîk û lo bêpergal eLawxalo wez qîzmeta te me Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta te me

13. TÊLÎ

Cureyê vê helbesta xweş, ji aliyê wêjeyî ve “kilam” e. Pîvana rêzên wê, nêzê “pîvana kîteyî ye. Herweha qafiyeya xwe bi xurtî bala meriv dikşîne. Teşeyê xwe yê nezmê gelek dirêje. Heta mijara wê yek e, rêz ji hev û du naqetin. Ji ber vê çendê em nikarin navekî nezmî lê bikin. Bi her awayê xwe serbest e. Mijara helbestê jî, li ser evînê ye. Vê carê bêtir hest daxwazên xort derketine pêş. Dîsa bi temamî helbest ji aliyê gotinên xwe ve, ne malê mêr bi tenê ye; gotinên balkêş ên keçikê jî hatine gotinê. Aliyekî seyr ê vê helbestê jî ew e ku, bengîbûna melankolîk a xortî aniye zimên. Di wêjeya me ya Devkî de mînakê bi vê teherê ne ew çend zav in. Ev berhema ku hilberîneke wêjeya Kurdî ya Devkî ye, hêjayî rexnegirtin û lêhurnihêrîneke hunerî ye. Li benda keda rexnegiran e ku hindekî xwî û xwîdanê birêjin li serê.

Were Têlî were Têlî were TêlîHey lê zalimê lê lê lêEz ê serê sibê Radibim ji xewka şirînBang dikim dibêjim TêlîBi nava rojê dibêjim TêlîBi êvarê dibêjim TêlîBi seetê bi gavê bi deqê b isaniyêJi axîn û kedera dilê xwe reWez ê bang dikim dibêjim TêlîLê lê Têliyê malxerabêWele tu hur î boz î beyaz îXalis î mulis î Beytul emîn î tu kihêl îNeh nav û ne îmze

Page 35: Dengbêj Husênê Farê

Li ber navê te ne ketineLi ba dilê min Dîsa tu yê pir şirîn îMalxerabê wele tu kihêl îTu yê vê sibêLi qarişî çavê min sekini yîEz nizanim qîz î We nizanim tu bûk îEz nizanim tu jinebî yîSer dev û lêvê te yê bixêlîÎsal sala hefta û heşta yeDilê min kete teÇima tu yê xwe ji min vedişêrîLê lê malxerabê Heft hev birayê te heneHeft hev xwingê min hene Ji bona xatirê çavê te Wez ê Ji te re têkim berdêlîWere Têlî were Têlî were Têlî

De lê lê zalimê lê lê lê Têliyê malxerabêMin go buhar e buhara rengîn eZalima qîza zalima Buhar e buhara rengîn eLi seriya me zozan e Li biniya me de Bingol e Serhed e Şerefdîn eBrek malê bava Têliya min bar kirineLi zozanê me yê jorîn danîneHespê binê min rewan eŞopê malê we digerîneNa na wele min ê vê sibêXwe berda zozanê me yê jorîn eMin bala xwe dayê Sê kon vegirtî neMin ê ajotî pêşiya konê pêşî neMin bala xwe dayê Di bin de sê zerî neÇavê wan reş e Brûyê wan ê leglegî neDev û lêvê wan tenik eMîna pelê kaxizê cixarê spî neBikum û kolos û temezî neMin ê bala xwe bida Taximê sing û berê van karîxezalanSerê memikê wan sor eQoratê memikê wan spî neMîna sêvê Meletiyê

Page 36: Dengbêj Husênê Farê

Hinarê Dêrikê deqdeqî neMîna gazocaxiyê ceryanlî neLi ser mastê zêrîn û zîvîn eZincîrê dorê xalis î muxlis î yadê zêrê zer î Reşadî neLo lo rebiyo qurbanoWez ê aşiq û sewdaliyêBejn û bala a ortê meZalima qîza zalima Navê wê Têlî yeHer duyên dina jê reBûne kole xizmetçî neYek jê re qawê dikelîne A dinê destmal girtiyeHêdî hêdî yawaş yawaşBi ser de dikir baweşîn eMîna qaz û qulingê beriya jêrîn eSalê carekê serê xwe ne li zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîneSiûd û talih û îqbala gelek xortanLi cem rebê alemê qe tu nîne Ez ê anuha li vê dera ha Şahidiya cemaata hazir bikim Jinê çê daîma dibin Qismetê mêrê kotî neWere Têlî Têlî Têlî were Têlî

De lê lê Têlîyê lê lê lê Min ê digo Têlîya min lê hayê Çavreşa min lê hayêBejn zirava ber dilê min rabe lê hayêBila qeda û heftê bela Bê li zewaca dilketinêWer li çar rokê vê dunyayêMalê bavê min çi qas pir beTemamî bavêjim terkiyayê Ser serê teresê bavê teLê çima qelenê Bavê te dernayêNa na wele wez ê Aşiq û sewdaliyêBejn û bala Têlîyê bûmeMîna hêsira pepûka evdalanBi baba dewrêşîWezê ji xwe re digerim Li rûkê ve dunyayêMin ê pe da pê da xwe berdaŞamê Helebê Humûsê Hamûdê Humayê Kerkûkê Kerbalayê

Page 37: Dengbêj Husênê Farê

Min ê xwe berda Mekka mukerrem Medîna mûnawerKiriye tewafiya kevirê Heeceruleswed ciyê tobayêMin ê xwene avêtî girê ErefayêNa na wele min digoJi wetana wetenkî tahir î muqedes îSebr û deyaxa min Lawikê xelkê lê nayêMin ê pê da xwe Berda bajarê IraqêSerê kuçe û sûk û gêdûkê vê BexdayêSibe ye min dî Keçikek rûnîştiye li binê dara çinarêJi xwe re dixwîne quranêMane dike rûpelê Bimbareka vê emayêWele min ê qasekîBal û dêhna dilê xwe didayêKeçikê bang dikir digoLo lo lawiko mahrûmo stûxwaroTu çima li min dinihêrî Ji min re dibêjin MeyramayêTu were vê sibê Li kêleka min rûnêEz ê ji te re bixwinim quranêMane bikim rûpelê Mubareka vê ûmayêHetanî sala sed û yekêTu li kêleka min bî Tu carî mirina gewrik Her çar royê dunyayê Li bîra te nahêTêlî Têlî Têlî were Têlî

De lê lê zalimê lê lê lêRebiyo qûrbano sibe yeWezê diçûm mala Bavê Têliya xwe bi mêvanîRebiyo qurbano wez ê diçûmMala bavêTêliya xwe bi mêvanîMîna hêsîra pepûka evdala Li ber qwulikan û pacanMin ê vê sibê ji xwe re kir guhdarîMin bala xwe dayê Têlî sala par vî çaxîDelalîka ber dîlê min bûSala îsalî ji xwe re ketiyeBext û tola kalê

Page 38: Dengbêj Husênê Farê

Heftê û heştê salîNa na wele kor poşman Ez ê vedigeriyam Dîsa li ber qulikan û pacan Li ber dîwaranMin ê stû xwar kirîJi xwe re vê sibê kir guhdarîMin bala xwe dayê Ji terefê Rebê alemêXanî li min qul dibûBulbulekî ji esmanê hefta hatVê sibê li ser çok çingî min danîBi min re xwendiye Bi kurmancî bi zazakî bi romanîVê sibê disa bi çil û çar zimanîDigo lo lo lawiko mehrûmo stûxwaroMeqsed û muradê dilê te çi yeMin ê digo meqsed û muradê Dilê min Têlî yeDigo bi sonda qesemê Meqsed û muradê te û TêliyêLi vê dunyayê nabe Êwê here cenata baqîLo lawo erşê alîMin dî wê gavê Têlîyê serê xwe rakirJi nava ciya û livinan Balgiyan bang dikirDigo lo lo lawiko mehrûmo Rûreşo vireko derewînoZozanê Bingol û Şerefdînê bişewiteSalik û dozde mehê Xwedê Me biçem û kanîNa na wele ji heft saliya min û te deHetanî emrê me Bû şazde û pazdeEm ê tê de bi hevdu re geriyaneBi xortanî lo lawo bi qîzanîLe kuliya zimanê te nexwaribûAva reş bi çavê te de nehatibûTiliya min di çavê te re neçûbûRokê te yê ji heval û hogirê Dora xwe re bigotaDilê min ketiye TêliyêWê gavê min û te Me yê hevdu birevandaTu yê ji min re bibûya malxweWezê ji te re Bibûma kevanî û bermalîWele tu yê vê sibê

Page 39: Dengbêj Husênê Farê

Li hal û demê min napirsîWezê ketime tora Vî kalê heftê û heştêsalîRojê carê mirin çêtir e Ji min re ji vî halîWere Têlî were Têlî were Têlî

14. XALÊ CEMÎL Û WERDEM XANIMÊ

Ev berhema hêja ya wêjeya me ya Devkî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve rasterast kilam e. Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê helbestê, di durûvê hilberînên wêjeya Devkî ya gelî de ne. Kilam ji devê keçikê hatiye girtinê. Ji aliyê mijarî ve li ser evînê hatiye gotinê. Xalê Cemîl ku dil berdaye Werdem Xanimê, bi temenê xwe kal e. Ev her du kes, diavêjin ser hev û du. Werdem Xanim hê li gorî Xalê Cemîl piçûk e.

Xalê Cemîl Xalê Cemîl Xalê Cemîl wez gune meLo lo Xalê Cemîl min bi heyranoWele tu yê extiyarê dîno Ez gede meLo lo Xalê Cemîl emrê te ye Çûye çil û pênca Wez çarde meLo lo Xalê Cemîl malşewitiyoTu yê ji min vegera be Wezê stûxwar im bêçare meXalê Cemîl malşewitiyoWezê ne pariyê devê Murdarê fena te meXalê Cemîl ez gune me

Xalê Cemîl digo Lê lê Werdem XanimêSibe ye min û diyarê QerdîlekêLê lê Werdem Xanimê Min bi heyranêQamkinikê lê meşwerdekêWele tu yê gohê xwe Mede qise û gotinêGalegalê şeytan û fesada Fesadiya xelkêBila Xwedayê teala biqedîne

Page 40: Dengbêj Husênê Farê

Muradê min û Werdem XanimêŞevekê ji şevê payizêHeta şeveqa sibêBila wê çaxê Li ser singê min peya beQasidê mîrata qolfelekêDe gidî lê lê Gidî lê lê WerdemêDêgawirê bavecemêEz ê qasekî rûniştima li kêlekêLi balê dîsa wa le cemêGidî lê lê lê Werdemê

Lo lo Xalê Cemîl malxeraboWele tu yê ji min gera be tu mezin î Li şûna xalê min îLo lo Xalê Cemîl tu mezin îLo li şûna bavê min îLo lo Xalê Cemîl ez gede me Malxerabo wele tu mezin îLo lo Xalê CemîlTu yê nebe sebebê Lo lo qedera min îXalê Cemîl wez gune meXalê Cemîl Xalê CemîlLo ez brîndar imWez ê brîndarê Destê kesê kal im

15. KILAMA NUSREDÎN Û XATOYA ŞELMO Hilberîneke hêja û şayanê şanaziya hunera Kurdî ye. Cureyê berhemê yê wêjeyî kilam e. Xwedî pîvan û qafiyeya hilberînên wêjeya Gel e. Dîsa teşeyê xwe yê nezmî ne çarîn be jî, di tayê helbesta gel de ye. Herêma ku ev kilam jê derketiye, kana eşîra Bekiraniyê ye. Gundê Şelmo ku dema berê Kurmanc û gelê Ermen, digel hev û du, tê de bi salan bi kirîvatiyeke xalis û muxlis jiyane, gelek rojên seyr dîtiye. Li gorî şêniyên vî gundî Şelmo, sê caran hatiye şewitandinê; sê carên din hatiye avakirinê. Kilam bi mijara xwe li ser evînê ye. Ji devê keça bi navê Xato ku, dilê xwe berdaye Nusredînoyî, dixwaze dilketiyê wî biê wê bixwaze yan jî birevîne, hatiye gotinê. Tiştê ku heye, me çîroka vê kilama xweş, ji gundî û rûniştiyên gundê Şelmoyê kir. Xatiya Wesîle ku, şelmoyî ye, anuha li gundê Kenikê rûdinê dibêje ku, kesê ev kilam derxistiye, mêr e...?????????????????????????????????????????????? Jixwe bavê wê merivekî pereperest e û dilê wî heye ku, keça xwe bêdil bide merivên perepirî. Keçik jî hêrs bûye ji bavê xwe û li çareyên felata xwe digere.

Hay lo delal hay lo delal delalHay lo delal hay lo delal

Page 41: Dengbêj Husênê Farê

Nusredîno wezê hatime Şewitiya Şelmo li hember eTu yê şevekê were Têkeve hewşa mala bavê minQeflekî berx û miya bive hereTu yê têkî çarşiya welayeta Diyarbekir Qeza Batmanê bifroşe Temam têke ser eTu yê ji xwe re bide bi tivingê Bi demançê bi qotek xencer eTu yê şevekê werî kêrekê Li ser dilê qebraxê bavê min bixeEw ê herin gilî bikinMuxtar û ezayê gundê me Temam bêne ser eEz ê perçekî rûnê helandî Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber eMuxtarê vî zemanî elimandineEw ê ruşwet û bertîlên xwe bigrin Li oxura xwe hereEz ê bibêjim gelî musulmananEz şahidim ji vira Heta roja qiyametêJi heftsaliya bavê min de Evê kula hanê Li ser dilê vî qebraxê bavê min bûHema bi emrê Xwedê dîsa Deqeyê wî hat dêranê Ji xwe re daye ser eErê hay lo delal hay lo delalHay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal tu newêrî

Nusredîno ez hatime şewitiya Şelmo Bişewite me bitehtik eWele Xato yekaBejinzirava devliken e xunxweşik eMin dî Xato cotê cêrê nû hilanî Qesda Kaniya Sako dikeHema li ser kaniyê disekine Cotê cêra li tehtê dixîne û helhel dikeXato dilezîne wê gavê Daw û delingê xwene hil dikeBerê xwe ni dida Kaniyahenê Çemê Bazo Çaya Balika Li cem Şêx Sebrî Li qebraxê bavê xwe gilî dike

Şêx Sebrî digo qîza min

Page 42: Dengbêj Husênê Farê

Tu were derdê xwe bibêjeDîsa sibe ye ji xwe re Xwedê xêr bikeErê Şêxê mino Ezê bi ocaxê te kim Derdê dilê min evdala Xwedê pur e ne hindik eEvî kawisê bavê minRojê min ê Bi heft heva re bazar dikeEger tu înan nakî Yek jê Hemoyê Pero yeWa ye rûniştî ye li quncik eHustikê Silê yekî pîs î mûzerik eQumur Ûsuvê Nûrê Yekî gwurî ye serê wî bikevnik eÊ lê bedra şêxa heyeTewrî jê re dibêjin Sewadiyê wî Belik eLi ser setê li Kaniyahenê Rojê barê wî derew û vira dike Berê xwe nede walîlîxa Sêrtê Li qeza Batmanê gilî dikeBi sonda qesemê Pênc quruş pere Di cêva wî qebraxî qe tuneyeLê çavê wî lê ye Bi fortan û viran û derewanTaximê sing û berê min keçikê Mîna mulkê Kaniyahenê Li ser xwe Mor û mezbet û tapû bikeErê hay lo delal hay lo delalHay lo delal hay lodelal tu newêrî(Di dirêjahiya vê derê de ev malik lê hatine zêdekirinê)

Êlê şêxê mino wele dilê minê Di yekî de heye Navê wî Nusredîn eYadê rebenê wele bi eslê xwe Seyd e qebraxo ditirse Ji xema dilê min re kezebkeçik eHawara Xwedê wele sebra min heyeEz ê soz û qewlê rebî pê re deynimLê dayê rebenê wele gava Bê û min ji xwe re birevîneEm ê heta Dara Kurê Rewanê herinEw ê gaziya şivan û gavanê Eşîrê gundiya li pey me bêLe tirsa min ê ji wê tirsê

Page 43: Dengbêj Husênê Farê

Wê min di cî da bihêle û bireveDîsa kor poşman bi ser Mala wî qebraxê bavê min da vegerîne

Erê hay lo delal hay lo delalHay lo delal hay lo delal

(Têbinî: Di bandê dawî yê dengbêjî de, ev malikên han jî hene:)

Derê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal NusredînoÊlê Nusredînê min ê Bi eslê xwe Seyd e bizdonek e Qebraxo ditirse ku çakêt bê te nînoEz ê rojê du cara Û sê cara dibêjimê malxerabo Ji xwe re were min birevînoXwedayê min pê dizane Qebraxê bavê min Merivekî pur derewînoBi sonda qesemê tu qelenekî Ji Nusredînê min nastînoEz ê dikim û nakim Qam û qudûm û çoka cinya naşidînoNayê bi destê min karîxezalê Nagire ji xwe re dîsa narevînoGidî de hay lo delal hay lo delal De hay lo delal malxerabo Çima tu newêrî

16. KLAMA HEBÎBAYÊ

Ev kilam ji alî mijara xwe dilînî ye. Li ser bengîbûnê hatiye gotinê. Berhem ji devê keçê hatiye girtinê. Cureyê wêjeyî yê vê helbestê kilam e. Pîvana wê mîna ye pîvana kîteyî. Herweha qafiyeya xwe jî qafiyeya zengîn e. Teşeyê xwe yê nezmî, her çendî ne çarîn be jî, nêzî teşeyên nezma hilberînên wêjeya Devkî ye. Dîsa keçikê bêdil dane mêr, nehiştine ku bigihîje dilketiyê xwe. Wê jî rabû ye ev klam derxistiye. Bi vî awahî gazinên xwe aniye zimên. Gotinên kilamê, bi gazincên ku ji erf û edetên nerast ên civaka Kurd hatine dagirtinê.

Eman eman eman Eman de hoy weman eMin dî keçikê bang dikir digoLawiko bila mala te xera beLê wele tu navê min nizanîNavê min keçikê Hebo ye

Page 44: Dengbêj Husênê Farê

De hoy hoy lo Hebîba yeMin ê li vê dunyayê Ne siûd e ne şans e Ne qeder e ne muqteda yeLê taximê sing û berê min keçikêJi te re mîna hunguvê zeyaDimsa Sêrtê hinarê DêrikêPorteqalê Yafayê Sêvê Meletiyê şêrîn eWele salik û dozde mehê XwedêTehma mîratê wî Gezo ye tim tê de yeMalxerabo eger tu Ji mêra mêrekî baş î Werî bi destê min Karîxezalê bigre birevîneEm ê berê xwe bidine Zozanê me yê jorîWelatê Serhedê qatimîka Wî şêxî lo cem Riza yeEz ê qe nizanim Siûda min û talih tuneEz ê ketime tora heram Şindo nemendî mêrê xeravDerdê wî nayê kişandinê Na na wele mîna Roviyê beyara bûmê palaxaKozikê besta eyşatê rêxê golgeniyaJi êvarê heta şeveqan Serê sibê belxemê davêjeJi hal demê xwe re dinaleLi ser taximê Sing û berê min keçikêKûrekûrê wî ye Fenanî kundê de hû hûLi ser qoça ye

Eman eman eman emanDe hoy hoy eman emanKeçikê bang dikir digoLê lê dayikê Bila mala te xera beŞevê payizê reş û dirêj derbas nabeNa na wele sibe ye Min dî Şemê dişêwirîMin bala xwe dayê min dî Find û fenerê gundiyan Û maliya tev temirîAgirê mala bavê min tefiya

Page 45: Dengbêj Husênê Farê

Çira mala bavê min dişixulîNa na wele ji êvarê Heta şefeqa serê sibêDi nava ciyê xwe de xew nekirîJi şeveqa tarî de Min bala xwe dayêMîna carê caran Delalîkê dilê minJi orta mehelê hatoSaqoyê wî di nava milê wî de bûLi bayê bezê di êşîka Derê mala bavê min ra dibuhurîRebiyo qurba bê lome be Min ê heta kambaxa pencerê vedikirZûka derbas dibûBi qandî gêrîkî Çerxiya paniya qondera rastêPêmalo ji min ve xuya kirîMêrdewana mala bavê min Sî û pênc derece bûWê gavê pêxwas û serqotMin ê xwe berda xwarê Na na wele ew şûna ku Delalîkê dilê min pê lê kiribûErda havînê min ê Hema devê xwe kirîJi hal û demê xwe re maçî kirîGelekê mîna cemaeta hazir godaraWê gavê derdiketin derveJi min re digotin Hebo Bila mala bavê te xera beVê sibê çi bûye çi ciriyayeTu yê li orta meydanêXwe ji dîn û îman kirîMin ê digo gundîno malîno Xwedê hebîna Hûn ê loman û gazina Ji min nekinDerdê dilê min Pur î zorî çetîn eJi mintirê ez vê gavê Li ser Girê Erefê Wextê nimêjê hatîMin nimêja xwe kirîMeka mukerem Medîna munawerLi qarşî çavê min eLi pêşiya temamê hecaca Ez ê ji xwe reÇûme kevirê hecerul eswed Min ê destê rastê avêtê

Page 46: Dengbêj Husênê Farê

Rebiyo qurbano Ji hal û demê xwe re tewaf kirî

17. ŞERÊ MALA ÛSUVÊ SEYDO Û SIDÎQÊ LAWÊ MUSTEFA BEGÊ

(DESTANA SER MÊRXASIYA MALA ÛSUVÊ SEYDO)

Ji desteyên fedayî yên Cemiyeta Xoybûnê Seydxan, ligel hevalên xwe ji aliyê Serhedê ve tên ku derbasî binxetê bibin. Sidîqê lawê Mustefa Begê ku alîgirê eskeriyeya Turk e, dikeve pêşiyê. Çavê vî xweşmêrî lê ye ku Seydxan tevî çekdarên wî dîl bigre bibe teslîmê eskerên Turk bike. Bi vî awayî hinekî şerefê (!) bi dest bixe. Ev bi tivingan dikevine ber hevudu. Pêşî Seydxan bang li Sidîqê lawê Mustefa Begê dike dibê ji pêşiya me rabe, tu meseleyeke me bi hev re tune. Em û eskerê Turk ji hev re neyar in, em naxwazin xwîn birije di nava mêrikê serhedî de. Sidîqê lawê Mustsfa Begê godarî nake. Berê tivinga xwe dide fedayiyan û dike ku wan bikuje. Ji canib Xwedê ve fîşeka wî qelp dertê. Berxên Mala Ûsuvê Seydo lê didin lawê Mustefa Begê li devê derê qesra Hecî Mûsa Begê dikujin. Ev klam ji aliyê mijara xwe ve epîk e, lehengî ye. Dibe ku ji cureyê wêjeyî yê vê kilamê re bibêjin “destan”. Bi dîtina me, heke em navê “Destana Mala Ûsuvê Seydo” li vê berhemê daynin dê ne xelet be. Jixwe destanên bi vî rengî ne hindik in di dîroka gelê Kurd de. Ji aliyê ristina rêzan, pîvana kîteyan, awayên qafiyeyê û teşeyê nezmî ve jî, digel xweş li pey hev û du rêzkirina rêzan jî, şayanê destanê ye. Ji devê dengbêjan bi awayekî pur seyr hatiye ristinê. Dema em bala xwe ji hêla şêwaza wêjeyî ya gel ve didine teşe û teherê gotinan, em dimînin matmayî. Gotinên kilamê hem ji devê dengbêj ve, hem jî ji devê lehengên bûyerê ve hatine rêzkirinê. Lehengên bûyerê, lehengine dîrokî ne. Bûyer bi xwe jî, ne bûyereke ji rêzê ye. Bûyereke dîrokî ye. Bûyereke ku dîroka me ya neteweyî eleqedar dike, ji hilberîna wêjeya Devkî ya gelî re, bûye navgîneke rêzkirina gotinê. Jiyana gel a malxerabî, ku pîrên me jî re dibêjine “benikê riziyayî” bi vê destana dîrokî, radixîne ber çavan.

Mijara ser lehengiya van mêrxasên Mala Ûsuvê Seydo, bi şêwazeke ku hem pexşan e, hem jî nezm e hatiye hunînê. Jixwe ev awa, di kevneşopiya berhemên wêjeya Devkî ya gelî de, li nava gelên din ên cîhanê jî diê dîtinê. Helbest, heta mijara bûyerê diajo, li rêzan diajo, ji hev û du naqetîne.

Axawo wa axawo axawoÊ Lê bavê bavê mino sahera sibê yeWezê bi diyarê tayê TaloriyêKevirê Kelereşê kêşa Newala Seyda ketimeSive ye ji kula dilê min û te re Wa me li ger eNa na wele ez vê sibê Bala xwe didimêMin dî Selefê refê siwara

Page 47: Dengbêj Husênê Farê

Ji jêr de derketineSiwarê pêşî tim û daîma Namluya tivinga xwe dajo ji pê reBi leqaba Kurmanciyê Ji wî siwarî re Dibêjin berxê Mala Ûsuvî Seydxanê Kwer eLê şer û şurtê vî xweşmêrî Li dunyayê gelek heneRoja şer û yoxilmê gran Bi sonda qesemê Li orta meydanê mêra dikuje Nahêle kesekî Di kozika xwe de tevbigere

Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazîLo lo lawo Sidîqê lawê Mustefa BegêEm ê mehkum û firar in Barê me qaçax eJi bona xatirê Xwedê Wele berê me li Frengistanê yeHema destê min e li dawa te beDestê te li dawa hezretî pêxember beLo lawo li vî welatê SerhedêTu yê qetil û qutûlê bi me nekî Tu yê pêşîka firarê me berdî Lo bira paşiya qaçaxê me here Sidîqê lawê Mustefa BegêLi berxê Mala Ûsuvê Seydo Bi sê denga dikir gazîLo lawo Seydxano wele nabê Bi sî cuzû Quran kim nabêBi Şêx Badînê Erza DudûkêBi Tekmanê Gola NadûkêBi Ziyareta Qolî Baba kim nabêMin ê sond xwarî Bi sonda telaqê cotê xanimaWî lo cotê xanimaWele qaçax û firarê Mala Ûsuvê Seydo bêqetl û qutul Bi ser min de Hay lo derbas nabê

Gidî wî axawo axawo waxawoAxawo axawo axawo Axawo axawo wey axawo

Page 48: Dengbêj Husênê Farê

Hêla bavê bavê mino Sahira sibê yeWez ê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê KelereşêKêşa newala Seyda ketimeSibe ye ji xemanê dilê min û te re Wa biçem û kanîSeydxan bi sê denga dikir gazî digoLo lo Tewfîqo Silhedîn Elîcan û FersendeHûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrê çê ne hûn êDestê xwe bavên qevdê Milê mîratê modoliyaEm ê mîna carê caranBi hevdu re lê xînin bi mêranîNa na wele ji Xwedayê min ve Aza û besîr eMe kir nekir vî xwiyê la mekana Me yê xwe ji destê beg û beglerê Kurmancê vî welatî dernanîLo lo bra Tewfîqo lo braSerê vê sibê li orta meydanê Ji kuştina Sidîqê Lawê Mustefa Begê reHay lo ca tu çawan î

Wele divê hê gotin di devê vaya de Van xweşmêra destê xwe avêtin Baxê van mîratê fîşenga Pakêtê xwe deranînLi devê derê Qesra Hecî Mûsa BegêSiwara dest bi dest Devê mîratê modoliya Bi hev ve danînWele qapsûna fîşeka Sidîqê Lawê Mustefa Begê qelp kirJi canim Xwedê ve Mîratê derba xwe hilnanîBerxê mala Ûsuvê SeydoLi nava meydanê derbekê Li eniya wî dabû Qapaxê serê wî bi carek hilanîBi sê denga dikir gazî digoKero helhel ez bavê te Gula Mala Ûsuvê Seydo meŞan û şûtê me Li dunyayê gelek heneEm ê daîma mêra

Page 49: Dengbêj Husênê Farê

Li orta meydanê dikjinHay lo ca bi mêranî

( serê vê kilamê bi van malikan dest pê dike di bandê dawiyê de)

Gidî wî xawo axawo Axawo axawo wey axawoÊlê berxê bavê mino Egîto xweşmêro yarimşawo Nav û dilê ji hesin e Beden û gurçikê te ji polawo Le mehkûmo firaro eşqiyawo Ketiye serê dax û çiyaywoLe îsal çendik û çend salê te qediyawoTu ê ketiyê pêşiya Eskerê yedincî qolordiya DiyarbekirSê alahiyê Mûşê Pênc çetê Bilîsê Firqa vê Tetwanê Berxê bavê mino Çima nereviyawoAxawo de mere berxê bavê mino Giran e şerê Beg û begler û kurmancê Welatê me xayin e Bitaqîb e çima ji me venagere

Gidî wî axawo axawo Axawo axawo wey axawo Êlê bavê bavê mino Sahera sibê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketimeSibe ye ji xemanê dilê min û te re Lo wa ye me li ger eNa na wele sibe ye Min bala xwe dayêMin dî selefê siwara Ji jêr da derketin Serê siwarê pêşî siwarekî serxweş eTim û daîma navluya tivinga xwe Dajo ji pê reBi leqeba kurmanciyê Jê re dibêjin Berxê mala Ûsuvê Seydo

Page 50: Dengbêj Husênê Farê

Seydxanê Kwer eLe şane û şûtê vî xweşmêrî Li dunyayê gelek heneRoja şer û yoxilmê giran Li orta meydanê Tim û daîm dikeve Pêşîka çar alayê eskerê Romê Lo bavo mêra dikuje Nahêle kesikî di kozika xwe de tevbigere

Min dî Seydxan bi sê dengan dikir gazî Li Sidîqê lawê Mustefa BegêDigo lo lawo malxerabo Em mahkûm û firar in Barê me qaçax eJi êvar de berê me ye Li xeta Firengistanê yeHema destê min ê li dawa te be Destê te li dawa Hezretî pêxember beLo lawo li vî welatê SerhedêTu ê qetil û qutûlê bi me nekî Wele tu ê pêşîka siwarê Mala Ûsuvê Seydo berdeÎro bira pêşiya qaçaxê me here

Sidîqê lawê Mustefa Begê Bi sê denga dikir gazîDigo Seydxano wele nabeBi sî cuzu Quran kim nabeBi Şêx Badînê Erza DudukêBi Tekmanê Gola NadukêBi ziyareta Qolî Baba kim nabeMin ê îro sond xwarî Bi telaqê cotê xanima Qaçax û firarê Mala Ûsuvê SeydoBêqetil û qutûl bi selametî Bi ser min re derbaz nabe

Axawo de mereBerxê bavê mino giran eŞerê beg û begler û kurmancê Welatê xayin e bitaqîb eÇima ji me nagere

Gidî waxawo axawo Axawo axawo wey axawo

Page 51: Dengbêj Husênê Farê

Erê bavê bavê mino Sahira sivê yeEz ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketimeSive ye ji xemanê dilê min û te re Lawo şer e li birinciya Na na wele sibe ye Min bala xwe dayêEsker giran e derketiye Ji Vartoyê ji Gumgumê Ji Xelatê ji Welcewazê Ji qolordiya Wanê Bi makîna bi cemsa bi cîbaJi êvar da bi ser me de dikişiyaNa na wele min bala xwe dayêLi pey me dibû Leqeleqê waxirmakînaHurmînê gulê topan Nalînê birîndaraJi êvar da di biniya me da Tê şîrqînê mîratê çapiliyaNa na wele min dî Seydxan bi sê denga dikir gazîDigo lo lo Tewfîq û Silhedîn ElîcanHûn ê beşera çavê bavê min inJi mêra mêrî çê binHûn ê destê xwe bavênQevdê mîratê malmanîka Mînanî carê cara Xwe bigihînin xendeqêMîna cara şewitî ErkîtebiyayêNa na wele li jorê Ji Xwedayê min ve eza û besîr eMe kir nekir Bi hêvî û lomekaranMe xwe ji destê Beg û begler û kurmancê Welatê bênamûs dernanîHema bira temîniya min li we beHûn ê berê tivingê xwe Nedin bejn û bala eskeraEswker gune ne emîqulî neKurê xelqê ne Lawo çavê dê û xwing û Nîşanliyê wan li rê neHema hûn ê vê sibengêBerê tivingê xwe Bidin bejn û bala Teresê zabita

Page 52: Dengbêj Husênê Farê

Yuzbaşiya bînbaşiya qumandaraPê da pê da teketekê şirîtliyê

Min dî Silhedîn Bi sê dengan dikir gazîDigo lo lo Seydxan bînbaşiyê lawikaBila mala te xerav beSerê siba Xwedê da Ez bala xwe didimê hisa te nayêBorîna te mîna carina nayêEz ê nizanim vê sibê Li orta meydanêSerê kekê min çi hatiye Lawo dîsa çi ciriyaye

Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazîDigo lo lo Silhedîn Tu beşera çavê bavê min îMin ji te re go Tu xwe şaş mekeXwedayê min pê zaneJi êvara Xwedê da du hev elemanî sê hev modalîJi xwe re li orta meydanê Sekinîne diçiriya

Axawo de mereBerxê bavê bavê mino giran e şer eLe beg û begler û kurmancê Welatê xayîn e bitaqîb eÇima ji me nagere

Gidî wî axawo axawo wey axawoErê bavê bavê mino Sahira sibê yeEz ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê newala Seyda ketimeSibe ye ji xemanê dilê min û te re Dîsa şer e bimêrg û kanîNana wele sibe ye Min bala xwe dayê Esker giran e derketiyeJi Vartoyê ji Gumgumê Ji Xelatê ji WelcewazêJi qolordiya Wanê Bi makîna bi censa bi cîbaHatin ser Tayê Taloriyê

Page 53: Dengbêj Husênê Farê

Sibe ye erd hilanî

Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazîDigo lo loTewfîq û Silhedîn Elîcan Hûn ê beşera çavê bavê min inJi mêra mêrî çê bin Destê xwe bavên Qevdê mîratê vanmalîkaMînanî carê cara Em ê bi hevdu re lê xin Ca bi mêranîNa na wele li jorê Ji Xwedayê min aza û besîr eMe kir nekir Bi hêvî û lomekaranMe xwe ji destê beg û begler û kurmancê We ni bênamûs dernanî

Seydxan bi sê dengan dikir gazî Digo lo bira TewfîqoDi bextê namûsa te da meHema serê vê sibê Li orta meydanêJi kuştina Sidîqê Lawê Mustafa Begê re Hay lo ca tu çawan î Divê hê gotin di devê vaya de bûVan xweşmêra destê xwe avêtin Baxê mîratê fîşekan Pakêtên xwe deranînLi devê derê qesra Hecî Mûsa BegêSiwara dest bidest Devê mîratê modaliya Havo hevo bi singan ve danînQapsûna fîşeka Sidîqê lawê Mustefa Begê qelp kir mîratêJi canip Xwedê da Çima derba xwe hilnanîTewfîqê birê Seydxan Berxê Mala Ûsuvê Seydo Li erefa nîvê meydanêDerbekî li nîvê eniya wî dabû Qapaxa serê wî bi carek hilanî Heyla lê dayê li ser meyitê wî sekinîSê cara nav li xwe dida digoKero helhel ez bavê te Gula Mala Ûsuvê Seydo me

Page 54: Dengbêj Husênê Farê

Le şane şûtê me Li dunyayê gelek heneGurê serê çiya ne Li hemberê dorduncî ordiya neHeyla li vê erda xerîv û nenasEm ê tim û daîm Qebraxê mîna te Li orta meydanê Bikujin ca bi mêranîAxawo de mere Berxê bavê mino giran e şer eLe beg û egler û kurmancê Welatê me xayîn e bitaqîb eÇima ji me nagere

18. QENDÎLA MIN

Cureyê vê, ji aliyê hunerî ve stran e. Kê ev çê kiriye ne diyar e. Ji stranên weha re gelêrî diê gotinê. Teşeyê helbestê yê nezmî çarîn e. Bi pîvana kîteyî hatine ristinê rêzên berhemê. Herweha qafiyeya wê jî, hema hema giş bi heman peyvan hatiye tekûzkirinê.

Qendîl û qendîl û qendîlQendîl û qendîlê minQendîl û qendîl û qendîl Kubar ka mendîlê min

Wer welatê min bi teyareQendîl û qendîlê minWer welatê min bi teyare Kubar ka mendîlê min

Peya bûne li ser minaraQendîl û qendîlê minPeya bûne li ser minara Kubar ka mendîlê min

Dikim hene li yara Qendîl û qendîlê minDikim henekê li yaraKubar ka mendîla min

Hatim kilê te bazir kimQendîl û qendîlê minHatimkilê te bazir kim Kubar ka mendîlê min

Page 55: Dengbêj Husênê Farê

Çima ez bextê xwe xera kimQendîl û qwendîlê minÇima ez bextê xwe xera kim Kubar ka mendîlê min

Heva kilê te bi hezar kimQendîl û qendîlê minHeva kilê bi hezar kim Kubar ka mendîlê min

Wer welatê min bi dolmîşêQendîl û qendîlê minWer welatê min bi dolmîşê Kubar ka mendîlê min

Cotê zerya dane şîşê Qendîl û qendîlê minCotê zerya dane şîşêKubar ka mendîlê min

Ketim tora vê dergûşêQendîl û qendîlê minKetim tora vê dergûşê Kubar ka mendîlê min

Hat welatê min bi tengerê Qendîl û qendîlê minHat welatê min bi tengerêKubar ka mendîlê min

19. WER HINE

Cureyê xwe stran e. Mêjûya xwe ne belî ye. Gelêrî ye. Di dawetan de, dema destê bûkê an destê zavê hine dikin, li ser serê wan diê gotinê. Pîvana helbestê pîvana kîteyî ye. Teşeyê wê yê nezmî jî çarîn e. Qafiyeya wê, zengîn e.

Hine hine hine hevalêHine hine hine delalê Êvara hinê yo hevaê Êvara hinê yo delalê

Bûk hatî hewşê yo hevalê Bûk hatî hewşê yo delalêŞewtî dilkê dê yo hevalê

Page 56: Dengbêj Husênê Farê

Şewtî dilkê dêyo delalê Hine hine hine hevalê Wer hine hine delalêHine hine hine hevalêWer hine hine delalê

Hine di deştê kin hevalê Hine di deştê kin delalê Bi kulça avê lê kin hevalê Bi kulça avê lê kin delalê

Li destê zavê kin hevalê Li destê zavê kin delalêLi koma dorê kin hevalê Li koma dorê kin delalê

Wer hine wer hine hevalê Wer hine wer hine delalêHine hine hişne hevalêHine hine hine delalê

Hineka Diyarbekir hevalê Şewitiya Diyarbekir delalêEcila me çê kir bi şîr û şekir hevalêÇê bû bi şîr û şekir delalê

Destê zavê vekin hevalê Destê zavê vekin delalê Li koma dorê kin hevalê Li koma dorê kin delalê

Wer hine wer hine hevalê Wer hine wer hine delalêWer hine wer hine hevalê Wer hine wer hine delalê

20. WEY DOLABÊ

Ev berhem jî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, stran e. Gelêrî ye. Di dawetan de diê gotinê. Bi pîvana kîteyî hatiye hunandinê. Teşeyê nezma wê jî çarîn e.

Wey dolabê dolabê Min bi heyrana dolabêWey dolabê dolabê

Page 57: Dengbêj Husênê Farê

Min bi heyrana dolabê

Dolaba ji tara darêWey dolabê dolabêDolaba ji tara darêMin bi heyrana dolabê

Min ristî ji hiriya karê Wey dolabê dolabêMin ristî ji hiriya karê Can dolabê dolabê

Keçikê ku da derî Wey dolabê dolabê Xweşikê ku da derî Can dolabê dolabê

Doza Huseynê FarêWey dolabê dolabêDoza lawikê Farê Can dolabê dolabê

Ha bi dolabê dolabê Wey dolabê dolabê

------ -(ev dera stranê bi kilamkî diê gotinê.)

ay lê sebrê min go navê delalîka dilê min Elîf emin bi heyranê devlikenê fîstansorê dorqedîfena na wele gava berê meriv dikeve mala bavê delalîka dilê meriv mîna berê meriv têkeve Meka mukerem Medîna muawererdê muqedes topraxê Şamêşerîf eax eman eman eman lê sebra min î_____ay dolabê dolabê way dolabê dolabêwey dolabê dolabê min bi heyrana dolabê

seriya malê me bidar eay dolabê dolabê biniya malê me bidar ecan dolabê dolabê

Page 58: Dengbêj Husênê Farê

karwan têye bi xar e wey dolabê dolabê karwan tê ye bi xar ecan dolabê dolabê

barê karwan hinar e wey dolabê dolabê barê karwan hinar ecan dolabê dolabê

eger dema te hebe wey dolabê dolabêeger dema te hebe can dolabê dolabê

dunya gişt dost û yar ewey dolabê dolabêdunya gişt dost û yar ecan dolabê dolabê

21. DESTANA SER “YADOYÊ DIMILΔ

Wateya vê kilamê pur û pur zêde ye. Dengbêjê me ev kilam, ji kê derê bidest xistiye zav meraq dikim. Bi rastî kesî ku serpêhatiya vê kilamê bigota min, tenê Xwedê dizane ka dê çendîn kêfa min bihata. Di kilamên Kurmancî de ew çend li ser Dimiliyan gotin naêne stranê. Her çendî di serhildana Partiya Azadiyê de, ciyê lehengên xelkê Dimilî zav mezin e jî, dîsa meriv rastî kilam û lawijên ser mêrxasiya gelê Dimiliyan naê. Gava ez çav bi navê “Yadoyê Dimilî” ketim, tavilê bi tundî ramiyam. Çavkaniyeke ku ez pê de biçûma nîn bû. Mala Xwedê ava û mala televizyona me ava be. Di bernameya “Welatê Me Kurdistan “ de ez rastî vê yekê bûm. Êdî kêf li min bû berî. Yadoyê Dimilî, mêrxasekî dewra Şêx Seîd e. Di pey têkçûna têkoşîna neteweyî ya Partiya Azadiyê (PA) de ku di salên 1925 an de qewimî bû, Yadoyê Dimilî, terka çiya nedabû û şerê xwe li dijî dagirkerên Kemalîst ajotibû. Di pey dîlketina serokê serhildanê de, ew xwe radestî dijminan nake. Bi lehengiyeke şanaziyane li ber xwe dide. Çi heyf e ku bi bextereşî diê girtinê û kuştinê. Gonîka jêrîn û jorîn herêmên bajarê Çewlikê ne. Cureyê kilamê lawij e. Bi qafiye ye. Xwedî teşeyê nezmeke nêzî pexşanê ye. Herweha pîvana berhemê jî serbest e. Diê gumankirinê ku gotinên wê, ji devê jinan hatibe girtinê.

Nemînim nemînim nemînim ji te reWele tu yê darê dîwanê belê Komê xulam û xizmetkara cotê xanima Qesr û qonaxê Gumguma kamil Bêxwedî bihêlî ji kê re Weyla waxawo şereka li me çê dibû Li Gonîka jêrîn û jorîn Li serta Somerê Hafa Qizilçubuxê ma bikele yeNa na wele min ê

Page 59: Dengbêj Husênê Farê

Bal û dêhna xwe berdayê Min dî ji êvara Xwedê daLi ser serê peyayê mala Xelîl Dîsa şer e qal û qewxe yeNa na wele li min porkurêMin go giran e dengê mîratêBêşatêşan û gawursustemaJi êvar da ketiye Gonîka şewitîHelfê çiyê ji pê reBûye law xelxele yeBira kula Xwedê bi sê kul be Têkeve berê Reşîtê lawê Serhed Sebeba şeytanê dunyayê Derbekê bera bedena Bavê Silhedîn gula xorta dabûNa na wele Xwedayê min pê zaneLi erefa meydanê Sekinî Yadoyê DimilîSiwarê Nîgarê kilê çavêTêliyê tevî şahê xorta Teyrê ecelê Sadûn e law bêselhe ye

Weyla waxawo şereka li me çê dibû Li Gonîka jêrîn û jorînWele li seksa SomerêHafê her du ava Li xopana QizilçubuxêMe bi dar û bî neMinê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayêMin dî qeflekî Siwarê mala Xelîl Wele vê sibê siwar e Ketine hafê çiyê Ji xwe re ge dixarînin Law ge dilezîninBira kula bi sê kul be Têkeve berê mala Reşîtê lawê SerhedDerbekê bera bedenaBavê Silhedîn dabûWele ji êvar da Bi du gula birîndar e Halê wî tu nîneMin bala xwe dayê Li erefa meydanê sekinîYadoyê Dimilî siwarê delû Nîgarê Kilê çavê Têliyê

Page 60: Dengbêj Husênê Farê

Tevî şahê xortaTeyrê ecelê Sadûn e law çavhêşîn e

22. DESTANA SER FERSENDE BEGÊ KU LI ÎRANÊ QEWIMIYE

Ji desteyên fedaî yên Cemiyeta Xoybûnê Fersende Beg, bi awayekî berê xwe dide aliyê Îranê. Li wê derê eskerê Ecem li hemberî wan dertên. Şer derdiê. Dengbêjên herêma Serhedê li ser lehengiya wî û hevalên pê re kilamên pesindarî gotine. Yek ji wan kilaman jî ev e. Hevalên bi Fersende Begê re, Keremê Qolaxa û Xalisê Ûsuv Begê ne. Jixwe ev Silêmanê Ehmed, malbavanê Fersende Begê ne. Vêca Bavê Kazo ku hatiye hawar û gaziya Fersende Begî kî ye, heta nuka em pê serwext nebûne. Heman kilam ji aliyê geleg Dengbêjên dinê ve jî, bi newayên rengecihê tê gotinê.

Axawo li min li min li min li min Heyla lo mîro şereka li me çê dibû li hewşa SerayêQalekî giran li me daketiye li kavilê Emir Tumana şewitî Vê sibê dîsa li semta vê kaniyêDe na na wele min ê vê sibê bal û dêhna xwe berdayêMin dî ji êvara Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê qolaxa tevî Xalisê Ûsuv BegêWele xweş tê dengê mîratê topan û mîtrelosaCebilxanan û gawursustema HermaniyaDibû gurmîn nalîn û zarîna vê boriyê

De hûn ê lê xin de bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabe kekê mino hûn ê lê xinHûn ê destê xwe bavêjin qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çar tiliya li erdê xinWele hûn ê şemdana bitefînin mûma vêxinDe na na wele Xwedayê min pê zane

Page 61: Dengbêj Husênê Farê

Ji berê û berê da mehkûm firarê destê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne canfîdayê mala şêx in

Axawo li min li min li min li min Lo lo lo mîro şereka li me çê dibû li hewşa Serayê Qelekî giran li me daketiye li kavilê Emirtumana şewitî dîsa li hember eDe na na wele wez ê vê sibê bal û dêhna xwe didimê Min dî ji wêvara Xwedê daLi ser kozik û meterisê Silêmanê Wehmed Keremê Qolaxa tevî Xalisê Ûsuv BegêXweş tê dengê mîratê topan û mitrelosaCebilxanan û gawursustema hermanliyaVê sibê min yeqîn e şer eDe na na wele min dî Besnayê Wê gavê li erefa nîvê meydanêBi sê denga li Fersende dikir gazî digo Lo lo Fersende te malikxerabo Ocaxê te korbûyo wele wezê Besra me qîza Eliyê Ecem qîza heft bavê çê meWez ê dergûşa ser destê xwe bikim qurbana nav û namûsê Mala Emer e Ez ê çi bikim Bavê Kazo sond xweriye bi sondê temamHetanî serê şahê Îranê papaxreşê qeceran jê nekim Tu carî venagerim mîrê min de yo yo

(TÊBINÎ: Ev kilam bi du awayan ji devê dengbêj hatiye girtinê.)

23. KILAMA SER MALA ÛSUVÊ SEYDO KU LI BISMILÊ ŞER DIKIN

Page 62: Dengbêj Husênê Farê

Tewfîqê ku birayê Seydxanê Kwer e, li Çiyayê Taloriyê, bi xayintî, ji hêla Mala Emerê Mihê ve, ku eşîra Xiyaniyê ne, diê kuştinê. Zar û zêçên wî jî, dîl digrin, didine destê eskerê Turkan. Peyayên Tewfîq jî, berê xwe didine binê xetê. Li binê xetê Silhedîn çawa ku pê dihese, radibe karê xwe û şerê Mala Emerê Mihê dike. Li li mala Seydayê Borîzan e. Şêx û axayên fermanlî hemî li mala wî ne. Ev ji Silhedîn re dibêjin heyra nuha bisekine em hinekî keysa xwe xweş bikin pey re em li çareyekê bigerin. Silhedîn goh nade tew yek kesî dibê tu çare û mefera ku ez yek rojekê jî bi vê janê îdare bikim nîne. Dema ev giregir û rûspiyên ha dibînin ku tewş e, Silhedîn ne yê seknê ye, Şêx Evdirehîm, Şêx Cemîl, teymenê Laz û Şêx Mîsbeh, radibin pê re kar dibin. Berê xwe didine aliyê Çiyayê Xiyaniyê ku biêne heyfa Tewfîq, ji esatê serê wî bistînin. Lêbelê heta xwe digihêjin Bismilê, xayin bi wan dihesin, giliyê wan dikin. Şer dertê di navbera wan û esker de, hemî têne kuştinê. MALÛMATÊN MALMISANIJ............... Lawij, bi awayekî trajîk li ser lehengî û bêkesiya wan hatiye gerandinê. Ji aliyê mijara xwe ve hem epîk e hem jî lawijî ye. Ev kilam ji aliyê gelek Dengbêjên welêt ve, bi newayine cihêreng tê stranê. Guheroyên heman kilamê jî hene.

Gidî heyla axawo weyla waxawo heyla waxawoWeyla dayê bêkesiya şikeftê Kanikê Geliyê Hesika Deşta BaştagêQizilbaşê dora Bismilê bekçiyê wa ciyê Seletê vê SînanêWeyla kula Silêmanê Evdilqadir Tuba spiyê Silîva Emerê Mihê Xiya Di dil de mawoGidî heyla waxawo Wele min go dilê min evdala Xwedê Ji dilê metê maqulo gorî Dilê min evdala Xwedê ji dilê metêMin dî sêzde peya çarde peya derketine ji axa û axalera Wele Ji şêxan û ji beglera ji Dirbesiyê Li min porkurê vê sibê ji tacdalika binê xetêWele van xweşmêra xwe girê dane Bi çek û sîleh û edalê binê xetê Heyla li min porkurê vê sibê ji xwe re Derbazbûne Turkiyayê serê xetêDerê heyla lê dayê Bira kula Xwedê bi sê kula be Wî lo têkeve berê mala yuzbaşiyê yedincî qolordiya Diyarbekir

Page 63: Dengbêj Husênê Farê

Wele bi eskerekî giran xwe berdane Girê Heso û Şûjino li Gola Emo gamêşaLi Fetê Şewlîkê li çola Çetelê li deşta Mereda Li Newala Zilikê li kêleka Elodîna Li navbêna her du ava Hawara Xwedê ji êvara Xwedê da derketine taqîbatê

Derê heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawoMaqulo gorî dilê min evdala Xwedê dilekî dîn eHeyla lê dayê rebenê dilê min evdalê Xwedê dîsa dilekî dîn eBira rebê alemê mala Silêmanê Evdilqadir Vê sibê dîsa li mîrata bigerîneHema berê xwe dida qeza Bismila şewitî vê sibê ji xwe re Hêdî hêdî yawaş yawaş dîsa lawo dilezîneHeyla lê dayê dîsa bi ewr axikî li tanga Mehkûm û xweşmêrê binê xetê dişidîne Wele li temamê dar û qereqolê Bismila malikwêran digerîneBi şeveqa serê sibê ra li ba yuzbaşiyê cendirma li min porkurê Mor û îmza lê dixîne Ê lê Silêmanê Evdilqadir digo de lo lo yuzbaşiyo Wele tu yê pirs û sewala van mehkûm û xweşmêrê binê xetê ji min dikîBi sonda qesemê tu yê du hev mufreza bişînî Pey Ûsuvê Rihîmê Eliyê Şarê bînîHawara Xwedê li min porkurê Wê salixdanê van xweşmêra

Page 64: Dengbêj Husênê Farê

îro ji te re bêjin kî û kî neDe na na wele gava Silêmanê Evdilqadir wer dibêje Le yuzbaşiyo lez dike dilezîne Demir û du dara rasto çepo dişidîne Du hev mufreza dişîne pey Ûsuvê Rihîmê Eliyê Şarê tîneHeyla lê dayê berê van xweşmêra da qawişê cendirma Tewlê hespa nezareta di jêrîn eNa na wele lingê van xweşmêra dikir qayişê tivinga Li min porkurê mîrata qerebaşê bi ser wan de dileqîne Wele Ûsuvê Rihîmê bi sê denga dikir qarîn digo Lo lo yuzbaşiyo malikxerabo tu yê Pirs û sewala van mahkûm û xweşmêrê binê xetê ji min dikîLo bi sonda qesemê serekê wan Cemîlê Seyda yeWê bi pey re torinê mala Ûsuvê Seydo Silhedîn eLo yê sisiya torinê Şêx Boka Şêx Mîsbeh lawê Şêx Nûredîn eDe na na wele tu yê pirs û sewala ciyê rûniştina van mahkûman ji min dikîWele ji êvara Xwedê da wa ne rûniştî ne Li Girê Heso Şûjino li Gola Emo Gamêşa li Fetlê ŞewlîkêLi çola Çetelê li deşta Meredarê li newala Dirikê li kaniya Kolanê li kêleka Elodîn Li navbêna her du ava ji êvar de ji xwe re di nav zilikan de rûniştî neDe na na wele

Page 65: Dengbêj Husênê Farê

şan û şûtê van xweşmêra li dunyayê gelek heneDe roja şer û yoxilmê giranGava destê xwe davêjin qevdê mîratê modalîka qasatora fîdaliya martiliyaJi erdê hiltîninLe tim û daîma alahiya eskerê hukûmatê dişkîninHawara Xwedê komê hevala ji nava şer dertînin

Derê heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawoHeyla lê dayê min go dilê min rebena Xwedê dil didayêMaqûlo darê dilê min evdala Xwedê dîsa vê sibê dil didayê Le bira rebê alemê bişewitîne mala bekçiyê wa ciyê Seletê wê SînanêLe şeveqa serê sibê ra berê xwe dane qeza Bismila şewitî Li min porkurê nêzîkî qolordiya Diyarbekir telefona elam danêWele giran e eskerê dewletê Derketibû yedincî qolordiya Diyarbekira şewitî malxerabo Lo lo lawo dîsa bi cebilxaneWele dibê berê vî eskerî dane li Girê Heso Şûjino Li Gola Emo Gamêşo li Fetê Şewlîkê li Çola ÇetelêLi deşta Meredanê li Newala Dirikê li kêleka ElodînoNavbêna her du ava dor li van xweşmêra girtine Temamê esker ji xwe re mewziyê xwe kolaneDe na na wele bi emrê Tabûr qumandanî bînbaşî Divê temamê esker gava dor li van xweşmêran girtinJi xwe re çaralî

Page 66: Dengbêj Husênê Farê

bi kibrîtan û çaqmaqan germe didanêLe meha temûz û tebaxê orta meha havînê Tu were min û diyarê gola vê xwîdanêLe roja mêraniyê li meydanê qewimiye şerê van xweşmêraJi derba derbedumanê nabîne derba vê nîşanê Le heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawoWeyla dayê bêkesiya şikeftê Korikê Geliyê Hesika Deşta BaştagêQizilbaşê dora Bismilê bekçiyê aliyê wî Seletê SînanêWî la kula Silêmanê Evdilqadir Tûma Siphiyê Silîva Emerê Mihê Xiya Di dil de mawo

24. KILAMA SER DILAN

Ji aliyê mijara xwe ve li ser dilketinê ye, kilamkî ye. Ango cureyê vê helbestê kilam e. Xwedî pîvan, qafiye û teşeyekî nezmî ye. Herçendî ne pîvana kîteyî be jî, pîvana xwe di nava rêzan de heye. teşeyê berhemê jî, di navbera nezm û pexşanê de ye. Zimanekî gelî yê zelal û xweş, xwe di rêzên vê helbestê de, rayê me dide. Gotinên vê kilamê hem ji devê lawikî, hem jî ji devê keçikê hatine girtinê. Bi gotina gelî, ev kilama dilika ye.

Lo lo lawiko min go bejna zirav e ji dara sêvêWere li min ji dara sêvê Lê dayê li min ê min bala xwe dayê kubarê binê malêJi orta mehelê derket û saqoyê wî yê li nava milê wî da bû Simbêla palekirî pêl bi pêl bûye xwe berdaye lo ser yan e Bira rebê alemê biqedanda muradê muradxwaza Der û cîrana heval û hogira ê min û qama kinik bejna ziravJi pazdê meha Gulanê bi şûnda şeş meha yek carekîHeyla lê dayê rebenê wexta çêlek danê sibê pez hatiye

Page 67: Dengbêj Husênê Farê

Ax tevî berîvana ser delavêAx lê eman gidî hey lê xayino Xemê

Lê lê Dîlber heyra min ê digo sibe yeMin dî vê sibê ref hatine ax lê lê bi giranî Gidî li min lê bi giranîLê dayê rebenê min bala xwe dayê Min dî vê sibê xwe berdane Çemê Cizîra Bota li zozanê bavê gewra min danîHeyla lê dayê rebenê sibe ye min bala xwe dayê Min dî kubara min î malê rabûye ji Birca BelekMin dî xwe leqand û heyla lê dayê rebenê cotê satil li erdê li xwe hiltanî Li erdê binîka mala bi dizîka li min disekinîMin dî çembilê xwe leqand û çav û biriyê reş û belek ji mi re ax lê bir û hanî Digo lo lo lawiko bira kula Şamê Helebê di mala qebraxê bavê te keveKanî soz û bextê min û te sala par vî çaxî Bona xatirê dilê rezîl ax lo me berdanîHema te yê kirî terka bejna min a zirav kilê li çava xopana gundê me ra Ez ê ji kotî heramî jindokî mêrê xirav ax lo dilo rezîl bûm kevanî Ax weman eman gidî weman

Lo lo lawiko min go sibe ye min dî roka gundê me hilat û ax lê lê silavê Min bala xwe dayê gundiyan û maliyan sîtil û teştê xwe hilanîne

Page 68: Dengbêj Husênê Farê

Berê xwe dane mehela jêrîn Kaniya Jina kirasşoyê cilşûştinê ax lo li baravê Xelkê cilê delalîkê dilê xwe dişo bi sabûnê bi gulavê Wezê cilê bêmalê dilê xwe bişom bi bêhna misk û emberê Çîçekê buharê bêxwedîka ax lê lê xunavê Eger ji gamêşê kar û xezalê gundê me neba Min ê sî şêbiskê xwe ji te re şe bikira berda nava cotê memika heta navê Eger xelkê bigotana Dîlberê malikxerabê çi bû çi ciriyaMin ê bigota gundîno malîno Xwedê hebîna hûn ê loman û gazinan ji min nekin derdê dila gelekî zor e Ji bona xatirê wê xeberê wê gazinê xwe lê wê sinayê Xweda min ê bi rehma xwe ne mîna carê caraEz ê qasekî li kêleka qama kinik bejna zirav rûniştamaJi êvarê heta kasima şeveqê sitêrka sibê ax lo li me bavêAx weman eman gidî weman

Lê lê Dîlber heyra min ê digo payiz e min dî ewran li esmana serê xwe deranî Lê dayê rebenê min bala xwe dayê serê çiyayê û deşt û zozan Dar û devî spî bûne ji xwe re ji berfê kemer danî Ez ê bi qurbana bejna te ya zirav dev û lêvê çav û birûyê reş û belek bibimÇi hewce ye ku îro kila Subhanî jê ra

Page 69: Dengbêj Husênê Farê

bûye ax lê lê bargiranî Ax weman eman hey lê lê wez fermanlî me lê ez qaşkolî me Xelkê heyr û muheyirê mal û milkê dunyayê dunyalikêWez ê bi qurbana bejna zirav dev û lêvê çav û birûyê reş û belek bibimFîstanê qedîfe qîza malxeraba wê dozbenda ax dormalî me

25. DESTANA SILOYÊ SANIKÎ Ev helbesta seyr, li ser mêrxasî û jêhatîbûna Mala Tûjo ye. Di navbera giregirên bi navê Ehmed Begê û hevalê wî Selaman Begoyî û Mala Tûjo de şer derdikeve. Mala Tûjo li aliyekî ne; Ehmed Begê digel Selman Bego jî li aliyekî ne. Li aliyê Mala Tûjo, mêrxasekî bi navê Siloyê Sanikî heye. pê re jî eskerên wî hene. Gotinên pesindanê, bi giştî li ser lehengiya Siloyê Sanikî û eskerên wî ye. Cureyê wêjeyî yê vê helbestê, herçendî nêzî gotinên lawijî be jî, em dikarin bibêjin ku bêtir nêzî cureyê wêjeyî yê destanî ye. Pîvan, qafiye û nezmê berhemê jî, di dirûvê Wêjeya Devkî de ne. Teşeyê vê helbestê yê vê helbestê, nêzî pexşanê ye. Di navbera teşeyê nezmî û pexşanî de ye.

Derê hayla hayla lo biraWî de lê lê dayê dêranê sibe yeWez ê bi diyarê Qurîngolê bi Neferê diketimMin bala xwe dayê ji êvar de giran e bi ser me de bîna libes eEhmed Begê bi sê denga dikir gazî digo De lo lo Selman Bego serê bîst û yek bavê min bi qurban beLe tu bala xwe bidê vê sibê Dengê nalînê birîndara li hafa bavê min lo li semta rê tê Birawo mere serê xwişkê bi qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego tu mere serê wî tehtikîHirşê devgeniya gamêşê golgeniya Her çî di nava gorî

Page 70: Dengbêj Husênê Farê

berana de berx e ma loNa na wele li orta meydanê Gava çavê meriva bi çavê vî zalimî dikeveEz ê ji we re sond bixwim bi sonda qesemêMîna bîhna sekerata mewtê li pozê meriv bixe Li orta meydanê meriv ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîne Birawo mere serê xwişkê bi qurbano dîsa giran e şer eLo lo keko lo bira min ji te re nego Tu mere şerê Siloyê SanikîKesê ku here şerê Siloyê SanikîEz ê ji te re sond bixwim bi sonda qesemê Ji mala xwe da bi kêf û şahî derê Wî lawo bi selametî venagere lo were mere

Derê hay lo hay lo hay lo biraWî de lê lê dayê dêranê sibe ye Wez ê bi diyarê Qurîgolê bi Nefelê diketim Min bala xwe dayê sura bayê bûna ji xetêJi êvar da bi ser me da helan e dîsa dilîlîne Ehmed Begê bi sê denga dikir gazî digo De lo lo Selman Bego serê bîst û bavekî min bi qurban e Le tu yê vê sibê rabe dîsa zû bike bilezîneKihêl û malekiya ji tewlê bikişîne Teng û berê wan bişidîneWele tu yê standarta kekê xwe di biniyê wan de bîne De tev nede dayika me axtiyar e li aliyê malê raza ye Berxê bavê mino tu ê vê sibê şiyar meke Lo lawo vî şer û talanê giran mehesîne

Page 71: Dengbêj Husênê Farê

Lo lo keko lo bira serê siba Xwedê da Ez bala xwe didimê dengê van tivinga dengê tivingê zarûk û marûka neWele dengê van tivinga dengê tivingê Mala Tûjo şerekî giran eŞerê Siloyê Sanikî hirçekî bi sê birîn eLo lo keko lo bira wele kesekî nizane nîşanê eskerê Siloyê Sanikî bi çi teherî neEw kesê eskerê Siloyê Sanikî beSerê wan papax e devê cunaxê nava milê wan elesorê Esawî ye Besrawî ne Na na wele di lingê wan de gîzme şiftelî ne Tivingê destê wan temamê ji ê kuçukçapê Romê modalî ne Wele siwarê wî siwar dibin peyadar in Ji xwe re ketine serê daxan û çiyan Mîna eskerê hukûmata Romê dikin bikişf û qollî ne Lo lo keko lo bira ez serê siba Xwedê da Bala xwe didimêDengê van tivinga dengê zarûk û marûka nîneWele dengê van tivinga dengê tivingê Mala Tûjo Şerekê giran e şerê Siloyê Sanikî bi sê birîn eLo lo keko lo bira min ji te re negoTu mere şerê Siloyê SanikîHirçê devêgeliya gamêşê golgeniyaHêçê zilama berxê beranaNa na wele li orta meydanêGava çavê meriv li çavê wî zalimî dikeve Ez ji we re sond bixwim bi sonda qesemêMîna bêhna sekerata mewtê li pozê meriv bixeLi orta meydanê

Page 72: Dengbêj Husênê Farê

meriv ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîneBirawo mere serê xinga teb i qurbano dîsa giran e şer eLo lo keko lo bira min ji te re nego tu mere şerê Siloyê SanikîEw kesê ku here şerê Siloyê SanikîEz ji we re sond dixwim bi sonda qesemêJi mala xwe bi kêf û şahî derêJi wir da nahê bi selametî venagere

26. QEMERÊ

Ev helbest, berhemek e ji Wêjeya Gelî ye. Ji beşên Wêjeya Gelî ya Kurd, Wêjeya Gelî ya Gelêrî ye. Em ji berhemê tê digehîjin bê ka çi taybetiyên vê hunerê hene. Kesê pêşî yê ev helbest deraniye ne diyar e. Herçendî belî be jî, di dûr û dirêjahiya demê de, navê vî wêjevanê wenda bûye, hatiye jibîrakirinê. Bûye malê hevpar ê gelî. Ev hilberînên hevpar ên gelî, Wejeya Gelî ya Gelêrî pêk diêne. Ev berhem, di nava demê de, ku belavî deverên cihê cihê yên welêt bûye, bi taybetiyên herêman teşe girtiye. Êşên hevpar ên civakê, şîn û şahiyên civakê, bêrîkirinên civakê û cihêrengiya civakê, bi sedsalan zindî girtine. Gehîştandine heta roja me ya îroyîn. Hilberînên Wêjeya Gelî ya Gelêrî, çend jê ev in. Manî, lorîn, kilam, destan, qinîk, tiştanok, çîrok, gotinên pêşiyan, pêkenî, efsane û lawij... Zimanê vê helbestê xwerû, zelal, zimanê axivînê yê gelî ye. Teşeyê vê helbestê jî, ne çarîn e lêbelê, di nava pexşan û nezmê ye. Pîvana xwe jî nêzî pîvana kîteyî ye. Bêtir xwedî qafiyeya zengîn hatiye bikaranînê. Ji aliyê mijarî ve bi giştî li ser evînê ye. Gotinên kilamê ji devê zilamî hatine girtinê.

Qemerê qemerê qemerê qemerêŞirînê qemerê devlikenê qemerêÇawişa qîzan û bûkan qemerêDe rabe dilê min lawikê xelqê dîsa qemerêÊ lê min ê digo bejinziravê rengesmerêÇavbelekê gerdenzerê

Page 73: Dengbêj Husênê Farê

Wez ê bi qurbana bejin û bala te ya ziravDevê li kenê çav û biriyê belek bimJi xema dilê min û te re vê sibê Reşikê şarê Hemayê vê sibê de berde ser bêxwedîka vê kemberêÊ de bira rebê alemê ji heqê qebraxê bavê te derêTu pişta xwe mede darî caxa bêxwedîka wê pencerêAliyê mala me xewle yeHela tu yê vê sibê wereEm ê ji xwe re qasekî rûnên li heywanêLi siya kadînê li ber malê li navderêEm ê bikin kêf û laqirdiyê dunyayê dunyalikêHetanî kotî heram jindo nemerdî mêrê te yê xerab derêJi hewşê da bi ser min û te re wereBelkî destê min li ser taximê sing û berê te bibîneWê gavê bang bike der û cîrana heval û hogiraCemaetekî mîna ceaata hazir bîninBibêjin gelî musulmana hûn şahid bin Ji îro bi şûn da bi sê telaqê jinberdanêMîna qîza felankesê berdaye ji min re nabeBelkî darê çeplê bigre bêjeHadê siktir be derkeve ji mala min derê qemerêHey lê lê hey lê lê hey lê lê qemerêMin digo qemera min destmala destan e Berdilka temamê xortan eGelek piçû ke hê nezan eQemera min naşît e bilmez e zarûk eBi êşa derdê min nizaneWexta qemera min di darê beşîkê da weka geda yeQîza malxeraba tu yê

Page 74: Dengbêj Husênê Farê

destê xwe di navbêna destê min bikîWere ez ê te birevînim ........ bavê ser xwidanêQemera min hey lê lê dîlbera dilê min de rabe

Hey lê qemerê şirînê qemerê nazikê qemerêÇawişê qîzan û bûka qemerêDe rabe sebra ber dilê min lawikê xelqê dîsa qemerêÊ lê qemerê malxerabê sibe ye Tu yê li heywanê li navderê meskineEz pê hisiya me divê berbûriyê te hatineXwazgînîkê te hatine di mala qebraxê bavê te de rûniştineRebiyo qurbano wê çawa beDivê nîvê qelenê xwe daneHawara Xwedê wele divê şîranîka qemera min xwarineHema wez ê wê gavê dihatim nava koma xwazgînçiyaMin digo ez di bextê namûsa we û Xwedê de meHûn ê rabin herin malêBi sonda qesemê evê kewa hanê kewa min eÎsal heft salê min qediyaEz şopa vê kewa hanê digerînim Ji dora welatê SerhedêMin kirî deşta welayeta bêxwedîka şewitîEvî xopana gundê hanêHûn rabin herin malêEvê kewa hanê kewa min eNa na wele gava min wer digo Min bala xwe didayê kotîheram jindo nemendî mêrî xirabÇima lawê zengîna bû mal û milk û zêr û perê wî pur bûDi nava cemaetê de radibû ser xweHinekî kaxid û ewraqan ji cêva xwe derdixistÊ lê ji min re digo de lo lo lawiko bira mala te xira be

Page 75: Dengbêj Husênê Farê

Heyla tu yê bala xwe bidiyêBi emrê waliyê Sêrtê qaymeqamê qeza QubînêBînbaşiyê cendirme belediye reîsê welayeta Diyarbekira şewitîNûredîn Dîrek hetanî muxtar û ezakê gundê yî xirabeÊ wele tu yê hela bala xwe bidiyê Ê de navê wê kewa hanê Temamî bi mor û îmze li ser navê min e qemerêHey lê lê hey lê lê hey lê lê qemerêMin go qemera min destmala destan eBerdilkê temamê xortan eGele piçûk e li destan eQemera min naşî ye bîlmez e zarûk eBi êşa derdê dilê min nizaneWexta qemera min darê beşîkê xwe de mîna gedan eQîza malxeraba tu yê destê xwe di nava destê min bikîWere ez ê te birevînimTu quma teze bavê ser xwidanêQemera min hey lê lê dîlbera dilê min hey lê

27. XEZALA MIN

Kilam ji devê keçikan hatiye girtinê. Di pey gotinên keçikê de, îca zilêm avêtiye ser lawikê. Ji aliyê mijarî ve evînî ye. Cureyê xwe kilam e. Berhem bûye malê gelî. Gelêrî ye. Kesê ku ev helbest deraniye ne diyar e. Nêzî pîvana kîteyî ye. Teşeyê wê yê nezmî, nêzî çarînê ye lêbelê, di navbera pexşan û nezmê de ye. Bi zimanê gel ê rojane yê axaftinê hatiye gotinê. Zimanê wê, zelal û xwerû ye. Bêtir qafiyeya zengîn hatiye bi karanînê.

Xezal Xezal de hayê hayê hayê wayêWele Xezal im ji xezalê çiyayê bidar imWez ê xezal im ji xezalê çiyakê bidar imYadê rebenê wele wez ê werdek im Ji werdekê avîsar im

Page 76: Dengbêj Husênê Farê

Ez ê sala par vî çaxîDelalîka ber dilê lawikê xwe bûmKuriko gulbendê qîzan û bûkan bûmÊ lê sala îsal ez ê ketime ber tor û bextêKotî heram jindo nemerd î mêrê xerabMîna kundê qûçan hêdî hêdî yawaş yawaş ez dixwarim xezal Lê xezal hayê lê xezal hayê lê xezal cefayê hayêLi qûna çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibêRûniştiye li siya mîrata vê tifikêDikim nakim ji êvar de xezala min xeyidiyeHawara Xwedê çima xezala min li min nayê rayê

Xezal xezal de hayê hayê hayê wayê hayêWele wez ê xezal im ji xezala çiyayê XedaliyêWez ê xezal im ji xezala çiyakê XedaliyêÊ lê devê min ê li çêrêÇavê min ê li bazdanêGohê min ê li godariyêXwezila wez ê bibama sulumekê ji sulumê dora bêxwedîka modoliyêTêketama qol û milê delalî malê Çend sala pê ra li zozanaHêdî hêdî yawaş yawaş bigeriyama li seyda kewmariyêLê xezal hayê xezal hayê lê xezal hayê xezal cefayêLi qûna çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê Rûniştiye li siya mîrata vê tufekêJi êvar de bi mila ve ez ê dikim nakimXezala min ne radibe ne diçêreHawar e li min çima li min nayê rayê

Page 77: Dengbêj Husênê Farê

28. MALA MAMÊ XELIKÎ Û ŞÊXDODIYAN

Helbest, berhemeke Wêjeya Gelî ya Devkî ye. “Berhemeke Wêjeya Gel” e. Bi zimanê gelî yê rojane, bûyer hatiye ristinê. Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê vê helbesta gelî, bi tehereke serbestiyane ye. Bûyer hem bi teşeyê nezmê hatiye gotinê, hem jî dirûvê pexşanê didiyê. Şêwaza vegotînê bi giştî, şêwaza axivîna rojane ya devê gêl e. Cureyê wêjeyî yê berhemê, bêguman dikeve binê navê “lawij”ê. Çîroka helbestê balkêş e. Eşîra Şêxdodiyan, eşîreke navdar e. Ji herêma derdora Farqînê ye. Eşîreke esîl e. Kesên bi nav û deng ên vê eşîrê hene. Herweha eşîra Xelikan jî dîsa eşîrek e li derdora Farqînê. Mamê Xelikî, ji eşîra Şêxdodiyan zilamekî dikuje, jinek jî vê lawijê li serê digerîne.

????????????????????????????????????????????

Derê ha wey la ha weyla hayêWî lê Şerê hayê digo Hêlî XanêDilê min evdala Xwedê ji dilê vê kevokêBira li me nebariya zîpiyê baranê Tavî ji taviyê vê teyrokêLe bira xwe neda Çola Soran û KoraBiketa Gundêcano derê ŞemrexêSeriya Dêrikê û DêrûnêLe milê pira Malabadê gohê pira BazmanêŞewlê Muqûrê li çola Silê GewherêJi şeveqa serê sibê da Li devê derê konê mêvanaJi xema dilê min evdala Xwedê ra avêtî çokêKula dilê min siwaroHê nalîna dilê min ketayêPar nexweş bû îsal birîndaroJi porkura dayika min dixwastoNavîna ji kanîka sing û beraBelekê binê berfê ji zozana ramûsanoLe bira kula Xwedê bi sê kula be Têkeve berê Mala Mamê XelikîTivinga destê wî xwe bera dabûBi sê çar tilî ji carî emanoLê wez ê çi bikim vê sibê li orta meydanê Dil û gurçikê

Page 78: Dengbêj Husênê Farê

bavê min û van siwara hanî xwaroHahî hê hê hê hey li min siwaro

Derê ha weyla de weyla ha de weyla hayê Wî de Şera hayê digo Hêlî Xanê rebenêDilê min evdala Xwedê dilekî dîn eMi dî vê sibê ba tê baran pê ra dilîlîneLe mi bala xwe dayêLi Kema Gundêcano Girê Şemrexê birekî siwar kesekî peya li dora hev rûniştî neMi bala xwe dayêSiwarekî qapûtê wî sor e di nava siwara de ketî neÇiqas kol û milê xulam û xizmetkara şikestî neKesekî kêm nake vê sibê li orta meydanêTeketekê qerebîna nateqîne Kesekî kêm nake nabedilîneJê ra digo Hêlî Xanê rebenêTu yê vê sibê rabî bilezîneLê darê durebînê ji min re bîneEz binêrim ka ev siwarê hanê kî û kî neÊ lê Şera digo hê hê Hêlî Xanê rebenêAgir bi konê bavê min û te de danîneWele siwarê ketiye çetoyê axîn eLê Dilşokê ---Mistik ketiye ber çardara bavê Mistê dikşîneHêstirê çava li ber serê çardara bavê Mistê dirijîne

Lê minê digo bira ne Ferha be ne Fatma beBira ne Çeto be lê lê lê dayê ne Darda beLê hatanî Dûvê ŞêxbiraBavê Mistê digo ez ji tewlê re li ba meHetanî çardara bavê Mistê

Page 79: Dengbêj Husênê Farê

Li mezelê Şêx Xelîlê Pîlekan ji me re xuya beWele hetanî kurê kura rabeBi her sê şêxê zikê quva Zîla beBi Şêx Xelîlê Pîleka beBi dayika Sosina beDe na na wele mala temam têkeve nava mêrikê ŞêxdodîPiştî kuştina ÇetanoBi sonda qesemê tu carî sulha meriv û mêrikê Şêxdodî çê nabe

Kula dilê min siwaroHey nalîna dilê min ÇetanoPar nexweş bû îsal birîndaroJi porkura dayika xwe dixwest agirAva Kanîka Simo ava belekê berfê ji zozano ramûsanoLe bira kula Xwdê bi sê kula be Têkeve berê Mamê XelikîTivinga destê wî dagirtî çar terefî ji carde manoDe wez ê vê sibê çi bikim li orta meydanêDil û gurçikê bavê Mistê van siwara hanî xwaroDe hê hê hey li min siwaro

29. ŞERÊ BOLINDÊ Û HEDHEDKÊ

Çeşnê wêjeyî yê vê helbestê, lawij e. Xwedî qafiye ye. Teşeyê berhemê yê nezmî jî, nêzî pexşanê ye. Em nikarin bibêjin ku xwedî teşeyeke nezmî yî çarîn e. Dîsa kêşa xwe ne kêşa kîteyî ye lêbelê, nêzî hejmara kîteyên pîvana kîteyî ye. Mijara vê hilberîna ku ji wêjeya devkî ye, li ser jiyana civakî ya neteweya Kurd e. Hest, raman pêbawerî û êşên gelê Kurd anîne zimanê. Ji devê jinê hatiye girtinê. Jina bi navê Eyşê, li ser zaroyên xwe ku, ji aliyê mezinê Sînika Hesoyê Birahîm ve têne kuştinê, ev lawij gerandiye. Riya mezinê ku serekê eşîra Reşkotaniyê ye, Hecî Mihemedê Mistê, ji aliyê mezinê eşîra Sînikanî ve tê birînê. Dengbêj Huseynê Farê ku vê kilamê distrê, Hesoyê Birahîm weke axayê Êzîdiyan jî dide nîşandanê. Ji devê Eyşê radigihîne ku Hesoyê Birahîm tevî siwarên xwe, diavêje ser gundê wan ê Bolindê. Hecî Mihemed û du kurên Eyşoyê dikuje.

Dayê dayê dayê hê dayikê dayê

Page 80: Dengbêj Husênê Farê

Le Şerê digo Eyşê rebenê Mihemedo lo lawoBerxê bavê minoMinê digo çem çemê şêx tuneyeBira kula Xwedê bi sê kula beTêkeve berê Mala Hesokê Brahîm Axayê ÊzîdiyaHema eskerekî giran hilanîKetibû Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê EmoGiraniya vî eskerî ji êvar deKetibû mala bavê min û te yeHey lê dayê rebenêSeet di çar û pêncê sibê deMi bala xwe dayê tê nalînê birîndaraŞîrqînê mîratê bêşatêşaMin dî peyakî ji Bolindê derket li seriya Mala MistêBi sê denga hawar û gazî yeEz ê bi dengê tivinga re derdiketim devê derîBi ser meytê Têloyê birayê xwe re dadiketim taxa jêrî Rast hatim meytê Hecî Mihemed cotê kuraHesê Têlo bira Xwedê hebînaTu yê loman û gazina ji xwişka xwe nekîWele wez ê gava çav diketimLi meytê Hecî Mihemed cotê kuraBerxê bavê mino lo lawo mîrata kezebê şirîn eHema min ê wê gavê jibîr kiriba kul û kederê te yeHeyla lê dayê rebenê Min ê digo Mihemed zava ye Qasim keya yeTêloyê min mehkûm û firar û eşqiya yeEz ê dadiketim taxa jêrîMina pepûka qipika ser çîçika ye

Herê dayê dayê dayê dayikê dayêLe Şerê digo Eyşê rebenê

Page 81: Dengbêj Husênê Farê

Mihemedo lo lawoEz ê bi Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo diketimSive ye min dî berf û ba li me barî Erdekî kevir bira kula Xwedê bi sê kula Têkeve berê Mala Hesoyê Brahîm Axayê ÊzîdiyaHema eskerekî giran hilanîKetî Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê EmoGiraniya vî eskerî ji êvar deLi ber derê mala bavê min û te deLe Eyşê rebenê dîsa wa ye cî bi cîk eHeyla lê dayê rebenê Seet di çar û pêncê sibê da Mi bala xwe dayê Tê nalînê birîndara şîrqînê mîratê bêşatêşaMi dî peyakî ji Bolindê derketoLi seriya mala bi sê denga hawar û gazî kirEz ê bi dengê tivinga derdiketim devê derîRast hatim li meytê Têloyê birayê xweDadiketim rasta jêrîRast dihatim li meytê Hecî Mihemed cotê kuraHerê Têlo bira Xwedê hebînaTu yê loman û gazina ji xwişka xwe nekîWele wez ê gava çav diketim Li meytê Hecî Mihemed cotê kuraBerxê bavê minoDerdê mîrata kezebê şirîn eHema min ê wê gavê kul û kedera birayê xwe jibîr kirGelî gohdara cemaeta hazir Dengbêja were gotiye ji berê û paş deJi Hesokê Birahîm pêvetirBira kesekî li serê civat û caxiyê camêrê mîna hazir Rûnenê pesn û meziyetê xwe nedeÊ lê mebê roja şerê Bolindê û Hedhedkê

Page 82: Dengbêj Husênê Farê

Toximê mêra li Mala Dîbo li Mala Quto nebê safî nekir

Heyla lê dayê min digo Mihemed zava ye Qasim keya ye Têloyê min e mehkûm û firar û eşqiya neEz ê dadiketim taxa jêrîXata porkur mîna qipika li ser çîçika ye Hey lê lê ahî

4. FERHENGA PEYVAN

-A- arav: Xweliya agirê ku dixine nava ku pê kincan dişûn

-B-baweşîn : Di germê de, bi alavekê ba dihejînin, bo ku bêhna meriv derbikeve bazir: Bazar, danûstendin, kirîn û firotan bedr: 1.Têra xwe zanîn, xwedî keşf û keramet, 2. heyva çardeşevîberav: Zemanê berê jin û keç diçûne devê çem û newalan, kinc dişûştin. Ji vê yekê re digotin “berav, beravî”besrawî: Ji mal an jî kesê ku ji Besrayê ye re tê gotinê besîr: Kesê dibîne

beşera çav: Madeyê xweş ê röçikê mirovanbeytulemîn: Mala bi ewlebizdonek: Kesê tirsonek, ji tirsan zirav lê qetiyayîbizmar: Mîx, amûrê hesinî yê serî tûj, serî no boz: Rengê di nêzî rengê spî de -C-

canî: Cehnî, ya/ yê ji hespêcanib: Alî, teref, hêl (canim)cêr: Derana avê ya ji çamûrê çêkirîcêv: Berîk ciriya: Rûdan, qewimîncunax: .........

-Ç-

Page 83: Dengbêj Husênê Farê

çapilî: Cureyê çekê, çekên destê leşkeriya Turkiyayê çarhezar: ..........(nola bazinan)çembil: Ciyê ku meriv tiştekî pê radigreçeper: Ciyên dûr û nerûbar ên ne pehn çepl: Girtina bi mil û mêxan çêlek: Mangeçok û çing: Qam qudûm

-D-

delav: Di devê newalan de, di mesîlan de, ciyê ku av lê diherike, dikin gol, ciyo ciyo pêşiya avê digirin, av dimewice, pezê şivanan tên li serê avê vedixwin ji van teşeyên avê re dibêjin delav. derewîn: Kesa an jî kesê ku derew dikedozbend: dormal: -E-

ecil: Dibe ku ecin be. Goştê hurkirî ku digel savarê hur bi xavî di hevudu de dieciqînin.elam: Pê agahdarkirnema: Erebî ye. Merivê kor î ku nabîneerefe: Êvara roşanan, navê girê ku hecê êvara îdê diçinêerşê alî: Di baweriya ola Îslamê de li asîmana ciyê bilindtirîn

-Ê-

êşîk: Sivder, ber derî

-F-

fena: Weke, mîna, nolafind: Mûmfort: Axafina bi fors, tevgerên forsiyane -G-

gazî: Hawar, medetgede: Zarok, mindal, sebîgezo: Nê aveke zeliqokî ye ku havînê bi pelên daran, tutûnê ve digre, çêja wê jî şirîn e. Herweha navê nexweşinekê ye ku li dar û berên teaman dide.gêdûk: Bager an jî bahoza ku di wateya mecazî de, di rewşa ne xweş de tê bikar- anînê. gidî: Eman, heyragilî: Hem di wateya vegotinê de ye, hem jî di wateya şikayetê de tê bikaranînê.

Page 84: Dengbêj Husênê Farê

girê erefê: Li Meka Mukerem a welatê Suûdî Erebistanê, navê deverekê ye.

-H-

haf: Ji jorê ve derketine hemberhedan: Sebir, li ber xwe dayînhelhel: Peyveke ku ji dengê sirûştî yê pêbûnê dertê ye.helf: hêç: Ji kesê har bûyî re tê gotinê. hurmîn: Dengê lêketina ku ji ber teqîna topê derdikevehur: Ji kesê an jî kesa azad re tê gotinê.

-J-jindo: -K-kar: Di kilamê de, di wateya têjika xezalê de hatiye bikaranînê.kawis:kevanî û bermalî: Pîreka malê, jina an jî bûka ku li kar û barê malê dinihêre.kevnik: Destmalkezebkeçik: Ji mirovên tirsonek re tê gotinê.kihêl: Bernavê hespa mê ye.kirtik: Perçeyê piçûk ên tiştên hişkîkil: Dermanê çavan ku jin û keç pê bijangê xwe reşbelekî dikinkolos:kozik: Meteris, ciyê ku şer û pevçûnan de, peya xwe lê vedişêrin.kulçe: Navgîneke ku pê tiştên ron- tîr dikşîninkum: Teşeyekî potîn e ku sofî, feqî û mele didine serê xwe.

-L-

-M-malekî:marîn: Dengê sirûştî yê berx û miyanmendîl: Destmal, potê ku dest pê tê maliştinê, paqijkirinêmere: Meçe, me-here, fermana neçûnêmodelî: Cureyekî çak û sîlehanmurdar: Ne pak, ne qenc lêbelê kirêt

-N-

nalîn: Ji şimika darîn re tê gotinê.naşît: Ne gihîştî, ji kesê ku nehatiye temenê balixiyê re tê gotinênavder: Navbera deriyî, valahiya ku di navbera deriyê de heye -O-

-P-

Page 85: Dengbêj Husênê Farê

pepûk: Navekî teyran e. Bi wateya rebeniyê tê zanînê.porkur: Jin an keça ku ji ber bûyereke ne çê porê xwe dibire. -Q-qamkinik: Mirovê ku bejna wî/wê kin e.qaşkolî:qewxe: Pevçûn, şerqipik: Mirîşka/ tûtika ser hêkan ku êdî dê çîçik derîne. qorat: Qorên pêsîran, ji her du pêsîran re tê gotinê.

-R- rist: Ben, qinap, têl û tiştên nerm ku li hev û du têne pêçanê, têne badanê jê re tê gotinêrêsanê. Biharkî, giyayê ku diçinin, bi hêşînî li hev û du ba didin, dikine rîsî.

-S-

sahir: Ji dema berbanga serê sibehê, ji şeveqê re tê gotinê. serqot: Mirovê ku tiştekî nedabe ser serê xwe, jê re dibêjin. sîren: Duduka tirênê ku gava dema birêketinê deng dide

-Ş-

şane û şût: Nîşan û elametên balkêş, ên xweserî hinekan.şemdan: Ji ciyê şimayê datînine serê re tê gotinê. Dibe cureyekî findê be. şêbisk: Ji guliyên ku keç bi ser hinarîkên rûyê xwe ve, bi ser guhê xwe ve weke poçaxan berdidine xwarê re tê gotinêşîrqîn: Ji dengê pêbûna tiştan ku bi tundî li tiştekî hişk dikeve tê gotinê. -T-

talîm: Perwerdehiya ku li dibistan û leşkeriyê tê kirinê.tehtik: Bernavê tehtên piçûk, navê hîmên mezin. temezî: Cureyekî şelpeyên ku keç û jin davêjin ser serê xwe. tengere: Tehereke siwariyê ye.teng û ber: Gava heywanên siwariyê ji riyan re amade dikin, palan an jî kurtanên wan li wan dikin, dibêjin ku teng û berên wan girê dan.teres : Ji kesê ne selihî re, ne qenc re tê gotinê.terkiya: Gava siwar li hespê siwar dibe, ji ciyê pişt wî re tê gotinê.tewl: Ciyê ku hespekî, kerekî, an sewalekî din ê malê bibin, lê girêbidin da ku biçêre, bi navê tewlê tê navdanê.tor: Bext.

-V-virek: Mirovê ku viran/ derewan dike

Page 86: Dengbêj Husênê Farê

-W-

-X-

xar: Ji kevirên seqî yên ku sengele pê ji xwe re dileyixzin tê gotinê. xelxele: Ciyê ku lê deng û kes tu nîn e. xendeq: Li dora dema ku weke cuheke kûr û dirêj bikolin û vala bihêlin jê re dibêjin. xewle: Bêdeng û nepenî. Veşarî xunav: Teşeyê barîna baranê ku hurik hurik dibare. -Y-

yaban: Biyanî, ciyê ku şînasî ye, ne naskirî ye yoxilme: Lêgerîn

-Z-

zerî: ji keçên bedew re tê gotinê.

FERHENGA BIWÊJAN

-A-

agirê kulê pê ketin:

-B-

bala xwe dayîn:bal û dêhna xwe berdayîn:bavê bavê mino:bejinzirava ber dil:berê xwe dana wirê:bextê xwe xera kirin:bêhn li poza xistin:bê lome bûyîn:binê xetê:bi diyarê wirê ketin:

Page 87: Dengbêj Husênê Farê

bi ocaxê wî/wî ketin:bi ser de derbasbûn: bi ser de kişiyayîn:

-C-

carê cara:

-Ç-

çav pê ketin:çendik û çend sal:

-D-derdê wî kişandin:derba xwe hilanîn:dest bi dest bi hev de danîn:dest ji hev û du qetandin:destê min li dawa te be:di bextê namûsê ketin:di dilê wî de hebûna kulê:di yekî/yekê de hebûna dil:dil ketina wî/ wê:dilê dîn:

-E-

erd hilanîn:

-Ê-

-F-

felekê mala te xera be:

-G-

giran e şer:gurê meha sibatê:

Page 88: Dengbêj Husênê Farê

-H-

hatina wî ya bi xar:hêçê zilama:

-Î-

-J-

jê geran:ji heqê wî/wê derketin:ji mintirê:ji xema dilê wê/wî re:

-K-ketina tor û bextan:kezebkeçikiya wî:kir nekirîn:koranî bi çavan de hatin:kuliya zimanê wî/wê xwarin:

-L-

li bayê bezê çûyîn:li min por kurê:

-M-

malik mîrat kirin: -N-

nav li xwe dayîn:

-O-

Page 89: Dengbêj Husênê Farê

-P-

pêjna delalîk lê danîn:pêşîka wan berdan:

-Q-qam û qudûm û çok û cinya şidandin:qasidê mîrata qolfelekê:qela mêra lê anîtin:qelp derketin:

-R-

rû reşbûna yekî:

-S-

serê xetê:

-Ş-

şane û şût :şewitîna dilî:şop lê gerandin:

-T-temam hatina serê:tune bûna halê wî/ wê:

-V-

-W-

-X-

Page 90: Dengbêj Husênê Farê

xwedê hebîna:xwe avêtina wirê:xwe girê dan:xwe ji destan deranîn:xwe ji dîn û îmanê kirin:xwe kem kirin:xwe kur kirin:xwe lê danîn:

-Y-

-Z-